Helbestvan Muqades Agirî li navçeya Dutaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Heta Lîseyê li Dudaxê xwend. Niha li Swêdê jiyana xwe didomîne.
Tirsiyane ji te
ji raperîna reşahiyên çavên te
heybeta sekna te
û ji pêyvên te yên azadiyê
tirsiyane
taaa ji Kawayê Hesinkar heta îro
hesabê têkoşînê
ala berxwedanê
ji te pirsîne
qêmîşî bejna te yê zirav
rûyê te yê bedew
û kenê te yê dilgerm kirine
wekî gurên har
sotine laşê te
û wekî bazekî birîndar
te danîne li ser axa ku
her roj dinale
gotine
te bêriya dayika xwe
û birayê xwe yê biçûk Mûro, kiriye
te bêriya kolanên zaroktiyê
bêriya avzêman, berfînan,
û girara dew a pungê kiriye
êla te pirsîne ji çend kesan
ger rastî min bihatana
wê bizanibûna navnîşana te
di nexşeya dilê min de veşartiye
wê bidîtana herfên navê te
di kulma min a hinekirî de
neqişandiye
û wê bidîtana
xwina te
ne ser mêrgên reş û spî
dilop bi dilop
li ser kezeba min rijandine
bêrî û xem
tu qet zanî vê hestê
kesê ku herî zehf tu jê hez dikî
winda dikî di nav okyanûsên dilê xwe de
nizanî li ku bigerî
tu qet zanî vê hestê
ew kesê ku gurpegurp e dilê te ji bo wî
zehf nêzî te ye jî
lê bi milyon kîlometreyan dûrtir e êdî
yan jî
qet dorpêç kiriye tirsa êşa ku
tu yê êdî nebînî li vê dinê rûyê wî
hîs nekî taaa kûrahiya dilê wî
germahiya çavên wî
dilşadiya hatina wî
û xemgîniya çûyîna wî
qet tu lê geriyayî di nav qelebalixan de
bi raman û gumanên ku
rastî te bê niha
tu yê bi kîjan hestî ve lê binêrî
lê dema ku tunebûna wî dadikeve nav reşetariyan
qet hîs dikî ku xema hêstirên te paqij dike
bi tilî û pêçiyên xwe
yên ku herî zêde tu bêriyê dikî
Wa hatime delalê min
ji nav guleyan
nav baranên kîmyewî
ji kozikên agiran derketime
ji dûrrr hatime,
dilopên xwînê rijiyaye
di ser xeyalên min de
wa hatime delalê min
li ber derê te me
wekî dîrokekê jibîrkirî
nexşeyekê rêya xwe şaş kirî
evdalekê ezmûnkirî
û stranekê qedexekirî
wa hatime delalê min
li ber derê te me
teniya evînê dirije
ji bijangên min
bi daxwaza eşqekê nejiyayî
bi kelecaniya ciwantiya nîvco mayî
wa hatime delalê min
li ber derê te me
hisret komkiriye min
qefş bi qefş
bûme Dîcle
bûme Ferat
dîn bûme di awheyên biharan de
herikîme li ser axa xwe ya dêrîn
ji dûrrr hatime
li ber derê te me
delalê min
ez şerm dikim
wisa stembar li min nenihêrê
ey zarok!
tu ku wisa mêze dikî
ez şerm dikim ji mirovahiya xwe
ku tu dişewitî
ku tu dimrî ji birçîna
bê hêlîn dimînî
ez şerm dikim ji mirovahiya xwe
dema ku tu hembêza diya xwe de
koç dikî bê wext
gava bedena te ya biçûk
bi ser avê dikeve
gava derya laşê te daf dide perava xwe
ez şerm dikim ji mirovahiya xwe
wisa stembar li min nenihêrê ey zarok!
tu dibêjî qey ez te nas nakim
çawa ez te nas nakim
navê te Mizgîn e,
navê te Azad e, Hîvda ye, Alan e,
Cîhan e navên te
û dema ku hûn dişkên mirovahî dişkê
dema ku hûn kêm dibin
mirovahî ji xwe kêm dibe.
Xeyal bê sînor in
hûn ew qas destan bi destbendan girê bidin
hûnê nikaribin sînorên xeyalan bibînin
hûn nizanin ku sînorên xeyalan tune ne?
û ew ên xwedîxeyal
baskên xwe vedikin
ji dîwarên ramanên qedexe derdikevin
ji we
ji xwe dûr dikevin
û diçin ber bi çemên zelal
yên welatê qedexekirî ve
bêhna xwe vedidin
bergehê vedişêrin di çavên xwe de
bi heval û hogirên xwe re rûdinên
û çayek vedixwin
di nav binefşên nû bişkivî de
stranên azadiyê dibêjin
qala xeyalên xwe
hêviyên xwe dikin
paşê dibin hespên spî yên bibask
li pişta şeva şermoke sîwar dibin
û bê sînor difirin
ber bi azadiyê ve.
Em bibin zarok rojekî
Bibin zarok rojekî
em rojek bibin zarok dîsa
û pêşbaziya avjeniyê bikin
di ser zinarên reş de
bi hev re em biqêrin
yek, du, sê
û em xwe berdin ber hembêza çemê Muradê ve
bila hulma me di bin avê de
belboq belboq bi ser avê bikeve
bila dîsa xwişka me ya mezin
serê me bişo bi sabûna hêşîn ve
kefa sabûnê biqûltînin em
bi kenê xwe yê zarokatiyê ve
û wekî hechecikên hêlînên
di bin qatiyên malan de
têra dilê xwe bikenin dev vekirî
bila kenê me zinaran bixemilîne
Derî veke dayê
Derî veke ez hatim dayê
celeb bi celeb bablîsokan re derbasbûm
di nav daristanên hov de windabû temenê min
dêrên bi kelem lingê min peritandin
derî veke ez hatim dayê
bi guran re rû bi rû mam çend caran
çavên wan sor bû
uree uraa wan bû, har bûn
mij bû, moran bû, sar bû
qefeseke dareke ziha de xwe veşart bi rojan
çend caran hendefan de dardayî ma keserên min
derî veke ez hatim dayê
ji dûr têm kesirîme
di okyanûseke dînik de
dilopek windayî me
di nav çar welatên bê nav de
mihacireke bê wêlatî me
di nav siya şevtariyan de
rêwiyeke bê netewe me
raynade navnîşanekî tu nexşe
derî veke ez hatim dayê
ji dûr têm kesirîme…
dilo
de rabe em herin
dilê penaber
dilê reben
tu li vir jî nehewiyayî
rûyê te qurçimî dîsa
lêvên te dilerizin
wekî şemalika ber bayekî hênik
dilo
gelo li ku
kîjan bajar
kîjan mirov
kîjan demsal pîvana te ye
dilê kûvî wekî hespekî dîn
bê hevsar
bê xweyî
de rabe em herin dilo
cîhekî din em bigerin
dilo
tu li vir jî nehewiyayî…
Zindan sar e
zindan sar e
zengar in mifte
derî venabin dayê,
lihêfê davêjim ser çavên xwe
diçim rêwîtiya xwe ya zarokatiyê
bêhna te tê li ber tendûrê
bi kincên nîv-arvan tu bangî min dikî
qetek nanê tenûrê rûn dikî
hinek jî hezkirin li nav dikî
destar dizivirîne xwişka min
caran xwey, caran genim
em şeş xwişk û bira şeş dilên piçûk
di hûndirên mêrg û zozanan de
tov dikin kereng, siping û karçînan
milên xwe vedikin em ber bi jêr ve direvin
di nav xwezayê de dikenin û direvin
mifteyên zengar ji nişkav ve dizivirin
dengên hişk xeyalan sar dikin
çavên xwe vedikim ez û dîwarên sar
zîndan sar e
mifte zengar in
bi dengê te yê germ ve xwe dipêçim
da ku nerizim dayê….
Strana welatevînî
Straneke welatevînî bîne şevekî
Têke nava kulma min
Bêyî jan û kul
Bra navê wê azadî be
Melodiya wê Dîcle û Ferat
Notayên wê Agirî û Sîpan
Risteyên wê Mezopotamya
Straneke welatevînî bîne şevekî
Têke nava kulma min
Tijî kenên zarokên welat
Evîna keç û xortan
Girnijînên bûkên nazenîn
Dengê tilîliyên dayikan
Straneke welatevînî bîne şevekî
Ji rengê keskesorê
Ji baskên kevoka aştiyê
Ji çemê Murad a aram
Ji berfa Çiyayê Qertewînê
minminîka wêrek
niha di nava demsaleke zer de
tip tenê
di hundirê xeyalên qelebalix de
dimeşe emrê min
dema çavên min
li ser çemên xerîbiyan
li pêjna te digere
careke din dibim minminîkeke wêrek
xwe datînim ser kolanên şopên te
bi hêviya carek dîtina te
guh nadim ti avhewayan
û dibim awaza Çemê Mûradê
paşê bê tirs dibêjim
ji te hez dikim
wekî egîdekî ku ji doza xwe hez bike
wekî karxezaleke ku ji dayika xwe hez bike
û wekî Xecê ku ji Siyabendê xwe hez bike
a wisa
ji te hez dikim
vê carê
negre deriyê xwe
vê carê
ez ê tunebûna te
bi tilî û pêçiyên xwe
bikolim li ser dîwarên
şevên bêdeng
ez ê di bin şewqa hîvronê de
santîm bi santîm
kêl bikim birînên xwe
bi tayên hisreta te
jan bide jî
hestên min
guh nadim zarînên dilê xwe
yên nazenîn
negre deriyê xwe
vê carê
baskên min ên jar
wê neyê ber derê te
nakeve pey parsa evînê êdî
ez ê berê xwe bidim şikeftan
kevokan çêbikim
ji xeyalan
bifirînim ber bi asoyan ve
bixapînim vî dilê xwe yê evînê
bihara dil
minminîkên reng bi reng
dizîvirin li derdora
kulîlkên avhewaya
biharên di dilê min de
bêdengî
dibêjin dem derman e
ka çima dilê min hê li te digere
çima dirije ji bijangên min ev hesret
û çima dadiqurtînim bêriyên xwe bêdeng
dîroka şêlû
straneke xeyîdî yî tu di zimanê dîrokê de
di goristanên bêkes de şîneke bêdengî
bi dilşewatî ketiyî lîlana dayikên dêrîn
bi xençeran kolane xeyalên te yên tazî.
https://www.bernamegeh.org/2021/08/13/jiyana-muqades-agiri-2/