Arşevê Oskan

Helbestên Arşevê Oskan

Di sala 1967 an de, li gundê Bîrkinêsê, dinavbera bajarê Dirbêsî û Serêkaniyê de, ji dayik bûye. Arşevê Oskan ku bi nexweşiya pençeşêrê ketibû, di 25’ê mijdara 2012’an de li bajarê Hambûrgê (Almanya) çû ser dilovaniya Xwedê.

Tîrek Dijwar

Avdar dîsa gul hişkir
Dîsa cîhan di çav reşkir
Dilê koledaran xweş kir
çima avdar tu dil har e

Gul û bilbil diponijin
Dost û heval diqijqijin
Rondik ji çavan dirijin
Buhar bêyî Tîrêj sar e

Bibêje Tîrêj bibêje
Dilê dayikan bibrêj e
Dem û dewran li te gêj e
Tu dermanê jara mar e

Tu hem çav û hem ziman î
Bo derdê mezin derman î
Tu şagirtê seyda Xanî
Koça te xiste dil ar e

Tu dilgîrê av û ax e
Were wan rûpelan raxe
Dizanim di dil de dax e
şewata ar dilkir war e

Zimanê kesê bindset e
Bilbilê diljar û mest e
Herdem bi hêvî û mebest e
Li ser milan giranbar e

Piştî te kî bidî pesnan
Bipîve bejna Kurdsitan
Rêzbike gotin û hestan
Ji janê tu bi hewar e

Emê buharekê çêkin
Navê seyda li bejnê kin
Bilbilan tê de bi rêkin
Ev bo me hemya biryar e

şaristaniya me pîvand
Derd û xemê me lê civand
Tovên jîndariyê te çand
Li pêla demê siwar e

Karwanê derd û êşana
Bilbilê sîka zozana
Bavê cûdî û Sîpana
Zimanê qata hejar e

Me êşên xwe bi te naskir
Serî li ber kêlê xwar kir
Te nifşên ciwan hişyar kir
Ji bo te ew dost û yar e

Bila buhişt serfiraz be
Li asoyê wê tu baz be
Li wir jî tu bi daxwaz be
Welat ji bîra te nar e

Xort û keç tev dilbirînin
Wê berhemên te bixwînin
Hestan li te dicivînin
Navê te bo wan xweş kar e

Sipas ji bo dayika Kurd
Ku yên wek te çêkirine merd
Bi me naskir kovan û derd
şopa te bo me her çar e

Tenahî li ser giran e
Hestê wî dikî talan e
Tenik giyan û rewan e
Tenê gazin ji Avdar e.


Berbang Qedexe Ye

çavên min
şiyarin li hember, asîmanekî raxistî
Bêqonaxiya sitêran û
Pîvana bêçariyê himêz dike
Dem derbas dibe
Bi giranî pêlên xeman
Di ser hev re dibûrin
û berbang dereng ma.
Hêsir di çavan de sarbûn
Pênûs di nav tiliyan de lalbûn
Raman li hev çelqiyan
Ta ku li her ronahiyê berbang
Derd û êşên xwe şîrove bike
Lê berbang dereng ma.
Ez û dosta xwe
Li hev digeriyan di tariyê de
Di şevên bê ronahî de
Me hev winda kir
Di hêlana evîneke dijwar de
Bi hêsanî em gêjbûn
û berbang dereng ma.
Sitêr mîna leşkerên hejar
Di bêdengiya şevê de
Bê dahol û vedeng
Li bendî serleşkerekî mezinin
û wisa bê rol mane
Heyv xwe li badike bi payedarî
Carê pesnê bedewiya xwe dide
û dilê min nabije
Ronahiyeke parsek
Ez jî mîna te li bendî berbangê me
Lê berbang dereng ma.
Gazinên min
Li ser zimanekî dirêj
Tên birrîn û bê ser û ber dibin
Her tişt bê berbange, qedexeye
Gazin, hêvî, azadî, evîn û helbest. .!
Lê berbang dereng ma.

08.02.1999

*
Mîna bîranîneke bi şewat
Ez navê te di ramanan de dihûnim
Roja hevdînê,
Roja nêçîrê,
Ji bo awirên te dibim armanc
Tevî ku
Tîra te jiyana min bêçar dike
Lê, ji bo rojeke dî dihûnim
Li pişta lêvên te û
Li ber awazên kenê te
Sîstema jiyanê dirêsim.

Mîna bîranîneke bi şewat
çîroka te di keserekê de şîrove dikim
Lê ku dest pêkir, zayîn pêktê
Bi çend guleyan, hate kuştin
Hate sotin di agirê dilê xwe de
Hate veşartin
Bi dawîbû, mîna bîranînekê.

*
Eger min gazinên te
Bi baweriyên xwe ve
Girê nedana
Wê çima hespê min
Ji bo çend dilopên xwînê,
Li pişta çiyakî sergever
Siwar bihata …?!

Ma qey
Te nizanî ku ez bûm
Siwarê hespê boz ?!
Min dest
Bi cirîda demê kir
Di nav pêlên leylaneke
Mişext de.

Bê pêl avjen dibûm
û bi şîrrîneke dîrokî
Dest pê bû
Bi du lingan
Hesp ber bi aso ve
Hilkişiya.
*
çi guneh bû
Ku min omîdên xwe
Bi hêviyên te re
Girêdan
De bila
Pêl li hev biçelqin
û wêneyeke nû
Di evîndariyê de
Bi elend be.

Her zimanek
rêzimanek heye
Evîndar tev yek ziman in …!
Her karwanek
Warek heye
Karwanê rêça azadiyê yek war e …!
Her yarek
Dildarek heye
Mirov tev de yar in …!.
çi raxistin
Di şanoya dilê min de
Pêk tê …!!
Tu
Qehremana çîrokê yî.

Ez Mem bim
Tu Zîn bî
Em ê beşek ji dîrokê bin
û
Mêrxasê çîrokê bin
Wekî bîhokan.

Nigarê sînga te
Rengîn e
şoreşeke bê sînor e
Leşkerên wê
Nêçîrvan in Amede ne
û
şopvanin Serhedîn in.

*
Seba çi ye ?
Bi berbangê re
Dil tijî xem e
Bi rojavayê re
Dil bi şewte
Dil tijî kul û kovan e.

Mejî tijî niyaz û raman e
Geh cengekê li dar dixin
û geh
Ramîsanan li rûkê hev diçînîn
û govenda xwe dixemilînîn.

Seba çi ye ?
Geh kavil xaniyên xwe
Dimêjin
û mejî ramanên xwe
Davêjin
û radiwestin …..
Nav li ser zimanan
Nayêne kolan
û belav nabin
Kolan bi kolan
Ta ku li asoyêd xemgîn
Bibin mêvan
û li derd û xemên xwe
Biçêrin û biçêrin.

Gelo rast e ?
Mem ê, di gorê de,
Bi Zînê şa be
û her du giyan
Li esîmanan berba bibin ?!.
Yek caran. ..
Mirov piştî mirina xwe
Xunc dide.

Seba çi ye ?
Her sitêr,
Ji banî, tête xwar
Sitêra Mem û Zînê
Nayê xwar,
Ji dilê Xanî.


Çi

Gotineke westiyayî
di laşê çîrokê de
derdekî mezin diafirîne
Awazeke qop
di straneke evînî de
têla tembûrê diwestîne
Derdê te
û mezinbûna êşê
di bindestiyê de
vedigevizîne
Şivantiya azadîyê
li rûpela daxwazê
ditevizîne
Awirên bi lav
di hewara keserê de
bê wate dimîne.


 Damarên Ji Êgir

Xewnên bi keser
Li rûbarê hêviyan diçêr in
Kevokên birçî
Bi nikilan
Li deriyê bîranînan did in
û beyarên mirinê diqewrînin
Damarên ku
Bi êgir hatine pêçan
Nema bi qamçiyên demê digirîn
Serê kaniyên demê
Pêlên şolî diherikînin
Li mijankên kelogirî
Asîmanên xemgîn
Nema hêsiran dibarînin
Bi ser dêmên beyar de
Tenê bendewar in.
Ne sîdana zindanan
Ne veşartina daristanan
Ne koçkirina ji waran
Tev de qedexe ne xanim
Em rojekê şad nebûn
Bi awireke azad
Li bejna welatê rojê
Miradên çelînî
Ji dil guvaştin
Ez nema dikarim
Bi stêran re bikenim
Bi çiyan re biaxivim
Tenê dikarim ..
Di himêza zindanekê de
Razim û bimirim
Rûpelên hestê xwe
Ji dîrokê re bihêlim
Yan di ber bahozên
Xewnan de berdim.
Da ku palçimokên şevan
Li wan venerin.


Dîsa Kovan Nû Kirin

Sedcar dibêm birakujî xizmeta xapê dijmin e
Sedcar dibêm ev xwîna sor qelenê yara mezin e
Çimandirjî bi destê Kurd ya min rexne ne gazin e
Birsiva vê bide min ka, çima dirjînin vê xwînê?
Min divê dermankî peyda kin ne ku kûr bikin birînê
Heger kêferatek hebe têde peşveçûna jînê
Şev û roj qîr û hawarin, ji ber zora van ketxwaran
Çiman îro gihan dozê, dûrketin ji xapên neyaran
Min divê bijîn bi biratî, nedin serê hevdu daran
Bimre şerê birakujî birje çavên li wê xwînê
Destan bidin ji dil û can, diwar deynin li ber kînê
Dijmin nabe dostê mirov, ji vir bighê ta bi Çînê
Kevir sor bûye ji xwîna, şehîd û pakrewanên Kurd
Hatiye avdan hemû dar, ji xwîna merxasan û merd
Tev şar û gundên Kurdistan, dayik mane bi kul û derd
Hêvriya dilê pakrewan, wê milet soz bidîdozê
Li ser gora wî peydakin, hevgirtin û destê sozê
Sûndê bixwin bi axa wî, gûr bikin arê Newrozê
Lîstok û xapên neyaran, vane milet berdane hev
Bi çek û rext û tivingê, dijî hev in bi roj û şev
Ne aferîn li vî karî, dev li ber dijmin ketî tev
Dîsa dibêm bi çi rengî, emê bêjin dost û yaran
Wêran dikin gund û bajar, axîn ji destên neyaran
Em hevdu dikujin dîsa, bi hev re dikin van karan
Kurdên welat perwer û jîr, divê mejî ji pola bî
Bi bîr û bawenî bî her, li ber dijmin ne kola bî
Tu jî wek her mirovan bî, ne kuştiyê li çola bî
Her nexweşîk derman heye, em jî divê derman nas kin
Ger em nedin hev milên xwe, em her bê pî û bê bask in
Arşev firyade şev û roj, welat ji derdan xelas kin.


Xama Zêrîn

Ji eş û kovanên min tu, xwe têrke xama dilbirîn
Bi serbestî di helbestêd, ronî bide ezmanê şîn
Li ser lata dîroka me, ya têr bûye sûlavên xwîn
Silavên min bighîne yar, tijene ji keser û axîn
Silavên min li gel kurdên, ji bo dozê dikin civîn
Ji pêlan tê vexwe xamê, ji ava Firatê şêrîn
Ji hingivê mêşa ciwan, tê vexwe kulîlka nesrîn
Ji bo daxwazê bi cih ke, bi pakî ey xama zêrîn.


Firyad Û Qîr

Bo çi firyad û hawar e, di dil bo çi şewt û ar e?
Gazin û lav li ve jînê, ne dermanê vê birînê
Giham delavê evînê,bi ceng û firyad û xwînê
Kavil ji xew nebû hişyar, va mame dîl û bendewar
Delav û şax û him zinar, bi gazinin ey bendewar
Xwe li min bike bav û bira, li min pêxin mûm û çira
Ez bax û bingeh û av im, nuha kor im ez bê çav im
Dest danîne li devê min, hizam danîne çavê min
Vîn û dilber milet û şar, li ser dibe qîr û hawar
Xweş şervan im lê siwar im, penûs çek im pir dijwar im
Gazina te erê dilber, kirim ziwa û xav û zer
Li cîhan bûme perîşan, kom kir li min derd û êşan
Firyad li we kom û civîn, bendî we ne Şêrînû Zîn
Neyar ew xistine li dest, laş perçe kir kiriye mest
Bi soz im ku te rizgar kim, bi te dozê dîsa şakim
Wekî Medya û Botanê, wekî Merwan û Mitanê
Her şoreke ji dîrokê, min dinasî bi çîrokê
Mejî û dil pir çeleng in, ji wan firyad û ev deng in
Dîroka te didim jînê, xweş derman e li birînê
Jêre bîrbir û pêzan im, ji nû ve ez xwedî can im
Qirîn çiye ey xwendevan?, ger welat tev bibî talan
Milet bi ser piyan ketin, hin ji wana çav raketin
Hozan çiye milet perest?.. şopê didî xwendin û rist
Serbest dike zimanê te, peyda dike heyvanê te
Firyad li we çavên li xew, li zimanê dikî derew
Li guhê ker bûye li deng, li mejiyê qirêj û zeng
Li gora Mem û wê Zînê, liBekê gawir û kînê
Li dirust û dilê bê xwîn, li tekvanan û xweş civîn
Hawar çiye ey xwişka min, ketxwar wenda kir pişka min
Birçî, tazî û bê maf in, bê mejî man û bê qafin
Firyad bi xwe l’mirovên dîn, xwe dûr dikin ji kom û civîn
Xwe nadin tîra hebûnê, berî dane gor û çûnê
Li hêviya zar û zêça, li rêwiyên şop û rêça
Li nexweşên ji kîmawî, li pîr û kalên ling bawî
Firyad li tev zozanên me, firyad li dil hozanên me
Li pakrewan serê rake, dil bi dozê dîsa şake.


Dengê Çiya

Bilind dibî deng û qîrîn
Birûsk didî ezmanê şîn
Bê çar dikî neyarê dîn
Zelel kir ava kaniya dengê çiya

Ji qirka pêşmerge hilat
Dihejîne zinar û lat
Gûr dike agirê felat
Jîn dike barê hêviya dengê çiya

Rengê bahoz û barana
Hêza şêrê li zozana
Wekî hêrsa goristana
Dixe dijmin tirsa ziya dengê çiya

Milet ji xew şiyar dike
Dijmin li gel bê çar dike
Hiş û ramanan har dike
Şoreş xiste dilê diya dengê çiya

Ezman perçe dike ev deng
Perçe dibe didî sê reng
Çi rewş didî ev şox û şeng
Şîn dike zad û zeviya dengê çiya

Dengê çiya xweş deng û doz
Keser ji dil rakir bahoz
Şoreşa kurd dikîpîroz
Fîxan li ser gulû giya dengê çiya

Xwanê dikî kînaji dil
Rengîn dikî rewşasorgul
Ji xwînê latêdikî şil
Li ber xwînxwardigre riya dengê çiya

Bi arê Newrozêpêçan
Navê Kawa jê dibîşan
Kurdistan kir navû nîşan
Rengê Mîtan ûMediya dengê çiya

Arşev silav da lilatê
Li Amed kelhaxebatê
Li Zaxo ûMehabadê
Dengê bilûrvanêmiya dengê çiya.


Kesera Min

Li te keser silavin
Hêsir bi xwesûlav in
Hêlîna te ev çavin
Li tebigrim veşêrim
Buhar û hem gulamin
Li dil pir kirkula min
Bi deng sazbilbila min
Liwaran te nahêlim

Hêvî tu ye jînamin
Armanc û hem zînamin
Sar dike vê kînamin
Divêmbêjim newêrim

Li çiyan xweşxezal e
Li govendan delale
Awir biling şepale
Bi tere her biçêrim

Naçe ji bal ûbîrê
Dijwar kevan ûtîrê
Serbilinde wezîrê
Li peyşopa te mêr im

Li ser te dengaxîne
Şûran li dildixîne
Bilbil navê tedixwîne
Hêjdibêjim bêkêr im

Hêsir Dicle ûFirat
Bi hêz pêlan didîlat
Poz bilind eArarat
Guhar ûgerden zêr im

Xweş saz û xweşawaz e
Kenîn ji devdibaze
Awirên çavên baze
Newêrimlê binêrim

Bê te şaş im licîhan
Erzan dibî laş ûcan
Kanî bi xwe ziwaman
Kevirezê bihêrim

Ku bi cîkim vêsozê
Divê ku bighêmdozê
Dilşa bikim bibozê
Wê çaxbiling û şêr im.


GulaSor

Ji rengê xwînabirînê
Nîşana hildan ûjînê
Dibarîne ji xwexwînê
Te gulasor ezê bîn kim
Bêhna ceng ûkêferatê
Ji reh û kokên tehatê
Gula min nayêxebatê
Te gulasor ezê bîn kim
Bêhnek dirêj jite bistînim
Li qada Kurd tebiçînim
Rojên dijwar tebibînim
Te gula sor ezêbîn kim
Li xebatkarandiyar kim
Pêre awazan şiyarkim
Li her beyaran lêkar kim
Te gula sor ezêbîn kim
Li sîpanan teşabaş im
Li xelatan car ûkaş im
Ava te ye xwînalaş im
Te gula sor ezêbîn kim
Ezê bînkim ezêdîn kim
Firyad ji dil ezêjîn kim
Xwe bi Mem kimgul bi Zîn kim
Te gula sor ezêbîn kim
Rengê xwînê ûşoreş im
Rengê arê şevareş im
Didim bêhna gulênxweş im
Te gula sor ezêbîn kim.


Kevoka Boz

Silav da min jilêvan ken dibarî
Rengê sipîhiltîne reş û tarî
Nêzîk bûyekêfxweş kirin û saz da
Awir tûj kir berîbelkir û bazda
Min dinasî ku kewji min tirsandin
Dîroka min li vêjînê çirandin
Dane ber tîralaşê vê kevokê
Ku nexwîne rûpelêvê dîrokê
Kevoka boz li jorçiyan dixwîne
Li ser gelêaştîxwazî datîne
Kevoka Kurdnêçîrvanan birîn kir
Çare nema gelvaye pez şevîn kir
Me xwîn ji dil dadermanê birînê
Kevok sax kir didem û çaxên jînê
Demek xweş bûkevok li me bûbû boz
Kawa firand dirojên cejin û Newroz
Ne nêçîrvan ûbirçîme ji bo te
Min kir arman dijînê de doza te
Pêknehat û di dilagir gûr bûbû
Stêra geş diavdarêd hûr bûbû
Wêran kirin bixerdelê Helepça
Talan kirin gundû bajar van hirça
Ne dil pak in dilbi pirç in ey bozê
Ranawestim timşiyar im li dozê
Dîsa barkir xatirdixwest kevokê
Dame girîhêsir hatin ji cokê.


Cegerxwîn

Giran bû rojeknexweş bû, bê can maye Cegerxwîn
Li her malê şîn ûgirî, di dil de vebûn sed birîn

Biçûk, mezin, kalû pîr, di vê rojê mane mest
Kom, perwer,hunermend, ava kirin pir helbest

Miletê Kurd kombûne, li ser gora te seyda
Pîroz be li te evmilet, bi ramanan kir peyda

Hemû zava û bûkin, di nav de pîr û kal in
Zarok çi zaninbêjin, li ser te va dinalin

Ji wan re çirekronî, ronî daye li welat
Ristên te xweşdixwînin, ji Wanê ta bi Firat

Bîrbir û pirhozan bû, tu bû rêça me Kurdan
Tîrêjên birûskate ji ezmanan xwe berdan

Neyar te dûr xistji me, benzîn reşand arê dil
Dil û can mayeyek bend, bi hev re ma laş û mil

Heyşt dîwan tenivîsîn, tev de bi xwîna ji dil
Herkes bi wanbihîstin, mîna awazên bilbil

Dermanê dilêbirîn ev awaz û ristên rind
Milet tev deşad dikin, çi li bajêr çi li gund

Şoreşvanêstêr geş, xwiya ye rêç û şop e
Li ser laşêneyaran, gotin bombe û top e

Kete destê me evçek, li meydanên civatan
Ji dil pêlandidin der, êş û derdên welatan

Dilê kovan bûbirîn, ji xwîna vê birînê
Li ser welatêşêrîn, û hêviyên Mem û Zînê

Nema li dilaramek, li ser vê bindestiyê
Rewşa hebûnagelan, dilsozê vê rastiyê

Winda nabî navête, navê ji tîpên xwînê
Ket rûpelêndîrokê, tîpên xwîna birînê.


Divê Hebim

Ger nebim ez,çiyan nizim û bê dar e
Ne azad bim, gulbê bîn û hejar e
Ne cotkar bim,qad bê av û beyar e
Hêjayeez bidim rewan û xwînê
Ne sazvan bim,kesek guhdarî nake
Ne dengbêj bim,bilbil gulê şad nake
Bê ziman bim,mirov dengê min nake
Her pirdibin êş û jana birînê
Li meydanê, herbê raman û şûr im
Bê ziman im, jiarmancên xwe dûr im
Tarî mend im, dicivînan de kûr im
Mirovjîr e bi xwendin û zanînê
Li şahiyê, nerengê pîr û kalan
Dev bê diran, çavkort e rengê çalan
Guh ker bûye nakedengê mirovan
Dil bitirs û çav li çûn û revînê
Dil germ û hem,bi hêz û pêl û bawer
Roj bi rojê hêvîjîntê bi huner
Mejî tûje rêç ûşopan didî der
Di dilde sar neke vê kerb û kînê
Ne Sedam ûrîqirêj û Demirêl
Tine dikin gelêkurdî kom û êl
Pir dibe gelraman jîn tê didin pê
Wendadibin kesên neyên civînê
Yekîtî ye ew eçeka meyî rind
Li rêç û şopê herew didî mûm û find
Ava dikî dikelaşek şar û gund
De derman kin ûava kin hêlînê
Pênûs çeke çekamezin bawerî
Fireh dike lixebatkaran derî
Buhar geştê liher cih û deverî
Dapêkvebê daxwaza Mem û Zînê
Azad nabin gernebin yek can û laş
Ne qeraş binkesek nagerîne aş
Kesê neke herdimîne çewt û şaş
Bê sîdan in liber germa havînê
Ger nebim ar,ronî nade li welat
Her şevreş e lijînê nabe lebat
Birûska min lizinar û şax û lat
Mirin ewexewa di nav nivînê
Bi kêr nayê, şahîû cejn û seyran
Ger bê maf bim,bê rûmet im li cîhan
Buhişt ew e azadîû niştîman
Çimanmest e, te pişt daye kulînê
Ne aferîn ger tumest û hejar be
Dîrok nenas û axate beyar be
Çiman peya, li vêdemê siwar be
Gorîcan bebila gul bide bînê
Kurê Rustem ûKawayê Hesinkar
Kurê Selah jigawer re bû neyar
Bo çi îro bûyehejar, sitembar
Tedeng dabû ta bi Yûnan û Çînê
Nav û nîşan lidîrokê belav kir
Li çar goşê licîhanê berçav kir
Sînor Mîtan ûMedya bi nav kir
Kurdistanabuha li rûkê zemînê
Ev dem şûr e gertu nezan be kurdo
Wê te perçe-perçebike bi derdo
Di bin destan dewê her te bihêle
Dil şadnabe bi nazdar û şêrînê.


Lêdan


Lêdan naêşîne laş im ji ber êşek gûrtir heye
Lêdan naguhere hiş im ji ber di nêva dil de ye
Armanc kûr e dirêj dûr e herdem rizgarıya welat
Gotin: «piştî reşê nûr e» piştî bindestiyê felat
Bişikînin dest naşkê xwîna ji dil dikelînin
Gotin: «ticar xwîn nabe av» gel tovê jînê diçînin
Birîn kirim ar bi min xist bi kêr naye ji bo talan
Ji doza xwe re nabim sist, ji bîr nabe rûmeta can
Dil dixwaze azad û jîn, welatparez û kêferat
Bûye ermanc maça ji Zîn, hem pêşveçûn û demoqrat
Bindest kirimhezar salan, ji ber em destan nadin hev
Wek sehe kor liser çalan, zik birçiye vekiriye dev
Sitemkar ve dixwazin her, diçînin çar gîsin dikin
Gîzer dane ber pozê ker, siwar dibin berjor diçin
Ka çima hin bi lêdanê, bi hêz dixwazin axa xwe
Caşik vane bi peymanê, dixapînin qonaxa xwe
Gelek pêşkêş bi dar vebûn, armanc di dil nevemirî
Ger tu nede qurban û xwîn, nayê bi gazin û gilî
Mêrxas in em xwedî maf in, tirsa me dil dihejîne
Ne rê çewtin xwedî çav in, çira me rê dinasîne
Ger pez şevîn bike carek, şivan dilgeş e li bêriyê
Gulek tenê nake buhar, serbest e wek şêrê çiyê
Carde bêjin ne bi kuştin, ne bi lêdan û talanê
Kurd namirin tije, miştin, xwedî maf in li cîhanê
Aram ava dike gira, dişkîne çavên xwînxura
Lêdan xweş e li min jan e, ronî didim mîna çira.


Pakrewan


Pakrewanê welatparez, te kir qurban laş û can
Pîroz be li te ev dirustî, navê te bû pakrewan
Navê te bahoz û ar e, sotiye laşê dijmin
Rê li ber wî kiriye wêran, xiste deryake bê bin
Can fidayî çek û kar e, dişkine çavên neyar
Wenda dike di nav pêlan, dûman lê kiriye êvar
Li ser rewşa tekoşînê, bûye xweş reçik û şop
Li ser laşê van neyaran, navê te bû teng û top
Tu bû pêta ji arê sor, dijî şeva li welêt
Hêrsa ji dil li neyaran wekî pêlên ji Firêt
Xwîna te da ji dil îre, avê didî dar û gul
Al sor bûye ji vê xwînê, li ser awazên bilbil
Çiçek û hem sorgul şîn kir, tevger daye sûlavan
Qêrîna te diyar e her, rengê birûsk û tavan
Te jibîr kir jîn û xweşî, daye şopa pakrewan
Te can û laş kiriye gorî, ji bo sînor û jiyan
Hêvî jîn tê li Kurdistan, ta ku hebin wek te mêr
Çandiyê şax û zinaran, war û ciyê Kurd û şêr.


Gola Xwînê

Qîr û nala pîr û kala, di heştê û heyştad hate der
Min di dil kul pir hilanîn, tev derbûne bi keser
Çav li hêviya roj û cejnê,dev li hêviya yek kenîn
Ku binêrim ez li bejnê, derkim ji dil yek keder
Dem û çaxa gul û baxa, ev rengê cîhana min
Vebûne tev li serê şaxa, xwe li leman kir gever
Deh û şeşê avdara min, min dî ezman guhertin
Welat tev de xapûrandin, reş bû tev cih û dever
Min got qey tavek giran e, li min şake cejn û xak
Wê şînke buharek rengîn, pêr jîn bê awaz û huner
Li ser bejna welatê min, hat barandin Siyanîd
Bafirokên dijminê min, bi Xerdelê dikin şer
Kêf û şahî tev guhertin, mane bê cejn û seyran
Tev mane bê hiş û raman, li Newrozê şîn diger
Ka mirovatî ji cihan, ka xwediyê doza van gelan
Ka xwedakê bext û ujdan, li me hiştin ev qeder
Biken xwînxwarê cîhanê, ey Sedamê dev bi xwîn
Ji xwîna lawan û bûkan, li te cîhan bûye ker
Helebçe bûka Kurdistan, bûye gola xwîna min
Lê nabî mest û zivistan, lê dibe her şabaş û ger
Dil bi êşim di vê rojê, roja êşana gelê min
Bûye dîrok ev roja reş, di dil de agir daye ser
Arşev im ezê hilînim, şeva li ser te Helebça
Pêtiyên xwe li çar helan, ezê ronî kim li her der.


Sînor

Çima li min nabe xwed ey sînorê bav û kal
Te zor û sitem pirî dî, li hêla çeman û kendal
Li dîrokê êrîş kirin, wekî gurên zikbirçî
Milet ji hev tarwar kirin, dûr xistin dost û heval
Sînor ji bin de rakirin, çandin li şûnê derd û êş
Eşa li dil giran kirin, ji wê rejê man bê hal
Rojin kuştin, talankirin, kirne armanc dane ser
Zarok sewî perîşan bûn, mane bê cih û bê mal
Ey sînorê bav û kalan, naçe ji bîra hemû Kurd
Tevan ji bo te dan qurban, ji bo nemîne nalenal
Miletê Kurd dest dane hev, ji bo parêz kin ax û av
Li welat wê nemîne şev, bilind bibe ev nav û al
Dîroka Kurd xweş dixwînin, ji rûpelên bi xwîna sor
Ji Kawayê Hesinkar ta, bighê kal Rustenê Zal
Hemû merxas dikin xebat, ji bo naskin sînorê xwe
Dikin deng û ev qîreqîr, di çiyan de rengê şepal
Hemî kar û xebat, lebat, ji bo yî sînorê welat
Arşev tevî refên we ye, ey xwedanê şapik û şal.


Çi Çav in Ev!?


Du dorbîn in, dibarînin tîrû xencer li ceger
Du reng şîn in, xemilînin, ji wan dikşînim keser
Keser da der, jîn kir huner, jana ji dil şiyar kir
Hêsir ji wan, meşî baran, tevger ji dil diyar kir
Çi çav in ev, dişkînin dev, gotin li min giran bû
Ji derdan xweş, bûme nexweş, ev can li min erzan bû
Vê dilberê awir danî, ji wan gotin têne der
Mirad nanî, li vî canî, çandî di dil de keder
Ji derya wan herdu çavan, min kir armanc dame pê
Bi dîlîtî dam girêdan, narawestim di vê rê
Ji rengê deryaya xeman, çavan digrî bi sitem
Dilber di dil de ar dada, dirêj kir li min çax û dem.


Êş Û Derd

Ev çi êş e, ev çi derd e, dibînim ez di vê jînê
Bindestin her jar û dîl in û dikştnin bi hev re kînê
Dimeyzînim, li civatan, li govendên li ser bûkan
Li xemkeşên di bin konan, li karê çav û nenûkan
Ev ne kar e, ev ne çar e, di zikê gund û bajaran
Heger ev rewş wê dûmanke, wêran dikin li me waran
Li alîkî têne kuştin, xan û eywan wêran man e
Bi dest hovan têne girtin, girtîne rengê şêran e
Hin ji Kurdan dibin dijmin, ji bo biratiya çaxê
Perîşan in, di bin destan, gul çelmisî li ser şaxê
Bi hêvîme, ku bîrbir bin, ji bo doza felata xwe
Ji bin destan serî rakin, bidin nasîn kelata xwe
Bingeha rêçewta nîne, mirna wan bê çek û tîr in
Di çav milet tazî ne ew, di çav xwe de her wezîr in
Gelî xwiş û xortên hêja, neçare hûn bidin destan
Bi dil û can bikin yek deng, bibêjin van bend û ristan
Hegerpez ku biba yek bend, dişkîne her gur û rovî
Dikî cengê demek dirêj, di baxan de peza kovî
Bi hêvî me, ji te kurdo, ne çavsor û birakuj bî
Ji bo axa welatê xwe, bi dijmin re tu xwînrij bî
Ev in çend kotin bi kurtî, ji bo rêça kêferatê
Ji gel re ma çi derman e, destpêka kar û xebatê.


Ji Navê Te Re Hozan Im

Li ser ewrê li ezmana

Li derya rewşa murcana
Li sînga berfa zozana
Ji navê te re hozan im
Ji laşê kuştiyê çola
Li ser ava çem û gola
Ji can û laşê ji pola
Ji navê te re hozan im
Li sînga te sînor kêşim
Perçe dikim çi dilêş im
Dilê demê diqelêşim
Ji nave te re hozan im
Li ser rêça devê çema
Li ser laşê pelên lema
Di her çax û di her dema
Ji navê te re hozan im
Ji reqs û sema û dîlan
Ji stranên li ber palan
Ji navê pîran û kalan
Ji navê te re hozan im
Jirewşa pez û bilûra
Ji rengê qitk û şarûra
Ji hebûna das û şûra
Ji navê te re hozan im
Ji awirê çavên sêwiya
Ji qelşa lêva birçiya
Ji arê dilê van diya
Ji navê te re hozan im
Ji deng û ken û gotara
Ji cotê kevn li beyara
Ji hêviyên dost û yara
Ji navê te re hozan im
Jirewşa ser çavên qîza
Ji peydana rûnê hîza
Ji xemla şerbik û kwîza
Ji navê te re hozan im
Min xweş nivîsî navê te
Çi reng çeleng in çavên te
Li du qonaxa gavên te
Ji navê te re hozan im
Roj tê hilat hiltîne şev
Şewq û şemal tên pir li hev
Naçe ji ser ziman û dev
Ji navê te re hozan im.


Bawerî

Çiya û zinar û avî, li te bûne tang û top

Gel li dozê bi şadî, zemîn kirne rêç û şop
Çare nema li te qet, kêf û xweşî û xwar in
Ji xew rabûye milet, li ser te wê bibarin
Ji dest te bê der welat, tev çiyayên me yî bilind
Ji ber gelşînkiriye kat, ji bajaran ta bi gund
Tev li dozêgihanin, diparezin can û laş
Li daxwazê biran in, va digere li me aş
Sazê demê dinasin, berî didin civatan
Bi ramanên giran in, li paytextên welatan
Ziman dirêj û jîr in, gotin bi rêz li hev in
Ne maldar û wezîr in, arê tariya şev in
Bo doza xwe mirov in, belê ne şofînîn in
Dijminê Kurdan hov in, li daxwazê bi kîn in
Xwedî dîrok û nav in, ji destpêka cîhanê
Nav li herder belav in, rûpelên vê jiyanê
Karker û cotkar in tev, dest ji hesin û pola
Xew nîne ne roj û şev, tev dimirin li çola
Bê guman hêvî kûr in, gul çandiyê zemîn in
Giran raman û bîr in, her demê dara şîn in
Hêrsa şêr û pilingan, ji çav keçan têye der
Gotin tang û tiving in, bi dijmin re dikin şer.


Min Dil Sipartî Qederê
Şûrawirê, dil gawirê,te dil daye ve keserê
Çima nayê, li ber pencê,dîsa bankin ey dilberê
Sitemkarê, bejin darê,ev ne karê me yî berê
Carek were, dîsan here,da êş û kovan bên derê
Temaşa kim li wê bejnê,kenîn ji lêvan perwerê
Te ez dame, dil wek cam e,şikandî cerg û hunerê
Zane bêje, min kir gêje,li axîna min bû kerrê
Tebat nayê, ketim tayê,bê hedan im li deverê
Jiber vê qîr, mame bê bîr,bûye mara li qamirê
Nakîguhdar, bûye êvar,hîn jî bang dikim dilberê
Gazin û lav, li ber delav,min dil sipartî qederê.


Serhildan

Hate min dengê tivingan nalenal
Zar û zeç in hev dibînin pîr û kal
Min divê ku ez jerê can fida kim
Xwîna ji dil bo armancê diyar kim
Zanibe rêça ku têde car û kaş
Dikin fida xwîna ji dil, tevî laş
Gel dikare dil girêde bi sozê
Erzan dikin her buhayî bo dozê
Ez dibînim vê jiyanê kêferat
Li deştan û çiyan parastin welat
Serhildana gelê kurdî bi ar e
Bi soje li ser dijminê koledar e
Gel tektîka nû li jînê dixwîne
Di dîrokê de gelê Kurd birîn e
Pêşmerge tev li ser çiyan biran in
Wekî şêrê şikeftan bê guman in
Dil naweste ji ceng û kêferatê
Bi arîşen in ji bo doza felatê
Axa welat ji bo me xêr û bêr e
Çi bikim dijmin li qadê îro têr e
Devmijokê xwîna laş û birînê
Dil mezin e, pir bi êş e ji kînê
Ev dijminê ji xwîna min bûye têr
Li ser min e, bi destê wî şûr û kêr
Ji bo ku min her dem bê tevger bike
Nahêle ku dil bi dozê şa bike
Berxwedana ji gel îro bahoz e
Pir germ dibe, rojên cejn û Newroz e
Îrogel rabûye û daye peyman
Pir geş dike kêferat û serhildan
Top nakuje dilê bawer bi dozê
Nû dike ji dil hunera dengê sozê
Ne balafir ji ezmanan û ne jî
Topên hemû cîhanê min dikujî
Ez Arşev im, ku milet wê şiyar be
Ez bawer im, li Newrozê bi ar be.


Peşmerge

Peşmerge ha peşmerge dilê milet
Sergovendê xebatê, bi çek û rext
Bi hebûna te milet hişyar dibe
Bo armanca dilê te dilşad dibe
Rewşa şax û zinaran bejna te ye
Roja kêferat û kar cejna te ye
Li deşt û zinar û çiyan bi tevger
Liçivatên parêzkaran bi huner
Bû zimanê gel û milet bû derman
Xwedî raman lê şad dike serhildan
Hişyar e wek birûska tê ji ezman
Ji bo bûka xwe yî ciwan Kurdistan
Navê te ye şana kar û xebatê
Tivinga te bû çîroka civatê
Qêrîna te birûska ewir û tavê
Hêrsa ji dil wekî pêlên ji avê
Dilêşê doza her mirovatiyê
Ji ber dîl û bindestî pir dîtiye
Dikî qurban xwîna laş û birînê
Kiriye derman ji bo hebûna jînê
Şal û şapik li bejna te çeleng e
Şoreşvanê welatparez bi deng e
Peşmerge ye te nepirsî dem û çax
Ji ber vê te danî li ser dil ev dax
Bilûrvan e, tembûrvan e, sazbend e
Li deştê ye, ji bajêr e, ji gund e
Keda te kir emê di dil hilînin
Gurzekî gul ji bo te em dişînin
Sipas dikim dayika ku tu anî
Li ser lat û şaxên welêt tu danî
Bi milet re şake cejnan û seyran
Nema li me tê ev rewş û girêdan
Dema te ye rabe bi kêf û şadî
Tevinga te bila b’lîze bi azadî
Bûye Arê serê sipanê xelat
Ronî daye li car hêlên te welat.


Kevoka Kurd

Kevoka lat ûzozana, ji bo te têne nêçîrê
Ketî toranêçîrvana, dimêjin laş û pêsîrê
Nêçîrvan yek, do, sê, çar in,xwedî nimêj û rojî in
Zik birçîn in gurê har in,li ser min ji hev re xwedî in
Dê bixwînim li ser latan,çîroka min evsane ye
Dengê min xweş tê welatan,cîhan dikin temaşe ye
Bi dev dost in bi dil dijmin,xapînok in mejî çewt in
Nadin mafê kevoka min,ji min dilkîn û bi şewt in
Silav li te kurê Cûdî,li girtîyên di zindanan
Ne li dijmin gurê mûdî,li te Xelat û Sîpanan
Li şaxên sor ji xwîna dil,li kulîlka ji wê sor e
Li dengê fîxanê bilbil,yê ku neke mîna kor e
Ji pêsîrê Firat tê der,hêsir sûlavên Sasûn in
Ji dil jîn tê ah û keser,bêjin ramanan bihûn in
Bi şev û roj diaxivin, li doza mafê mirovan
Ji min re diz û bi civin,bê rûmetin rengê hovan
Ji awiran didî şewat,ji kevoka sipî dayê
Ew e xwişk û ol û welatû hêviyên vê dunyayê
Sed maç û sed hêsir min şand,diyare ji bo kevoka boz
kavil ji kîne te hejand,Arşev xwedî peyman û soz.


Evîndar Im

Pêta arê te vagihaşte dil
Li min şikandintevde pişt û mil
Nema dikarim sozbidim cîhan
Ji bervîna te bûme perîşan
Ji ber çav naçexeml û xêza te
Min nîne ti keçtexim rêza te
Di dil de vebûnsed kaniyên xwîn
Kenek ji lêvandermanê birîn
Min daye ev sozji dil û ceger
Li emrê ciwanjîndibe huner
Nema dikarimjêbikim peyman
Nalîn ûaxîn keser ma derman
Ji ber çav naçerewşa te dînê
Rojajîna yar çîroka Zînê
Geh dizindanan şewat berda dil
Gotin ji lêvanfîxanê bilbil
Çi bêjim ezyar, li ber dil şêrîn
Li ber guha yeBeko, Mem û Zîn
Stêr û Şepalvîna bi dilsoz
Rewşek pir delalli ser hespê boz
Siyabend û Xec,keça li Sîpan
Xelat kenî pêvîna bê guman
Tew vîna bilbilfîxan li ser gul
Awaz kirdiyar, buhar maye şil
Em jî mirov in,mirovine bi dil
Ne şerme Arşev bêhnbike sorgul.


Ziman Şûr E

Du çavên nerm,xweda ceng in
Di iniyê de,du-sê reng in
Nema tême nêçîrate
Du lêvên te, binav û deng in

Xwedan çawa bême balê
Ta rizgar bim jivê nalê
Ji dil nemayearamek
Roj dirêj inrengê salê

Gava ku têmenêçîrê
Li xwe dikim vêtevdîrê
Ji wan yek jî bicih nayê
Ketim nav destêvê mîrê

Min tora xwe avêtnavê
Ku wê bînim rexdelavê
Nêçîra min bi cihbêtin
Jîn nayebê te ziravê

Min pak dikîxunavên te
Jîndar dibim biçavên te
Sînga çiyan bo tecejn e
Jîn ronîye di şevên te

Hawar bes e, evçi kar e
Disojim dil şewtû ar e
Tu guhê xwe limin nadî
Lewra ev rêç limin xwar e

Seba çi ye, evlavelav?
Te em berdane avû av
Nebû siwarê vanpêlan
Ji ber vê, mamemest û xav

Inî qadaNewroza me
Ji lêvan ye,ev soza me
Çavli bendê naraweste
Ziman şûr e, bodoza me

Navê te bo meçîrok e
Tipên te şanadîrok e
Amed bi xwe lawête ye
Wanê derya ye necok e

Ararat çi pozbilind e
Cezîr bi xwe nazû rind e
Efrîn bi dar ûzeytûn e
Xwedan îro mar û kund e.

Lê Binêre

Çîmen Adil

Helbestên Çîmen Adil

Çîmen Adil ji dayikbûna sala 1990 bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevana beşê wêjeya frensî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !