Mele Ehmedê Heyderî

Helbestên Mele Ehmedê Heyderî

Mele Ehmedê Heyderî, helbestvanê kurd ê ku di çaryeka dawîn a sedsala 19an û nîvê yekem ê sedsala 20an de jiyaye.

……û dused selamhayê Xuda
Ber cenabê an şekerxanê Xuda
Misk û ˈenber xoş bibarin li qedê
Em muˈetter bin bi balayê Xuda

Ey Xuda tu melceyê min şahê min
Serwerê min rehberê min mahê min
Mefxerê min her di weqt û gahê min
Şahê baz û çeşmê şehlayê Xuda

Misk û xal e xoşfisal e çavxezal
Şox û şengê şems û rengê pircemal
Xeddê al e qedd û qamet bêmîsal
Xal û nîşan necm û zehrayê Xuda

Xal ˈebîr û sadenûra dilpezîr
Bêqusûr e wird û cûra tevherîr
Mah û xûrşîd in di ruxsarê munîr
Nar û nûrê Tûrê Sînayê Xuda

Bêmîsal e bejn û bala ˈerˈer e
Dêm çi sorgul xal û mişkên xawer e
Çeşmê sor e cismê nazik enwer e
Ziyneta Firdewsê xezrayê Xuda

Ez ji ˈişqê dilkebab im suxtehal
Daxidar im bêqerar im mah û sal
Hesreta min wusleta nûra zelal
Muntezîr mame bi fermayê Xuda

Mah û salan bêsukûn im bêmefer
Hîcreta min ez gerandim der bi der
Can li min zor kir ev ê rencê di ger
Şubhê Mecnûn im di sehrayê Xuda

Min ji zatê wê divabû wusletek
Yan bi ˈeynê eşkê rengîn rûˈiyetek
Axirê berda dilê min hirqetek
Narê hesret sohtî îmˈayê Xuda

Abê zemzem kewser û ˈeynul-heyat
Hor û xilmana ji nûrê lebnebat
Navê min bêwusla durra nûra zat
Min bi şehda nav bi mewlayê Xuda

Dil di zindana evînê mam esîr
Bêkes û sergeşte û jar û feqîr
Lê dibarin her seher mizraq û tîr
Ah û nalêm ta bi ˈuqbayê Xuda

Mubtelayê bênewa ye Heyderî
Derdmendê Ehmedê dil kerkerî
Weslê dilber hem şeraba saxerî
Her li bîr e nûrê yumnayê Xuda.


Îro ji destê muhbetê dîsa li min nîn e tebat
Yexsîr kirim mehcibhetê pabesteyê xeyrel-heyat

Yexsîr kirim dêmenwerî nûrqameta ez muşterî
Mûyek ji sethê xawerî nadim bi ˈîd û ˈerefat

Bi bejn û bala dilberan bezm û civata begleran
Çibkim bi qesr û penceran hor û cînanê ˈaliyat

Dêmsorgula Baxê Îrem pir kir li min derd û elem
Subh û mesa qêran didem gêj bûn ji ber sîtteyn cîhat

Gêj bûn ji qêrînê di min teyr û melayîk îns û cin
Kul kir cîger dil bir ji min rengesmerê şêrînsifat

Dil bû di ˈişqê da nehîb serxoş kirim husna hebîb
Geş kir li min narek ˈecîb xistim ji nutq û îltîfat

Nayêt ji min nutq û kelam dûr bûn ji min kam û meram
Şevtariyan xew bû heram zehmetkeş im nîne necat

Zehmetkeş im nîne mefer ˈeşqê li min dil bêxeber
Nageh kirim zîr û zeber weryan ji min çeng û qenat

Weşyan per û çengê di min efxan û ney dengê di min
Têtin heta kengê ji min ahan bikêşim sed luxat

Ah û fîxan û nale nal têtin ji firqa zor rital
Jar û zeˈîf im wek hîlal ˈişqê li min kir ev xelat

Ya Heyderî ger sade î wer da biçin meyxaneyê
Têkil binoşin badeyê Ehmed bîla mey ˈumrî fat.


Eşqê vegirtim ez bi şîr ya zel-kerem kanê ferec
Bestim di zindanê esîr min çav li rê hanê ferec

Mehpûs û bend im mah û sal rencûr û mehzûn û melal
Tenxeste û dil nalenal jar û perîşanê ferec

Nalîn peyapey tên ji min ah û heyahey tên ji min
Mislê def û ney tên ji min nîn e li meydanê ferec

Fikr û xiyalan best im ez kerb û mitalan gestim ez
Lew bêkes û bindest im ez bênam û nîşanê ferec

Eˈza li min bûn pare par ˈişqê dil û cergê me xwar
Lebteşneyim ya Kirdîgar qitrek ji ˈummanê ferec

ˈişqê kirim mest û nezan dîwaneyê rûyê cîhan
Nageh li min bûne nîhan Îran û Tîranê ferec

Endam di nar im roj û şev tîr lê dibarin sef bi sef
Eˈza hemî weryan ji hev heyhat e dermanê ferec

Bayê evînê karî bitin narê li ˈaşiq har bitin
Dûr û diraz e sar bitin bêhukmê baranê ferec

Zehmetkeş im ekser ziyan exleb ji derbê çaplîyan
Derman di leˈilê tutiyan der qesr û eywanê ferec

Îro di hebsa xurbetê ez dê bikêşim zehmetê
Hetta bibînim fursetê rûnêm li ser banê ferec

Cansohtiyê dil kerker î bêdil di destê ejder î
Sebrê bikêşe Heyderî bişkên derê banê ferec.


Zahirê hîcrê li min da ez kirim wêraneçax
Batinê ˈişqê li dil da lew dirêjim eşkê nax

Çeşmê min dayîm bi xûn in lê ji ber ˈişqa derûn in
Dem bi dem nalînfezûn in pîşeyê dil bû surax

Dil li min bû pare pare bilbil im gul nadî yare
Min nema sebr û qirar e lew ji min tên ox û wax

Bilbilê medhûş û mest im bêdilê cama elest im
Sohtiyê sorgulperest im sîneyê min bû du şax

Muhbetê sîne hedef kir dil bi şimşîran telef kir
Min ji ber ah û esef kir pir ji min çêbûne xax

Min gelek ah û keser tên her seher tîr û teber tên
Dil qelaştin xwê li ser tên qisseta min bû firax

Qisseta min pir dirêj e mesˈela ˈişqê ji mêj e
Lazim e şexsek bibêje hiş li ser min bû îrax

Lazim e pîrê mubarek bezm û dîwan û tidarek
Mesˈelê helke bi carek hûn bidêrinlê qulax

Ez xerîb im dil bi derd im ˈaşiq û dîwanemerd im
Lew hezîn im rengizerd im jar û xeste bêqonax

Ah û nalên bêşumar in roj bi roj zêde hezar in
Tîr li cergê min dibarin mewzîˈê wan ma sûrax

Ateşê ˈeşqê huner kir Heyderî sîne sîper kir
Ehmedî nalîn ji ber kir cerg û dilxûn mane fax.


Îro seher min dî mahên qametek ˈerˈer
Dewra qemerê min dî her goşekî sed ejder

Reşmarê sîmîn ser bûn dilmanendê nişter bûn
Têkil kederê min dî dil girtin kirin deh ker

Girtim ez perîhorê mey da min bi ferfûrê
Xemra saxerê min dî bêhiş dikirim bedter

Min noşî meya ˈeşqê dor avête ser meşqê
Şewqa xawerî min dî da erz û sema yekser

Dara`yêxudancah im sultanê sehergah im
Nazikbeşerê min dî nadim ez bi sed kîşwer

Bêˈiîsm û ser û ber bûm nageh ku muzeffer bûm
Hadirbeserê min dî sorgul daneyê ˈenber

Sorgul ku şekerxab in bilbil bêkeder nabin
Şemˈa fenerê min dî perwane kirin bêper

Şemˈa me di dil îsa cerhê cegerê dîsa
Bêhtir ji berê min dî pir nale kirim rengzer

Geh nalan û rencûr im geh dil şad û mesrûr im
Derba teberê min dî Rustemhadikitebter

ˈişqê karizar geş kirˈeqlê me muşewweş kir
Neˈra Teterî min dî sînem bû wekî mecmer
Şahid tu be ey Ehmed mişkên kakulê eswed
Kuştin Heyderî min dî bêşimşîr û bêxencer.


Ger ji gul bin destegul gulban ji destan bêxeber
Bilbilê ˈaşiq bi sed dil tête ber can bêxeber

Mey ji destê meyfuroşan bête rex baqê gulan
Bilbilê bête hewarê şad û xendan bêxeber

Muhbeta gul hate ser qelbê Mem û Ferhad û Qeys
Mislê bilbil malnebûn el-qisse ser dan bêxeber

Sosinan girtin sema geşbûn li etrafê gulan
Rewneqek çêbû ˈecêb bilbil li baxan bêxeber

Gul ji xarê hate der reyhan û sinbil sef bi sef
Bilbilan girtin selamlix baz û zaxan bêxeber

Mêrg û çîmanê biharê tê hene gul bêşumar
Lê gula bilbil hebandî gul li ber man bêxeber

Nuquteyê ˈenber li belgê gul belav bûn kom bi kom
Her yekê de tîr li bilbil mislê baran bêxeber

Mislê baranê reşandin gulxedengê ateşê
Ah û nalê bilbilan da çerxê gerdan bêxeber

Çerxê gerdûn dewr û gerdan ji muhbet û ˈişqa gul e
Bêmeqer manendê bilbil subh û şaman bêxeber

Ziynet û xemla gulê bû meşˈela perwaneyê
Çengêder ateş helandin bilbilê yan bêxeber

Ruhfîda bit Heyderî bo sorgula sorgulxulam
Ehmedê bilbilmîsal dil da bi talan bêxeber.


Ger li te sebrek hebit ˈumrê diraz
Dê muzeffer bî bi kamê serfiraz

Bêxîlaf seˈb û seqîl û zehmet e
Wafir îkram e feyazê bêniyaz

Qulzema eltafê lebrîz e mudan
Cûd û îhsan bêşumar e jê bixaz

Ewwel û axir me sahib her ew e
Zahir û batin ew e ew çaresaz

Bilbil û şalûl çi zanin qedrê gul
Wan peristin gul ji gulzarê mecaz

Ber bide baxê heqîqet ˈaşiqê
Ruhfîdake sorgula hemwar e yaz

Bilbilê gul gul bibêje mah û sal
Dêmgula nazik delala dilnewaz

Daneyê ˈenber li nesrîn û gulan
Qeyd û zencîrên di lingê teyrê baz

Zulf û xalê dilberan mişkîn bitin
Her seher bêtin li ˈaşiq nar û gaz

Wer temaşa sosinan çêbû bihar
ˈindelîb hatin hewarê zax û qaz

Heyderî wer da biçin meyxaneyê
Sed emanet Ehmedabê keşfê raz.


Sorgulê bilbil bi zat im bang û hewwarê me kes
Nîn e aram û tebat im derd û azarê me kes

Sadiq im wellah di qewl û gotinê ˈehda elest
Afeta hubbê helandim ruhê dernarê me kes

Va di destê min ji eşkê erxuwanê lalezar
Sef bi sef têtin temaşa resmê gulzarê me kes

Pertewa Nûra Hîcazî xafîlen dil bir ji min
Dê yeqîn bêdil telef bim nîn e xemdarê me kes

Badeya ˈeşqê dinoşim her seher Xaqan im ez
Dilberim tenha ye Dara nîn e Salarê me kes

Min bi xef pirsî ji bilbil te çi metlûb indigot
Wird û nisrînin li ser wan miskê Tatarê me kes

Leyletul-qedr û tewaf im wesleta zatê gul e
ˈÎd û nemrûzê di min rengefˈiyê tarî me kes

Kuştina min ger dixwazî bo te destûr e welê
Tu bi destê xwe`y mubarek ˈerq û damarê me kes

Zahirî mirr û cefa ye lêkî batin şehde tê
Muşkîl û dûr û derîn e ka xeberdarê me kes

Vê muˈemmayê çi zanin zahîd û şeyx û mela
Teleˈel-bedru ˈeleyye ma di efkarê me kes

Bes mecazê berbide baxê heqîqet Heyderî
Bêbedel nîˈmel-meqam ya Ehmeda barê me kes.


Derdimend im mustemend im ruwê zerd im dil bi êş
Ey mehê tam musnedê ˈam min ji girdabê bikêş

Ehmedî ey me bes e rencûr bike
Heyderî bes pirbela mehcûr bike
Agirê hîcrê demek jê dûr bike
Pirs û teftîşek ji cerhê kûr bike
Va di destan cam tijî kafûr bike
Bêhiş û dîwane û mexmûr bike
Can fîdayê bejn û bala nûr bike
Kemterînê çakeranmezbûr bike

Derdimend im mustemend im berqeˈ û perdê hilîne
Da ku xebxeb şems û kewkeb qesd û metleb bîne pêş

Meqseda qelbê melûl wesla gul e
Roj û şev nalende mislê bilbil e
Her ji wecˈa tîr û daxan kamil e
Qet nehên fayde ji Loqmanê kul e
Her seher pejmurde û sed xulxul e
Derdekî dijwar û seˈb û muşkîl e
Gazin û loman mekin ˈişqa dil e
Saˈetek sed derd û xem lê nazil e

Derdimend im mustemend im sîneyê buryan bibînî
Baz û zendên leˈilîqend in hilkirin cergebirêş

Bax û bostanê te tazesemer in
Mêrg û çîmanê te hemware ter in
Wirdû alalê di te sohrû zer in
Bilbil û bazan li ser qal û şer in
Talibê husna te cinn û beşer in
Xaliba hor û perî lê digerin
Awirê çeşmê te tîrê Teter in
Em ji derdê te hemî lal û ker in

Derdimend im mustemend im rehmê kin serwa şêrîn
Li esîran bes bi tîran ke bi şêran şeş û bêş

Bax û bostanê biharê kemilîn
Sêv û lêmûnêli darê ˈeddilîn
Têk bi beybûn û reyhanan xemilîn
ˈindek û sosin di ber da şitilîn
Bazî û qumrî li hevdu fetilîn
Ser ta ser ˈalem bi keyfê hessilîn
Em bi xwe uftadeyê cenga dil în
Lew niha mehrûm ji zewqê xecilîn

Derdimend im mustemend im ey şehê gewhernigîn
Wer diyarê ah û zarê gestiyê marê hurîş

Tîr ji afaqandibarin bêˈeded
Mislê baranê li ser ˈeynê cesed
Bêsebeb hûrhûr kirin qelb û kebed
Mest û pabeste xerîb im bêmeded
Can ji min neˈre û qêrînê esed
Lew ji min nalîn dibarin sed bi sed
Mesˈela min pertewa nûra semed
Xafîlen sohtim beraştim yed bi yed

Derdimend im mustemend im unzurû ya samîˈîn
Ankî însanest û zî can keyfe fî`n-narî yeˈîş

ˈişq û hub herdu digel hev îsmek in
ˈAşiq û meˈşûq bi can û cîsmek in
Meyl û muhbet ew di reng û libsek in
Sofiyê cahil seda û ses mekin
Nuktedanê ger hemî tilsimek in
Gotina bêhtir ji heddê bes mekin
Ger ku mehbûb tozreşan ahestekin
Dê li meydanê nerîman bestekin

Derdimend im mustemend im pîşeyê min bû enîn
Eyyuhel-ehbabu el-ˈişqu li min bûye dilêş

Efˈiyye ˈişqê hin û hin xwarim ez
Bêkes û sewdaser û naçar im ez
Mislê Ferhadê Şîrînê har im ez
Pir di vê rê da niha xemdar im ez
Ez nizanim xewn e yan bêdar im ez
Yan xiyal e yan gelo hişyar im ez
Saqiya sed el-eman bêzar im ez
Canfîdayê wê qeda dildarim ez

Derdimend im mustemend im hate lê ya nûre ˈeyn
Kaseya zerrîn meya rengîn bi îkrama xîş.


Dilo rabe biçin seyra cîhanê
Bikingeştê li ser dunyayê feyyaz
Bizanin fikr û ehwalê zemanê
Bibînin qudretê Darayê Feyyaz

Bi gîr nayê wuha em mest û gêj in
Welî mexmûr û pabeste ji mêj in
Peyala badeya sahir birêjin
Bi seyyahê biçin sehrayê feyyaz

Dibînî her li me şehren fe şehren
Diborin bêxeber dehren fe dehren
Dizanî tête me surren we cehren
Muheqqeq Qasidê Danayê Feyyaz

Muheqqeq tête me manendê seyyad
Di destan dê bibîn yexsîr û bêdad
Divêtin lê ji min ra qût û hem zad
Ji dunyayê heta ˈuqbayê feyyaz

Di îro em perîşan û xerîb in
Ji narê dûrî yû buˈdê kebîb in
Merîzê pirhilak û bêtebîb in
Ditirsim zehmet e ferdayê feyyaz

Ditirsim ejdeha bêtin di xabê
Ji nageh bêmefer raket hîcabê
Muhheyer bin digel redda cewabê
Zelîl in em li ber lalayê feyyaz

Di vê dolab û girdaba bi xeşyet
Me can da der bi xembazî û zehmet
æeqîlun hemluna saˈet bi saˈet
Beˈîdun zerbuna Mewlayê Feyyaz

Ji vê mekkareya sehhar û xeddar
Bikin hîcret biçin ber babê settar
Bibûsin asîtan û dar û dîwar
Fenakin ruh di xîdmethayê feyyaz

Ji ewwel ve medî zewq û sefayek
Di axir hate endamê me tayek
Divêtin bo me Loqman û dewayek
Çiraxa zulmeta uxrayê feyyaz

Peyapey xem li min bêhed cema bûn
Bi sextî ˈumr û dewranêm fena bûn
Direysim şeybeyê beyza xuyabûn
Xerîq mame di nêv deryayê feyyaz

Xususen ateşê ˈişqê heraret
Gihande cerg û navê zîşeqawet
Bi zarê Heyderî Ehmed şîkayet
Nihayet çû hetta maywayê feyyaz.


Sofiyê ˈezman çu şûr kanê di babê xelet
Cam û şeraba tehûr bîne cewabê xelet

Saqiyê şêrîn ezel camê bi canê me dî
Şemˈa me geş bû furûxnabê di tabê xelet

Neqşê ku subha ezel neqqaşê lêkir fesîh
Geştê bi destê beşîr çêbû hîsabê xelet

Nûra du ˈalempenah gote me Salar im ez
Eşhed û bîllahî min gotê tu nabê xelet

Tesdîqê canan me kir tehqîq e em bûne yek
Saqî peyalê werîn mesˈele ma bêxelet

Zahidê zahirperest nîst zî hal im xeber
Gazin û loman diket pa di rikabê xelet

Mexmûr e ew bêbeser pakîz û paqij ez im
Secde li dêrê dibim naçim qubabê xelet

Pak û mubarek ew e mahî melahetnumûn
Dabê bi rahê di dey daneyê dabê xelet

Ew bû di Ademsefî Îblîsê lêkir hesed
Hate zewalê kemal ma di ˈîqabê xelet

Qelbê me da şehdeyê şahê ˈenasir ew e
Hasidê bedbextî bedçûn e nîsabê xelet

Mitrib û saqî werin îro bi cam û neyê
Heyderî Ehmed çi xweş rabû ji xabê xelet.


Ah ji ber êşa birînê lê seraser nar e dax
Dil ji vê ˈişq û evînê her seher tikrar e dax

Daxê da cerhê di kûr ˈerˈerqedê qametşifaf
Jan didet cerg û dilan hestî kirin sedpar e dax

Serteser xas û ˈewam xerqên di şewqa dêmdurê
Lê di heqqê min tenê xalkewkebê efkar e dax

Ma ji eˈzayê di min yek ma di halê sihhetê
Çîst în derdê giran xemgîn koned bîmare dax

Belkî ev berq û birûsk têtin ji reˈdê muhbetê
Nazikê dil bir ji min awirxedeng dîdar e dax

Gazin û loman mekin nalîn û kalînê di min
Tên ji derba xencera serwa çeman reftar e dax

Rojekî bêje şehînşah ey nesîmê seherê
Ba selamha û duˈayan da nebên hemwar e dax

Weqtê ta weqtê dused dan e qebûl in min li dil
Îltîmasa me feqîran meyûte bazar e dax

Xakê paya te dibûsin em di vê rê heyyirin
Çendî efxanan dikêşin her li me bêdar e dax

Ey şehê serwa qedan Ellah nîgehdarê te bit
Lutfeke şahî dixwazim pir li ser min har e dax
Berq û tîrêjên di te sohtin fuˈadê Heyderî
Dem bi dem bêhtir li cergê Ehmedî dijwar e dax.


Ey gelo tîrê hebîban ma di nar in roj û şev
Ku qulûbê me xerîban jî di ar in roj û şev

Ez nizanim ev çi top û çi tifingin şev û roj
Ev çi ceyş û çi heşem halîmekar in roj û şev

Çi seda û hûyêhay in ev çi coş in çi xurûş
Çi xedengê tecerî ne çi xedar in roj û şev

Yan ji şertê saˈetê te dî li min ra bit qiyam
Lew ji baxan tê heyahey kar û zar in roj û şev

Werne sorgul bêsebeb belgêdi nazik diweşin
Çeşmê bilbil eşkê rengîn jê dibarin roj û şev

Yan gulîstanê me borî weqtê lê çêbû xureyf
Lew ne baz in ne xurabîn ne hezar in roj û şev

Yan meˈşûq ji kevanê xezebê tîran didin
Ey ˈeceb ˈaşiq ji wecˈan dîn û har in roj û şev

Belkî dilber ji huner hate nîda û herekê
Lew muqabil ne peya û ne suwar in roj û şev

Ey reyîsê dilberan wirda li Baxê Îremê
Tu xudan tac û nukîsn î me hewar in roj û şev

Tu şehînşah î dinasim te di her hîn û zeman
Ev çi axa çi mulûk û xundîkar in roj û şev

Hey di bin hukmê te wer bîn sertaser kewn û mekan
Li kinarê me nezerkîçi neçar in roj û şev

Te telef kir ruh û canê min di vê ˈerdê xerîb
Baz û şahînê te îmˈayê me xwarin roj û şev

Taze bûn cerhê me îro te gelek xwê lê reşand
Heyderî Ehmed ji kerbê qêr û qar in roj û şev.


Felek dîsa bi dijwarî te narek da dilê ˈaşiq
Ji nû îro bi neyyarî hewarek da dilê ˈaşiq

Dilê sihsale sergeşt e bi mestê hate govendê
Bi pencê Rustemê Yawuzxedarek da dilê ˈaşiq

Peyapey daxê da cergan nema min taqeta sebrê
Bi cama henzelê zehr û zirarek da dilê ˈaşiq

Çi rengî dê bibim sabir ji van ah û enînê dil
Xusûsen ˈişqê xef bilbil hezarek da dilê ˈaşiq

Bi qêrê bilbilê îro me ˈalem anî îşanê
Mitala kakulê reşkarê zarek da dilê ˈaşiq

Me berda canîbê qiblê seher badê nesîm lê da
Dema bêhna hebîbê nûbiharek da dilê ˈaşiq

Me kêşa cedwela resmê evîna xusrewê xûban
Reqîbê dî muxalîf rûzigarek da dilê ˈaşiq

Bi şewqa afîtabê ra çû perwanê bi dewran im
Disojim çeng û şehbalan mudarek da dilê ˈaşiq

Ji ˈişqa mehcebînê ra li deştê mislê gerdûnê
Li rast û çep nîgehban im xubarek da dilê ˈaşiq

Bi çeşmê zahir û batin dibînim husnêdildarê
Xiyala wesletê xoş istîbarek da dilê ˈaşiq

Bi qesda daneya dabê ji destê Heyderî Ehmed
Verêstinbaziyê seydê qirarek da dilê ˈaşiq.


Bilbil ji husna sorgulê gerçî li dil da cuzbeyek
Lêkin ji ˈişqa bilbilê gul dê muˈella rutbeyek

Persohtina perwaneyê bo ziyneta kaşaneyê
Lew hate dîwanxaneyê şemˈê belavkir şuˈileyek

Filka zemanê hate saz xweş hate xoşî behrê raz
Da dil digel badê mecaz lew Rustemî da neˈreyek

ˈAşiq bi seˈya şam û rûz saqî bi destûr û rumûz
Hazirji xemra sînesûz zergeş hilanî şûşeyek

Camek ji husna dilberê serçeşm e hewza kewserê
Bêhtir ji misk û ˈenberê xweşbûy kirin sergeşteyek

Bêhna li misk û ˈenberê balayê serw û ˈerˈerê
Reftar û qeddê dilberê mehbûb kirin ew yek bi yek

Yek yek ji min girtin xweşî sohtim firaqa ateşî
Da min şeraba bextreşî subha ezel heq kaseyek

Cama meya destê sefîd dil bir ji min kir nabedîd
Saqî werên hel min medîd belkî şîfa bit xesteyek

Belkî me rewşen bit beden rengxweş bitin bêmareten
Melˈûn reqîb teˈna diden kutahê dil bit zerreyek

Kutah bitin destê nemammedhûr û merdûdê heram
Kaşaneya geş kir zulam reşma ye çûn wêraneyek

Ey Heyderiyê bêtebat nezmê te gotin deh luxat
Sed qîl û qal û muşkîlat der sedrê Ehmed meˈneyek.


Ger di heşrê Heyderî Ehmed bibîn Firdewsê ˈal
Bê te ey dêmsorgula bêçare bilbil ruh li bal
Terkê firdewsê didem nar xweştir e bêqîl û qal

Ey dilberê şox û şepal lebkewserê awirxezal
Sîmxebxebê serwa fesal herdem ji wan mijganê al
Agir didî nêv cerg û bal lê hildikî badê şimal
Pê werdikî gaza zelal yek car te ez xistim ji hal
Tenha xerîb û bêheval sohtim li ˈerdê xurbetê

Ger di heşrê Heyderî Ehmed bibîn Firdewsê ˈal
Bê te ey dêmsorgula bêçare bilbil ruh li bal
Terkê firdewsê didem nar xweştir e bêqîl û qal

Serwa qedê qametşêrîn perdê ji mabeynê hilîn
Sergeşteyê xalan bibîn çend dax û şîş in çend birîn
Xem bûne lê cerd û kemîn vê ra diken çeng û qêrîn
Firyad û efxan û enîn lew jê dibarin an û hîn
Ev muhbet û ˈeşq û evîn nar in dibînim hirqetê

Ger di heşrê Heyderî Ehmed bibîn Firdewsê ˈal
Bê te ey dêmsorgula bêçare bilbil ruh li bal
Terkê firdewsê didem nar xweştir e bêqîl û qal

Horek ji husnê kamil î nûrek ji ba xwe nazil î
Qamet ji rengê sorgul î her meh bi şewqa sunbul î
Hubba te kir derya kelî namê te kir ˈezman delî
Nîşan û xalê filfilî ateş weşandin vê dilî
Lew her bi sewtê bilbilî gulgul ji awazê me tê

Ger di heşrê Heyderî Ehmed bibîn Firdewsê ˈal
Bê te ey dêmsorgula bêçare bilbil ruh li bal
Terkê firdewsê didem nar xweştir e bêqîl û qal

Qamet elîfê xweşxirammehcubhetê Yûsifxulam
ˈişqateşê lûˈilûˈipeyam durdaneyê xweş deng û nam
Sohtim sena bedra temam hingavtim ez mislê Husam
Hîştim di nav narê xiram wirdê me ah in roj û şam
Lewra ˈezîzê zûntiqam da min belaya muhbetê

Ger di heşrê Heyderî Ehmed bibîn Firdewsê ˈal
Bê te ey dêmsorgula bêçare bilbil ruh li bal
Terkê firdewsê didem nar xweştir e bêqîl û qal

ˈişqa te ez rengzer kirim subh û mesa bedter kirim
Ser ta qedem kerker kirim pêçam bi çolê werkirim
Halek heye lew namirim herdem di kûra agir im
Mestê peyala tahir im wafir birîn û şakir im
Xizmetgûzîn û sabir im ta weqtê ˈesr û firsetê

Ger di heşrê Heyderî Ehmed bibîn Firdewsê ˈal
Bê te ey dêmsorgula bêçare bilbil ruh li bal
Terkê firdewsê didem nar xweştir e bêqîl û qal

Hadî nîgehdarê te bit şam û seher yarê te bit
ˈAlem duˈaxwanê te bit min dil bi talanê te bit
ˈAşiq bi qurbanê te bit hemwar e derbanê te bit
Yan dost û cîranê te bit mexmûr û sukranê te bit
Yexsîr di zindanê te bit dayîm bikêşit zehmetê

Ger di heşrê Heyderî Ehmed bibîn Firdewsê ˈal
Bê te ey dêmsorgula bêçare bilbil ruh li bal
Terkê firdewsê didem nar xweştir e bêqîl û qal

Xemla mubarek kar bike dîsan li bejnê bar bike
Manendê nûr û nar bike ˈaşiq ji nû hişyar bike
Nezdîkê rûyê yar bike daxê li cergan sar bike
Cerhê di kûr tîmar bike medhûş û mest û har bike
Bêhnek bi ser da xwar bike zulfê li dora cubhetê

Ger di heşrê Heyderî Ehmed bibîn Firdewsê ˈal
Bê te ey dêmsorgula bêçare bilbil ruh li bal
Terkê firdewsê didem nar xweştir e bêqîl û qal.


Ez ji eqlîman bi der xistim firaqa zor û tal
Dê heta kengê ji min bêtin Xudaya nale nal

Ha ena mîttu xerîben meqsedî ey ma hesel
Heysul-emru kezalîk ey şeha keyfe ihtîmal

Deftera husna hebîban her seher dersa min e
Ayeta zulfan dema tê zer dibim mislê hilal

Her bi sextê tên diborin dem û dewranê di min
Yek nefes bêxem nedîdem hem nebû carek wisal

Bêhebîb û yar û mûnis mam di nêv xelqê xerîb
Dilberem esla negûyed ey cegerxûn çist hal

Batinê ˈişqê helandim gerçî zahir narî nist
Keşf û teftîşek nekir dêmsorgula awir xezal

Çengelê ˈişqê revandin rohniya çavê di min
Bê beser şewka evînê kor e hîştim kerr û lal

Min ji fikra zulf û xalan ˈeqlê millet berze kir
Ez ditirsim ji hilaka dîn çikim ba mulk û mal

Ger ji qebrê rabitin Loqman li min bit aşîkar
Hezretê ˈÎsa digel bêtin bi min nîn inmecal

Lew ji tîra muhbetê batin dinalim ˈaşiq im
Nagihê destê hekîman lê nehên keys û fesal

Ah û nalê Heyderî ˈalem ji ber sewda ser in
Ehmedî perwaneweş sohtin bi şemˈê per û bal.


Ey qedîmê bênihayet wey Îlahê Layezel
ˈAlimê xeyb û şehadet padîşahê Zul-celal

Tu keremkarê hemîşe ekrem î Yezdan î Tu
Zel-hekem kana ˈeta û cûd î lew Hennan î Tu
Lutf û îhsan bêşumarî hadiyê Mennan î Tu
Merhemet bêhedd û payandawer û Deyyan î Tu

Ey qedîmê bênihayet wey Îlahê layezel
ˈAlimê xeyb û şehadet padîşahê Zul-celal

Sinˈetê sultanê ecla çendî lewn in çend celeb
Cennet û nar û semawat û zemîn û roj û şeb
Kun dema gotî fekanû cumle ba emrê çeleb
Zahir û batin dizanî wasiˈul-xufran î Tu

Ey qedîmê bênihayet wey Îlahê layezel
ˈAlimê xeyb û şehadet padîşahê Zul-celal

Wahîd û Ferd î delîlêm Qul huwel-lahû ehed
Piştî ferdanniyeta zatê Te Ellahu`s-samed
Nîst hingûf we zewalek kirdîgarê bêweled
Rahîm û Rehman Letîf û Şakîr û Muhsan î Tu

Ey qedîmê bênihayet wey Îlahê layezel
ˈAlimê xeyb û şehadet padîşahê Zul-celal

ˈAlimê surra di qelban î di ber ya bête der
Hazir î hindî mekanan bête nabin xeyr û şer
Zerreyek nabit nihanî ne di behr û ne di ber
Bêhisab rûzê resan î an kesê dî canî Tu

Ey qedîmê bênihayet wey Îlahê layezel
ˈAlimê xeyb û şehadet padîşahê Zul-celal

Çun tu rebbul-ˈalemîn î têk dibin hukmê Te ne
Taˈet û hemd û sena her layîqê zatê Te ne
Şeş cihat mecmûˈê ˈalem neqş û nîşanê Te ne
Hazir û xayîb dibînî lem yezel Sultan î Tu

Ey qedîmê bênihayet wey Îlahê layezel
ˈAlimê xeyb û şehadet padîşahê Zul-celal

Qadir û Ferd û Wehîd Hadîsifat û Ehed in
Man di wesfê Te muheyyer çi hisab û ˈeded in
Qedrê pût û seneman ew jî ji şewqa semed in
Çaresazê cinn û însan merhemetefşan î Tu

Ey qedîmê bênihayet wey Îlahê layezel
ˈAlimê xeyb û şehadet padîşahê Zul-celal

Ehmedî bad û muhacir ma ji ewtanan cuda
Heyderîyê bênewa pir ah û efxan û nîda
Bêkes û han û mededha raciyê ˈefwa Xuda
Muhrîban û karîdan î lutfê bêpayan î Tu

Ey qedîmê bênihayet wey Îlahê layezel
ˈAlimê xeyb û şehadet padîşahê Zul-celal.


Ez nizanim vê muˈemmayê ji bin
Te bi xortî ez kirim yexsîr û dîl
Ma çi bû sûc û xetatînê di min
Te di vê ˈerdê xerîb hîştim zelîl

Xesteyê qedda muˈenberkakul im
Hem ji ber şemˈa te bêçeng û mil im
Ez ji wan çeşmê te ê reş bêdil im
Mitt û hicran jar û pir hemm û xecîl

Hel lena mîn weslîkum yewmen nesîb
Pir mukedder bum ji ber vê ya hebîb
Lew ji qelb û mîlekan bûme kebîb
ˈAlemek bêhiş kirin zar û ˈelîl

Rehmî kun ber bêhiş û sukranê ˈişq
Lê seraser ten wekî buryanê ˈişq
Bêje min ey rehnuma dermanê ˈişq
Înnenî şexs û xerîbun hem rezîl

Yek ji wan xalê te ger ˈalem bibîn
Dê bibin Mecnûn û Ferhadê Şêrîn
Ez bixwe nadim bi eflak û zemîn
Ne bi firdews û bi xuldê selsebîl

Ger ˈefû bim ez di roja mehşerê
Heq bi min de ˈEdn û Hewzê Kewserê
Ez li nik xwe ger nebînim dilberê
Bêxîlaf nar e bi min ˈEdna Celîl

Ger bibînim ez di narê dojehê
Sed celeb bîm e ˈezab roj û mehê
Bête der husn û cemala te şehê
Dê li ser min bit wekî narê xelîl

Çun wefa bim ba bi ser turba me wer
Dûd û dûxan dê ji qebrêm bête der
Da li ser min şehd e bê ˈişqa te her
Piştî mewtê jî kirim zeyt û fetîl

Heyderî Ehmed di ber roja elest
Efˈiyê ˈişqa te lê dil girt û gest
Lew niha şam û seher hişyar û mest
Ah û efxan in digel sed qal û qîl.


Saxera ˈişqê di keffê saqî der subha ezel
Min ji ser destan hilanî noşî kir mislê ˈesel

Fehmê zayîˈ bû di gavê mest û mexmûr im henûz
Ta ebed har û xirab e dilezan fincan û mel

Dem bi dem manendê ateş min ji ser ta pê disoj
Tîr û mizraqê di ˈişqê hilweşandim en eqel

Dîn û ebter bûm ji ˈişqa dêmgula qametelîf
Çareyê nakin bi min sed şîret û pend û mesel

Belkî ev husn û cemal bûn Şeyxê Senˈanî ku dî
Şeml û seccade bi mey dan ta bi meqsûdê wesel

Sedhezar manendê Şeyxî zulf û xalê dilberan
Ew ji mizgeftan revandin birne ser dînê hubel

Xusrewê xûban î ˈalem murwetek îzharî kerd
Ez di fermanê nivîsim bendeyê dergahê yel

Zîr û balayê me sohtin hesreta dîdarê yar
Lew li cerhê min dewane beyt û ev şêrîn xezel

Şerbeta şafî dinoşim ez ji leˈileynê tenik
Dil dikim amancê tîran ber didem burca hemel

Her ji burca muşteriyê tîr û şimşîr û durexş
Tên li canê min peyapey eşkera beynel-mîlel

Top û mêtralosê ˈişqê ez vejendim batinî
El-meded Şahê Buxara bazê Geylanî digel

Hilkirin bazê fîraqê per û palê Heyderî
Ehmedê jar û muhacir dest û pa lê bûne şel.


 

Ey mehê xûrşîdsena durra ji kenza qudretê
Rohniya ˈerz û sema wirda li baxê cennetê
Merhemet ey rehnuma firyad ji destê firqetê
Ey şehînşahê du ˈalem bû di ramê Xatemê
Sed Suleyman û Sîkenderha di emr û xizmetê
Xakê eqdamê mubarek nûrê çeşmê ˈalemê
Ne sedef hindî mekan xerq in di şewqa cubhetê
Dawerê kewn û mekangîrê di berya Ademê
Gulcebînê tensîmînê lebşêrînê şehde lê
Ey mehê xûrşîdsena durra ji kenza qudretê
Rohniya ˈerz û sema wirda li baxê cennetê
Merhemet ey rehnuma firyad ji destê firqetê

 

Jiyana Mele Ehmedê Heyderî

Lê Binêre

Çîmen Adil

Helbestên Çîmen Adil

Çîmen Adil ji dayikbûna sala 1990 bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevana beşê wêjeya frensî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !