Feqîyê Teyran

Helbestên Feqiyê Teyran

Feqiyê Teyran yek ji fîlozof û helbestvanekî Kurd yê mezin û klasîk e. Feqıyê Teyran di sala Hîcrî 971 / Miladi1563/1564an de li Miksa ku girêdayî Colemêrgê ye ji dayîk bûye. Lê Miks, niha li ser Wanê ye. Feqiyê Teyran H. 1041 / M. 1631/1632ê de di 70 saliya xwe de çûye li ser dilovaniya Xwedê û li gundê Şandisê yê Xîzana Bêdlisê hatiye veşartin.  Feqiyê Teyran şairekî xelkî ye.

JI IŞQÊ SOTÎME WELEH

Ji ‘işqê sotîme Welleh
Çi derdek wê ji ateş tê
Bi zerbê hali tên gehgeh
Birûska ser heta leş tê

Birûska ‘eyn û ebsaran
Xedenga qews û nûbaran
Nihênî têne mehdaran
Ji wan burca bi neqeş tê

‘Ecêb burc e hilal tê da
Nicû û xett û xal tê da
Evî çerxê ’emal tê da
Sema û saz û gengeş tê

Sema û saz û hey hey tê
Ji reqsê ‘er er û ney tê
Şerab û şerbet û mey tê
Ji dest mehbûbê sazxweş tê

Serab û mey didan dil dil
Li selwa êwwirîn bilbil
Bi zarî wan kire xulxul
Kusa ji wê gula geş tê

Dinalit ‘endelîb jêlel
Tezelzul firdidit pêlel
Yeqîn tiştkî xwar wê le’l
Ji bala lew muşewweş tê

Binêr tûtî û nalînê
Binêr goyîn û kalînê
Ji ‘işqa dêmşemalînê
Ku meymest im ji vê geştê

Ez im yê sed keser heyla
Disojit dil ji wê meyla
Binêr Mecnûn çi kir Leyla
Ku ‘uryan kir di nêv deştê

Bi serê Mecnûn çi reng anî
Wekî şeyxê di Sen anî
Ku bêzar kir ji îmanî
Şepal û şoxa renggeş tê

Her çi kir ya kuffarî kir
Li Şêx hukmê xwe carî kir
Ku mey da yê xumarî kir
Li pey wehsa çi rengxweş tê

Li min lewme mekin ‘amî
Eger şerq î eger Şam î
Ji şehzadê geha Camî
Bi tîmar ú bi kir meş tê

Suwar e Camî ger xeşte
Gula ‘işqê kire buxte
Bi dest tîmar kirin exte
Bi xwe dît û negehiştê

Leyîztim ez li wê kerxê
Ku ‘işq her wa didit çerxê
Evînî rêhte dil ferxê
Ku wertêm wê ji Laleş tê

Beraber bû ji wê navê
Xwe talan kir ji wê gavé
Xelas ke Mem ji girdavê
Ji tehrîra bi mer keştê

Li behran ez li bîran im
Wekî dîn û di dîwan im
Li dîndara te heyran im
Ewê bejna ku jê meş tê

Binêr, bejê û balayê
Binêr, selwê û alayê
Binêr, reyhan û lalayê
Binêr, Beyta Berê Reş tê

Bibîn bejnê, bibîn balê
Veke perdê, bibîn xale
Tewafa cumleyê salê
Hero heştê heta heştê

Tu pênc ferzî sucuda min
Qiyam û hem qu’ûda min
Tinê carek te rû da min
Tu derman î û nivişt î

Tu yî derman tu yî melhem
Bi halê min tu yi e’elem
Xiyala min tu yi herdem
Te nadim ez bi sed tiştê

Eger “Mîm” bit, eger “Hê” bit
Muqîm dê çav li wê rê bit
Heta dost bêt şuxul çêbit
Da me ber çit ji ser piştê.


Axîna Te Nalîna Min

Axîna te nalîna min
Erd û asîman pir şîn e
Gulê ez canê te karvan
Mame wek kalek hilhile
Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim
Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min

Gelo çima hûn serdest in
Em bindest in li vê dinê
Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim
Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min.


ORDEKA AVA CIZÎRÊ

1.
Ordeka ava Cizîrê
Qemera bedra munirê
Min tu car naçî ji birê
Her mudama ew refîq

2.
Her mudama ew heval e
Şev û rojê min li bal e
Ordeka gerdenbixal e
Reşrihana pir ‘etîq

3.
Reşrihana ser deravan
Enbera rîşîbelavan
Her seher bihn çú hinavan
Qutiya miska ‘ebîq

4.
Eqs û şama tê di baxê
Gulşenê bilbil bi şaxê
Xweş dikir cerhan û daxê
Şubhetê xemra rehîq

5.
Çîçeka erdê Hêrînê
Darûyê derd û birînê
Ez kirim mehrûm ji dînê
Hat û çû şubhê berîq

6.
Nergiza kûhê Suwavê
‘Enber û misk û guľavê
Bihn ji wî tête hinavê
Ez ji hicranim herîq

7.
Şev û roj bo kê dinalim
Yan gelo bo kê dikalim
Mubtelayê çavxezal im
Heyf wê yara şefîq

8.
Heyf ku zer kir hewayê
Belçiman bayé çem dayé
Way li halê mubtelayé
Bo nema dostek wefîq

9.
Ne me ra “mîr im” bibêje
Ne bi hicranî mepêje
Cerx û dolabek qirêj e
Ev denîdinya fetîq

10.
Ne ji mîran im, ne xan im
Muksî yim, bêxan û man im
Cesed im, bêrûh û can im
Ketme pê derdê ’emîq.


JI EŞQÊ TE EZÎ DÎN IM

1.
Ji eşqa te ezî dînim,
Şev û rojê d’xîyalê da,
Hero carek te nabînim
Wekû gerham di malê da.

2.
Wekî gerham şîrîn kanê
J’dev û lêva şekir barî,
L’min ruhni kir şeva tarî
Weku bayê şemal lê da.

3.
Şeva tarî şemal hilkir,
Dil û mêlak li min kul kir,
Tijî nar û tijî pel kir,
Ji eşqa we delalê da.

4.
Delalê j’min hebû kerbek
Bi destê xo hejand herbek
Li min da dilberê derbek
Weki bizmar di ne’lêda

5.
Bi çakûç û  bi bizmar e,
Li min dabû bi herçar e,
Dil min kul bû, birîndar e,
Yeqîn yar e d’qitalê da.

6.
Qitala eşq û canan im,
Ji vê eşqê ez heyran im,
Bi vê xemrê ez sekran im,
Fincana min şerab tê da.

7.
Şerab da min bi fincanê,
Kirim saqî li meyxanê,
Wekî gok im li meydane,
Li destê wê şepalê da.

8.
Li meydanê wekî go me,
Bi derba kaşoyî çome,
Gelî xelqa mekin lome,
Ji derheq wê delalê da.

9.
Delalê ez kirim erd e,
Biskên siyah û mawerd e,
Ji qewsan cezmiya berde,
Te dêm boşîn d’hîlalî da.

10.
Ji wa qewsa xedeng hatin,
Ji wa burca tiveng hatin,
Li min Rom û Fireng hatin,
Mirin min dî di falê da.

11.
Elif nayê di fala min,
Qebûl nabê duaya min,
Ne mecmu’ e xiyala min,
Belav bûm ji sewdayê da

12.
Ji sewdayê ezî dîn im,
Li ser eqlê xo namînim,
Ebû Sîna ji ku bînim,
Li mecnûnê bibê peyda.

13.
Ezim Mecnûn li dinyayê,
Min sond xwarî bi Tahayê,
Tu horikî li dinyayê,
Dêm geş bûn d’hîlalî da.

14.
Tu yi bedra şîrîn eynê
Ji Tora qabê qewseynê
L’ wa herfa tu mabeynê
Çi bê hiş bû d’fesalé da.


DILO CAREK XWO HIŞYAR KE

1.
Dilo carek xwo hişyar ke
Helo da çîne seyranê,
Carekê tu bi xwo xweş ke,
Were seyra gulistanê

2.
Gulistana ku sorgul tê
Sîmen, nesrîn û sunbul tê
Hezar bilbil bi xulxul tê,
Di heyva mahê nîsanê.

3.
Di fesla çardehê nîsa,
Me dît dilberek dîsa,
Di dilda meşe’lek îsa,
Me can da şubhê perwanê

4.
Di dilda dilberek sade,
Letîf ûşox û bekzade,
Ji qeydan kirim ezade,
Nihanî birme diwanê

5.
Nihanî xelweyek da min,
Ji le’lan şerbetek da min,
Bi weslê sohbetek da min,
Kirim benda di fermanê.

5.
Ji fermanê ku aşiq bit,
Wê naxwazî minafiq bit,
Divêtin destê hewa bit,
Weku Şeyxê di Sen’anê.

7.
Weku Şêxê di hazir bit,
Li fermanê ku nazir bit,
Bi emrê dostê kafir bit,
Bisojit suhfe qura’nê.

8.
Bisojit suhfe mektûbê,
Bi emrê dost û metlûbê,
Dema dil dem bi mehbûbê,
Didim ez dîn û îmanê.

9.
Eger dilber mecazî bit,
Ji rengê pîşo tazî bit,
Bila sofî qerasî bit,
Bimînit ew di hirmanê.

10.
Nebê sofî ku bêdîn e,
Ji rengê wa ji miskîn e,
Dilê wi kor û umyan e,
Çû nabînît ji umyanê

11.
Ji umyanê paşva maye,
Li ber wî derge dadaye,
Ji weslê dûreda maye,
Nehiştin bête dîwanê.

12.
Di dîwana ku qerqef tê,
Di nêv ezman di nêv dev tê,
Melayik sed hezar sef tê,
Ez im hatime meydanê

13.
Ez im serxoş ji wê camê
Ez im enqa ketî damê
……………………………….
Bi zulfan hate çulanê

14.
Bi zulfan hate ser xalan,
Bineqşê těkil alalan,
Di canê me ‘ebdalan,
Dibin herdem bi talanê

15.
Di talana ku sed ser çu,
Hezar qencî û gewher çu,
Dilêm sed pare kerker çû,
Tu canê me ke efxanê.


MIN DÎ DI XEWNÊ DA GULEK

1.
Min dî di xewnêda gulek,
Hişyar dibûm wê seatê,
Nalîn ji min çune felek,
Sebr û qirara min netê

2.
Sebr û qirara min nema,
Nalin ji min çune sema,
Zêde li ser min bû xema,
Her dem ku ahînê me tê

3.
Her dem dinalim, dilkulim,
Zêde ji eşqa bilbil im,
J’derdê firaqê dihelim,
De d’xum peyala şerbetê.

4.
eh ewwelî geh axerî
J’neqşê te ra sed aferî
Kes namînit rengê berî
Ella ku şahê qudreté.


ÎRO JI EŞQA SORGULÊ

1
îro ji eşqa sorgulê,
Halê mi wekê perwenetê,
Derket ji birca sunbulê,
Kuştim bi tîra muhbetê.

2.
Tir tên ji qewsê surme lê,
Agir ji ber wan hilhilê,
Ser ta qedem têk bûm xulê
Dîn bûm ji remza heybetê.

3.
Heybet puling ku dîn kirim,
Bê sebr û bê teskîn kirim,
Zulfen herîr xemgîn kirim,
Herdem ku ahînê me tê.

4.
Ah û fixanê bilbila,
Tên ji ser cerhê dila,
Heyrana zulf û silsila
Al bûm li ser xal û xetê

5.
Zulfên siyah, xalên di weş
Têkda wekî hatine pêş,
Heyrana wa çahvên di geş,
Dixwazim nûra limhetê.

6.
Dixwazim nûra te hebîb,
Ser ta qedem têk bûm kebîb,
Xoş tu li derdê min tebîb,
Ji te dixwazim hezretê.

7.
Nûra te pir ebter kirim,
Eşqa pur kerker kirim
Cerg û hinav hur kirim,
Sebr û qirara min netê.

8.
Nîne sebr, nîne qirar,
Dil şewitî teşbîhê nar,
Ji lew dibêjim, hey hewar,
Werin li min kin şîretê.

9.
Şîret asir nakin li min,
Wê ji min dil bir, ji min,
Çi b’kim, ne wek hale di min,
Ve agir û heraretê.

10.
Herarata min pir heye
Ji ber bejn û bala te ye,
Ev halekî bêlome ye,
Ji lew tebata min ne tê.

11.
Vê dilberê l’min kir ‘etab,
Ewr vedan bûme kebab,
Lew mam di nêv zecr û ezab,
Heta niho vê sehetê.

12.
Heta niho dil şewitî
Cerg û hinav min peritî
Lew aşiq li erzé perpitî
Wek masîyê bi dêmê ketê

13.
Ez kuştim çavên belek,
Bêhal kirim zulfen helek,
Nalin ji min çûne felek,
Qet kes hana min netê.


QEWÎ ÎRO ZE’ÎFHAL IM

1.
Qewi îro ze’îfhal im
Dinalim ez li wê tayê
Di birhanan dihat falim
Tilisma wesletan nayê

2.
Tilismata wisala min
Elîf nabe di fala min
Ji mecmûa’n xiyala min
Bilad im ez li sewdayê

3.
Ji sewdayê wekî dîn im
Li ser eqlê xwe namînim
Ebû Sîna ji kû bînim
Li mehcûran bikit raye

4.
Li hicrana di mehcûr in
Birîndar în di rencûr în
Ji ihsanan qewî dûr în
Ji didarê şekirxayê

5.
Qewî dûr în ji dîdarê
……………………..yarê
Yeqîn miryem ewê carê
Cinan avête deryayê

6.
Cinan avêt û winda bû
Li bin behrek mezin da bû
Siyahê bextê min da bû
Ji Belqîsê cewab nayê

7.
Ji gomanan sefa mor bê
Li cama badeva sor be
Mirada dil bere jor bê
Li ber çingi di xewxayê

8.
Yeqîn ‘enqa vî hal nake
Kubar e lew suwal nake
Şahê şahan xiyal nake
Geda nayê di perwayê

9.
Gedayê şah miqabil da
Li piş baxê bi sorgul da
Dinalit, dest bi ser dil da
Ji ehwalê Xudê dayê

10.
Dinalim ez li halatan
Binêr şêxê keramatan
Ji dil nake munacatan
Selata îstixarayê

11.
Selatan ez bi cî bînim
Du’axwaz û bi amîn im
Ji wê fikrê betal nîn im
Li reca temennayê

12.
Temenna û recaya min
Qebûl nabe du’aya min
Ji duxanan nedaya min
Bidda sîran Leylayê

13.
Eger Leyla nehêt Qeysê
Ne Hudhud bête Belqîsê
Şemala dil ji ku dîsê
Çirayê Tûr û Sînayê

16.
Binêr, bejê û balayê
Binêr, selwê û alayê
Binêr, reyhan û lalayê
Binêr, Beyta Berê Reş tê

17.
Bibîn bejnê, bibîn balê
Veke perdê, bibîn xalê
Tewafa cumleyê salê
Hero heştê heta heştê

18.
Tu pênc ferzî sucuda min
Qiyam û hem qu’ûda min
Tinê carek te rû da min
Tu derman î û nivişt î

19.
Tu yî derman tu yi melhem
Bi halê min tu yi e’elem
Xiyala min tu yi herdem
Te nadim ez bi sed tişt

20.
Eger “Mîm” bit, eger “Hê” bit
Muqîm dê çav li wê rê bit
Heta dost bêt şuxul çêbit
Da me ber çit ji ser piştê.


FEQE Û BILBIL

Bilbil dibê awazan
Xirab carek xweya kir
Bes bike şi’r  û sazan
Ateş li min te rakir
Çend didî fir û bazan
J’te ra nîn in çû agir

J’te ra nîn in çu pêt e
Çewa tu pir ‘ezab î
Daîm dengê te tê te
Saetek hêdî nabî
Muqîm te yek divête
Kifş e tu halxirab î

Ez dê çima hêdî bim
Em pur dibîn biharan
Mecrûhek bêtebîb im
Di nav leyl û neharan
Ji dosta xwe xerîb im
Zêde ji ‘işqa yaran

Kesê ku girtî yar e
Bi dil yekê d’hebînî
Edî nayê qerar e
Dê daîma bixwinî
Xiyal û xem di dar e
Divê kengî bibînî

Kesê bi işq û muhbet
Bi dil yekê peristî?
Daim dê bête xizmet
Bi rastî û dirustî
Muqîm dê çav li rê bet
Lew şev û roj nawestî

Er bi şev er bi roj im
Ez murxê nav hezar e
Bi dil xwoşiyê doj im
Tek bûme pêt û nar e
J’huba gulan disojim
Lew min nayê qerar e

Feqî j’bilbil ra gohtî
Tu j’vě sirê çi zanî
Ewa tu j’pêş ve sohtî
Fida bike tu canî
Ew xezala te pohtî
Tewhîd e bê me’anî

Tewhîd e ‘ilmê hal e
Arif dikin tefsîrî
Miradek e li bal e
Bi “mîn ledun” xebîr î
Nizam te kì xiyal e
Tu b’kîjanî dilgir î

Bilbil dibê bi zar e
Daxa di dil rehistin
Kamil bûye bihar e
Ahek ji gul ra hiştin
Bişkiftî  belgê dar e
Heram bûye nivistin

Nivistin I’min heram in
Daîm dixulxulim ez
Ji werdan hal geha min
Bi ismê bilbil im ez
Evinî qaf û lam in
Muqîm ku dilkul im ez

Serdarê dilkulan im
Ji êş û jan û daxan
Ji terhê sunbulan im
Dixwînim lew di baxan
Aşiqê sorgulan im
Dê lê bigrim qişleyan

Feqî go bilbil taze
Tu bilbilek sewda yî
‘Işqa gulê mecaz e
Tu yarek bê wefa yî
Dostê ebed bixwaze
Da lê nebit fenayî

‘Işqa mecaz tu terk ke
Ew sir û dîn betal bûn
Tu yarekê heder ke
Li min be ilm uû xeyb bûn
Carek li wî nezer ke
Ebed heye her hebûn

Işqa mecaz hilîne
Ev reng dibê betal bit
Tu bes wiha bixwîne
Te ber bi zi celat bit
Dostek ebed bibîne
Daîmê bêzewal bit

Bilbil dîsa xeber da
Qismet cara ewel bû
Aşiq bûme li werda
Maşuqa min sorgul bú
Dikeşim Jan û derda
Lew min birîn di kul bû

Ji werdan ez biêşim
Di xafil im sehergah
Mulaziman meykêş im
Gişt exleban dernimah
Daîm ez wê li pêş im
Dixwînim gah û begah

Feqî we gote bilbil
Murxê fehm be’îd e
Te zû bi der da aqil
Xiyal nayê tewhîde
Padîşahê kul û mil
Tu muhbetê bi wî de

Her kesê ew nenasî
Maye di xefletê da
Digel kor û qiyasî
Ebed di zulmetê da
“Fe yu’xez bînnewasî”
Melûl e d’hîretê da

Ya heq tu fe’lan çêke
Me dûr ke j”asiyatan
Şefqê li “Mim û Нê,, ke
Bi litf û hem bi însan
Ava rehmê tu lê ke
Lewra ku tu yi xufran

Em dê biçîn j’oldaş e
Navê mê dê bimîne
Umrê me çû belaş e
Çu feyde me nedîne
Ger qewlê me bibêjî
Fatihe j’bo me bixwîne.


ÇIYA ANÎ LI DEŞTÊ KIR

Ji rengê dilbera horî
Gul û reyhan li min peyda
Zerîfa şeng niha borî
şeveq dabû di rewzê da

şeveq da erd û asîmanî
Li min dilber tu astan î
Dixwim sondê bi Subhanî
Zuleyxa bû di Misrê da

Tu çêtir î j’Zuleyxayê
Nih in wek te di dinyayê
Dixwim sondê bi Tahayê
Munewwer bû di nûrê da

Munewwer bû di nav nûrê
Kemer dabû li ser sûrê
Ji rengê dilbera horê
Dilê min tîrekê lê da

Li min da tîrekê dijwar
Serê tîrê di dil çû xwar
Dema ku ez dikim hawar
Wekî Mecnûn di deştê da

Wekî Mecnûn dimînim ez
Fena bilbil dixwînim ez
Heta kengê bimînim ez
Di hebs û hem zîndanê da

Di hebs û hem di zîndanê
Wekî Yûsuf li Ken’anê
Gelo ya Reb dilber kanê?
Neçar mame di vê rê da

Dikim hawar dewa lê kî
Ku bê carek derman lê kî
Welê bejnê tu zahir kî
Bibînim ez di cîlwê da

Bibînim bejn û balayê
Zerîfa şeng û lalayê
Neh in wek te di dinyayê
Di Tebrîz û di şamê da

şukur bo Te ewî çêkir
çiya anî li deştê kir
Dema ku min nezer lê kir
Meşî ew çû di xelwê da


DILBER

Ey dilbera gerdenzerî
Way nazika dêmqemerî
Qametji muma fenerî
Wêran ez im, malim xirab

2.
Ew dilbera gerdenletîf
Way nazika qametelîf
Qamet ji reyhana xefîf
Wêran ez im malim xirab
3.
Ey dilbera gerdenzucac
Way nazika mislê zucac
Qamet ji reyhana qirac
Wêran ez im malim xirab
4.
Ey dilbera qametmisal
Way nazika dil î hejar
Te j’xandinê kirim betal
Wêran ez im malim xirab

5.
Ey dilberê wey dilberê
Feryad ji destê keserê
Avek ji ava kewserê
Wêran ez im malim xirab

6
Ey dilbera gerdenzirav
Dêmşûşeya tijî gulav
Ey duxtera bejna zirav
Wêran ez im malim xirab

7.
Çavan ku hiltînî b’mest e
Ew çend ya misrî bi dest e
Li kuştina min te bi qest e
Wêran ez im malim xirab

8.
Tu bi qesta min dikujî
Tu bi kifra dil nasojî
Gelek sotim kirim rijî
Wêran ez im malim xirab

9
Subhan ji Şahê Zulcelal
Way nazika sahibcemal
Ji xwendinê kirim betal
Wêran ez im malim xirab

10.
Subhan ji Şahê bi tenê
Xalik li xala gerdenê
Ez dîn kirim berdam dinê
Wêran ez im malim xirab

11
Sotim biraştim bêhesab
Lê pirsî bo kirme kebab
Kirye bi min sed reng ‘ezab
Wêran ez im malim xirab

12.
Gelek sotim kirim kibab
Kirye bi min sed reng xirab
“Ya leytenî kuntu turab”
Wêran ez im malim xirab

13.
“Ya leyteni kuntu” vexûr
Wey nazika min te ji dûr
Bêhiş kirim zilfe di hûr
Wêran ez im malim xirab

14.
Bêhiş kirim zilfe di reş
Biskê siyah, bihnê di xweş
Ey duxterê çapik bimeş
Wêran ez im malim xirab

15.
Bêkêf kirim zilfe di qer
Biskê siyah, zilfêd qemer
Eşq û muhbeta min li ser
Wêran ez im malim xirab

16
Eşa mecaz peyda bûye
Îro li min dijwar bûye
HivÎ dikim heqîqî ye
Wêran ez im malim xirab.


AY DILÊ MIN AY DILO

1
Dil ji min naket xeyalan
Bûme perwana şemalan
Bêriya husn û cemalan
Ay dilê min ay dilo
2
Can ferît im te nabînim
Deftera işqê bixwînim
Serxweş û sukran û dîn im
Ay dilê min ay dilo

3
Serxweş û sukran û mest im
Efa’lê eswed digestim
Sebr û aram çûn ji destim
Ay dilê min ay dilo
4
Sebr û aram û sikûn e
Baziyê nav lê ‘uyûn e
Dil ji pencan kir bixwûn e
Ay dilê min ay dilo
5
Baziyê mekrê skince
Girtî bûm ez b’herdu pence
Min medan dil jê bi denc e
Ay dilê min ay dilo

6
Hêstirim barîn ji xwînê
Sotim ez derdê evîne
Kes ji min neket yeqînê
Ay dilê min ay dilo

7
Dax û kovan bê hesab in
Mihnet û eyş û ezab in
Xem ji qelbê min venabin
Ay dilê min ay dilo

8
Van deman yek carî xwarim
Dîn kirim dînê bê hewar im
Agirê işqê bi jar im
Ay dilê min ay dilo

9
Agirê işqê û pêt e
Her kesê dê kes navête
Demekî naket tebête
Ay dilê min ay dilo

10
Demekî naket qerar e
Şev û roj ahî û zar e
Ez xelas bûm bûme dar e
Ay dilê min ay dilo

12
Rey û tekbîrim xilas bûm
Zilfê çokan çep û rast bûn
Gelh û gazin bê qiyas bûn
Ay dilê min ay dilo

12
Sîneya hubê herişte
B’ agirê işqê birişte
Qet li min nayên nivişt e
Ay dilê min ay dilo

13
Sîneya hubê sidûr e
Dax bi dil kovan – i kûr e
Wan hemiyan dil ji nûr e
Ay dilê min ay dilo

14
Wan hemiyan agir di nav bit
Min ji daxan dil zirav bit
Bê hisab şîşe di nav bit
Ay dilê min ay dilo

15
Bê hisab şîş lê kişande
Hûr kiro misk lê reşande
Nezera zer şev weşande
Ay dilê min ay dilo

16
Nezera sahibnezîra
Teşbîhê berqê di şîra
Dame ser gezmê di tîra
Ay dilê min ay dilo

17
Gezmeyan carek hinavan
Hûrtira ejnû û nûgavan
Tarûmar kirbûm  ji gavan
Ay dilê min ay dilo

18
Tarûmar kir can û cism e
Pisyar in cîran û xizme
Ev xizmet babet tilism e
Ay dilê min ay dilo

19
Mîm û Hê wesfê xwe hilda
Xweşmîsal in çûn di cilda
Cerh û kovan çûn di dil da
Ay dilê min ay dilo.


BIZAN KU MIN YAR TU YÎ

1
Bizan ku min yar tu yî
Dil jê birîndar tu yî
Ez kuştim yekcar tu yî
Ê bikom û biçar tu yî
Bi şeml û destar tu yî
Pir li min kubar tu yî

2
Ê bi xezebxwendî ez im
Di qeyd û benda ez im
Kuştiyê rindê ez im
Sozanê findê ez im
Zincîr di zendê ez im
Muştaqê rindê ez im

3
Xweş-qeda eîla tu yî
Cama peyala tu yî
Xweş-bejin bala tu yî
Delal di mala tu yî
Berbext û tala tu yî
Nî’met û vala tu yî

4
Ê b’şewq û xalê ez im
Daîm dinalî ez im
Zarzar dikalê ez im
Harot di çalê ez im
Dûr ji wîsalê ez im
Yar di xeyalî ez im

5
derdan tu yî
Ê şahê merdan tu yî
‘Îsa li erdan tu yî
Bigirtin  û berdan tu yî
Li baxê werdan tu yî
Nûra li perdan tu yî

6
Li baxê bilbil ez im
Muqîmê dilkul ez im
Biha û xulxul ez im
Ê xem lê nazil ez im
Qalibê bêdil ez im
Sotiyê  sêfîl ez im

7
Horiya Rehman tu yî
Mohra Sultan tu yî
Îsayê  zeman tu yî
Min dike derman tu yî
Ê ez di ferman tu yî
Hekîmê Loqman tu yî

8
Ê tu hebandî ez im
işqê şewandî ez im
Şewqê revandî ez im
Hubbê kewandî ez im
Lewma lumandî ez im

9
Dermanê jaran tu yî
Hêviya bêçaran tu yî
Selwa li daran tu yî
Gula biharan tu yî
Tirbê nûbaran tu yî
Xutba mehdaran tu yî

10
Ê xêrq di xwînê ez im
kuştiyê  birînê ez im
Ê dûrê jînê ez im
Xerîb ji dinê ez im
Aşiqê  binê  ez im
Wekî di şînê ez im

11
Mehbûba pirnaz tu yî
Rinda xweşawaz tu yî
Qewî bidilxwaz tu yî
‘Ereba rimbaz tu yî
Gerden sî û gaz tu yî
Bitoq û gewlaz tu yî
12
Malik li wêran ez im
Kuştî bi kêran ez im
Hewceyê xêran ez im
Sermestê heyran ez im
Dînê di dêran ez im
Mehrûm ji seyran ez im

13
Ya xweş ke dînan tu yî
Ya li ber kehniyan tu yî
Xutba enbiyan  tu yî
Nûra zemînan tu yî
Têk rake xwînan tu yî
Bi zecr û berdan tu yî

14
‘Aşiqê nûrê ez im
Wekî di kûrê ez im
Kela difûrê ez im
Dûr ji hizûrê ez im
Ê rûh di sûrê ez im
Meyyit di gorê ez im

15
Mihra firengî tu yî
Sultanê zengî tu yî
Şahê durengî tu yî
Di rojê cengê tu yî
Tîra xedengê tu yî
Kivanê cengê tu yî

16
Bi şewqêkarî ez im
Qewî nikarî ez im
Tîr lê dibarî ez im
Temîmê Darî ez im
Dîwan veşarî ez im
Bi ah û zarî ez im

17
Min ah û meded tu yî
Yûsifê emred tu yî
Mehbûba bêhed tu yî
Durê Zeberced tu yî
Reyhana eswed tu yî
Min can û cesed tu yî

18
Nesaxê êşan ez im
Bikul û derdan ez im
Mecrûh ji qehran ez im
Tazî û  ‘uryan ez im
Ê dûr ji şehran ez im
Feqiyê Teyran ez im.


ÎRO JI DEST HUSNA HEBÎB

îro ji dest husna hebîb
Sergeşte û heyran im ez
Min eşq û muhbet bûn nesîb
Sewadê sergerdan im ez

Eşqê gelek sewda kirin
Bê mal û bê mewda kirin
Nûra çira winda kirin
Mûsayê imran im ez

Mûsa ji dest husna bi nûr
Şêrîniya xalên di hûr
Secde bire ber Kohê Tûr
Nêzîkî remzê wan im ez

Remzê ku dê dilber bikin
Carek bi çeşman seyr bikin
Dê kohê Qaf ker ker bikin
Mecrûhê pir-kovanim ez

Min ah ji dest kovan û qehran
Min sebr nayêt li sehran
Şubhetê mewcên di behran
Qulzemê umman im ez

Qulzem û behrên di heftê
Agirê eşqê ku keftê
Dê bisojit şubhe neftê
Min diye, pê zanim ez

Min diye muhbet çi reng e
Sohtime doja pir-yeng e
Min mudam dil jê biheng e
Bi nalîn û efxan im ez

Nalîna teyr û tuyûran
Kalîna çeng û bilûran
Xulxulên di qesr û qusûran
Bulbulê xoşxan im ez

Bulbulim daîm dixwînim
Ez yeqîn ez te bibînim
Dîn dibim sewda dimînim
Serxoş û sukran im ez

Serxoş û ebter kirim te
Ji illeta rengzer kirim te
Te sotim û ker ker kirim te
Tu agir î buryan im ez

Agir û pêta di dil da
Me’neyan daxan ku hilda
Ew kitab naçit du cilda
Hafizê medhan im ez

Hafizê medh û pesendan
Rohniya mehbûb û rindan
Bê hisab werbûn di findan
Satiyê bêcan im ez

Soti me qet pêt û nar ne
Kuştîme derb lê diyar ne
Min demek sebr û qerar ne
Nexweşê pir-jan im ez

Nexweşê reng lê nemayî
Dest li ser falê nihayî
Wan digot ji çavê giyayî
Kûştiyê e’ynan im ez

Kuştime herdu ‘uyûnan
Yan kî yêd nisbet ji nûnan
Radikit ew qetl û xûnan
Girtiyê zîndan im ez

Girtî me insaf di mîr ne
Qazî û muftî ve bîr ne
Qeyd kirim kes bê xebîr ne
Bendeyê hicran im ez

Ma di benda firqeta te
Canfidayê xidmeta te
Da bibînim rehmeta te
Nobedarê xanim im ez

Nobedarê qullehê xo
Dergevanê dergehê xo
Bîne bîr û agahê xo
Tûleyê asîtan im ez

Tûleyê dergahê yar im
Şev û rojan nobedar im
Westayê der întîzar im
Çavrêyê Sultan im ez

Çavrêyê sirra li pêş im
Meqseda ezlê feniş im
Hicreta Yûsuf dikêşim
Ye’qûbê Ken’an im ez

Kor e bo Ye’qûb ji dînê
j’perdeya daxa evînê
Ger dibên veke birînê
Hewceyê Lokman im ez

Wan digot Lokman tebîb e
Gote min xef ‘endelîb e
Şafiyê derdan Hebîb e
Pê bawer û îman im ez

Sond dixwim sa’id û destan
Kevir û seylêd li bestan
Min bi xom li curhan bebestan
Bêrahet û asan im ez

‘Aşiqan rahetya kêm e
Agir û pêt a dilê me
Cend hezar medhan dibê me
Muhitê esman im ez

Xwezî min sed ser hebûna
Sed hezar dev pê ve bûna
Ew hemûl’medhên te bûna
Hêj bi wan niqsan im ez

Ez kiz û zer bûm ji qehrê
Dê devek çibkit ji behrê
Yan du çav çibkin ji sehrê
Bi dîtina eynan im ez

Sed hezar çav min divêna
Bayekî perde hilîna
Xet û xal min têr bidîna
Eşqe qûtî can im ez

Her kesê eşq tê eser kit
Sed hezar perdan di ber kit
Hemûyan dê ker be ker kit
Tazî yû ‘uryan im ez

Perde çû ez mame tazî
Dil sirra mehbûb dixazî
Min ibadet eşq û bazî
Bê mey û meyxan im ez

Xaniya bade û mey tê
Mexnî yû hem çeng û ney tê
Min ji eşqan heye-hey tê
Serxweş û sukran im ez

Serxoşê ava heyatê
Meclisa reqs û sematê
Dê çi kim  sewm û selatê
B’kûze û fîncan im ez

Ew meyê gerden dirêjan
Şîşe û wan bade rêjan
Min nema hiş li nivêjan
Li deftera dînan im ez

“Mim” û “Hê” aqil vederda
Sicleya eşqê û derda
Lew qelem anî bi ser da
Me’fuyê Xufran im ez.


Bersîsê Abid

Guh bid’ne pîrê deftera
Da ez bixwînim vê xetê
Mazin bibi Baxo me ra
Li cindiyê di xizmetê

Xizmeta sultan û mîran
Sin’eta dana û zîran
Hûm mekin bê şêx û pîran
Guh bidin vê şîretê.

Ev Pende xass e şîret e
şertê xulaman xizmet e
Baxo nebînin zehmet e
Heqê însaf û mirwetê.

Mirwet ji mîr û hakiman
Xizmet li qûl û xadiman
Bê şêx û pîr û ‘aliman.
Zayi’ mekin hûn ta’etê.

Herçî kesê aqîl hebî
Xizmet mekin bê mertebî
Da ta’eta Bersîs nebî
Hatin e ser hîkayetê

Hatim qisa Bersîs bibêm
şeytaniya îblîs bibêm
Li ‘abidê hebîs bibêm
îzhar bikim vê şuhretê

îzhar bikim behsê-di ‘am
Bersîs ricalek bû di şam
Ta’et dikir daîm mudam
Zer bû ji xewf û heybetê

Zer bû ji we’zê serweran
Dûr bû ji behs û xeberan
Keftbû mexar û kûnberan
çû bû meqamê Wehdetê

çû bû meqamê ewliya
J’tirsa Xwûda keft’ bû çiya
D’çêrî dinêv pezkoviya
Nêzîkî halê hîkmetê

Keşf bû li wî cezbek ji hal
Ew ‘abidê mesken cibal
Ji tirsa Xwedê qed bûbû “dal”
Di lerzî j’taya xeşyetê.

Ji xeşyetê bû Ewliya
Ew ‘abidê mesken çiya
Xwarin çi bû? Av û giya
Dûr bû ji zadê şubhetê.

Dûr bû ji wî zad û te’am
Xizmet dikir daim mudam
Navê wî çûbû şerq û şam
Kamil ji qedr û qîmetê

Ew sal bi sal kamil di bû
Ta’et dikir fazil di bû
Meqbûlê ehlê dil di bû
Rohn kir çiraya rûmetê.

Rûmet çiraya hil kirî
şêx ku sirrê wasil kirî
Tirsa Xwedê dil kul kirî
Qet şev û rojan xew ne tê.

Qet xew nebû j’tirsa Xuda
Ma kes ve bîr tê bab û da
Kî mêr e? Mêrê can fîda
Ê xwarî sebra xiretê.

Lê sebra tal e xiret e
Tiryak biladan mîhnet e
Axir dewa û şerbet e
Yê xwar dizanit lezetê

Bersîs qewî xiret hebû
Hem qedr û hem qîmet hebû
Nav ‘amiyan hurmet hebû
Ji xwendin û tilawetê.

Wî şev û ro Qu’an dixwend
Zikr û ‘ibadet kir’ bû çend
Meczûb û din û dar û bend
Ew çê di bûn ji berketê.

https://www.bernamegeh.org/2019/07/26/jiyana-feqiye-teyran/

Lê Binêre

Çîmen Adil

Helbestên Çîmen Adil

Çîmen Adil ji dayikbûna sala 1990 bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevana beşê wêjeya frensî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !