Di sala 1970an de li gundê Şiyê ku girêdayî herêma Efrînê ya li rojavayî Kurdistanê ye ji dayik bûye. Ji dawiya 1996 de li Almanya dijî.
Rengên stûxwar li ser keviyên vêketî
“Gava rengê reş bi hemû hêza xwe dihat,
rengên din ji tirsa re dibûn komir”
Ji dîtinên min
Gava rengê sor dihat bîrê,
goleke xwînî li ser sînga wî dimeya
û birînên bêbinî di laşê wî de vedibûn.
Şevên mirinê didîtin!
Ne bi tenê bû!
Lingên wî yên qelişî,
destên terikî,
lêvên zuha,
çavên melûl û nalînên giran jî pê re bûn.
Baraneke rûtirş, sor dibarî.
Asîmanekî giyanteng
û çavgurî ew barana dadivirand.
Ne bi tenê bû!
Sîsirkên mirinê li dora wî dîlan digirtin
û hezarpêyan jî hemû lingên xwe yên jehrî
di ser dilê wî re, digerandin.
Ne bi tenê bû!
Bapîrê wî jî, bi rihên xwe yên spî
û çavên sal dagirtî, pê re bû,
û ew papîrê zana li ser rûyê dîwêr bi lêmişta dema qels
û rewşa neviyê xwe, bi jan dikeniya û dil pê dişewitî.
Ne bi tenê bû!
Ne
ne,
naaaaaaa,
ne bi tenê bû…
Gava rengê sor dihat bîrê,
geliyekî serjêkirî ji parsûyên wî diherikî!
Demên bi êş û kul jî… !
û û û
û û û
û û
Sor
Sor
Sor
S
O
R…
Çavên sor û beloq vedibûn
û hestiyên wî dihêrandin.
Lê di kêlîkên aramiyê de,
di navbera xew û hişyariyê de
bêhna gulek sor, dilê wî nazdar û bextewar
û gilovertir dikir.
Gava rengê zer dihat bîrê,
marekî bin zik zer xwe li nava wî digerand
û ew bi serbinî hev dikir!
Hilma kulîlkan bengz vedida.
Rengê beravêtî, kenê tenik ji rûyê wî dikşand
û bi nexweşiya zerikê dixist.
Refên çivîkan diketin.
Bejn û bala bilind hildiweşiya.
Jêrzemînek devzer, xewnên wî dadiqurtandin.
Nêm ji newqê derdiket.
Dilop, bi dilop, axa zelal diherimand.
Zer
Zer
Zer
Z
E
R…
Zincîrek zingarî destên wî girêdida
û kutekuta dilê wî zivar, zivar dibirand.
Lê tevî vê rewşa qelûz…!
Refek ji perzerkan di ser serê wî re difiriya
û wîtwîtên hêviyê ji nikilên wan
dibarîn ser raman û giyanê wî.
Gava rengê kesk dihat bîrê,
kefiz û kapik bi dev diket
û li ser milê wî xaleke girs hişîn dida!
Keskê wî jiyaneke kufikî bû,
pelên borî bûn,
darên bê xewn bûn,
çawîrên tevizî bûn,
spîndareke gêj bû,
zozaneke miçiqî bû,
daristaneke bê xemil bû
û buhareke darvekirî bû…
Gava rengê kesk dihat bîrê
xwerist vedimirî,
pelên dilê wî diçelmisîn û zer, zer dihatin xwar,
pel bi pel hişk û zuha dibûn,
zengê lêdixist,
dinalîn,
dilerizîn,
diweşîn,
diçirîn
û bahozan ew dida ber çerxwe xwe ya bê dilovan,
bê sûc, gewdê wî dirizandin.
Kesk
Kesk
Kesk
K
E
S
K
Keskê beravêtî nikarîbû hêza wî bişikanda.
Kesk radiza,
kesk xwe dipêça,
kesk hez dikir,
kesk dinêrî,
kesk nimêj dikir,
kesk diramî
û kessssssssk diaxifî!
Gava rengê hişîn dihat bîrê,
asîmanê çiksayî ji ber çavên wî direviya
û deriyê ewran li ser xwe digirt,
stêrk jê dirijîn,
hêza ronahiyê koooo dibû,
ba ditevizî,
bi hev re mij û dûmanan şaxdidan,
derya tehl û şor dibû,
masî tê de digemirîn û bêhn didan,
û gemî jî binav dibûn…
Rengê hişîn tîr, tîr dibû.
Hişîn, hişîntir dibû weke çemê tîgrîsê gava
“Hulagu” û leşkerên xwe pirtûk tê de kuştibûn.
Rengê hişîn, şahnaz,
belengaz dibû û di şînê de digevizî.
Rengê hişîn binax dibû!
Hişîn
Hişîn
Hişîn
H
I
Ş
Î
N…
Gava rengê hişîn dihat bîrê,
hişîn dibû weke laşekî nû ji bin lêdan
û îşkencê derket be.
Dûmaneke hişîn ji mejiyê wî derdiket
û bi banî ve diçû.
Lê tevî vê mirina hişîn,
hêviyên xwe weke kespikekê
di pelên binefşekê de vedişartin.
Bê kîn û bê xem diket xeweke giran û kûr!
Gava rengê spî dihat bîrê,
di bin berfê de dilerizîn
û temenê wî bi lez û bez diqefilî,
por spî dibû,
rih spî dibû,
birû û mijang jî spî dibûn…!
Gava rengê spî dihat bîrê,
şîr di memikên jiyanê de zuha dibû,
kefen geş dibûn,
zîpik dibariyan,
stêrk dirijiyan
û kenê heyvê dihat kuştin…
Gava rengê spî dihat bîrê,
perperîk hildiweşiyan,
kevokên aştiyê nexweş diketin
û ji baweriyê bê bawer diman.
Tiştekî spî di jiyana wî de tine bû!
Lê dilê wî spî bû wek kenê zarokekî…
Spî
Spî
Spî
S
P
Î…
Xewnên wî spî bûn,
rabûn û rûniştina wî spî bû,
kenê wî jî spî, spî, spî, spî bû…
Gava rengê reş dihat bîrê,
gurekî bêbext di kelemeke asê de
hildiperikî canê wî,
nazdarî jê belav dikir
û sextebaziya xwe bi ser bejna zirav
û tenik re radixist.
Ne bi tenê bû!
Pêxemberekî derewîn,
gilokên derewên xwe di kêleka wî re
bê fedî digindirandin,
felsefeya bi kîn, bê bêhn, berevajî dirêsand.
Ne bi tenê bû!
Nûnerên serberjêr bi serberjor ve hildikşiyan,
bê reng bûn,
bê deng bûn,
lê bi şer û ceng bûn!
Dengên wan di guhê wî re
weke guleyan derbas dibûn
û firtûneyek ji kerrbûnê tê de dihiştin.
Ne bi tenê bû!
Firişteyên perspankirî
û parsecî di valahiya odê de
li jora wî baskên xwe yên dawî li hev dixistin.
Katjimêra reş, dûvpişkên xwe dixuşandin hundir
û hişê wî tarûmar dikirin.
Pîrhebokên dilreş
ji damarên wî teşiyên xwe dirêsandin.
Pilindirên reş
xewnên wî xaç dikirin.
Marên reş
bi kezeba wî dadidan.
Ne bi tenê bû!
Lê reşbûn gav bi gav pê re bû,
weke cêwiyekî wî bû.
Ne bi destê wî bû,
her tişt reşşş bû
Reş
Reş
Reş
R
E
Ş…
Ew tev de di bin koraniyê û reşiya giran de bû!
Lê deziyeke zirav, zirav ji ronahiyê, ji dûr ve ditît,
û hêvî di çavên wî de vedibirûsand,
şad dikir
û dikir ŞAHÊ evîndaran.
R. E. N. G
Sor, Zer, Kesk, Hişîn, Spî, Reş
Reş, Spî, Hişîn, Kesk, Zer, Sor.
Û çend rengên din weke rengên:
Mor, Gewr, Aravî, Şîrikî, Gulgulî, Qehweyî
û h.d…
Carcaran wan rengan,
jîn dixistin tariya mirinê û miringehê
û carcaran jî dixistin aramiya bihuştê!
R
E
N
G.
Wêneyên dil
Dilê parsek,
pir xewnan dibîne.
***
Dilê ku di bin kurtik de dîn nebe,
dilekî qelp e.
***
Dilê dudilî,
dilekî kekec e.
***
Dilê ne serxweş,
dilekî pûç e.
***
Dilê neçel,
dikarê hemû deriyan veke.
***
Dilê ku bêhna evînê jê nebare,
dilekî serjêkirî ye.
***
Dilê revok,
hêjayî vemirandinê ye.
***
Dilê ne îsot,
nikarê hingiv bide.
***
Dilekî vala,
goristaneke tarî ye.
***
Dilê kulek,
nikare li hespê evînê siwar bibe.
***
Dilê rewan,
ew dilê ku hestiyên parsûyan dişikîne..!
Her şev
Her şev ez li wir im
li ber deriyê bajêr
li ber deriyê gund
li ber deriyê malê…
Şev baş dayê,
şev baş rojên çûyî,
şev baş zarokooo,
ma tu ne ez im?
Her şev xewnên min
diherikin nav çeman,
çemê Efrînê,
çemê Şiyê
û çemokê Kilisiyê.
Her şev li ser sînoran
têm binçav kirin,
têm girtin,
têm kuştin…
Lê
Her şev
Ez
Li
Wir im,
herdem li wir im.
Berfa sor!
Berf spî dibare
û spî li ser hemû çiyayên cîhanê digire.
Tenê li ser çiyayên Kurdistanê
spî dibare û sor dibe!
Welatê min e!
Welatê min e,
ez dizanim ew ne jêhatîtir e,
ne şehrezatir e,
ne zîrektir e
û ne jî ji welatên din xweştir,
şêrîntir û çêtir e.
Lê ew welatê min e!
Tenê bayê wî
bi min xweştir û nermtir e.
Ez dizanim ku darên wî
ne kesktir in ji darên welatên din
û stranên çivîkên wî ne xweşiktir in
ji stranên çivîkên cihên din.
Lê welatê min e
tenê dilê min,
bi wî re ji dil de dikene
û bi xewnên wî re bilind difire.
Ez dizanim ku bêhna kulîlkên wî ne teniktir e
ji bêhna kulîlkên cihên din
û daristanên wî ne firehtir in
ji daristanên din
û çiyayên wî ne bilintir in
ji çiyayên din.
Lê welatê min e
tenê canê min bi kevir
û zinarên wî ve girêdayî ye
û damarên min bi ava çem
û rûbarên wî lewend û geş dibin.
Ez dizanim ew carcaran ne pir dilovan e
û ne jî pir evîndar e
lê ew welatê min e
tenê di bin dilovanî
û evîna wî de,
bi hişkî,
bi nermî
aramiyê dibînim,
kûr vedihesim û diramim.
Ez dizanim ew bindest e
parçe ye, ne serbest e.
Lê ew welatê min e
tenê di dilê min de
azade û serbest e.
Ez dizanim,
ez dizanim…
Ew dil û canê min e,
bav û dayik û zarok
û hebûna min e
WELATÊ
xewn û ramanên min e.
Cîrantiya çiyan
Çiyayek çû bal yekî din
û pê re got:
Çima tu ji vir bar nakî?
Ma tu nizanî
ku cîrantiya biran tehl e
û serên mezin bi quloçan
bi hevdu dikevin?
Kurd û Xweda!
Kurd li çiyan dijîn
ne ji bo tiştekî
tenê dixwzin nêzîkî Xweda bin.
Xweda ji deştan hez dike
ne ji bo tiştekî
tenê naxwaze êşa Kurdan bibîne!
Oxir be
Ji bo giyanê Mustafa Kalo
Oxir be
ey Miçoyê dilê kaniya Şiyê.
Min nizanî bû ku jiyan misteke ax e!
Min nizanî bû ku mirin ewqas bilez û bez
ber bi giyanên pakrewanan ve tê!
Min nizanî bû ku jiyan çavvekirinek e,
çavgirtinek e.
Min nizanî bû…!
Wê kenê te yî bilind
û ji kûraniya dil de
herdem di guhên me de bimîne.
Wê dilpakiya te herdem
di ramanên me de bimîne.
Wê hezkirina te herdem
di dilê me de bimîne.
Wê ciwanmêriya te jî herdem bimîne
û tucarî ji bîr nabe.
Min dizanî ku tu aram nabî
û tebat jî nakave hinava te
ku tu ne li nav axa bav û kalan bî
û termê te jî venahese ku ne li mezelê
Şiya giran û biha be.
Oxir be lo, oxir be,
ey Miçoyê dilê kaniya Şiyê.
Min nizanî bû ku jiyan misteke ax e lo,
min nizanî bû!
Gul û gulle!
Tu helbestvanekî ji welatekî aram î,
helbesta xwe ya nazik
bi wêneyekî keçikeke xweşik re,
bi kirasekî spî diweşînî
û di pey re bê xem di nav gul, kulîlk
û daran re seyrana xwe dikî.
Lê belê ez jî ji welatekî ceng û şer
û dagîkeran, ew xiş û parça parça kirine
û bi helbesta xwe ya xemgîn re
wêneyekî teqandinekê ku îro
li bajarê min î, talankirî, çêbûye diweşînim.
Tu li ser mala xwe ya fireh û aram
û li ser kûçikê xwe yî delal dinivisînî.
Lê belê ez jî li ser bêçarebûna xwe
û kuştina dayika heştê salî li Efrînê bi destên
kujerên erebên îslamî dinivisînim.
Tu li ser paşerojê
li ser hêviyê
û li ser rojên geş dinivisînî.
Lê belê ez jî li ser êşê,
li ser neçariyê
û li ser paşerojê pêşda reş dinivisînim.
Jiyan gulan diyarî te dike
û gulleyan diyarî min dike!
Tenê were!
Were
li deriyê min bide
û derbas bibe,
na, li derî nede
tenê were û derbas bibe.
Dilê deriyê min herdem
ji te re vekirî ye.
Ey çemo!
Ey çemo!
Bi evîn û hezkirin,
ez têm bal te.
Destên xwe vedikim
û te himbêz dikim.
Germbûn, aramî
û dilbakiya te himbêz dikim.
Qîrîn, herikandin
û xumxuma hinava te himbêz dikim.
Kefa devê te, pêlên te
û xunava ji rehên dilê te
difire himbêz dikim.
Ey çemo!
Ey hevalê min î hêja û delal,
ez dizanim ku te çiqas
jiyana damarên me,
lêvên me yên ziwa,
axa me ya qelişî
û zevîyên me yên tî avdane.
Ey çemo!
Ey hevalê min î hêja û delal,
ez dizanim ku te çiqas
birînên me,
û canên me yên westiyayî,
derman kirine.
Ez dizanim ku te çiqas
di rojên dijwar de,
barê me sivik kiriye
û ciqas li kêleka me rawestiyaye.
Ey çemo!
Ey hevalê min î hêja û delal,
ey hevalê derziyên nîçirvanên belegaz,
ey hevalê jin, mêr û zarokan,
ey hevalê quling, qaz û ordekan…
Ez têm serdana te dikim
da ku ji giraniya êş û xemgîniyê
rizgar bibim,
da ku ez vê kunêra nepixî derbikim,
da ku xwe ji sûç û gunehên xwe
yên dubare dibin, bak bikim,
da ku carek din vegerim
û bibim ew zarokê biçûk
û bi ava te ya zelal xwe bişom.
Ey çemo!
Tu çawa dikarî hedan,
aramî, aştî û şahiyê
di hinava min de biçînî?
Biherike çemo,
biherike hevalê min î hêja û delal,
biherike û vê gemarê,
vê ziwabûnê, vê tîbûnê û vê nepixandina
ku zikê erdê dêşîne
bi ber lehiya xwe de
û dûr birevîne.
Biherike…
Ez ji te hez dikim,
ji te hez dikin.
Newroz
Îro Newroz e,
li welatê xerîbiyê
di tenahiya xwe de me
çar mûman vêdixînim,
çar gulan geş dikim
çar aliyên welatê xwe
li ser dîwêr dirêsim
û rojên berê tînim bîra xwe.
Ji nişkê va, ba, civîkên
xewnên min difirîne,
difirîne ser çiyayê Kurmênc,
Ser çiyayê Hesî Xidir,
Ser çiyayê milê bavê min,
Ser çiyayê kenê diya min
û hêdî hêdî dadinişin,
agirê Newrozê vêdixin
û bi pênûsa baskên xwe dinivîsin:
Newroz li bejna te pîroz be
ey EFRÎNA delal û dilan,
ey hêlîna xewn û hêviyan,
ey dayika ken û şahiyan,
ey paytexta zeytûn û zeviyan,
ey meya li ser lêvên newal û geliyan.
Ey EFRÎNA min,
ey qibleya nimêja min.
Rojekê ji rojan em ê vegerin,
bi kela hezkirina berê vegerin
û bi kizotên dilên xwe
em ê dîsa agirê Newroza rûmet vêxînin.
Bila dost û dijmin,
peya û siwar
rêwî û mayî
xizan û dewlemend
yar û neyar
kes û nekes
bizanibin ku îro Newroz e
Îro roja herî pîroz e.
Belê,
îro roja şahî û strana me ye,
îro roja jîn û hebûna me ye,
îro roja azadî û ronahiya me ye,
îro roja Kurd û Kurdistanê ye.
Îro soz,
sond,
viyan
û NEWROZA me ye.
Ji ber ku tu Kurd î!
Ji ber ku tu Kurd î,
ew te bi kêr,
bi kêrdûsk,
bi xencer,
bi şûr
û bi palteyên nefretê serjê dikin!
Ji ber ku tu Kurd î,
ew te bi gulle,
bi tiving,
bi top,
bi tangan
û bi jehra nijadperestiyê dikujin!
Lê eger ku ew bi ser de jî,
te parçe parça bikin,
par par bikin,
bi daran darvekin
û hûr hûrî bikin…
Divê tu dev ji doza
Kurdiyatiya xwe bernedî
û herdem dubare bikî û bibêjî:
Bawerî û ola min,
erd û ezmanê min,
hebûn û nebûna min
û hilm û lêdana dilê min,
KURDISTAN e.
Sosretî!
Xweda bi mezinbûn
û hêza xwe ya bê sînor,
cîhan di heft rojan de afirand.
Mirov bi qelsbûn
û kanînên xwe yên sînorkirî,
dixwazin cîhanê
di rojekê de hilweşînin!
Bêdengiya bajêr di dema korona de!
Duh bi şev di navenda bajarê xwe re derbas bûm,
derbas bûm weke ku derbasî labîranteke
bi tirs, bê jiyan û kûr bibim!
Ne mirovek, ne afirînek
û ne jî pêjneke zindî hebû
ku aramiyê têxe gavên min!
Tenê ez û siya xwe
û çend çirayên zer bi hev re bûn.
Xwedayo!
Ev çi bêtar bi serê bajarê min î hêja de hatiye?
Ev çi tofan e?
Çi felaket e?
Çi xişim e?
Çima ev bajarê ewqas zindî û şênahî,
wisa bê mirov û bê deng bûye?
Min bêtir gav kir,
bi lez ji aliyê xaçexanê de
gihîştim qada mezin û fireh,
Min dît ku Beethoven -seydayê bê dengiyê,
nobedar û parêzgerê deriyên bajêr- hîn li cihê xwe ye.
Bi şahî ber bi wî ve çûm,
silavek germ lê kir…
Hêdî, hêdî aramî û hedan vegeriyan hinava min.
Bi gavên bawer û serbest vegeriyam malê.