Mehmet Gür
Heta şêr çîrokên xwe nenivîsin,em bêgavin ku emê guhdarî çîrokên nêçirvana bikin.
Di dîrokê de mirov dê rastî gelek navdarên Kurd yên wêjekar,fermandar,siyasetmedar,dîrokvan were. Zatên navdar ji gelê Kurd rabûne û muhra xwe li dîrokê dane. Heke em werin ser mijara dîrokvana,li serdema navin em ê rastî ibn ûl esir,ibn ûl kesir,ibn ûl halikan,ibn ûl miskeveyh werin. Van şexsan di derbarê bûyerên dîrokî,siltan û zatên mezin û hoz,eşiretan,kabilan de nivisandiye. Ev dîrokvan e eslê xwe Kurd in. Van dîrokvanan pir cih daye mir,beg û eşiretên Kurdan. Bi taybetî dîroka Kurdan nenivisiye. Li ser dîroka eslê xwe ne xebitine û lêkolinek zanyarî li ser nekiriye. Di vê qadê de şerefnama mirê Betlisê ya şerefxan yekemine. Lê mixabin wî ji dîroka Kurdan wekî serencama mîr û malbatên wan girtiye dest,nivisiye. Şibî bigografiya mîran û eşiretan nivisandiye. Yê çare ewilî dîroka Kurdan birêbazên hemdemî,zanyarî nivîsiyî xwediyê pênûsa ronî Memed Emin Zekî beg e. Yê ku dîroka Kurdan li gorî rêbazên hemdemî nivîsiyî weşandî Mehmed Emin Zekî Beg e. Mehmet Emin Zekî Beg li başur li bajarê Silêmanî yê hatiye cîhanê. Em werin ser rabûrduya vî zatî. Pîşe ya vî kesî ne dîrokvanî ye,perwerdeyek bi taybetî li ser dîrokvanî û rêbazên nivîsandina dîrokê nedîtiye. Çawa bûye pêşkêşê nivîsandin û nivîsarê dìroka Kurdan ya hemdemî. Divê em temaşeyî rabûrduya vî zatê zana bikin.
Mehmet Emin Zekî beg 1880 li bajêrê Silêmaniyê ji dayik bûye. Malbata wî li taxa guvisra danişin. Navê babê Hecî Evdirehman beg bû û bi karê tûtinê ve mijil dibû. Kalê wî Mehmût axa bû. Di demê xwendin û dibistanê de pir hêja,zirek bû. Ji ber vê yekê nasnavê wî kirin Zekî. Perwerdeya xwe ya ewilî li medresa Evdileziz dît,li vê medresê perwerde bi Farisî dihatin dayin.(1892)
Piştî salekê din derbazbû dibistana leşkeriya navin li pola duyemin bi dest xwendinê kir. Gava li vir mezun bû li Bexda kete dibistana amadî ya leşkerî(1896) pişt re li stanbulê dibistana herbê xwend û bi peyaya milazim ye mezunbû.(1902) Dibistana şerî bi peyaya sitvan yekemin qetand. Li artêşa osmanî yê ya şeşemin bi dest peywirê kir. Piştî saleke din li milk senayî hendese hate peywirdarkirin.
Çaxê meşruyeta duyemin hate danezanin bi xwesteka xwe li artêşa 2 emin li Edirnê hate tayinkirin. Lê belê gava hişt stanbulê ji bo lijna nexşê hate hilbijartin.ji bo nexşa derdirên stanbûlê xizkirinê hate peywirdarkirin. Sala din ji bo sinorên navbeyna Tirkiyê û Bulgaristanê hate tayinkirin. Du sala ma di vê peywirê de. Piştra di lijna xuyakirina sinorên Ûris û Tirkiyê de xebitî. Wextê şerê balkana dest pê kir bi xwesteka xwe çû eniya çatalcayê. Bi peyaya karmendê karmenda dest bi peywirê kir.(1912)
Bi komek serbaza re ji bo perwerdê 1913 dê çû perwerdê. Piştra vegerî,dîsa li lijna xuyakirina sinorên Ûris û Tirkiyê de cih girt.(1914)
Peywira xwe ya li vir qetand û zivirî Tiflisê,piştî çend rojan şerê cîhanê yê yekemin dest pê kir. Li ser vê bûyerê li ser Moskovayê,petresburgê,siwêdê ,Almanya yê navbirî meh û nivan de vegerî stanbûlê li artêşa yekemin de hate peywirdarkirin û rûtbeya serdariyê girt û peywira xwe meşand(1915 ilon) Li fermandariya iraqê ya giştî hate peywerdarkirin û çû bîryargeha artêşê ya li selmanipak tê. Heta artêşa şeşemin hate avakirin gernindeya tevgeraya çalekiya meşand. Tevlî şerên selmanipak, dolapça,şêx seit,gelaliya bû.
Paşayê ingilîza yê kûtûl amêrê hatiye rayê,çekên xwe radestî wî kirin(1916)
Çaxê ji bo destûrê çû stanbûlê û artê heftemina ku dibin fermana mistafa kimal de wekî wekilê erkaniharbê peywir girt,(1 tîrmeh 1917) çû helebê. Di artê osmanî de bi vî rengî gelek peywirên cuda girtin û serketî anin cih.
Mehmet Emin avanî dibêje 24 tîrmehê 1924 vegerî îraqê,keça wî seniha dibêje 24 tîrmehê 1923 vegeriyaye. Dema dizivire Iraqê li Baxdadê li dibistana leşkerî ya qraliyetê dibe gernende.(1924)
Peyaya Miralayê li artêşê Iraqê digire û ezmûnên ku li artêşa osmanî girtî dide artêşa iraqê, bi ezmûn ,lêkolinên wetadar tevlî artêşa Iraqê dibe. Tîrmeha 1925 ji bo parlementeriya Silêmaniyê tê hilbijartin û anî wekiliya serokê parlementeriyê, serokatiya lijneya leşkerî. 1928 ê gulanê li Silêmaniyê, 1932 ê rêbendê li Hewlêrê,1935 ê tebaxê,1943 ê kewcerê û dîsa li silêmaniyê hate hilbijartin. Ji 1925 heta 1942 hikmetên hatine avakirin cihgirt û weziratiya îskan,perwerdê,dadê,parastinê û aboriyê kir. Vî zatî cûr bi cûr xelatên serkeftinê girtine.
Zekî beg,ji bo peşketin,geşkirina ziman,çanda Kurdan pir xebatên pîroz kirinê û alikarî dayine. Li gel kesên mîtanî Tewik wehbî, cemal baban, Marûf Ciyavuk qûliba terakî Kurd ava kiriye. 1943 ji bo serokatiya qulibê hatiye hilbijartin. Li gel wejekarê Iraqî Aledin secadî kovara gelavêj derxistiye û nivîs ji kovarî re nivîsine.(1938) Mehmet Emin Zekî beg ligel Kurdî,Tirkî,Erebî,Farisî. Ûrisî,Ingilizî,Fransî dizanî û helbest,resim ji alaqaderî dibû.
Rewşenbir,dîrokvan,wêjekar, fermandar,siyasetmendar, aqilmend bû. Piralî,pir ziman û pir çand bû. Di Hemidemî de ramîner,wêjekar,dîrokvan bû. Çara yekê bû ku yekî Kurd dîroka netewa xwe bi zimanê xwe dinivîsî û birêbazên hemdemî,zanyarî dinivîsî. Dibêje heta şerefname bi farisî hatiba bila bi zimanê Kurdî bihatiba nivîsandin. Di gotyarekê de wiha qal dike ka çawa bûye dîrokvan û dîroka Kurdan nivîsiye. Em ê gotinê radestî pênûsa wî bikin.
“Piştî ku li Tirkiyê di ciyê gotina gelemperî ya”Osmanî” de gotinên”tirk”û “turanî” cih girtin,bi awakî wekî ferdên milletên din min jî wê cîvakê de xêreta xwe baştir nas kir;gurûra qewmî ez mecbur kirim ku di her firsetê de vê hîsa xwe eşkere bikim. Lê min di derheqê esil û qewmê xwe de tiştekê nedizanî. Çunkî heta wê çaxê ne di dibistanan de fikreke wiha ji me re hatibû dayîn û ne jî beriya wê pewistiya lêkolîna dîroka Kurd dîtibû. Gotina cemiyeta “osmanî” ferdiyeta qewmiyeta me tevan heta dereceyekê xav kiribû û ji ber vê min ev pirs ji xwe dikir. Qewmê Kurd ji kîjan neteweyê ye,çi bi serî de hatiye?” Bi vê lê pirsinê Zekî beg dest bi dîrok nivîsandina qewmê xwe dike. Digehe palpiştbûnên peyt. Çima dìroka kurdan bi kurdî nivîsiye wiha şîrove dike.” Hinek ji dostan xwestin ku ez van kitêban bi erebî yan bi tirkî binivîsim,lê bi rastî li gorî min ev pêşniyara wan di ciyê xwe de nebû,ku ji aliyê kurdekî ve dîroka kurd û kurdistanê bi zimanekî xeyrî kurdî bê nivîsandin. Mele Idrisê Bedlîsî kitêba xwe Heşt Behîşt ji bo Sultan Bayezîd bi farîsî nivîsandiye,zerareke wê tune,çunkî ew dîroka osmanî ye. Lê li gor baweriya min Şerefxanê Bedlîsî,ne di cih de bû Şerefnameyê,ku dîroka kurd e,bi farîsî binivîse. Em bigotinên zatê zane dawiyê bidin nivîsandina xwe.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com