FAWAZ EBDE

Ji bahozê pêve ji yê Kurd re tune

Helbesta helbestvanê filistînî: Mehmûd Derwîş

Ya ko diyarî kiriye bo wêjevanê Kurd: Selîm Berekat

Wergerandin: Fewaz Ebdê

 

Selîm Berekat (nasîn)

Helbestvan û romannivîsekî kurde. Sala 1951 li gundê Mûsêsana/ Amûdê (himberî Mêrdînê, nêzîkî sînorên Sûrî-Tirkî) ji dayik bûye. Li bajarê Qamişlo (cîrana Nisêbînê) ya pirnijad û pirçande, mezin bû û xortaniya xwe lê bûrand.

Sala 1971 çû zanîngeha Dimeşqê (Şamê), û piştî salekê ew berda û berê xwe da Beyrûtê, û tevlî kar û xebata çandî, ramanî û şoreşgerî di rêxistina azadkirina filistînî de bû, û ta sala 1982 di wê xebatê de ma. Dûvre neçar bû ko derkeve Qubris. Ta sala 1999 li wir ma, dûvre ji wir derket û çû Swêd, û ta niha li wir dijî.

Selîm Berekat di nivîsandina erebî de xwedî şêweyeke wêjeyî taybet û ciyawaze; çi di helbestê de û çi xweşxewan. Di derya zimanê erebî de ew gemîvanekî jêhatî û pêkhatiye, kaptênekî bêhempaye. Ew dibêje: Zimanê erebî mala min e, komara (cumhûriyeta) min e. Ereb bi xwe ji şêwenivîsa wî matmayî dimînin û zû bi zû tênagihên; çiku wî razên zimanê erebî xweş naskirine û ta hevoka erebî bi awakî nû û amajeyin nû ava dike, û bi jîrbûn dest avêtiye ferhenga erebî ya kevnar û bi awakî serdem bikar tîne.

Ta niha 20 romanên wî derçûne, û 14 berhemên helbest.

Berhemên wî hatine wergerandin çend zimanên Europî. Yekemîn berhemên wî li Turkiyê ko hatiye wergerandin zimanê dê (kurdî) derket; bi navê:

Sîsirkê hesinî. Jiyannameya zaroktiyê. Wergera Ehmed Huseynî. Weşanxaneya Lîs, Diyarbekir 2014.

Dûvre romana wî ya bi navê (Perîk), wergera Jan Dost, li Stanbolê 2015 derket.

Dostaniyeke xurt di nav wî û helbestvanê filistînî yê bi nav û deng rehmetî Mehmûd Derwîş de hebû. Kêfa M.Derwîş gelkî ji wêje, ziman, kesayetî û hestên Selîm re dihat, ta carekê got: “Min gelekî kar kir da nekevim bin bandora Selîm Berekat de”. Û helbestek li ser nivîsand, ev wergera wê ya kurdî vaye em jı we re pêşkêşî dikin.

Weha jî di şîna M.Derwîş de, S.Berekat helbesteke kartêker (bi bandor) nivîsand, emê hinekî jê  ji we re berçav bikin:

Gelo ew me dibîne, yan nebûnekê? û mixabiniya xwe ji dawîhatinê re berçav dike?

Min zanîbû ew darbesta bi binefşan nuxumandî venake, da xatir ji me bixwaze û spasiya me bike û bi pistînî rastiyê bêje

(Rastî çiye?)

Heye ew niha di vê demê de weke me siya xwe dipêçe.

Lê ew yekemîn kesê ko vê sibehê ne digrî, û ne mirina mîna baz di ser me re dirêse dibîne. Lew pismamên mirinê zindîne, û mirî razane, aramin, aramin û aramin, û min ti sedem nedî ko bipirsim:

Ev kesê biyanî kiye? Û navê wî çiye?

Ne birûskek di navê wî de diçirisîne, û yên li pey wî dimeşin, ji bilî min, bîst kesin.

Selîm Berekat ê kurdî ko di derya zimanê erebî de avjeniyê dike, mînakeke di spehîbûna tevliheviya çandeyî di Rojhilat de.

Helbestvanê iraqî  Seidî Yûsif li ser wî gotiye û ew bi “Gewretirîn Kurd e piştî Selahiddînê Eyûbî” pesin daye.

  1. Ebdê

Ji bahozê pêve ji yê Kurd re tune

 Mehmûd Derwîş

Wergerandin: Fewaz Ebdê 

bo Selîm Berekat

Yê kurd dema ez diçim serdana wî sibe bibîr tîne, bi melkesa tozê wê dûr dike:

Ji min bigere!

Çiya ew çiyane. Û

vodka vedixwe, da xeyalê wî bêalî bimîne:

Ezim rêwingê di rêgeha xwe de, û qulingên jar birayên minî ehmeqin. Û siyê ji ser nasnama xwe dide alî:

Nasnama min zimanê mine. Ez.. û ez.

Ez zimanê xwe me.

Ez di zimanê xwe de surgûnkirîme. Û dilê min pizota yê Kurd de li ser çiyayên wiyî şîn.

/Nîqosiya mîna her bajarekî din, di helbesta wî de piştguhkiriye.

Hemû alî li ser pisklêtekî hilgirtin, û got:

Dawî ez li kîjan alî rast bêm ezê li wir bi cih bibim.

Weha valabûn bijart û xew kir. Û ji çaxê ko cin di gotinên wî de bi cih bûn, wî nema xewn dîtin.

(Peyvên wî masolkên wî ne, masolkên wî peyvên wî ne)

Yê xewnan dibînin doh pîroz dikin, yan dergevanên deryên zêrîn ên sibe bertîl dikin

Ne sibe ji min re heye û ne doh. Ev kêlîk meydana minî sipiye./

Mala wî mîna çavê dîk paqije.

Jibîrkiriye mîna konê mîrekî, ko miletê wî weke perîkan belav bûne.

Sicadeke ji hirya xelek.

Ferhengeke perpitî.

Pirtûkin bi lez qapkirî

Balgehin bi derziya qehweçîkî qenewîçkirî.

Kêrin bo serjêkirina balinde û berazan tûjkikî.

Vîdyo bo taziyên rêdayî.

Gurzin stirî himberî rewanbêjiyê.

Pencereke ji tiştxwestinê re vekirî.

Li vir Turk û Grîkan zixêf dikirin hev.

Ew bû lîstoka min û lîstoka serbazên li ser sînorên pêkenîneke reş şiyarmayî./

Ne rêwinge ev rêwing, Ne rêwingê çawa dibe bila bibe!

Bakur ew Başûre, Rojhilat di rewrewkê de Rojavaye. Û ti çente ji bahozê re tunene, û ne erk ji tozê re.

Nastirê, mîna ko bêrîkirina xwe ji xeynî xwe re veşartibe,

Dema siya wî derbasî dara Akasya dibe, ew nastirê, yan dema baraneke sivik porê wî şil dike, lê ew gazî gur dike ko jê re dakeve meydanê:

Were! Were kurê seh, were em li dahola vê şevê xînin da miriyan şiyar bikin.

Vane kurd nêzîkayê li rastiyê dikin, dûvre mîna perperîka helbestvanan têne şewitandin.

Zane çi ji wateyan dixwaze. Hemû boşin.

Peyv jî xapînokin, bê hode dijraberiyê bi nêçîrî dike davên xwe.

Peyvan ji keçkanî dixîne û dîsa wan keçîn li ferhenga xwe vedigerîne.

Hespên alfabêtê, mîna berxikan, ber bi xapîngeha xwe de dajo, û bersika ziman kurt dike:

Min tola xwe ji nediyariyê hilanî

Tiştşê ko mijê bi birayên min kir, min jî ew kir, û min dilê xwe weke nêçîrekê biraşt.

Ezê ne weke dixwazim bim.. û

Ezê ji xakê hezbikim, ne bihtir û ne kêmtirî hezkirina min ji helsestê re.

Ji bahozê pêve ji yê Kurd re tune, di wî de bicih dibe weke ko ew di wê de bicih dibe, hûgirî wî dibe mîna ko ew hûgirî wê dibe, da ji saxletên xak û tiştan rizgar bibe./

Bang li nenasiyê dikir: Wa lawê minî azad!

Wa beranê labîranta sermedî!

Heger te bavê xwe bidarvekirî dît

Werîsê asîman ji hustê wî veneke

Bi pembuwê sirûda xwe ya şivankî wî kefen neke

Wî di gornê de veneşêre.

Di surgûna wî de bahoz ew e wesyeta

Yê kurd ji yê kurd re,

Lawê min!

Baz li hawîrdora min û te

Li Anadola fereh pir in.

Darbesta min nepeniye, bi diziye,

De malwêraniyê bispêre çarenûsa wê, û

Asîmanê xweyî pêşî ber bi

ferhenga xweyî cadobaz ve bikşîne, û

ha ji geztina hêviya birîndar hebe,

ew hovekî efsaneyiye. Û

tu niha.. Tu niha azadî, hey lawê xwe,

Tu ji bavê xwe û ji xezeba navan, azadî…

Bi ziman tu biserket, te zora nasnameyê bir.

Min ji yê Kurd re got, bi ziman te tola xwe ji nediyarbûnê hilanî.

Wî got: Ez naçim beyabanê.

Min got: û ne ez.. û

Min li bahozê nerî

Êvara te baş.

Êvara te baş!  

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !