Mehwî

Helbestên Mehwî

Mehwî (b. 1813 an ji 1831 − m. 1906), dadger, mutasawif û helbestvanekî kurd ê ku bi zarê soran ve nivîsî ye. Ji Mehwî gelekî helbest û beyt ên berhevok bi navê ‘Dîwanî Mehwî’ di sala 1984an de li Silêmanî hatine çapkirin.
Çiwar xiştekiyekan
Awî ‘eynimruzab e çunke nema
Înne ‘eyneyye teskubanî dema
Neş’ebexşêk e lêwîmeygûnit
Her be nawîmesîhî xiste sema
****
Herame wa berin nawî lebîmeygûnî to ehbab
Neken ta şust û şo sed def‘e lêwî dembe badeyî nab
Mepirsin boçî îmşew zullfekeyî canane pirr tab e
Her ew zullfe nebû emrroke kirdî ‘alemê bêtab
****
Demê be wîs‘etî kursî keremke pêmey reb!
Zubanî pêwe riwa bê be qed hemû kewkeb
Be ‘umrîNûhewe tewfîqî to bika îmdad
Le behrî şukirewe yek qetre bênime ser leb
****
Ehlî ‘îbretmawe ger, bê seyrîNasirşa bikat
Dû le dû sê kemşehî kird û kişêkî rê nehat
Hatî wa seyrî nehatî ken ke sed tîpan siwar
Pasewanî bûn, le naw besta piyadê kirdîmat
****
Têgeyiştinmexze, emînsane post
Xomeke bê tecrebe qurbanî dost
Tomellê yekmertebe, sedmertebe:
Dişmin dana be ez nadan dost
****
Ez dîrmixan amed yarimqedehe der dest
Xo fîtn e bû, pîrayeyî fîtneyşî be xoya best
Wa hatewe ey yaran, aşûbî dillefgaran
Mest ezmey vemeyxwaran ez nirgismestişmest
****
Çi ye emhemû tentene ûminminit
Emende çi ye fexr û bexkirdinit
Be rûçûnî awê dekeyî zîndegî
Be derçûnî bayek debêmirdinit
****
Şewê Leyla beMecnûnî dewit: Binwarre hallî xot
Be xorrayî ke çonit da be ba ‘eqill û kemallî xot
Ciwabî dayeweMecnûn: Eger taqet bibê lehzê
Le naw awêne da binwarrere husn û cemallî xot
****
Nesîmî subhdem! Şebgîriyê ta eskeleyî bêrût
Billê bew aşnaye: Bê çira ye Şamîmin bê rût
Be hîç însanî kamîl hîç niye serbeste û pabend
Xellatî îşq e Mehwî min ke serqonîn imû pêrût
****
Şêxî hemewendêkî deda pend û nesîhet
Ew qurrbesereyî dabuwe ber fehş û fezîhet
Xoş hate ciwab û witî:To heqq e, feqetmin
Qutta‘î terîq im, neku qutta‘î terîqet
****
Be teref emnexoşî bêçaret
Nigihî ken biçeşimbîmaret
Boye detinême perdekeyî çawim
Ke bipuşimez çeşimexyaret
****
Ewmesxereyî zeman e be şah û wezîrî kird
Ew ketine qetmellê be geda û feqîrî kird
Kilkêkî pêwe kird û berew jûrî jûrî bird
Têyî helldeda şeqêk û serew jêrî jêrî kird
****
Zallimî dillreqî rûgirjîmusullmanazar
Her be îza ye ke rengî bigerrête ruxsar
Berd eger ser neşkênê, be çî rû rengîn ka
Ke le pê hellçeqî ewsa ruxî gullnarî ye xar
****
Rolle! Ger hez dekeyî biye şarkurr
Pendî Mehwî  le giwê gire wek durr
Merdî azade qetmerrencêne
Kullu şey’în wela şetîmete hurr
****
Dillşeketî tîrî kêm? Çawî bizanêmeger!
Tuhmet e her kes billêm: ‘Înde Cuheynetîn l-xeber
Dilber û bêdad û naz, ‘aşiq û dadî niyaz
Xall e be rûmet dira, dax e niraye ciger
****
Emrojhellate nukteyekî xoş û dillpezêr
Derçû le demgedayekîmîskînî serbezêr
Dî niwêj eka xenî, witî:Her bo emane ye
Çî niwêjî ser be zêrr û çi nîskênî bezêrr
****
Dill fikrî kirdewe: Çi ye qîrimbuwe be şîr?
Pîranî birdewe ke ciwanîmî kewte bîr
Qamet nemamû piştî wekumêw û ronî nerim
Çewtawe, req hellatuwe, wek çewtemêwî pîr
****
Teb xalleyekî ciwan û le xayet beder lezîz
Derkewtuwe be teb le çeneyî dulberî ‘ezîz
Wek sêwî zîwî le‘il tiya te‘biye kiraw
Ya topî gull ke xunçeyekî derbiçê le rîz
****
Ehlî fezill aramû ronakî ne şew eslla ne roj
Bo niye û nabê, ke emrro rojî naehlan e roj
Fezill û cewher bote neqis, emehle boyemfesill eken
Seg zubanî derdekêşê, çi buwe, çî tawan e roj
****
Heqqî be dest e ger riqî hestê reîsî Caf
Şe’n û şkohî bû be kewayêkî bêsîcaf
Min bimle batî ew le riqana sibeyî ke wa
Mahî siyame tobe dekemdeçime î‘tîkaf
****
Niye be xeyrî ememhîçî tir umêd û emel
Le baregahî celîlî celîlî ‘zze we cel
Be cahî rohîMuhemmed le wane bê Mehwî
Cemalî pê biniwênê ewanî ca’e ecel
****
Perwazî cane, royinî canane, werine boç
To gorewî lepê dekeyî ûmin le dest eçim
Hestanit her qiyamî qiyamet niye, çi ye
Bê dexllî çeng û neymey lemest eçim!
****
EyaMarif Begî ‘alemle ber desta hemûmezlûm
Le heqqî xoyî eto emxaneqayet kird ewamehrûm
Be kul dinya be kamit bê heta heyî sade, rojî heşir
Xudayî em‘aleme bîlkul le xufranit bikamehrûm
****
Her giftûgome, keçî her dellêmû tê nagem
Her cust û come, keçî her derromû pê nagem
Çawimriwa û goşeyî ew ebrowemnedî
Dill bû be behrî ‘ilûmû le elif û bê nagem
****
Wekumehrûmî noşînîmey ew le‘lî noşînem,
Le zewqî çeştinî nêşîmujeyişî bêbeş e sînem
Gehê derdê deka derman, be qetllê geh deda ferman
Menimkez xayet hirman ne ba anem, ne ba ‘eynem
****
Ew şerranî,min umêdî aştîm
Pir xelet bûd înçema pendaştîm
Kê le baxî qudsî hellkendim, her ew
Naşitî lemşorezaremnaşitîm
****
CenabîMuftî efendî! Rişêneyek baran
Le dilltî şiştewe neqşîmehebbetî yaran
Xeyallî êwe be lêşawî tund û tîjî siruşk
Neçotewe le ‘eqîqî dillî wefadaran
****
Birînanî derûnim, çawekem, wek çawime wêran
Le wêranîmepirse, hemder û hemnawime wêran
Be dill razî nebû royî, le hucre hemle ber çawim
Be carêmallî dillimû xomû herdu çawime wêran
****
Çû ew Fîr‘ewne hîze bo cehennem, qurr be serHaman
Debê esbabî zûtir çûne xizmet ew bida saman
Le wane û hemle emsalî ewane, ya rebî her an
Cehennempirr biken, cennet tehî bê bomusullmanan
****
Çûte çimsirûyî çiman eşkimçiman
Çimli çimcarî nebî bû çimçiman
Çimle bîdarî çimî bextî çimî
Çimdika dîwit li çimkimtir çiman
****
Binûse, pîrî dillimemrî kird, îta‘emkird
Le îbtîda we ke beytêmunasibî dîwan
Gedayekî weku Mehwî , qelenderêkî kurd
Mîsalî padşehî furs e, sahêbî dîwan
****
Erbabî xîna ewende xerre be zerr in
Bê bonî behar û dîtinî co dezerrin
Emiyan emeqamû besteyan naşikurî ye
Ye‘nî dewerrin eger demê bê nezerrin
****
Eger Leyla, eger Ferhad e, ta heşir her bibinmemnûn
Le yumnî ‘îşq e, feyzî husn e, wa bemrutbe naîl bûn
Deken reştalleyekî deştekî basî le gell Şîrîn
Deben berd hellkenêkî kêzirî nawî le gellMecnûn
****
Lew sawe, nûrî dîde! Ke çawimbirrîwemin
Bo hatinit le rêge ke çawimbirrîwemin
Haîl nema le beynî berî pêt û dîdema
Fermû ke perdekeyî sebelimhellbirrîwemin
****
Eşkimqetarî best û henasemsiwar bû
Rohimçuwe be qesdî sefer key siwar bû
Lew sergiranî naze bipirsin le ser çî, boç
Bêgane bû le yar û, be bêgane yar bû?
****
Empareperistane le xoyan ke deçin zû
Dexllî ne pelî dêw e, ne bayî ballî perî bû
Aqil lin û feqet fê le gellî dîtinî pare n
Mahî newî emqewme hîlakî qemerî bû
****
Reşê, bo kuştinî, yek rûreşî be destewe bû
Be diziyewe witî: Fitwa de, ruxsetimfermû
Witim: Ke derdekewê zû ke emxezakere to yî
Be destî sewz û spî bu neweyî cemal û rû
****
Şembe bo raw. Be yekşembe bîna danê. Be duŞembe
rîhlet ke.Hecamet bigire ger sêşembe bû
Çiwarşembe bo dewanoşîn û şembeyî pêncemîn
Bomunacat û du‘a ye. Cum‘e bo tezwîc û şû
****
Le dewrî dillmî ke dî emhemû xemû te‘ebe
Derûnî keyl e le zuxaw û derd û ta be lebe
Witî: Bibê dill e!Wek to xerab û şîfte hall?
Bellê heye lemin aşiftetir, willatî bebe
****
Dillimwek xunçe pirr xunî (fîraqî) sebzpoşêk e
Weku sunbul hewasimtefireqeyî kakollbedoşêk e
Ke şayed bêtewe bo seyrî şînî emsiyabexte
Bemergî Mehwî  ey ney nalleyî wey def xiroşê ke!
****
Yekê pirsî: Ke pêxember le gell emşewket û şane
Çimucîbmuttesîl pirrfîkret û daîmbeehzan e?
Le paş elîf û ewend emciwabe ciwaneyî dayewe şeytan
Emeyî dîwe ke ummet wa esîrî nefs û şeytan e
****
Mehwî  ke xeyrî destî du‘a hîçî key niye
Me‘zûr e, pêşkiste nehatûte te‘ziye
Ew ecre gewreyet ke le ber çawî ew heye
Mecbûrî kirduwe ke be ser bête tehniye
****
Meylî tîba‘ û dill be cinûn e û be harî ye
Neş’eyî nesîmî subihdemî newbeharî ye
Bemzariye ke ateşî berdaye cergî gull
Bulbul,meger zûbaneyî dilliye le zarî ye
****
Zeman e be‘ze kesanê le pirr ke helldebirrê
Ewendeyî helldebirrêtin heta le kel debirrê
Be yek-du kilke berew jûrî birdewe dinya
Be taqenuke şeqêkî firrê deda le pirrê
****
Rêyî xiste xestexane ke yarî xiciste pey
Cêyî çawezar e Mehwî ! Emesrare dernexeyî
Sayeyî humayî dewllet e kewtote ser serit
Dawênî hewrî rehmet e,miftî le dest nedeyî
****
Hey le jin kemtir!Mu‘ttel boçî, neyjen! Lê de ney
Saqiya! Saqit şkê, bes rabiweste, bênemey
Ew qurrumsaxe dellên pîrîmuxan e, pêyî billên
Pîrî axir şerr!Derîmeyxane ta key dadexeyî?!
****
Be bê bezmî hizûrî to heramimkirduwe bade
Newek bişkê be neş’eyîmey xumarî derdî bêtoyî
Lemîhnet xanekeyîmin da, be bê to her bira roye

Ke carê êwe napirsin lemin boçî bira royî!


Lemeyxane, Xuda, ger ême derçîn,
Be kê beyn îltîca, bo kêhe derçîn?
Ke ême çûne cennetman be to da,
Le ême la de zahîd! Ême her çî n
Xet û zullfî be yek da dê le ser rû
Meger zeng û xeta şerrî ye le ser çî n
Le baweşima dedamewc eşkî hesret
Kemertî girte baweş ta kemer çîn
Ewende teng û naxoş e, le dinya
Xoş e derçûn, egerçî bo seqer çîn
Serit pê lazime,meybaze Mehwî
Debê dulber ke hat ême be ser çîn
Mehallat e le bendî zullfî derçûn

Çeha çîne, çeha çîne le ser çîn.


Hemû ‘alemit e pabend û le daman
Keçî destî kesit nagate daman
Duhatî Ewropa wek ehlî dêhat
Le çareyî derdî ‘îşqa cumle daman
Bira!Merdimdewê ‘eqllî nelengê
Be lenceyî naz û ‘îşweyî new nemaman
Le gell zanit dekewiye koşî dinya
Sibey qatîlit e, emro botemaman
Ser û samanimit pirsî,mepirse.
Serî to xoş, ne sermawe ne saman
Xurûrî husn e fîr‘ewnî be to da
Reqîbî seg be çî bû bû beHaman?!
Le dinya da wekumindallî nakam
Be nakamî deçin dinya be kaman
Behanemegire, lew camane camê
Keremke, saqiya, bigire ricaman
Be kulfet ew, be ulfet emgiriftar
Weku yek zahîd û Mehwî  le daman.

Wek gull hemû deme derewemser be ser zuban
Wek xunçe ye derûnî, dillî gull le ser zuban
Ye‘nî, ke zîkrî zahîrimû fîkrî batînim
Her wesfî lêwit e, be hemû dem, be her zuban
Nawit debem, dillimbe zubanimhesed deba
Yadit dekem, le gell dillekemdête şerr zuban
Dê basî dîde û leb û guftarî to bikem
Badamû şekker û nuqullimdête ber zuban
Her herfî kuştin e ke demî pê bipişkiwê
Emtûtiye be xûnî pijawemeger zuban
Bo şukrî cewrî ew du biro ye le qetillma
Her binmiwêkemîslî gullî şestperr zuban
Her emzubane ba‘ise bo serbirrînî şem‘
Mehwî ! Serimrehet buwe bêllê eger zuban.

Be nûrî bade keşfî zullmetî teqwa nekem, çi bikem!
Be şem‘êkî weha çarî şewêkî wa nekem, çi bikem!
Le xezneyî dillimda herçî heye, her daxî sewda ye
Desa emneqde derdî ‘îşqî pê sewda nekem, çi bikem!
Le gell destîmela rê nakewê zunnarî zullfî yar
Weku Şêx îxtiyarîmezhebî tersa nekem, çi bikem!
Le rêyî ew şoxe da xomkirde xak û pêyî nena pêma
Desa xakî hemû ‘alembe ser xoma nekem, çi bikem!
Demêk e şarî pirrşorîmehebbetmat û xamoş e
Be qanûnî tecennun şorrişê înşa nekem, çi bikem!
Le çawanimnema bo giriye, nobeyî secde ber derî ye
Siyasallimnebare, niwêjî îstîsqa nekem, çi bikem!
Le ser tomduşmin e dinya, qeziyyemmani‘u l-cem‘ e
Ke terkî to nekem, terkî hemû dinya nekem, çi bikem!
Becêmawimle yaran, nabecêmawim. Ecel, zû be!
Bemirdin lemqisûrî jîne îstî‘fa nekem, çi bikem!
Ewa Leyla be rojî heşir eda wadeyî lîqa Mehwî !
Heta qamî qiyamet, ah û waweyla nekem, çi bikem!

Be pîr ewmahewe çûmû be ser çûm
Perî bû, ew nebû, şew bû, be ser çûm
Tellê nêrgsimû baxî hîretimpê
Be ferr hat û weku gull zu be ser çûm
Gilleyî pêşimle ser ser hembuwe bar
Ke dîmin dulberimhat û be ser çûm
Dezanimbadiyeyî ‘îşq e xeternak
Keçî her çûm, egermamû eger çûm
Le hînî nez‘î roha, rohî ‘aşiq
Witî:Oxey lemîhnet xane derçûm
Be oxirkirdinîmin bûme qeqnes
Ke ew çû bo sefer,min bo sefer çûm
Witî:Qet wameye,min wa we her dêm
Nehat ewa wa qet ûmin wa we her çûm
Şukirmurimbuwe pamalîmîrê
Be bê namî jiyamû namewer çûm
Xemî qatîlime Mehwî !Munfe‘îlma
Le heşra kifnî xwênawî be ber çûm.

Binazimmin be kufrî zullfî to ey afetî îslam
Ke estobendî cîzyeyî xistemil îmanî xas û ‘am
Be def‘î sîxnî kirdin le zahîd raxîbîmey bû
Keçî saqî witî:Nadembe kemfamezmeyî gullfam
Le rojêkî felek saqî buwe, tê fikre lembezme
Qedeh aşame her nadan û her dana ye xûn aşam
Fisaneyîmin buwe zîneyîmecalîs, aferîn ey ‘îşq
Çeha bê namûxamî wekminit kirdote sahêb nam
Be hîret lew gullendamemke wa badamî ye çawî
Dillî nazik weku gull, hemreq e wek tiwêkillî badam
Binagoşî le çînî zullfiya derkewtibû, det wit
Eme bazî spiyî subh e, çuwe bin ballî zaxî şam
Be Mehwî  kê xeber da bo sefer çû ew dilarame!
Hicûmî xembe carê hat û yekser barî kird aram.

Perwaneyek be bilbilî wa wit ke bu l-fizûl
Sûtan e îşî ehlîmehebbet, ne hûlehûl
Çawî le we‘dî kuştinîmin çawî dizîwe
Xûnkarî wa debê le qseyî xoyî neka nikol
Bemîxtîsase sa serîmin bo negate ‘erş
Hat û le serimî da, witî: ebeden bîma ye’ûl
Wek dêwî le‘netî ke kelamî qedîmî bîst
Zahîd ke basî ‘îşq ebîsê, dête cûlecûl
Seccademey piya rijaw imû ‘uryan û leşbexûn
Niwêjimmezenne wa ye lemew la biken qubûl
Derçû le heddî xaye ‘urûcî decacîle
Ya rebbî to bikeyî ke bika Îseyek nizûl
Zallim! Siibey be zerre hîsabit le gell deken
Emroş, etomebûre, hîsabit bike be pûl
Rêgeyî huda terîqetî ‘îşq e, de Mehwiya
Werin û piya birron û sellû ‘ela l-resûl
Her emterîqe bû be hemû sehbî girtiyan
Royîn piya heta geyinemertebeyî wisûl.

Ke şêx û wa‘iz û sofî be cennet ben ged û gîpall
Debê emsalî ême bo cehennimben sirr û sîpall
Be dersîmin neşaWe ş-şemsî parî tell‘etit, emsall
ÎcazemdemutallakirdinîWe l-leylî xett û xall
Le çawimxwênî carî kird û hemrengî le rû birdim
Emaşûbî dill û dîn e be lêwî all û çawî kall
Ke seyrî ayneyî kird û le paşan emkelameyî dî
Witî:Min hembe bê tîmsal û emşî‘rane bê emsal
Zubanî wa‘izî bêdill dirêj e derheq ehlî dill
Becêş e, xeyrî ewmilpane kê bê hellgirê oball!
Ke rêyî ew şahe kewte emmeqame, cê be cê hesta
Witî: Emzate sahêbhall e, heyf e kewtuwe bêhall
Çi xoş e bemhemû ‘îsyanewe ya rebbî bimbexşî
Bibexşe, bigire dozex xollemêşî kembo yekmisqall
Be bê yarêmeçoreme‘rekeyî esfendiyarî nefs
Ke lemmeydane da her pîrezalle Rostemî bêzall
Be xemzeyî nazewe ew serûyî naze key çuwe gullşen
Ke nêrgis wa buwe çawî spî, serûyî buwe topall
Ke bimirê ‘aşiqî zarîmelaîk bên û bîbînin
Dellên embaqe çîlke nagirê ya reb berê gopall
Sema‘î sazî ‘îşq û rêge bo parranewet Mehwî
Le ber qapî gelleb bê, giwê debê kerr bê, zubanit lall.

Zemaneyî pirr te‘eb detkate tîrok
Le tê nanit dedatê du beşî nok
Piyalleyî dîde le birrêz e, dilla toş
Bicoşe, sazî nalle hembibê kok
Be nokî tîrî şoxêkî kewa çox
Le berma ten buwe cameyî birincok
Be kullmî alliya alla xetî sebz
Tirincî kewte ber pençeyî tirincok
Ger emrîş û sereyî zahîd le gell bê
Debê cennet be deştî şing û pîşok
Reqîbe le‘netî, ‘aşiq dekeyî recim
Le batî seg dekeyî şêrê semendok
Be xorrayî le  Mehwî  bes birrence
Necîb î,megire wek ho kill, begim, hok.

Pirsra hallim, ke min kewtim le ber pêya dirêj
Ew witî:Her sêberî dîwimbuwe sersamû gêj
Ta le dewrî lêwî allî xettî sebzî bû ‘eyan
‘Aşiqanî cumle wek bengî debînimgêj û wêj
Wamuşewweş bû kemîhrabî birotî dî îmam
Îznî xellqiî da ke dinya axire, bo dêne niwêj
Abrrûrêj e wîsalî yar û xwênrêj e fîraq
‘Alemî ‘îşq ûmehebbet her birêje, her birêj
Kê le gullzarî nîşata gullbunî şîrînî naşt
Ew le kosarî xema Ferhadî kirde lalenêj
Her be tîrê xistimî, hellyawesîm, îşîminî
Bes le kurtî birriyewe, ‘umrîmuje û zullfî dirêj
Nebuwe qet Mehwî , witî, bûnîmin û to pêkewe
Husn e awî zîndegî, ‘îşq agirêk e dillbirêj.

La ‘aşe sîwa zîkreke qelbî we lîsanî
Ey anike bename hemçûMesîhay zemanî
Her xemkeş û hesretbeşî Ferhadî hezîn im
Lew weqte we to Xusrewî şîrînî cîhan î
Der arezûy le‘le lebit eşk çew le‘lim
Ey le‘le dil ez le‘le lebit le‘le yemanî
Rehmê ke be hallî dillî xemkêşî xerîban
Cananeyî can î, çi ye her yarî zubanî
‘Uşşaqî ciger soxte her hesret e beşiyan
Lutfî niyeme‘şûqe le bo ‘aşiqî fanî
 Mehwî  be xemez yar be hicran cifayiş
Lew eherubumîn hubbîhî fe l-lahu cefanî.

Dillim derhat û to her der nehatî
Nehatî, her nehatî, her nehatî
Ke emxende û qise û lêwet heye to
Le batî şekker û nuqill û nebatî
Dedeyî wadembe qetill emrro, sibey hîç
Eto şahî, çi ye wa bêsebatî!
Le dinya cennetî xo dîwe her kes
Ke to bî hazirî wextî wefatî
Eger roj e, bitîmin!Her bitê bê
Serewjêr e ke to wek roj hellatî
Ke Xizir ew xak û xollî berdereyî dî
Witî:To xak î, ya awî heyat î?
Ruxîşî kirde ew la, deyşpirsî
Be şoxî, şahîmin, to boçîmat î!
Ke daxî sînemî dî, derdî damê
Witî:Morit heye, sahêbberat î
Ke şîrîn û terrî dî şî‘rekanim
Witî: Mehwî  kemîrawî Furatî.

Le sayeyî dewrî çerxî sufle perwer lek be lek dediwê
Segî awatexwazî êskî wiştir le şek dediwê
Debînimşêrî şêr efgen dellekkewillî deka, debiyem
Be kollê kilkewe rêwî le gell kewillî dellek dediwê
Debînê Bayezîd e, wek yezîdêkî debînin xellq
Be bê perde şeyatînî le ehwallîmelek dediwê
Ne nawî roj ûmeh birdin, ne basî sedir û şeh kirdin
Muwehhîd her debê her yek binasê, her le yek dediwê
Muneccîm‘umrî zayi‘ bû le behs û fîkirî eflaka
Ke pîrêjin hemîşe her le ehwallî xerrek dediwê
Be taqefexrî Kîsra, her xewerrneq fexrîNu‘man e
Denîhîmmet weha ye her le gell kuçik û kellek dediwê
Zemaneyî sufleperwer wa rewacî sufleyî dawe
Ke daîmew deme siwêre le gell nan û nimek dediwê
Pekî tê da reqîb ew şoxe kuştinmî ke lê pirsî
Îradeyî karî xêr ellbette şeytanî le fek dediwê
Mûmeyyîz çerxî keçrew bê, nekeyî Mehwî  kemallit xerc
Zûbanî têxî ew derheq be herfîmin le hek dediwê.

Nellê merdim ke dinya piştî lew, ew rû le dinya bê
Ke pûrî zall e, boçî pîrezallî pê reza nabê!
Le derwêş û le şa emfahîşe axir deka haşa
Ger ehlî xîret î, ber lew le xoyî û ehlî hasa bê
Eger tacit le ser ka, sertî pêwe qut eda axir
Mubarek keyî debê ew xel‘eteyî wa xel‘î le diwa bê
Sibey xakit be ser, wekmin debê tehte s-sera bê cêt
Billa emrro ke xewtîmesnedit textî sureyya bê
Le ber her daderrinrê cil, çi pînawî, çi çînawî
Debête luqme luqme paqle ya paqlawa bê
Bira, fikrî çira! Kîbrîtî firset ta le desta ye
Şewî yelda le pêşe, rojî ‘umrit wext e awa bê
Bikeyn ah û fuxan û agirê berdeyne xan ûman
Xerabatîmehebbet heyf e bê aşûb û xewxa bê
Le gell feryad û giriye hazir e feryadres Mehwî
Lî yebkû rê deda pîrî terîqet tîflî sawa bê.

Heqqen le reqîb ew ber û dergane herame
Lew dêwe, ke emtextî Suleymane herame
Qîlêkî zeîf: Ahî hezîn îzn e le ‘îşqa
Giryanî bekull, nalleyîmestane herame
Sûtanî be bêdengî ye adabîmehebbet
Wek bulbul emefxane be perwane herame
Wa derbeder e dill, wetenî sînemî win kird
Lew şêre xwêrrî buwe emlane herame
Deywit ke be rehmenmehî rûyî emsenememdî
Ger bit eme bê, xizmetî bitxane herame
Min padşehî ‘îşq imû her daxî cinûn im
Tacî ser e, baqî ke le dêwane herame
Her koken ûmecnûn e kurrî kêw û biyaban
Xeyrî kun û qujbin ke le ferzane herame
Bê daxî nedamet dill û bê derdî esef can
Lemkalî bed e dill, le dill ew cane herame
Xwênawî ciger, goşeyî beytu l-huznî bû
 Mehwî ! Bes e,meylîmey ûmeyxane herame
Be efsûn û du‘a tesxîrî ew şoxe çi îmkan e!
Xeyallî xaw e ‘enqa nakewête dawî efsane
Hucûmî ‘aşiqanî dî kemiştê ciwênî pê bexşîn
Be ser xotanya dabeş biken, sa beş bika ya ne!
Xullamane serimdana le ber pêya, weku zullfî
Keçî ew herminî xistote pişt giwê wek xullamane
Sekîneyîmertebeyî sûtanî ye ateşperistî ‘îşq
Eger sahêb îradet bê ‘eceb pîrêke perwane
Be bê to seyrî gullşen kirdinimher wehşetî berda
Gullimdî cameçak û bulbulimdî xerqî efxane
Nesîhet bê bira! Ger rolle bûmerrwane bo aba
Gewahî ‘edlî emde‘waye pûrî pûrîMerwan e
Meta‘î sîdq û îxlasimle bazarrî riyakaran
Le sûreyî ”qul huwe l-lahu” dekemlemmuşrîkistane
Ewendemlew qed û ballaye aşûb û bella dîwe
Le seyrî seruyî baximxayleyî xûlî biyaban e
Nema cêyî ew cigergoşe,meger roh û ewîş derrwa
Cigersozane dill biriyane, dîde pirr le giryan e
Çi berqî cîlweyek hewrî beharî kirduwe bêtab
Be nalle û giriyewe dêt û deçê wek tazedêwane
Siyabextî lemecnûnîmin îtir çî dewê Mehwî
Serimşêwawe, rojimtîre ye, hallimperrêşan e!
Şimşad e eme, ya qed e, ya seruyî rewan e
Ya ‘er‘er e ya nexlîmiradî dill û can e!
Daxo eme egrîce ye pexşawe be ser da
Ya sunbul e kirdûye seba zullfî be şane!
Ahoyî xuten e cîlwe dekatin le xeta da
Ya çawî reşî fîtnegerî surmekeşan e!
Dill hayime daîmke eme qetre ye daxo
Ya cuz’êkî bêcuz’emusemma be dehane!
Emmey sîfetî xûnxore wa nazik û sûr e
Yaqûtî leb e, ya gull e, ya qûtî rewan e!
Nallandimû fermûyî ke emawaze hezîne
Ya Mehwî  ye, bulbulekeyî fesllî xezan e
Le rojî helldar emkonime xeymeyî tan û poşîn e
Le sayeyî da şerabî bezmî ‘uşret giriyecoşîn e
Debînî cêyek emrro bezmî ‘eyş û badenoşîn e
Sibeynê zû zemane wez‘î gorrîwe, le noşîn e
Le kê pirsimdillî bo pirr le xwênî hesret e yaqût?
‘Ezapoşî çi ye û kê ye, cilî pîroz e bo şîn e!
Beharêkî ke daxo bê, neyê, hey bên û şînê keyn
Felek her şîn e, sehra şîn e, kêw û lêwî coşîn e
Witim: Bo rût û pût in û ew kesaneyî ‘aşiqî rût in?
Witî: Şan û şkohî zînde dill her jendepoşîn e
Sefayî safî ciwanî royî û durdî pîrî hat
Xumarêmawe bes emşew le badeyî bezmî doşîn e
Kurrî bê, ta ser emdayeyî zemanememkî kes nada
Ke se‘b e şîrî şefqet Mehwiya lemşêredoşîne.

Çi xeyallêk e lîqa bê be fenaçûnî cesed
Ta perîşan neşud kar bisaman nerised
Her dillê pê we nebê dax û xetî cê demî têx
De‘wiyî ‘îşqî bibê de‘wî ye bêmor û sened
Exllebeyî tekiye û dergahî bîladî Romim
Pişkinê, dê, Çelebî her cellebî bû, ded e ded
Xew ezanê niye, deywit: De binû bême xewit
Nêk bextimbe wenewzê bike, ey bext emeded!
Daxî kone û şebeqî taze le sîneyî çaka
Têkell in, seyrî heye pirr le gull û lale sebed
Xeyrî wehdet le wicûd da niye, kesret wehime
Şade tekrarî yek e, menşe’î ewhamî ‘eded
Çarî her derd û xemê kirdinemirdin, çi bika
Neytiwanîwe bika çarî xemû derdî hesed
Her kesê çawî ke bew cîlwemunewwer bûbê û
Kesî key bête nezer, dîdeyî pirr bê le remed
 Mehwiya ba besî bê şîrkî teşebbus bemû bew
Bigire bes damenî tewhîdî huwe l-lahu ehed.

Mahî min rojê le rû la da nîqab
Şewmeger hellbê le şerman aftab
Lêwî her hate qise, rohimçuwe
Bo sualî ew, bellê roh e cewab
Ezyetimkemtir deda, da rojî heşir
Zorî ranegirin le gellmin bo hîsab
Rame hetta bo segêkî wek reqîb
Ew cenabe her leminiye îctînab
Zilleymu‘ellîm, ew gullî rûmetî ye xiste teb
Tebbet yeda Ebî Lehebî bêedeb we teb
Azarî damû her kese kirdî le girdî xoyî
Hêzimkeşî cehenneme hemmalete l-heteb
Zahîd, Xuda le nawî berê, nawî ‘aişqan
Boçê deba ewende, Xudaya, be bêedeb!
Dill her be daxî ‘îşq e eger îmtiyazî bê
Wek noqteyî întîxab e le ser şîirîmuntexeb
Wa‘iz lemin billê be nezer te‘ne bes bida
Dînî bitan e dînîmin, ewmezhebî zeheb
Her rojemirdinêkî ye bijyê be rohî wa
Destî ke wê begirtineweyî destî bo teleb
Babî witî be hame: Xezeb. Ew billêse ye
Berbote rohî babit û ber ‘umrî bû leheb
Hemdemkujêt û dîn û dillîşimdeba, dellê
Minmen qetel, emîş e qetîlim, liye s-seleb
Mehweiyî wit û zubanî ciwabimnebû, gerra
Lêwî le lêwim, ew deme rohimgeyişte leb.

Bo gumbiwanî çollîmehebbetyetî, Xuda
Tebşîrî wesselamu ‘ela tabi‘îl huda
Mustexnî ye lemennî sefîne û sefînewan
Her kes ke îşî her be Xuda bê, ne naxuda
Dill boye xoşiy dê le nexoşî be pirr bedill
Bîmare çawî yar û xoşî dê le derd û da
Be Xuda qesemle gell dillî xallê le sozî ‘îşq
Tekrarî herf e, bes demî pirr ya Xuda Xuda
Guncayişî celalî xeyallî ewimle dill
Cê bo newey sema ye le yek dane kunc û da
Lew rojewe cuda biwe lêmew perê weşe,
Rojimreş e, şu‘er û dillimlê biwe cuda
Bes karî dilltiwênewe Mehwî  le pêşte
La yehsebu îlla nasîn en yutreku suda.

Lê Binêre

Çîmen Adil

Helbestên Çîmen Adil

Çîmen Adil ji dayikbûna sala 1990 bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevana beşê wêjeya frensî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !