mirazê uzo

Hevpeyvîna H. Mizgîn Bi Mirazê Uzo re

Mirazê Ûzo Cewherî rejisorê Tiyatroya Kurdî ya li Tiflisê ye. Tiyatroya Kurdî 10 saliya xwe temam kir. Bi vê helkeftinê (bi vê munasebetê) endamê redaksiyona me H. Mizgîn li Tiflisê bi rejisorê tiyatroyê Mirazê Ûzo Cewherî re rûnişt û ji bo xwendevanên Armancê peyivî.

Tu ji kerema xwe re dikarî bi kurtî behsa jiyana xwe bikî?

  1. U. Cewherî: Ez di sala 1947’an de li gundê Pampa Kurda hatime dinê. Min li bajarê Tiflisê bi zimanê Ermenî xwend. Di sala 1967’an de min fakulta fîlolojiya ziman û edebiyaya Ermenî kuta kir.

Min ji sala 1968’an heya 1974’an li beşa tiyatroya Wezareta Çandî (Kulturî) ya Ermenistanê kar kir. Di sala 1974’an de min bar kir û ez hatim Tiflisê û pêşî li Tiyatroya Ermeniya li Tiflisê kar kir, piştre jî ez derbasî Rojnama Gurcîstanê ya zimanê Ermenî bûm û niha jî di redaksiyona vê rojnamê de berpirsyarê beşa çandî û medeniyetê me.

Ez ji alî xebatê ve wek esas xebat xwe ya Tiyatroya Kurdî hesab dikim. Ji ber ku merivê Kurd li ku xebata dike bila bike, eger ji bo miletê xwe xebat neke, xebat pûç e. Bi bîr û baweriya min ez di rojname Ermenî de çi bikim jî wê bête jibîrkirin, lêbelê tiştên ku ez ji bo Tiyatroya Kurdî dikim wê bimînin, neyên jibîrkirin. Tiyatroya Kurdî ji bo min vatineyeke netewî ye û ez vê yekê wek deynê stûyê xwe dibînim.

Ez zewicî me du zarokên min hene. Qiza min li Universîta Tiflîsê di fakulta filolojiya zimanê Rûsî de dixwîne û kurê min jî diçe sinifa 8’an. Xanima min li Unîversîta Tiflîsê beşa zimanê Farisî kuta kiriye. Lê îro xebata wê ya himî xebata Tiyatroya Kurdî ye û artîsta vê tiyatroyê ye.

Tiyatroya Kurdî ya li Tiflîsê kengê û çawa dest bi xebata xwe kir û di vê xebata we ya hêja de tengasî û kêmasiyên we çi ne?

  1. U. Cewherî: Wek min got; di sala 1974’an de ez hatim Tiflîsê û di vê salê de min niyet kir ku dest bi hazirkirina Tiyatroya Kurdî bikim. Ev niyet ne tenê ya min bû. Di wê demê de di Komsomola Tiflîsê de Komela Ciwanên Kurda hebû. Ev niyeta xebata tiyatroya Kurdî ya wan bû û bi wan dest bi pê kiribû. Me xwest pêşî tiyatroya zarokan ava bikin. Lê belê pêk nehat. Tiyatoya me ya îro bi temamî di sala 1979’an de saz bû. Me piyesa pêşin di Gulana 1980’yî de pêşkêş kir.

Wê demê jî problemên me bi hezaran in. Problema herî girîng û pêşin peydakirina artîstan bû. Karê tiyatroyê naşibe karên din. Di karê tiyatroyê de ya herî girîng ew e ku tiyatro bi xwe divê di ruhiyeta mirov de hebe û mirov divê di vî karî de bikaribe guhêrbar (fleksîbil) be.

Sala ku me dest bi xebata xwe kir, kesên ku dixwestin di vî karî de cîh bigrin gelek bûn. Salona me têra me nedikir, piçûk bû. Ji bo tiyatroya pêşîn ji me re 13 kes pêwist bûn, lê çi heyf me nikaribû ji nava 40-50 kesî 13 derxistana. Ev yek problemeke pir mezin bû. Cara pêşîn bû û me ji sifirê dest pê dikir.

Problema din a girîng peydakirina artîstên jin bû. Di nav me Kurda de hê jî mîrasên ji dema feodalîzmê, jiyana xwe didomînin. Xelkê me tim digot; “Ma ne şerm e ku jin derkevin sehnê?” Ev problema dijwar hê jî heye. Ji ber vê yekê min alîkarî kir ku xanima min jî têkeve nav karê tiyatroyê. Mudirê me jî xanima xwe anî. Ez bi serbilîndî dikarim bibêjim ku her du xanim jî bûn artîstên gelekî jîr. Me berê xwe dida malbatên Kurda û tika dikir, hêvî dikir da ku qîzên xwe bişînin Tiyatroya Kurdî. Bi vî awayî me pênc qizên Kurda kirin artist.

Bidestxistina piyesên Kurd jî problemek mezin bû. Tunebûn û îro jî tunene. Ew piyesên Kurdî ku me peydakirine ez wek drama bilind hesab nakim. Lê mecala me hewqas bû, me li gor mecala xwe hin tişt afirandin. Di kurdî de metelokek heye; “Mirov gavên xwe li gor bera xwe davêje”. Îro jî di destên me de piyesên Kurdî kêm in an jî tune ne. Rast e, ji bo tiyatroya me hin piyes tên nivîsandin (ji alî nivîskarên li Êrîvanê, Tiflîsê û hwd.), lê pir mixabin gelekî sist û sivik in. Ji ber ku ew di kar û barê xwe de ne profesyonel in, piyesên Kurdî ku tên nivîsandin jî ne profesyonel in. Kar û barê me di dereca amatorî de dimîne. Eger nivîskarên me yên li derê Sovyete jî ji me re binivîsandina û bişandina, emê gelek şabûna. Hêviya min ji we, ji Redaksiyona Armancê ew e ku me bidin naskirin da ku nivîskarên me ji me re binivîsin.

Problema din ew e ku; di nav 70-80 salên li Sovyetê de me ji urf û adetên xwe gelek tişt winda kirine. Me ziman ji bir kiriye. Em îro nizanin bi rastî kincên me yên gelêrî çawan in, di rabûn û rûniştinê de ya orjînal çi ye, çawa ye. Ev yek di xebata me de dijwariyeke mezin peyda dike. 15-20 sal berê di nav me de kal û pîr hebûn û urf û adetên berê koçkirinê dizanibûn. Wan ji me re qal dikir. Lê îro ew kal û pîr tunene. Pir caran ji me re tê gotin ku kostûmên em li xwe dikin ne yên orjînal in.

Wekî din jî problemên me gelek hene, lê wek adetê dibêjin; em gelê Kurd tim û tim xwedî problem in. Lê dibêjin; “Xwedê yek e, dergeh hezar in”. Ji wan hezaran helbet wê dergehek ji me re jî vebe. Belkî tiştên ku me ji bîr kirine paşde vegerin, bi dest me bikevin.

We heya niha çend piyes pêşkêşkirin û hûn naveroka piyesan çawa hildibijêrin?

  1. U. Cewherî: Di nav van 10 salan de me 15 piyes hazir kirine. Piyesa pêşin a Eskerê Boyik “Sinco Qiza Xwe Dide Mêr” e. Wekî din jî piyesên Kurdî “Xecê û Siyabend”, “Zarîna Çiya (Cihangîr Axa)” ya Ezîzê Gerdenzêrî ne. Piyesên din ne yên Kurdî ne, me ji zimanên din tercumeyî Kurdî kirine. Piyesên ku bi naveroka xwe ve nêzî pirs û pirsgirêkên Kurda ne, hatine hilbijartin û tercûmeyî Kurdî bûne. Me ne tenê ziman tercûme kiriye, lê piyes bi her awayî guhertiye Kurdî. Wek nimûne piyesa Şamxalov (Azerî) “Xwesû”, piyesa Xugayet (ji gelê Os) “Cînar”, piyesa Papayan (Ermenî) “Zavê ji Welatê Dereke”, piyesa Ananyan (Ermenî) “Mala Min Ne Mala Te ye”, Piyesa Îyoselyannî (Gurcî) “Hele Hêj Erebe Wernegeriyaye” û yên mayîn. Hin piyes jî me wek xwe hilgirtine, tu guhertin tê de nekirine. Wek piyesa Jurî Vîzbor (Rus) “Çiqlê Spîndarê”, piyesa Çiyaxayîdzê (Gurcî) “Ji Saet 3 Heta 6’an”.

Li vir dixwazim bala xwendevanan bikşînim ser tiştekî; ew piyesên ku me wek xwe hîştine û tenê ziman tercume kirine, ji alî Kurda ve nehatine ecibandin. Me li ser van piyesan 6-7 mehan xebat dikir û 2-3 caran dileyîst û hew kes dîhatin. Ev jî dide xuyakirin ku civata me tiştên nêzî ruhiyeta xwe dixwaze. Min li jor gotibû ku me gelek tişt wenda kirine, lê me ruhiyeta Kurdîtiyê wenda nekiriye û ev yek min şa dike û hêjayî pîrozbahiyê ye.

Me di nav van xebatên 10 salan de tim û tim lêkolîna sedemên koça me ya 75 sal berê dikir û piyesa “Zarîna Çiya” bi armanca dayîna bersîvên sedema koça me anî zimên. Wek te jî dît; me di piyesê de sê pirsên hîmî anîne zimên; 1- Me çima ji welatê xwe koç kir, 2- Wek netewe em kî ne û 3- Li Sovyetê me çi bi dest xist. Bersîv ev in; 1- Me bi koçkirinê şaşîtiya herî mezin kir, 2- Em wek netewe Kurd in (hebandin çi dibe bila bibe, dixwazî misilman, Êzidî û dixwazî xaçparêz be), 3- Me li Sovyetê tu tişt bi dest nexist, lê gelek tişt wenda kirin. Tiyatroya me wê li ser problemên wiha xebata xwe bidomîne û ji bo me îro ev yek gelek ferz e. Hedefa me geşkirina hebûna Kurd û Kurdîtiyê ye.

Bi rastî we karekî pir hêja kiriye. Xebata we hêjayî pîrozbahiyê ye. Gelo daxwaziya we ji me ji Kurdên li Ewrûpayê çi ne?

  1. U. Cewherî: Ev pirs pirsek di cî de ye. Niha îro rewş li Sovyetê hatiye guhertin. Ew tirsa ku berê di nav me de hebû û hevdîtina me bi dizîbû, îro tune. Hêviya me ji alî xurtkirina danû-stendinê ve îro gelek e. Em dixwazin çûyîn û hatina me zêde be. Em dixwazin ku mecal bêrin afirandin ku tiyatroya me derkeve derê Sovyetê ku miletê me yê derê Sovyetê jî tiyatroya Kurdî temaşe bike. Bi vê yekê jî kêmasiyên ku min li jor anîn zimên dê kêm bibin, ka dir ji me re derkevin, nivîskar ji me re binivîsînin. Çûn û hatîn, danûstendin ez bawer im ku wê viyanek (stimulans) baş û bilind di nav tiyatroya ma de peyda bike.

Min divê Kurd li gelê xwe xwedî derkevin da ku miletên niha em di nav de dijîn bila bizanibin ku pişta me heye, em ne bêxwedî ne.

Ez ji bo vê fersenda ku kovara Armanc da me, dixwazim ji redaksiyona Armancê re spas, hezkirin û silavên xwe pêşkêş dikim. Rast e hûn cara yekemîn e ku di derheqa me de dinivîsin, lê em ji Armancê hez dikin.

Personelên Tiyatroya Kurdî li Tiflîsê Rejîsor û Şef: Mirazê Ûzo Cewherî

Senograf: Şamir Teymînasyan

Artîst: Culçera Ûsif (xanima M. U. Cewherî), Kulîlka Eso, Besa Mihemed, Almasta Wezîr, Naza Xeto, Şalîkoyê Miraz, Aramê Miraz, Tîtalê Evdo, Şîrînê Emo, Bînbaşê Axê, Misûrê Qalixan, Temûrê Keleş, Îsmaîlê Usif, Şalîkoyê Sefo

Lê Binêre

şerefxan

Zimanê kurdî li gora Şerefxan

Di warê lehceyên kurdî de kevintirîn çavkanî, Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî e. Şeref Xan di vê esera …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !