Ji Gilgamêş Heta Dengbêjîyê Şopa Poetîkayê

A. BEDİR

Li ser nivîsa Çorê Arda

Analîza nivîsê û serketina wê:

Analîzeke pir alî ya berhemekî zor e, ne gengaz e. Rexne/analîzeke di derheqa alîyekî berhemekî da ku serketî be gere bê pîroz kirin. (Çiqasî jî her aliyê berhemekî girêdayî hevdu û girîng be jî!) Ji boy vê sedemê jî gere nivîsa birêz Çorê Arda ya derheqa Warê Firaran da (Konê Folklorîzmeke Empresyonîst) ji boy dîroka wêjeya me bê pîrozkirin.  

Qasî ku tê zanîn navê empresyonîzmê, sedsala 19. li Fransayê bi kevala şêwekar Monet a bi navê ‘Impression, Soleil Levant’ dest pê kirîye. Taybetmendîya Empresyonîzmê ya ber çev, sûbjektîfbûna çev û dîtinê ye. Hunermend bi çevê xwe xwezayê dibîne û rastîya xwezayê anegorî çevê xwe dişkêne ‘dekonstukte’ dike. Awayekî din, xuyana xwezayê/dîmenê a rastî ‘xera’ dike! Ji ber ku rastîya xwezayê li rastîya subjektîf a di dilê/serê hunermend nayê. (Ku wisa nebe dibe nîmesîs/çevdan/texlîx) Ew dîmen, ew xweza, di dilê hunermend da dikeve di binê guher/guhezeke din. Parzûna hunermend (teorîya bizavê), xwezayê dikşêne, ber bi perspektîfa sûbjektîf va tîne. Binavkirina ‘empresyonîst’ jî, ji alîyê binavkirina forma vegotinê da rast e. Îja bilî formê jî hin alîyên berhemê hene ku form xizmeta wan dike, bi wan va girêdayî ye. Ev alîyana jî pêra neyên analîzkirin, peywîra wê formê jî naye dîtin. Armanca formê, alîkarîya avakirina sazkê û honakê ye; sazk jî me dibe li ser bizavê. Berhemeke xayî armanca bizavbûnê be, ev alîyana bêyî hevdu nabin. (Mînak ku em tenê qala rengên ‘Impression, Soleil Levant’a Monet bikin, qala peywîr û watewa rengan a derheqa estetîk û felsefeya kevalê nekin nabe. Ew ne tenê kevalek e, ew cîgirê estetîka bizaveke hunerê ye. Derbeya şopikê*/firçeyê  bigre heta celebên rengen, heta sazka mijara kevalê… ) 

Di dîrokê da analîza bizavan:

Hemû taybetmenîyên forma berheman (ziman, folklor, metafor, ferheng), qalikê li ser sazkê/honakê ne, sazk jî qalîkê li ser teorî û poetîkaya bizavan e. Lewra bizav, teorîya sergirtî/nixamtî ne; di binê van qalikan da ne. Heta ew qalik ji wan neyê sipîkirin, teorîya bizavê dernekeve li ser rûyê erdê. Ji boy analîza bizavekî gere dîroka bizavan bê hildan û danîn. 

Kevneşopa her bizavî lazim e heta maka vegotinê here. (Û analîza wê jî!) Ji ber ku bizav giş ji nava rehên dîroka vegotinê şax didin û tên. (Ji boy giş huneran wisa ye.) Dîroka vegotinê, heta vegotina pêşîn (Gilgamêş) diçe. Taybetmendîyên poetîkaya vegotina destana Gilgamêş (bi Sumerî Bilgamêş) piştî xwe, di kurdan da heta kevneşopa dengbêjîyê, li yewnan jî ji Tragedya Yewnan ra, paşê jî j Îlyada ya Homeros ra dibe xîm. (Rêvîtîya leheng, (rêvîtîya Odysseia û ya Gilgamêş) leîtmotîf/dubare,(şayesekirinên Gilgamêş her tim tên dubarekirin.) şayesekirin, danasîna legengan,(qalkirina Parîs û Enkîdu a ‘ji çolê hatina şaristanê û çend mînakên din…) pesindayîna wan, zimanê helbestî, avakirina trajedîyê, paşê tekoşîna leheng ya hemberî tekoşîna trajedîyê… h.w.d. Ev mînak di avakirina poetîkaya Tewratê û Kitêbên Semavî da jî heye. Bi kurtasî çêkirina ‘zeman, mekan û legeng’ a di sînema û wêjeyê da heyî jî ji vir destpê dike!  )

Leîtmotiv/dubare:

Dubarekirin/leîtmotiv, berîya kevneşopa dengbêjan, hê di Destana Gilgamêş da tê dîtin. (Mînak di versîyona Babîl a Akadkî da/versîyona standat/yekrû da pir heye. Andew George/The Babylonian Gilgamesh Epic/di hevokên destpêkê destanê da jî ev tê dîtin ev. )

Armanca leîtmotîvê çi ye gelo ku heta Gilgamêş vir va heye gelo? Wekî tê zanîn destana Gilgamêş maka vegotin, helbest, romana cîhanê ye. Lewra ya pêşîn e. Berîya Homeros hatîye gotin/nivîsandin. Heger teknîka Gilgamêş, bi çevê analîzkirina bizavî bê kirin, yê bê dîtin ku kevneşopeke çawa daye Tragedya Yewnan û berdewamên wê û heta dengbêjîyê, mînak kulama Dewrêşê Evdî ya Hostayê Şakiro da ev dubare, hema hema ji kulamê pirtir in. Leîtmotîv hê jî di wêjeya cîhanê da tê bikaranîn. Ji ber vê ye ku bizaveke xwe dispêre kevneşopa dengbêjîyê, dubarê bixebitîne. Lewra dubare, taybetmendîyeke dengbêjîyê û kevneşopa Mezrabotan a ji Gilgamêş heta îroyîn e. 

Di Destana Gilgamêş û Tragedya Yewnanan da Heteroperson: 

Di mîtolojîya Gilgamêş da ‘Ciwangeyê Esmanî’ bigire, Peykerên Medan (Serî meriv e, bask yê teyr e, cendek yê ciwanga ye, pencik yê şêr e. ) bigre ji Melekê Tawis ê ku tê li ser rûyê erdê, dibe teyrê tawis, beden, zeman û mekan dihuhere, heta Kurdekî ku di çîrok û mîtolojîya Kurd da (di makeziman da) dibe pepûk, Tragedya Yewnan (jî Zeûs dibe qazquling, diçe nav nivîna Leda’yê, Dapne dibe dara defneyê, pirî lehengan nîv meriv, nîv sewal in.) da em dibînin ku leheng tranzpozeyî beden, zeman û mekanekî din dibin. Ku bi çevekî bi van têgehan ku berhem bê xwandin ew xal jî tê dîtin. 

(Mînakek ji heteroperson di Warê Firanan da jî; jinika zikê wê tê qelaştin dibe dengbêj, dengbêj dibin kew/xezal/hesp, qîz bûkên di Gola Bûkan da dibin sûrevêtk h.w.d. ) 

Heterotîme: Tragedyaên Yewnan da jî, di Îlyadaya Homeros da jî, çîrok navbera du cîhanan da diçe tê. Cîhanek li jor di cıvata Xwda û Xwedavendan da derbas dibe, çîrokek ji li ser rûyê dinê.  

(Mînakek ji heterotime di Warê Firaran da jî; zemanê koçê, zemanê keçika li ber kuçik, zemanê komkujîyê, zemanê hatina 12 dengbêjan, zemanê çêbûna xalîçê; di nava zemanê Sîyabend/Xecê, Habîl/Kabîl, Îskenderê sîyarê Serga, h.w.d. diçe tê û Komkujîya Gelîyê Zîlan, di navbera Komkujîya Fileyan, Êzdîyan û Elewîyan diçe tê.

Heterotopya: Di navbera cîhana meriv û Xwedayan da çîrok erd diguheze. Gava Enkîdu (tevî Gilgamêş) diçe çiqilên Dara Adapa’yê tîne, pê wî diteise û diçe di bine ‘cîhana bin erd’. Herdu erd, ‘cîhana binerd’ û ‘cîhana sererd’ jî dibin mekanê çîrokê. Herdu cî, transpozeyî hevdu dibin.

(Mînakek di Warê Firanan da jî; ku bal bê li ser xalîçeya li ber destê Sûsê, xalîçe mêrg/zozanên ku zar lê hatine kuştin e. Ew şayesekirina ‘empresyonîst a folklorîk’ esasî li ser xalîçê derbas dibe! Li ser xwezayê derbas nabe. Û di berhemê da xweza û xalîçe yek in (heterotopîk in). Dengbêj tên li ser xalîçê rûdinên û her tişt li ser xalîçê dibe. Ew nebat, erdnîgarî, sûrevêtk, gol, kew, xezal, çem, çîya, tabûna meriv û hespan, hemû reng û nemûşên xalîçeyê ne. Heman demê da jî şayesekirinên mêrgê ne. Her du cî/topya, transpozeyî di nava hevdu dibin. ) 

Divê ev her sê têgeh/xal di van kurteçîrok/kurtesazkên di nava berhemê da (bi du celeban yek beşên wan ên di xewnê da derbas dibin; dudu, yên di hişyarî derbas dibin bigere/binêre.)

Gola Bûkan, 

Meyro û tabûnê wê va hespê,(têkilîya Meyro û Meyramana Pîra sêr…)

Meyremana Pîrasêr/Pîrebok, (têkilîya çîroka Meyremanê û mîtolojîk û çîroka di berhemê da… Meyreman di mîtolojîyê da Pîra Sêr e û tê bi şev porê hespan vedihûne. )

Filît va Têlî,(têkilîya tirba Têlîyê û xalîçeya li ber destê Sûsê… Gula li ser tirba Têlîyê hêşîn bûye û nemûşê gula li ser xalîçê, bi têkilîya heterotpoîk… Herdu mekan/cî; ‘cîyê tirba Têlîyê û li ser nemûşên xalîçeyê…)

Jinika ku zikê wê hatîye qelaştin, (ji boy metafora ‘çevê zara xwe, di zikê xwe da kil kir’.  )

Nelbendê Kor, Seyîsê Kor, 

Heçheçk,

Girê Morîyan/Mûristangan,

Çîroka Mirtivan/Qereçîyan,

Qîzika li ber kuçik,

Zartîya Heno û Kalo,(awayê heterotimîk)

Çîroka Sûsê û pîrika wê Axbegê, 

h.w.d. 

Û têkilîya van çîrokan û têkilîya çîrokên dîrokî yên jêrê ra jî bê danîn;

Sîyabend Xecê, 

Îskender ê Mezin, (têkilîya hespê wê û hespê Kalo Heçheçkê!)

Habîl va Kabîl, 

Çîroka Fileyan,

Tofana Nuh, h.w.d.

Berhemeke ku her sê pîvanên wêjeya modernîst (zeman, mekan, leheng) binpê kir; idî ji nava qada hişmendîya modernîst da nîne û gere bi çev û rêbaza modernîst neyê analîzkirin. Pîvanên modernîzmê, zemanekî lîneer/tekûz/tûşerast*, mekanekî rasteqîn, û lehengekî xweser/sabit pêk tê. Pîvanên huner/wêjeya postmodernîzmê jî kolajên wêje/hunera modernîzmê pêk tê. Yanê ji perçeyên taybetmendîyên hin bizavan kolajekî çê dike, cî bi cî heterotîme/transpozebûna zeman û heteroperson/transpozebûna lehengan bi kar bîne jî, bi çevê pîvanên wê jî -çawa ku me qal kir- analîza vê berhemê nayê kirin. Ji ber ku ev berhem –em bi têgehên Bizava Dengbêjesk bêjin- berhemeke hîpermodern e û doktrîner e (berhema kû bi rewşa/temsîla bizavekî ye), ne normatîf (berhema li pey bizavekî) e. Têgeha hîpermodernîteyê gere bê lêkolînkirin. 

Ça ku me bi kurtasî  qal kir; berhema navtê* berhemeke ne normatîf e, berhemeke doktrîner e. Ji ber ku  di sê xalan da xweser e; ziman, sazk û …..ya zeman, mekan û lehengan. 

Qala pîkanalîtîkê; 

Eynik û teorîya Lacanian;

Eynika çevan, çevê mirîyan, çevê hespan ê Gola Bûkan a dişibe çev, (li dora wê bi pûrta sûrevêtkan hatîye kilkirin.)  

Di van metaforan da (gorî teorîya Lacan) zar, hay ji mezinbûna xwe tê. Heta ku were li ber eynikê, zar yetrê ew û dîya wî/ê bi hev ra ne, yek meriv in. Îja gorî psîkanalîza Lacan, ew zar tevê dîya xwe tê li ber eynikê, di eynikê da xwe dibîne û dibêje ‘ez û dîya xwe ne yek meriv in. Ez jî kesekî cuda me!’ Di vir da zara di zikê diya xwe da hatîye kuştin û ew zarên li ber singûyan, di eynika berhemê da hay ji tiştekî teze tên. (…) 

Gere awayê psîkanalîtik yeke din jî heskirina Kalo, Heno bê nîqaşkirin awayê oidîpal va. ‘’Heno, dîya Kalo ye, lewma. Sebra dilê Kalo ye, lewma. Mikana Heno ye, lewma. Heno, Kalo mezin kirîye, lewma. Ewê, Kalo mezin kirîye. Hema bêje, cîya Kalo ye, leleya Kalo ye. Ser, kincên Wî şûştîye, neynûkên Wî hildaye, sipîyên serê Wî kuştîye; heta gûyê Wî jî paqiş kirîye. Bi destê Wî girtîye, hîmî pîyan kirîye, pêwar* kirîye, nan dayê. Kalo, birê Heno nebû, kurrê Heno bû. Bavê Wê bû. Mêrê Wê bû. Lema Heno çevreşî* li Kalo dikir. Ew mêrê Wê yê tunêyî… Ew mêrê ku qet nehatîye xwazginî… Ew mêrê ku bavê Heno rêya malê nedabûyê*… Ew mêrê ku rêya malê bidayê, Kalo yê kumreşî* lê bikira… Ew mêrê ku nehatibû li ser kulavê bavê* Wê, ew mêr î dewa Heno nekiribû, ew mêrê di xeyalê Heno da çeleng, (…) ‘’ Rp, 113

*/ Ferhenga Dengbêjesk

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Zanyarî baweriya tek hebûnê ye

Rêber Hebûn Rastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !