Kilama Min
Kilama min, kilama min
Qîz zerîke dewatvan,
çek-libasê xwe sazandin
Qam-qanatê terî can.
Rextê durr li ser bedenê,
Porr û biskê xwe berda,
Hat dewata xwendevana,
Ket govenda qîz-xorta:
û çarçev bûn “dewatvanî”
Hatin sêr û temaşê
Li vê “qîza” tarihanî,
Dîndara wê û rewşê:
Hineka li dêm nihêrî,
Hineka jî- xemla wê,
Hinek hatin heyr-hewasê
Li nazê vê bedewê:
Hineka go: -Bêqusûre,
Hineka go: – Na welle
Li pêsîrê nateîsin
Ew lal û durrûtulle…
Hineka ji go: – Pişta wê rind
Nehatiye girêdan,
û sekinîm ez dilbarî,
Temîke wa min da wan:
Min go: – Hemû dewatvanî
Dixemilin ber eynê,
Lê boy “qîza” min terlanî
Hûnin eyna lap eynî:
û kembera wê xarbe jî,
Hûn lê bibin eyna rast,
Te dî semta vê kemberê
Min hilanî û guhast.
Sirsûmê diya mine ezman li hêlanê,
û ewirê kirkişî -toxavka kildanê.
Cenûb û şimal jî palikêd sirsûmin,
Bi milê dayîka min qewat û qudûmin.
Gurîn ket, şingîn ket “azixê berkelê”,
“Dayîka min” kesirî, firk kete navmilê,
û denkir toxavka sirsûmê zimzimî,
Dinya bû sîtil ber, erdê dew parzinî…
çivîkêd xapokin ev fikir û mital,
Eme lê maşoqin wek zarê tifal.
Difirin, datînin çûkêd perrawaz
Me pey xwe hiltînin bi sêr û hewas.
Bîr dikin mal û cî, em kes û lêzim,
Li pey wan lalicî, kel-bîn dibezin.
û divên “ma du gav, vaye, va me girt”..
Ew hiltên ji hindav didin dêm û sirt:
Bi fêl û fenin ew, em pey kesirî-
Nêzîk dikenin, hey dûr dikin girî…
Lê bêxem diçin, ew diçine hafa,
Em diçin li pey wan bi zemet, cefa…
û nagrin, wan nagirin, lê feqet çil-çiya
Em dûrva dixwênin li ser bilindciya…
Gozel
Sîng û berê kew-gozelê Elegeze,
Vê biharê wê xemilye rez bi reze:
Memikê yarê ser bedenê cot kanîne,
Xalêd sûret mîna konê kurmancîne.
Guliyê yarê mîna cewê der biharê
Hev girtine, fitil-fitil têne xarê.
Ezî li ser kaw-kubarê bengiyê xefur,
Min da desta û lîlandin sîmê tembûr,
Min go:-Yarê, tembûr destê minda helya,
Were lawikê xwe keremke cotê guliya. . .
Go:- Beytûyo, porr û guliyê min qumaşin,
Yêngê mîna te bêsewda û bêhişin:
Sîng û berê min zozane, ez çevreşim,
Ne ya teme, para lawikê xwe keleşim. . .
Got, berzeqê û bi avir min nihêrî,
Avirê wê min bûn mîna kêr û dirî. . .
Cotê guliya bûn cote mer û min venîn,
Sazê min ket, tilî-pêçiyê min lerizîn…
Mêrg û geliyê Elegezê girtin dûman,
Nizam çira gelo bihar bû zivistan. . .
***
Zeriyê zenda zer hildaye ta enîşkê,
Raser hatye, dibişêve serê keşkê…
Ew keşk nîne, reben dilê mine, yazix,
Ji dest huba wê dihele, usa dişkê…
***
Xwezil, xwezil, ya min biyayî,
Xwezila bûka diya min biyayî,
Te çok veda ber pîngê wê,
Serî bida ser sîngê wê,
Porr û guliyê xwe reş berda,
Diya min porê te vegirta,
û min destê wêyî çira
Li ser porê te paç kira…
***
Ez bûm kanî, jorda hatim,
Ber bi baxçê te xulxulîm,
Sura dilê te da ser min,
Ax nîvê rê ez cemidîm.
***
Lawikê min çû, bû xwendekar,
Bfcrbi gundê me nayê,
Yara xwe hişt, çara xwe hişt,
Bîrkir sozê dinyayê.
şeherlûke tîtik-mîtik
Qey muhbeta wî kirî,
Dilê lawikê min bû kevir,
çerxa min çep zivirî.
Ez çi bikim bejina bilind,
Xirxê xweyî reng-rengî,
Gava lawikê minî ezîz
Ser şeherlûyê bû bengî…
Hergê bêjim: “Were, lawik,
Ez xezala serê çiya”,
Ax wê bêje: “şeherlûya min
Kew-gozela nav baxça”.
Hergê bêjim: “Were, lawik,
Ez sosinim, gula reng”,
Ax wê bêje: “Barişna min
Hewirmişa al-fireng”…
Wekî bêjim: “Ezê tera
çêkim berr û xalîça”,
Wê bê: “Dosta min dizane
Nexş-nîgarê şah, padişa”.
Min rebenê, hergê bêjim:
” Ez xanimeke cindî”,
Heqî-heqiyê wê bê:
“Dostê prafesor û xwendî…”
Na gidîno, qesem-qirar,
Xwendikarî bûye dem,
Ezê hildim qey xatira
Defter, kaxwez û qelem…
Mem û Zîn
Pêşxeber
“Fêrîk, ji kemala tî bi kemal,
Meydana kemalê te dî betal,
Dengbêj tune bûn li çar hewar-
Lema xwe gumanî, xwe bawer?
Qernek bêtxûb hat yek kibîr kir,
Sihabê kilama te ji bîr kir-
Carek ca dawşîne tûrê bîrê:-
Dîharbe dewrêşê wê Cizîrê,
Feqî bê baxê te wek çem û ab,
Xanî li te bibe konê zerbab,
Culetke, vehilde tu tev û mer,
Bi av can bike sosinêd ter,
Zanibe, ewin xwe te Mem û Zîn.
Fesal be, neçarê xudan qelem-
Qelema te nebe li wan-kelem:
Xeberek betsarî bêruh te go-
Wan nebe niqitka xûna Beko.
Maşoqo, riya hubê gele dijar,
Yê nedî navêda meste û jar,
Tajdîn xwe şewitand mal û hal tev,
Destê bext-miraza negîhand hev.
Huba Mem û Zînê li ber te ber,
Tu şaş û metel sekinîyî ber:
Navkeve, eger tu dikarî-
Xêr ku na, dûrkeve wî kenarî.
Bera kûr alavkî dide telxe,
Wey li wî nav keve dura derxe.
Dur binê berêne, ne li kenar,
Kenara digerin yêd bê hûnar:
Digirin destê xwe hev xişrê xam
Diçine nav sûka qure-qutam.
Êy Fêrîk, gumanim – tu ne ji wan,
Husinê te-ji husinê Ahmedî Xan,
Diya te tu anîî rû-hewatê,
Bi heq û çirax tu hatî dîhar-
Vê dinê nemînî boş û deyindar,
De were ramûse pêşa diya xwe,
Bi tivdîr dakeve serê riya xwe. . .
Serê defterê navê Xudaye,
Bêyî wê, defter ne tam, kutaye.
Êy Xuda, tu kan bo husinê hubê
Heyî, nedîhar, tu ji mehbûbê. . . .
Mîna Xwe Be
çilê pêş e, meha zivistanê ya navîn,
Feqet germ e, hewa xweş e nolî havîn.
Dua dikin: “Sala xêr e…”
Li hêviyê ne pez here çêre.
Lê ez, li hêviya bagerê me, bagerên seq…
Têl dizûkin nolî guran,
Teyr xwe davêjin qul û piran,
Zivistan tê, “bazirgan”ê xwe “îx” dike,
Ba “birinc”ê xwe “têx” dike,
Li deşt û çolan dişûlikin “ziyayêd spî”,
Evd û ruhber xwe jê dipî,
Surr dişidin, berf direqe dibe şepe.
Ez hez dikim ku zivistan
Mîna xwe be.
Payîza Geş
Tuyê bêjî teze bihar tê,
Tuyê bêjî teze yar tê,
Ax, hêwirza çivîka
Usa hewas û hişyar tê.
Kerî kundirrye berpalê,
Zevya payîze şîn dike,
Rûvî li hafa newalê
Kuna kêwrîşka bîn dike.
Cewa cinetê berwar bye,
Ada ajirûda gêrre,
Teyr dora têlêva tarbye,
Xwe di cewêda dinhêre.
Hîv heyrî rozgara îro
Met maye û naçe ava,
Ro li hema ezmanê îro
Dikene wek zara sava.
Li ber vê nedîr û tîrincê
“Hevtêmanat” û “Qemerdax”
Nolî du birê qazancê
Li hev dinhêrin sidiqê sax.
Va Min Hembêz Kiriye
Va min hembêz kiriye çiyayê Dibûrî,
ça’ yar hembêz bike yara xwe ya nûrîn.
Ba tê, li sîmên stûnan dixe,
Bager dilîze “çarlsto”a xwe.
Kêfa min kok e, o, neyar, neyar!
We teyax bikira li ber surr û seqem,
We yê li vir jî lê xista leqem,
Dek û dolab daniya
Li van çiya û baniyan.
Were
Were, kaw-kubara min, çevê min rê qerimî,
îlaca min, çara min, eşq û şayî herimî:
Ragire rext û riştê xwe, dakeve nav meydanê,
Ez xefûrê bengzê te- bîr nakim te terlanê.
Bengzê teyî nûr neder min bûye bîrî, mitale,
Emir min bûye tengezar, halê min bê pergale,
Rewşa dilê minî tu, dil bêyî te bêçare,
Derdê giran bûye edû, wehîdî pir xedere.
Pirsa yartiyê, evîntiyê xorta, dota hevra dan,
Te da derdê muhbetiyê, çevê min li riya te man.
Aliyê şênê gundê me def û dewat gimîne,
Nakim kêfê bêyî te, dewat li ber min şîne:
Arzî yara min tune, pormijîme ber deriya,
Miştin zeriyê dest hine, çî min û çî van zerya?
Unda nakim kubira te, ez rojîme, tu-fitar,
Nebe xewn û mitale, were, kawa min kubar.
Qazê
Bedewê, rindê, qîza kurd Qazê,
Dev û lêvê te gulê şîrazê:
Hîva çardeşev-eniya te kever,
Gaz-gerdenê te mînanî mermer:
Biruyê te mîna baskê reşêla,
çevêd te gendî çevêd xezala:
Sûrtêd te sorîn-hevêd hinarê,
Bejn û bala te dara çînarê:
Xeberdana te şekirê nevate,
Ramûsana te avliheyate:
Bedewê, rindê, qîza kurd Qazê,
Tu gulek gula vê Elegezê.
Te Bîr Nakim
Xewnêda jî te bîr nakim zerî,
Xewnêda jî xewna al û zerî,
Riya muhbetê hê diçe hevraza,
Hê em syarin hespê bext-miraza.
Hê ew sêra pala çiyayê gundda
Ber çevê min ne betal û unda…
Wede mîna mija wan bêlana
Nenixamtiye xewnê min hêlana.
Bîna çiyayê Qemerdax hê xweş tê,
Hêwa sivê ji çevê te reş tê
Lîqe-lîqa kenê te hê tame,
Cewarra bûye xulîn û miqame…
û tewirî em hê pêda qestin,
Ji muhbetê jar û melomestin:
û rûdinîn em li rex newalê,
Serê min ser çoka te zewalê.
Tarihanî tu li hafa gêlî,
Ser bedena minda xar û mêlî.
Porr û guliyê teye zêrîn pencin,
Pencêd tevê ser sîngê min gencin:
û tilyê te hê ew nermebane,
Bayê nermik porê minra şane.
Ramûsana te keremî min kir,
Dengê wê tê hê ji qefa kêvir,
Ber guhê min hela zinge-zinge,
Dilê minda keser û hizinge.
Na, bîr nakim, te bîr nakim, zerî,
Xewnêda jî xewna al û zerî…
***
Xewn û mital fikarê min,
Hûn mîna berx û karê min…
û çaxê ez, berxvanê gund,
Li deştêd me, çiyayêd bilind,
Min ku pêşya berxa berda,
Bela dibûn mêrg û erda,
Xwe didane berpalêd çiya,
Diçêrpandin gul û gîha…
Lê carna jî li wan erda
Min ku pêşî zef berdida,
Berxê mine nes direvyan
Diketin ciyê qorix û ziyan.
***
Elegeza min mîna deveke bêhed, bargiran
Bê tog û dizgîn wê xwera îx bûye bi qurn û dewran,
Herdu heçêd wê mîna gurmikê pişta vê devê
Kawik û kubar dûrva dixwênin rojê û şevê.
û gul-gîhê wê mîna terr-xurcê pişta devê bar,
Bi hezar terzî, hezar awazî daketine xar.
şeva Xidirnebiye, û çiqas jî derew,
Kêfa min jî vebye vê derewa bedew.
Min pêçaye ser-guh, derketime derva:
Qey ezmanê sayî arîka xên-mêne,
Siteyrikê lê dayî nexşê arin, lêne.
Hîv “kuleka” “xaniye” li jor ewê tangê
û penc jorda aniye mîna dolîdangê…
Ezê bikevmêda, xwe bikilêm dilbarî,
Paşê nav berfêda razêm totikxarî…
Xewnêda tî-mest bim, bihara reng-rengî
Tas av bide dest min mîna qîza bengî.
îşev dîsa kalekala berxa bû ber guhê min,
îşev dîsa wek tifala kêflû bûbû ruhê min.
îşev dîsa bê şerr û dew ez li çiya û baniyê me,
û kerê xwe min berda bû dora cew û kaniyê me.
Ezî xewa nîvê şevê, vanê siya xwe min pîva,
û hetanî serê şivê sî bû sê ling û nîva…
û çev minda va mexelin berxê me li ser ava,
Kerê şivîn ji birn derket û hate wan hindava.
Bergalêd me li ser fêzê, pez hêwirî li biniyê,
şivan tase şîrê miya dot, bir danî nav kaniyê…
û paşê kir kêf, laqirdî, çika kê dil ketye kê,
Wexta berxa bela dikin yara kê pêşyêda tê…
…û hey qise, hey laqirdî, dîsa gilî û qirar,
Kevçî hatin dorbidorê, sirê hate şîrê sar…
Sî ket nava terazina, bakî hênik nerm gujya,
şivan “yehkir” li bizina, û berxê me pey kişyan.
Bû pişkînya karêd kever, xirmîn kete dor ava,
Ez dîndarê çolê mabûm hetanê ro çû ava.
Roavayê min berxê xwe bir belakir, şiv danî…
Vê sibê rabûm û qelema xwe şayîrtiyê hilanî…
***
Wextê beranberdanêye, ax li kume ez…
Pez-berxê min xemilîne bi sor û gevez:
Kerê şivîn binya gunde, berxvanî li bale,
Xemla berîn çiqa rinde, malda kalekale…
Rêncber keriya lê badixin, hîvya zedane…
Zed hazirin, û kêf-kêfa qîz û gedane.
û bêsebir beranê sor dertê ji hundur,
û kevanî dide pêşiyê, li pey – qîz û kurr.
û keleşê minî delal datê nava pêz,
Li ber şivan û berxvana zed dibine rêz.
Xozana nan dibe mîna sifra têr-tijî,
Dixwun-davên, leber dike kelbê şivîn jî.
Gedêd biçûk nan loq dikin û nava ada
Dor kerê pêz çapik-çeleng didin tirada…
û geş vetê rengê deşta wek bengzê qîzê,
Serda zerr-zîv dibarîne teva payîzê.
Rindê
Di çavên te de yaqût hene
Yantar hene li çavên te?
çavên te cothebikên durran,
Heliyame li nava hebên te.
çavên te şîn, binefşên geş,
Dêmên berfî dane der,
Birû û baskên kevotka kej,
Kêr û kevan bûne li ser.
Eniya eyne bi xem, xerêq
Hela nebûye xet û xaz,
Kê xwe di navê de mêze dike,
Dibe xortê bermiraz.
Guhên gulîn, şêbiskên zer
Lê penc bûne nolî tav,
Bêhn û bihuşt, misk û ember
Davê’ ji xal û xebxeb.
Rindê, bûyî xeber û behs,
Wey li halê min bikirrçî.
Bihar î tu, havîn im ez,
Ber bi te têm, tu diçî.
Pampa Min
Pampa min a baş, Pampa min a kubar
Wê pal vedaye wan quntarê sar,
Pamp mîna bûka, bûka xeml lê bend,
Dorê çiyayêd me girtine govend. . .
Çiyayêd me bilind, çiyayêd me kubar
Jê dixulxulin cew û kaniyê sar,
Şimalê mij tê mîna karwana
Ser çiyayê me ra diçe arana.
Êvarê bi hewas mij guje-guje,
Û nav mijê da Pamp dihênije. . .
Pampa min a sar-gulistan şîraz,
Min jê baq kirin gulêd xwe yê xas. . .
Ax, çiqa dixast min hezar guman,
Ku wextê mirin min bibe mêvan,
Cimeta min meytêm şahîrî
Çel bike serê çiyayê Dibûrî. . .
Ku mija Pampê mîna karivana
Bê û ser minra here arana
Bîna gulê min, huba dilê min,
Huba dilê min, derd û kulê min
Bibe arana,
Bibe arana,
Bibe arana,
Qurn û dewrana. . .
https://www.bernamegeh.org/2019/07/06/jiyana-ferike-usiv-ferike-usiv-hayatieserleri/