Simoyê Şemo

Helbestvanekî Zîrek: Simoyê Şemo / Mirazê Cemal

SİMOYÊ ŞEMO  (1928-2000)

Îro roja bûyîna helbestvan û doxtirê kurdî navdar, dengbêjê hub û evînya wêjeya kurdî, ji eşîra êzdîyaye Şerqîya, Simoyê Şemoye. Helbestvan û doxtirê navdar Simoyê Şemo ku îro hebûya temanê wî îdî wê 93 sal bûya. Lê telebextra helbestvan dirêj jîyan nekir, her bi qelema xweye Zêrîn dîroka wêjeya kurdîda ma wek zêndî. Malbeta wana rêke dûr û dirêje dîrokîra derbaz bûye. Ew ji eşîra qehremanê êzdîyayî navdar Dewrêşê Evdîne.

Simoyê Şemo sala 1928-a li Ermenîstanê herêma Armavîrê, gundê Kelegerxê (niha Şênavan) hatîye dinîyayê. Çawa min jorê gotîye, kal û bavên wî ji Eşîra Şerqîya bûn.

Dema koçberkirina êla wana ji Kurdistanê berbi Rûsîyayê ne dîyare. Berî komkujîya salên 1915-1918 malbeta wan li gundekî herêma Surmelîyêda nave kîjanê Kitîk bûye mane. Lê dema ew bûyarên şer û cenga dest pê dibin, û hêzên Rûsa paşda vedikişin, malbeta wana tevî bi hezaran malbetên êzdîya koçberî wî alîyê çemê Erez dibin û tevî malbetên xwe Ermenîstana îroyînda disêwirin. Hetanî ku ewê gundê Kelegerxêda cîhwar bibûna, ew gelekî zor zehmetê dibin, rû bi rûyî tunebûnê, xelayê û nexweşîyê dibin. Gundê Kelegerxê cîhkî wisa bû, ku ji vêderêva li wî alîyê Erez gundê wanaye berê dihate xuyanê. Wana keser û kovan dikişandin, û li wî alîyê çem dinihêrîn, çewê wana lê bû, ku wê dîsa vegerine gundê xweyî berê û herine ser mal û milkên xwe. Lê telebextra wisa jî bavê Simo Elîra û ne jî Simora li hev nehat, ku qe na carekî herine wî alîyê Erez gundê xweyî kal û bava bivînin.

Malbeta wana nîv koçer bû. Bahara koçên xwe dibirine zozanên Elegezê, hetanî payîza direng vedigerîyane gundê xwe. Payîza û zivistana dewat dest pê dibûn, rojên şayîr li rex çîrokbêja û nava dewatada derbaz dibûn. Dibistana gundê wana ya deh sale bû, li kuderê Simo dixwend û şagirtekî herî pêşketî bûye.

Dû demamkirina dibistana gundê xweyî Şênavanêye dehsalera, li kuderê kurda û ermenîya tevayî jîyan dikirin, lê malbeta wan havîna diçûne zozana. Li zozana ew kerê berxên xwe dispêre hevalê xweyî zarokatîyê Sihîdê Îbo, kîjanî wî wextî tevî wî berxvanî dikir lê pêşerojêda dibe profêsorê bizjîşkîyê, û helbestvanê kurdî navdar. Simoyê Şemo berê xwe dide Yêrêvana paytext li xwendinxwana bzjîşkîyêda tê qebûlkirinê û bi qîmetê herî bilind demam dike, paşî demamkirina xwendinxwanê, ew zankoya Yêrêvanêye doxtirîyêye dewletêda tê qebûlkirinê û sala 1957-a bi xwendina bilind demam dike.

Wezîreta Ermenîstanêye saxlemîyê wî dişîne kundê kurdayî Sabûnçîyêyî mentîqa Talînê çawa doxtir, lê paşê jî wî destguhestî mentîqa Aparanê nexweşxana Elegezêda tê kivşkirinê wek serokê nexweşxwanê, li kîderê weke 10 sala dixebite lê paşê vedigere Yêrêvanê dîsa bi pêşekê xweyî doxtirîyê, hetanî dawîya jîyana xwe kar dike. Helbestvanê navbar, dengbêjê wêjeya kurdîyî hub û evînyê Simoyê Şemo 72 salîtya temanê xweda li Yêrêvanê koça xwe anî ber ber dawîyê.

Ew li goristana êzdîyaye Sardarapatê li kuderê mêrxwasê êzdîya û ermenîya Cangîr Axa sala 1918-a himberî Romê bi qehremanî şer kirîye, hatîye defînkirinê. Lawê wî Rizganê Simo kîjan bi xwe pêşekê xweva doxtir û helbestvane, û zankoya Yêrêvaêye doxtirîyêda lêktore, turba Simoyê Şemo bi kevrê margarît û wêneyê wî ser baş daye çêkirinê.

Apê Simo mirovekî qedirgir û nandar bû. Min gelek cara tevî wî nan xwarîye û wî gelek qedirê min digirt. Dema dihate rêdaksîya RYA TEZE bi laqirdîyên xwe em didane şahkirinê, helbest mera dixwendin. Ew kurdekî ola xwe de êzdî bû. Netewperwar û welatparêz bû. Çîroka jîyana wî gelekî balkêş, dûr û dirêje, kîjanê ez bi kurtayî dinivîsim.

Berhemên helbestvanê navdarî hizkirî yên weşandî û neweşandî gelekin. Ezê hinek berhemên wîye weşandî vê gotara xweda destnîşan bikim.

Pirtûka wî ya ‘‘Nûr,, sala 1961, ‘‘Xetên hubê,, 1967, ‘‘Hikyat derheqa balçêmakêda,, 1971, ‘‘Ez û Êl,, 1974, ‘‘Gula gêlî,, 1979, ‘‘Dilê bengî,, 1989, û ‘‘Zozan,, sala 2000-î.

Sala 2008-a 80 salîya şayîrva girêdayî, lawê wî doctorê bizjîşkîyê Rizganê Simo berevoka wîye bi nave ‘‘Baxçê payîzê,, da weşandinê, li kuderê helbestên salên dawîya jîyana şayîrda ku hatine nivîsarê têda cîh girtine.

Şimoyê Şemo hela salên xwendkarîyêda helbest nivîsîne. Ezê vê nivîsêda çend helbestên wî raberî we ezîzan bikim.

EM KOÇER BÛN

Em koçer bûn, ez jî berxvan,

Li nav paşla Elegezê,

Û rojên me derbaz dibûn,

Nola ava Elegezê.

Derbaz bûn sal û zeman,

Koçerî çû, bûme xwendkar,

Lê kulîlkêd Elegezê,

Ez bîr tînim hero, hercar.

Îro îdî ez doxtirim,

Ez ewledê Elegezê

Bi eşq û şah dixebitim,

Gundê pala Elegezê.

Çawa min jorê daye kivşê, ku Simoyê Şemo û profêsorê bizjîşkîyê, helbestvanê kurdî navdar Sihîdê Îbo hevalên heve zarokatîyê bûne, û dema sala 1991-î 18-ê meha çilê Sehîd di alîyê neyarada bi trajêgî tê kuştinê, kuştina wî ser Simoyê Şemo tesîreke giran dihêle û wî çaxî ew helbestekê derbarê Sehîd da dinivîse.

HEVALÊ MİN

Tune şevek neyêyî xewna min,

Heta sibê gazina nekî,

Nola berê tu birê min

Dilê xweyî behr venekî.

Şev dibine sal li min û te,

Dihingirin, kuta nabin,

Hîv sar dibe û qisva me,

Lê gazinê te xilaz nabe.

Zarotîyêda em bal hevbûn,

Lê niha tu xewnêda têyî,

Ax, felekê çima ha kir?-

Her şev, her car minra dibêyî!

Meremê te tev ma nîvî,

Bext tera bû behra şeva,

Bêje çi bikim, kê bikim hîvî,

Xwe bavêjim kîjan ava?..

Ku hêsabî li wê dine,

Ewê dinîya heta-hetê,

Neyêyî vê dinîya zinê,

Herî cîhê xwe nav cinetê.

Tune şevek neyêyî xewna min,

Heta sibê gazina nekî,

Nola berê tu birê min

Dilê xweyî behr venekî.

QÎZA KURDA

Qîzên kurda, hûn emirin,

Hûn xezalên serê çîya,

Kê we hizke,- bê mirine,

Hûne Tevin ser her çîya.

Şîrinaya zimanê we,

Gezo li ber şerm dike,

Zozana ji kilamên we

Bilbil jî xwe şaş dike.

Hûn şîlanê sîngê qaşa,

Tu dest pêra nagîne,

Û ji huba we çevreşa,

Dilê min kul, birîne.

Qîzê kurda, hûn emirin,

Hûn emirin emirda,

Qolanê min nedihat badin,

Lê bi hubê we bada.

Kê we hizke,- bê mirine,

Hûn kanînîne li gelîyê kûr,

Çevê we reş şev bê bine,

Ez xalifîm li rîya dûr.

AV

Ji avê xweştir,

Ji avê baştir,

Tek ave, heye,

Avê girantir,

Tu cîya tuneye.

Carna bilbile,

Rewş û sorgule,

Divêjin-eve,

Carna jî hure,

Çîyara difire,

Qetile teve.

Lê dîsa ave,

Mera dê-bave,

Tîne emire.

Bira av hebe,

Timê temîzbe,

Emir namire.

GULA GÊLÎ

Gula gêlî,

Çira silî

Tu ji min?

Ez dixwezim,

Te biçinim,

Te biçinim,

Tu qul dikî

Destê min.

Te, nederê,

Ez her derê

Motacim,

Lê tim birçî,

Hub ate tî,

Ez ji gêlî

Ker diçim.

Gula nazik,

Ça tiberk,

Were neke vê yekê,

Dil cegerê min

Xirab bûne,

Bike melhem

Belgekê.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !