Qedrîcan an jî Qedrî Can (1911-1972) helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Ew bi navê Abdulqadir Can li Dêrika Çiyayê Mazî (Mêrdîn) di sala 1911’ê da hate cîhanê.
Gula Sor
Gula sor;
Hilbû jor;
Bîn da dor…
Gula sor…
Gula sor…
Li paş çiyayê Qaf şên bû,
Alem jê re vîn bû
Gula geş…
Bi me xweş…
Da me heş…
Em bi bîna wê sermest;
Em pê şabin serbest…
Nazenîn…
Xemrevîn,
Xemilîn,
Pê zemîn,
Guleke bê kelem e,
Di nav baxê iREM e
Gula sor,
Em li dor,
Bicivin,
Bîn bikin dor bi dor…
Rêya Taze
Ew perdeya reş tarî,
Ko ji şevên reş diyarî,
Min…
Ji rûyê xwe kişand..
Li ber çavê xwe çirand..
û avêt..
Avêt paş sed çiyayî..
Nava hezar deryay..
Min, gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh şûş;
û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuşt..
* * *
Ew zingara di mejî,
Ko mejyê min dimijî
Min….
Bi kêrikê xeritand
û bi agir şewitand
û paqijkir…
Paqij kir jê serê xwe
Min avêt ji derê xwe
Êdî……
Bi dîtina xwe,
û bi bihîstina xwe..
Bi vîna xwe û bi mejî
Bi rêve-çûna xwe jî
Ez bûm însanekî nû, piresteşê olek nû,
û di bajarê dil de min ava kir holek nû..
Şîna Pêşewa Qazî Mihemed
Efsûs ! efsûs !
çi derdekî giran e!
Birînek bê derman e !
Ji dil nalî..
Ji dev kalîn..
Hezar ah, hezar zarîn
Ji çavên me hêstirên xwîn,
Têne coş… têne xiroş…
* * *
Dibêjin ko ew `ecemên efyûn-kêş
Esrar-kêş
Bi destên xwe yên gemarî,
Danîn sêpa xwînxwarî!
Serê pêşwa dane pêş !
Ew rêberê bê hemta,
Teva çend wezîrên wî,
Kişandine pê sêpa
Ji erdê bilind kirin!
Di devê wan de qelûn
Di serê wan de efyûn
Lingê şêran kil kirin!
Karê wane ji ezel, bê wefayî,
Bê bextî û xwînxwarî û cefayî
* * *
Tu hîç xêrê ne bînî, ey Conpolê Ingilîz..
Ji wan esrar-kêşan re
Te hazir kir ev lîz
Rûyê te reş be
Ey teres
Ey bê namûs Tiroman
Balafirên te bûn bes,
Azribaycan, Kurdistan
Teva zar û zêçên wan
Kirne bumbar dûman
Bi şarê xwe kirine Ingilîz, Emrîkan
Esrar-kêşên Eceman û toranên Turkan
Ew dikarin me bikujin
Top û tanêgê wan hene
Zar û zêçan qir bikin
Balafirên wan hene..
Lê bira bizanin ko çiqas Kurdan bikujin,
Kurdetî ewê bijî ger bimîne mêr û jin
Bêguman roja me jî ewê bê
Roja rastî
Di dîroka beşer da
Xuya be heqperestî
Ey pêşiwayê navdar
Dijmin eger tu kuştin
Navê te yî pir şêrîn
Hetanî ebed hiştin
Her cara ko lingê we,
Ser serê wan kil dibû
Giyanê we bilintir
Ber ezman hildi bû,
Em dizanin…
Hûn ne ew kesin ko hîç bitirsin
Li sêpayê dijminan
Ber ew bikin, pirsîn
çiqas we henekê xwe
Bi sêpayê wan kirin
Bumba wî ya etomîk
Ji germiya dilê me
Nikare hîç sar bike,
Natewîne milê me,
Ey şehîdên Ebedî
Oxira we ya xêrê be
Silavê me li wan kin,
Her kî rêwîyên vê rêne
Navê we, Ewê bijî
Ewê Kurdistan bijî
Giyanê we
Di dîrok û dastanan vejî.
Tabûta Bixwîn
Şêx Ebdrehmanê Garisî çû rehmetê
Li Erdê dinêrim dilopên xwînê
Didime ser şopê çi bibînim ez
Dar û ber, kevir kuç giş dikin şînê
Bê hemdê canê xwe diqîrim ez
Tabûtek di nava ewrekî bi xwîn
Melekan kişandin ezmanê jorîn
Tirsekê da ser min lebitîm ricifîn
Ber çavê min reş hat dil bûrînim ez
Ew tabût, tabûta Evdê Rehman bû
Ser dinya derewîn Ew yek mêvan bû
Ger terk heyat bû, cinet mekan bû
Bi rehma wî şabin hemî Kurd û ez
Lê sed heyf ji bo te ey rehman şêx im
çiqas Kurd hene ji bo te bêxim
Têlkê gaziyê, û lêxim lêxim
Ew hawar hindeke jê têr nabim ez
şehadet, me ne dît wisan bi `ibret
cinayet, xiyanet wisan bi riqqet
Ji bona mirovê xudan himmet
Tarîxa roja te şîn ! qeyd dikim ez.
Xewna Hişyariyê
Ax welato ax welato
Roja me zû lê helato
Bav û birê me çawanin
çima xeber jê nehato
îşev min dît xewnek bi tirs
Tu keremke ji min bipirs
Ez carekê dest pê bikim
Da tu bibîn çiqas bi hirs
Bayekî reş hate ji jor
Li ser min kir bûre û bûr
Bi girîn da kaxezek sor
Di nav hebûn du tayên por
Ez çûme cem pîrek zeman
Min got:falekê veke eman
Min daye der tev ruh û can
Derdê min reh bibê derman
Pîrê bo min rabû ser xwe
Piyana avê da ber xwe
Li ava xwend, li min nêrî
Dîsa serê xwe da ber xwe
Kaxez bi xwîna bira bû
Her dû ta porên xwehan bû
Me`na wan kûr û giran bû
Ji Fe`la pîrê nihan bû
Birayê me têne kuştin
Bi xwînên xwe têne şûştin
Xwehan porên xwe şandine
Yanî(çima hûn rûniştin)?
îro laşim pir diêşe
Qenc dizanim çi diêşe
Lê çibikim derman nîne
Tali` tune bextê reş e
Dermanê ko ez keşf dikim
Bi hêvîna xwe geş dikim
Ji dilbirînên wek xwe re
Pelên Hawarê reş dikim
Qedrî bêje û binale
şînê girêde bikale
Namûs nema, rûmet nema
Ev çi derd û ev çi hal e.
Begê Axir
Dostê min:
Dijminê postê min..
Begê axir zeman…
Ew zenbîla tu pê hat,
Nema datê ji ezman.
Benê wê riziya
Li nava rê qetiya,
Ew ket..
Ket nava derya sor,
Derya sor jê ra bû gor,
Derya sor
Ji Fer`ewn û çend xwedê biçûk ra
Bû kefen…
Mûsa û mirîdên wî hemî
Bê per û bê gemî
Ji wê deryayê derbas bûn,
Ji cewr û cefayê
Li wir xelas bûn.
Fer`ewn li wir fetisî
Mûsa li ser reqisî
Nemrûdê biçûk
Me bi agir ditirsînin
Pif meşka vala
Ey kevnarê sala…
Baweriya dilê me,
Taqeta milê me
Ji îmana Ibrahîm pirtir e,
Ne kêmtir e…
Viya bizan,
Ey pêxemberê dizan,
Dostê min
Dijminê postê min,
Begê axir zeman
Ew zenbîla tu pê hatî,
Ne ma datê ji ezman
Meznatî,
Ne bi pare û mal e…
Ne bi gorina kal e…
Meznatî,
Bi cewherê insan e !
Bi `ilm û `irfan e !
Belê… em xizanê mal in,
Lê zengînê kemal in…
Zengînê îde alin…
Dostê min
Dijminê postê min,
Begê axir zeman
Ew zenbîla tu pê hatî,
Ne ma datê ji ezman
Koşka te ya hîm-vala
Ya bi neynûkê pala,
Ên birîn…
Ên bi xwîn…
Te ava kir û di bin de rûnişt
û gelek reben ji birçîna kuşt;
Ewê ser serê te hilweşe
Gerçî dilê me bi te naêşe,
Lê em dixwazin
Lê em dibazin…
Zaroyê te ê bê guneh
Ko bi hejmar hene neh, deh
Ji wê talûkê xelas bikin,
Di rêya rast re derbas bikin
Riya rast !
Riya me…
Ew e baweriya me:
Zincîr şikandin…
Armanc gîhandin…
Bablîska bîstan,
Dîroka rastan,
Dibêje:
Bibêje…
Guh mede efsaneyên dêwan
Bi şûnda ne mîne ji karwan
Karwanê medeniyet,
Gurûhê beşeriyet….
Xulase;
Pêşî û paşiya felsefe..
Felsefeya me
Ev e:
Dîn.. mezheb.. îman..
Bibe însan ! bibe însan !
Dostê min
Dijminê postê min,
Begê axir zeman
Ew zenbîla tu pê hatî,
Ne ma datê ji ezman.
Ez Diçim Mosko
bi agirê dilê zahîdekî diçe heca
bi hewêsa ewîndarê ber bi delala xwe ve diçe
bi arzûya zarokakî radipelike diya xwe dike
ez diçim mosko
devê min, dilê min her zereyê laşê min dikeve
her sê zarokên min li dora min dicivin
ji min diyariya mosko dixwazin
siwarê keştê bûm
teva pêncsad hevalî
her yek ji wan ji min bêtir heyecan
hinek ji wan ereb in
hinek jî çerkes, kurd û ermen in
lê hemû yek ziman û yekdil in
zimanê dostanî û aşitî
weke bira diçin mosko
strand, govend û dîlan
ji coş û xiroşa wan re
pêl û masiyê deryayê minêkar
bi vî ahengî em gêhiştin derdenil
paşê istembol
dîyar û bajarê nazim hîkmet
nazim hikmete zarok di vê dergûşê da
hat hejandin
diya wî ya mihîrban li wir
ji nazimê zarok re lorîya azadiyê dilûrand
dengê nazim hikmetê mezin li wir
li himber îstîbdadê kire gurmîn
lê îro ew dîyar hezîne
ji dûr ketine kurê xweyê fedakar, wefakar
ew dinale
di bin lingên emerîkan û niştimanfiroşan
em gîhiştin ewdîsiya
mehşera biratî
gûrûh-gûrûh xelk, jin, mêr, pîr û zaro
li bendê me bûn
mîna kerîya berx û miyan
em li ser hev keliyan
me hevdu hemêz dikir
me hevdu maç dikir
ji çavan hêsrên kêfxweşî û dilgeşî
dherîkîn ser rûyan
dengê “bijî aşitî û dostanî”
deçû ezmanan
ev hal li ser rê, li her bajarî
heta mosko wîsan bû
di nav welatekî bihûştin
însanê wek melekan
dil saf
dev bi ken, rû bi kenîn
nizanim çawan destên naziyên ehmaq
li van digeriya
xweş, paşê wan jî
lingê wan jî hate kişandin, ya
mucîze jî ev e
gava dijmin destê xwe
dirêjî vî welatî dikin
berxê vî welatî dibin şêr
ez gîhiştim mosko
bi germiya dilê zahîde gîhişte hecê
bi hewesa ewîndarê gîhişte
hembeza delala xwe
bi heyecana zarokî rapelka memikê diya xwe
ez gîhiştim mosko.
Karwanê Me
Em hîç ne westiyan û nawestin
Li ser vê riya dûr
Ser vê riya dijwar
Em diçin û emê biçin
Ber bi armanca xwe
Ser deryayê bi xwîn
Ji çiyayên dar û devî
Deştên bi kelem û histirî
Newalên teng û tarî
Em derbas bûn
Li bin baran
Li ser berfan
Ba..û bager
Li şikeftan
Di bin dilopan
Bi lingê xwas
Bi can tazî
Karwanê me diçe
Ber bi armanca xwe
Bi koviyan re pence pence
Bi dêwan re rû bi rû
Me ceng kir
Wan em kuştin
Me ew kuştin
Em ne tirsiyan
Ne beziyan
Karwanê me diçe
Ber bi armanca xwe
Em gehiştin çiyayê qaf
Nizîk bû.. nizîk bû ermanc
Xuya kir..xuya kir behişta Kurmanc
Ah…
Ew ne xweş giyan
Ew kulikên ji karwan
Bi şûn da man
Ew rebenên bêçar
Man.. ji beheşta me bê par.
Niştîman Birîndar e
Niştiman birîndar e, wextî efsane niye
Li ber çavan sêdar e, wextî bêgane niye
Ey cenabê Pîremerd, saldîdeyî germ û serd
Bo çi tu pir ekî derd, Wextî meyxane niye
Ey kiça li çemçemal, kiça Kurd, kiça delal
Li hed ziyade tu menal, wextî giryane niye
Ey Nalî dîwanî, bo maçêk şeydanî
Tu xud ekî herzanî, wextî qurbane niye
Niştiman birîndar e, li ber çavan sêdar e
Wextê `eşqane niye, wextê mestane niye.
Şêrê Hat Welat
Mizgîn.. mizgîn.. Gelî Kurdan
Roja Kurdistan helat..
Barzanî hate niştiman,
Şêr hat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Çayê Zagros bê deng mabû,
Baxçe û bax bê reng mabû,
Ew meydana bê ceng mabû,
Roja Kurdistanê helat..
Şêr hat welat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Ne xuyabû ji çend salan,
Ji bona derdê niştiman,
çû bû digerya, li derman
Roja Kurdistanê helat..
Şêr hat welat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Mijde ji bo dar û beran
Deşt û newal li her deran
Roja Kurdistanê helat..
Şêr hat welat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Li îraqê, Kurd û Ereb,
Azad bûne ji nîrê Xerb..
Li ser yek rê.. li ser yek derb
Roja Kurdistanê helat..
Şêr hat welat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Azad bûye Silêmanî
Sibe dora Mûş û Wanî
Mehabad, Sine, Banî!
Roja Kurdistanê helat..
Şîna Celadet Bedirxan
Mîrê kurd lawê Kurdistan
Neviyê Bedirxan
CELADET
Fidakar xwedîyê himet
Cendekê wî ku di vir de binax bû
Giyanê wî bilindî asman bû
Di riya neştiman
Xwedî bi can
Giyanê xwe kir qurban
Ne mirîyê, zindîye
Navê wî ebedî ye.
Cegerxwîn
Di dema heşê min wenda dibûyî
Mizgînek ji min re hat û got:bixwîn.
Min cegerperitî, min dilhilûyî
Mêze kir ev mizgîn b`navê Cegerxwîn
Hevalê xoşewîst pesna gundê min
Bi ah û keseran pêşkêş didî min
Ji nû ve pêtek ar, da ser daxê min
Derd û kul tevdayîn tewşe Cegerxwîn!
Dêrik pir xweş e hêjaye pesnê
çi bikim nakev dest;ji her vê xesmê
Bi dil birîndar in Kurdên vê neslê,
Ne ez û tu tenê hemî Cegerxwîn!
Ma Maden hindik e ji darên beran
Osmanye, Sêwrek, Mûşa-Serhedan.
Ji çayê Torozê heta Deşt-Rewan
Giş xabin!hin çêtir bizan Cegerxwîn.
Dizanim tu zanî, welat giş xweş e
Hin bajar hene ku tu lê na meşe
Mesela Elezîz çi lawkeleş e
Bidîta bi çavê şihrê Cegerxwîn.
Hevalo tu xweş bî;tim bi dilê xwe
Welat buhiştîn tim bi sazê xwe
Saz bikî nava tilyên destê xwe
Da nezan bizanin tuyî Cegerxwîn..
Berzanî
Serdarê Kurdan.. Berzanî
Berzanî… Berzanî…
Di cenga welat de,
Di meydana xebat de,
Pehlewan..
Qehreman…
Tuyî,
Bûyî,
Hîmî Kurdistan..
Te, hîmî Kurdistan,
çêtir,
Bêtir,
Li cî danî
Berzanî… Berzanî…
Berzanî.. Berzanî..
Kî
Vî
Navî
Nizanî?
Her kesî dît,
Her kesî bihîst
Li rojhilat…
Rojhelata navîn..
Zivistan û havîn
Kî dike ceng? kî dike xebat?
Li hemberî çend dewletan,
Ew dijminê miletan,
çend dewletên isti`mar,
Kî bûye kelem? Kî bûye bar?
Eskerên Nûrî Seîd,
Ko digel corcan xelît
Dixebitin…
Diperpitin…
Nikarin vî mêrî,
Vî şêrî,
Bixin davê..
Leşkerên Turk û Eyran
Balafirên Toreman
Hîç tu havil ne kirin..
Tuştek hasil ne kirin..
Dîsa li ser çiyan,
Dîsan li nav meydan
Deng dike,
Ceng dike,
Berzanî… Berzanî….
Ey biraderê Ecem!
Ixwan: Ereb el-eşem!
Ey… Demoqrat Turk qardaş!
Birader! Ixwan! Yoldaş!
Em heval û cîran in,
Dijminê Amerîkan in..
Ingiliz in.. Ingilîz..
Zînhar jê re ne bin lîz.
Serdarê me Berzanî
Gerek her kes bizanî
Serdarê azadiyê ye…
Navdarê abadiyê ye…
Rabin hûn jî bilivin,
Li doza wî bicivin…
Bêjin bijî Berzanî…
Xelaskarê insanî!
https://www.bernamegeh.org/2019/07/06/jiyana-qedrican-qedri-can-yasam-hikayesi-1911-1972/