Mele Xelîl di sala 1754an li Hîzanê hatibû dinê. Ew endamê malbateka ku gelek alim û zana derxistibûn. Bavê wî Mele Hisen û kalê wî Mele Xalîd jî zanayên dînê Îslamê bûn.
Îlahî Ji Te Dikim Hêvî
لكاتبه الشوقى
[Mefa`îlun mefa`îlun fe`ûlun]
îlahî j’ te dikim hêvî îlahî
Bi heqqê zat û wesfêt padîşahî
Bi heqqê wehdeta bê çûn û çendan
Bi fedl û minneta te l’ cumle `erdan
Bi xewxaya l’ serê xelqê te danî
Bi tedbîra ji bo wan ra te zanî
Bi wî pêxemberê pakîze ewsaf
Ewê kana heyatê me`dena saf
Óebîbê şehsuwarê çerxê eflak
Ewê “lewlahû ma kunna `erefnak”
Bi al û sehb û ehbaban temamî
Bi hindê enbiya w ruslêt kîramî
Bi emlak û bi `erş û hem bi kursî
Bi hûr û cennet û wildanê qudsî
Bi hindê cah û ewqatêt muşerref
Bi hindê `arif û me`rûf û e`ref
Bi fedla ehlê `ilm û muste`îdan
B’sefaa zahid û şêx û murîdan
Bi sitra ewlîya û salihînan
Bi hubba esxîya û qani`înan
Bi cenga xazî yû ehlê cîhadê
Bi huffaz û zekî ehlê muradê
Bi Qur’an û Zebûr hindê kîtaban
B’ ehadîs û kelamê mustetaban
`Efû kî tu minê bêçare miskîn
Nekî behsa gunahêt min bi te`yîn
Mihû kî wan ji mestûra kîtabê
Me pê şermî nekî roja hîsabê
Li me barana rehma xo birêje
Gunahan pê bişo lutfê verêje
Muradî hem bibexşe ey murad bexş
Me bê hêvî meke j’ ber dûnîya fehş
Tu yî meqsûd û metleb ya îlahî
Bi xeyrê te nehin min qet guwahî
Ridaa te dikim hêvî bidî min
Nekî şeytan û nefsê rehberê min
Hewayê wan li min xalib meke tu
Ji bo min rehnumayî her bike tu
Tu mi j’ mabeynê bi’l-kulliye bavê
Bi xwe min her mijûl ke se`t û gavê
Me û dê babê me hem mu’minînan
J’ lîqaa xwe nekî mehrûm çu hînan
Bi teb`a wî resûlê pakê nûrîn
Bibe cennatê `ednê b’ resm û ayîn
(Ji bo helbestê bnr. (Sêrtî, Mecmû’e, 1192/1778, wr. 46-b; Zoqeydî,
Mecmû’e r. 96-97).
Bi Xudanî Xweş Dibit
لكاتبه خليل الجانى الشوقى
[Mefa`îlun mefa`îlun fe`ûlun]
B’xudanî xweş dibit cih pê bizane
Ku ev qewlek bi teshîh û beyan e
Bizane hem qebûl ke tu bi minnet
Bi şêx Ehmed Reşîdî bûye cennet
Bûye qiblet ji bo xas û `ewaman
Peyapey qesd dikin wek pêlê avan
Hinek d’ karê xwe ne hin hêj nehatî
Dikin qesda ewî `eynê necatê
Kuwa b’ `eynê xwe burca ewliyan e
şehinşîna `Iraqê ew mekan e
Ku şêx Ehmed li wê navê nebîtin
Bi alî wî cihî ve kî diçîtin
Hezar gund wî hene ger bêne gotin
Kî ye meylê bikit ya ne bivêtin
Wekî carek Reşîdî tu bibêjî
Kuwa şekkir bi dil da tu dirêjî
Eger tacir bivit di`fe’t-ticaret
Bila ewwel bikit qesda zîyaret
Heçî b’ şêx Ehmedî bawerî nîne
Ewî idark tunîne bê sewîne
Ji bo wesfêt kemalê cami`e ew
Meqamê wî bilind û faêil e ew
Nexasma seyyid e j’ nesla Qureyşî
Ji ew çêtir çiye ku tu bibêjî
Terîqa Qadirî xo ser meqam e
Welê b’ şêx Ehmedî el-an temam e
Ew e serkehnîya wî vî zemanî
Nexasma bo me xelqê vî mekanî
Heçî j’ destê wî vê avê binoşit
Kuwa j’ destê xudanî ew dinoşit
Bizan şêxê mezin destûr daye
Ku bo me xelq ha bit rehnuma ye
Xudê vêra nebûya ew `înayet
Kusan jêra dikir ev tewf ri`ayet
Ji bo wî ra musexxer kirne etraf
Ji xas û `am û hem e`yan û eşraf
Fidayê wî bibin sed mislê şewqî
Ji dor wî kêm nebin halî we zewqî.
Şêxê Min Şêxek Amil
وآتب ايضا بخطه رضى الله عنه آاتبا فى صدره لكاتبه خليل الجانى الشوقى
“Ev helbest, xwemalê nivîsakarê (mustensixê) wê yê canî Xelîl şewqî ye.”
şêxê min şêxek `amil
Xudanê lutfa şamil
Nûranîya wî hamil
şêx Ehmed şêxê kamil
şêxê min şêx Ehmed e
şêr’ke ji şêrêd Xuda
Ji nesla Muhemmed e
şêx Ehmed şêxê kamil
Sirra wî nûranî ye
`Ilmê wî ledunnî ye
Lutfa wî serkehnî ye
şêx Ehmed şêxê kamil
şêxê min şêxekî pak e
Nûranî ye ne xak e
Kes nêzîkî lê nake
şêx Ehmed şêxê kamil
Wî ta`etek bê hed kir
şêv û rojan xew nekir
Perde ji mabeyn rakir
şêx Ehmed şêxê kamil
Fedla wî nayêt heddê
Keramet nay’ne `eddê
Meşhûr e l’ hindê `erdê
şêx Ehmed şêxê kamil
Zîba wû nazenîn e
B’ terz û rêz û ayîn e
Mislê wî kes çunîn e
şêx Ehmed şêxê kamil
B’ weqar û sinn û sal e
Li nik Xudê delal e
Lew daîma b’ wîsal e
şêx Ehmed şêxê kamil
şiblullah şêxê me ye
B’ etba` û debdebe ye
Sultan e l’ textê xwe ye
şêx Ehmed şêxê kamil
Xoş bab e hem xoş `ewn e
B’ ehwal û reng û ‘ewn e
L’ murîdan xweş kir kewn e
şêx Ehmed şêxê kamil
Ew suwarek mahir e
L’ murîdan her naôir e
B’ endadî ra haøir e
şêx Ehmed şêxê kamil
Murîdno bikin yeqînê
Bi hindî herfêd tebyînê
Mislê wî nin vê hînê
şêx Ehmed şêxê kamil
Her çi bawerî nîn e
Bê esl û bê sewîn e
Behr d’ ihsana wî nîn e
şêx Ehmed şêxê kamil
(Ji bo helbestê bnr. Sêrtî, Mecmû’e, 1192/1778, wr. 51a; Zoqeydî,
Mecmû’e r. 82-83).
Ji Dest Nefsê Bi Gazindim
لكاتبه الجانى
[Mefa`îlun mefa`îlun fe`ûlun]
Ji dest nefsê bi gazindim bi kovan
Ewê sebr û qerar nayê çu gavan
Heçî şûla bi cih bo me qe navê
Li şûla xwe mijûl e se`t û gavê
Dikit karê xurê rojê ji paşîv
Firavîn hêj nehatî çareya şîv
Li pey xab û xurê ew her dibazit
Ji bo xwe rahetî jî her dixwazit
Li wê hirsek heye bê hedd û xayet
Bi tiştek nakitin esla qena`et
Hebin du tişt divê sê bin ewa dûn
Ku sê bin wê divê bit gencê Qarûn
Ji bo wê `arifan gotine emsal
Ji bo te jî bibêjim yek du ehwal
Ewan teşbîh kirne ew seya har
B’gerê l’ sehrayekî mazin giyawar
Dixut rub`a ewê sehraê yekcar
Qelew d’bîtin dikit ew bo xoyî kar
Bi wê tirsê di xew ra ew diçîtin
Ewê xwarî dê bêt yan na livîtin
Wereng laxer dibîtin ew ji derdan
Ku namînit ji bil hestî di çerman
Ew e her halê nefsa bed ji hirsê
Mudamî her mijûl e b’ fikrê tirsê
Ji wê mestir me dijmin qet çunîn e
Binisbet wê bizan şeytan çunîn e
Ji ewwel ew didit meylê bi tiştan
Di peyranê dikit şîrîn şeytan
Sifatê wî neqenc nayên e heddê
Beyan nabin li vê tengave `erdê
Duwazdeh quwwetê heywanî tê da
Hene heft dî tebî`î jî di peyda
Ku `ern û şehwet û hem deh hewas in
û kêşan girtin û her îndîfa`in
Digel zad xwarin û zêdahî tewlîd
Bi wana ew dikit baxiyy û terdîd
Ji bo wê ra `îlac û çare nîn e
`îlaca wî bizan av j’ bin birîn e
Heta terka xur û xabê nebîtin
Ji dest wê ma kesek rahet dibîtin
Wekî şaxek ji darê te hilanî
Li şûna wê du-sêkek têne banî
Wekî av jê birî te hişk dibîtin
Ji ew paş av bidî jî nalivîtin
Wekî ew qenc mutî` bû bû wedî`et
Ji bo barî li nik te bê xiyanet
Wekî terxan we nakî tu dizanî
Ji şeyxan her du jî zanîn e canî
Xudê me’w we ji dest nefsê xilas kit
Bi destê şêxekî murşid fena kit
Biheqqê wî nebîyyê pakê ekrem
Xudanê zat û ewsafêt mufexxem
Ji me her weqt sed barî selatan
Li wî bin ew şefî`ê me `usatan
(Ji bo helbestê bnr. (Sêrtî, Mecmû’e 1192/1778, wr. 45a-b; Zoqeydî,
Mecmû’e wr. 94-96).
Mebhesul Frudîl Eyniyetî (Tu Guh Dêre Nutq û Beyana Fesîh)
Tu guh dêre nutq û beyana fesîh,
Ji bo ferzueynane merdê melîh.
Ku îman û îslam û sewm û selat,
Li ser maHdarane hec û zekat.
Li ser te ji ferzane ey nûrîcan,
Bizanî tu erkan û şertê di van.
Heçî hukmê şer`ê tu muhtacîbî,
Ji bo zanîna wê dê munqadîbî.
Tu îmanê baweriya dil bizan,
Mûtî`bûna îslam bi zahir bizan.
Welakin qe yek bê yekî nabitin,
Musulmanî bê herduwan nabitin.
Tu me`nayê şehdê ku bawer bikî,
Teleffuz eger qadirî pê bikî.
Ji kufrê tu bêşek xwe xaric dikî,
Welê eslê dînî tu hasil dikî.
Wekî ku digel “wê” emel jî bikî,
Tu îman û îslamê kamil dikî.
Me`anî ji bo wê evin, guh bidê,
Tu me`budê bilheq tunî j`bil Xwedê.
Mebhesu Sûalîl Qebrî û Mebhesul Qiyametî (Ezab û Sûala Di Qebrê Heşir)
`Ezab û sûala di qebrê, heşir,
Hîsab û sîrat û mîzan û neşir,
Di gel cennet û hewz û narî heqin,
Weha renge çav û sihir jî heqin.
Li esmanê heft-iye cennet niha,
Cehennem li bin erdêye her weha.
Digel hindî eşya fena dê bibin,
Ji bil zatê Reb, paşê `ewde bibin.
Dê eczaê cismî fena bin ji bin,
Ji bil `es`esê, paşê mehşûrî bin.
Xwedê dê ewan faniyan `ewdeket,
Bi `erda hîsaba xwe hazir biket.
Dirêjket Sîratê li ser agirê,
Wedi`ket şehînê li dûvê pirê.
Bidit destê rastê kitaba hinan,
Bi destê çepê yê hinan bêguman.
Hîsaba gunahan ji xelqê biket,
Xeraban û qencan ê pê ferq biket.
Evan dê bi fedla xwe derbazîket,
Ewan dê di narîde waqi` biket.
Heçî cennetî dê ji hewzê vexwin,
Hemî cehnemî her hemîmê vexwîn.
Gunehkar ê paşê dê jê derkevin,
Tucaran ê kafir bidernakevin.
Zulum nîne `edle, heçî ku biket,
Di mulkê xwede ew teserruf diket.
Lê her yek ji me kafirek wî heye,
Bi fedla Xwedê ew fîdayê meye.
Mirovê gunahê mezin her kirî,
Muheqqeq nehin ew ji bo agirî.
Mu`ezzeb diket, yane aza diket,
Ji wîre, nê xelq jî şefa`et diket.
Ji rêve Muhemmed şefa`etçiye,
Di pêve heçî ku xudanqenciye.
Ji bo şehdê me`na evin bittemam,
Ewî lefzê meşhûrî beyn-el `ewam.
We nîne tu bê vanî, mu`min nebî,
Welêkin bi înkarê kafir dibî.
çi ku ferze tesdîq bikî tu, bira!
Bîma qed etana Rusûl-ul wera.
Weha renge tiştê weh, ku muctemi`,
Li wê bûne mu`min, eya mustemi`.
Ne ku şey`ikî jê tu înkar bikî,
Xwe bê dîn û ehlê cefayê bikî!
Bifikre di xelqê Xwedayê weha:
Ji erdê heta Sîdret-ul Munteha.
Ku îz`anêkî wê demê, zerreyek
Ji behra `edem nayê bêbariyek.
Mebhesut Teelumî Fî Sebîlîllah (Ji Ilmê Bixwîne Heçî Wacîbat)
Ji `ilmê bixwîne heçî wacîbat,
Hedîsan û tefsîr li hem fiqhiyat.
Weha renge `ilmê `îlaca dilê,
Di gel Serf û Nehwê qira`et welê.
Heçî ku dixwînî ji bo Wî bixwîn,
Ji tedrîs û rutba dinêre mexwîn.
Tu dersê didî hem ji bo Wî bide,
Ji bo xizmet li tem` û fexrê mede!
Mebhesu Adabîl Eklî (Xwedê Ev Teamê Di Xweş Dane Te)
Xwedê ev te`amê di xweş dane te,
Digel av û fêkî, libasê li te!
Tu, bêşukrî manendê heywan mexwe!
We bê mulheza wî tu tiştek mexwe!
Bkwe tu ji bo quwweta ta`etê,
Ne bo lezzet û keyf û pirr şehwetê.
Ji bo xwe hevalan-i peyda bike
Ji bo xwarinê, paşê dest pê bike!
Di ber zadî, paşê jî destan bişo!
Wekî ku bi kefçik bixwî, qet meşo!
Li ser zadî rûne bi terzek edeb,
Piyê rastê rake û razîne çep.
Ne razê, ne palde dema xwarinê!
Ne bêhişbe ba fexr û pirr xwarinê!
Hinik xwê di ber zad û paşê bixwe,
Heramî û tiştê bi şubhe mexwe.
Ku goştgirtina te j`heramî bitin,
Du`ayê te êdî qebûl nabitin.
Heçî hate ber te tu pê razîbe,
Gelek talibê tiştê xweştir mebe.
Tu navê Xwedê bîne dest pê bike,
Wekî ku rihabûyî, hemdê bike.
Tu “Elhemd” û “îlaf` û “îxlas” bixwîn,
Du`ayê di merwî jî bê hed bixwîn.
Ji ewwel ve sarke, kelakel mexwe,
Ji nav hindî jorê firaxê mexwe!
Serê xwe mebe ser firaxê tucar!
Tu bêterziyê qet meyîne diyar!
Heçî ku li ber te hebî wî bixwe!
Li ber hemneşînê xwe zadê mexwe!
Biçûk çêke luqman û qenc hel bike,
Nezer b`alî luqma hevalan meke!
Bi nanî tu destê xwe paqij meke!
Bi kêrê û destek tenê ker meke!
Heta ku tu luqma ewil hel nekî,
Ne terze, tu luqma duwê çê bikî!
Hilîne heçî hûr bûyî ber piyan,
Ewe mehre bêşek ji bo horiyan!
Ji mêhvanîre nê edeb pirrtirin,
Ji bo te çi bêjim ji heddê derin.
Tu rûne bira, paşê avê vexwe,
Sê caranî bihnde, bi mêhtin vexwe!
Bi navê Wî hercarî dest pê bike,
Li nik axirê wan tu hemdê bike.
Ji fêkî tu burhê bide ê şîrîn,
Ji bo te dewain, wekî hingivîn!
Mebhesul Sifatîl Sebetîl Qedîmetî (Sifatê Di Sebê Ezel Wî Hene)
Sifatê di seb`e ezel wî hene,
Ne `eynin ne xeyrin ne wek êt mene.
Heyate di gel `ilm û sem` û beser,
Iradet di gel qudreta xeyr û şer.
Murîde ji bo xeyr û şeran welê,
Riza wî tunîne bi şola nelê.
Ewê dî kelamê besîtê qedîm,
Hurûf û lûxet hedîsin ey hekîm.
Bi Qur`anê xeyrê wê mensûxî bûn,
Kemal û fedil bo me pê zêde bûn.
Heta ku qiyamet, dê herdu hebin,
Di `uqbayê xwendayê wê her hebin.
Sifatê kemaH hemî, Reb hene,
Sîmatê di neqsî ne mewcûdene.
Tu navan tu bêşer`î lê damene
Ji nehwîd û neh navê wî zêdene.
Ji ketma `edem, `alem anî wucûd,
Bi vî wechê ehsen, wî şahê Wedûd.
Tu me`dîim û hadis bizane ewî,
Heyûla tunîne ku `alem ji wê.
HelbestaKurdî.com
https://www.bernamegeh.org/2019/08/01/jiyana-mele-xelile-serti/