Di roja 9ê mijdara 2011ê de heval û dostê hêja, rewşenbîr, xebatkar, nivîskar û ronakbîr Îsmet Şerif Wanlî çû ser dilovanîya xwe. Helbet cangorîya wî ji bo malbata wî, heval û dostên wî û ji bo tevahîya civaka kurd zîyaneke dilêşîyê ye.
Îsmet Şerîf Wanlî jîyana xwe, xebat û karên xwe bi tevgera azadîya kurd ve girêdabû û heta koça xwe ya dawî bendewarê tekoşîna kurd û Kurdistanê bû. Ew bi dil û can ket nav tevgera neteweyî û kar û xebatên xwe ji bo hemû parçeyên Kurdistanê kir. Îsmet di sala 1924ê de li taxa kurdan ya li bajarê Şamê hat dunyayê. Navê bavê wî Mihemed Şerîf Wanlî û navê diya wî Xeyrîye Alereşî ye. Kalê wî Şerîf di dawîya sedsala 19ê de ji gundê Zîrik ya ku li ser gola Wanê ye, tê Şamê û li wê derê bi cîh dibe.
Di sala 1944ê de xwendina dibistanê tewa dike û di sala 1946ê de li gel Dr. Nûredîn Zaza li Beyrûdê du salan xwendina zanistîyên siyasî bi dawî tîne.
Di xortanîya xwe de li Şamê bûbû endamê Lijneya Kurdistanê. Di warê çand û sporê de têkilîyên xwe ligel welatparêzên kurd ên mîna Celadet Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Memduh Selîm Beg, Qedrî Cemîl Paşa û Ekrem Cemîl Paşa xurt kirin.
Di sala 1948ê de diçe Swisreyê û li bajarê Lozanê dest bi xwendina hiqûqê dike; xwendina xwe di sala 1952yê de diqedîne. Piştre xwendina zanistên siyasî dimeşîne û dikeve nav tevgera kurd, sala 1970yê nişana doktorayê werdigire.
Sala 1957ê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê (KSSE) bi xebat û pêşengîya Dr. Zaza tê damezirandin û Îsmet Şerîf wek serokê yekemîn tê hilbijartin. Wek serokê komeleyê Îsmet çalak û jêhatî bû, wî pêwendîyên komeleyê digel gelek welat, komel û alîyên siyasî xurt kirin.
Ji sala 1958ê ta 1961ê di Zanîngeha Sorbonê de wek mamosteyê dersa Şaristanîya Kurdistanê xebitî. Sala 1953yê li bajarê Lozanê bi hevala xwe Karmen re zewicî û sala 1957ê kurê wî Sîyamend hat dunyayê.
Piştî rabûna şoreşa Îlonê di sala1961ê de, di bin serokatîya nemir Mistefa Barzanî de, Îsmet Şerîf Komîteya Parastina Mafên Gelê Kurd dame-zirand û bi navê nûnerê Mistefa Barzanî pêwendîyên siyasî bi gelek dewlet û partîyan re danî.
Di navbera salên 1960 û 1975ê de Îsmet Şerîf beşdarî gelek kongre, civînên siyasî û çandî bû û pirsa gelê kurd hem pêşkeş kir û hem jî parast. Sala 1975ê mêrkujên Sedam Huseyn hewl dan Îsmet Şerîf li mala wî bikujin û du gule berdan serê wî, lê ew hewildan bi ser neket û Îsmet Şerîf Wanlî ji mirinê filitî. Sala 1999ê Îsmet Şerîf wek serokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) hat hilbijartin û vê xebatê heta sala 2004ê berdewam kir, di sala 2004ê de xwe jê vekişand.
Di van salên dawîyê de têkilîyên Îsmet Şerîf digel partîyên kurd kêm bûn. Îsmet Şerîf di sala 2005ê de bîranên xwe bi kurtî nivîsiye û xwestiye ku ew piştî mirina wî bên belavkirin.
Bi Mamoste Îsmet re dostanîyeke me ya dûredirêj hebû. Ew li hember dostên xwe gelek rêzdar bû, çawa rûmet dida azadîya xebat û ramana xwe, herwiha rêza azadîya ramana kesên din jî digirt. Bi dost û hevalên xwe yên kurd re nediket dijberîyên siyaseta rojane; sînorê dostanîyê, hevaltîyê û siyaseta rojane baş dest nîşan dikir. Di kîjan rêxistinê de bixebitiya, kîjan ramanê biparasta û xwedîyê çi helwêsta siyasî bûya, dîsa jî, helwêsta xwe nedixist pêşîya dostanîyê, ramana xwe nedida ber dostên xwe û hewl nedida ku wan bibe ser ramana xwe. Rêz û rûmeta ramanên cuda, helwestên cuda digirt. Di pirsa kurdewarîyê de ji ramanên xwe tawîz nedida, lê ji dostên xwe jî tiştekî wiha hêvî nedikir. Li hember dijminên xwe hertim serbilind û piştrast bû, ji ramana xwe gav bi paş ve nediavêt, ji bo mafên rojane siyaset û dîplomasîya guhêrbar nedikir. Siyasetmedar û dîplometekî nazenîn bû, lê di pirsa netewî de helwêsta xwe ya stratejîk ya serxwebûna Kurdistanê li ser her tiştî digirt; di siyaset û dîplomasîyê de nediket hesabên piçûk û rojane.
Ne bi tenê di dostanîya xwe ya şexsî de durist bû, herwiha li hember hevalên xwe yên hevxebatên sazî û dezgehan jî vekirî bû, rûmet dida zelalîya têkilîyan, gotina xwe li meydanê digot, gava bixwasta ji kesekî re tiştekî bibêje, xwe nedispart quncikên nepend.
Em ji alîyê dostanîyê ve bê Îsmet hejartir in, siyaset û zanistîya kurdî bê Wanlî ziwatir e. Ew li Ewropayê yek ji arîstokratên kurd ê dema berê bû, mîna Kamûran Bedirxan, Tewfîq Wehbî, Nûredîn Zaza, Hemreş Reşo û hin kesên ku hîn li jîyanê ne; mîna Cemal Nebez.