Alî Baran

Jiyana Alî Baran

Alî Baran di 1955’an de li gundê Bargenî/Axûçana Xozatê ya Dêrsîmê hatiye dinyayê. Navê wî yê  rastî Alî Baran e. Lê guhdar û hezkiriyên wî zêdetir bi navê Baran wî nas dikin.

Bavê Baran  Mehmûd Baran hunermendekî naskirî bû. Li dawet û şahiyan li saz, keman û cimbûşê dida û bi  kurmancî, kirmanckî (zazakî) û tirkî stran digotin. Diya wî bi piranî li ser miriyan lawik digotin û  kalê wî Memê jî li keman û tenbûrê dixist û distriya.

Bi kurtî Alî Baran ji malbateke wisan tê ku  xwedî kevneşopiyeke hozanî û stranbêjiyê ye. Bavê wî di sala 1964’an de li Radyoya Enqereyê  stranên tirkî gotine, loma jî herî zêde Alî Baran ji bavê xwe tesîrdar bûye. 

Baran di nav malbateke wisan de tê dinyayê ku ew bi folklorê, bi muzika kurdî ya elewî mezin dibe. Di nav malbata wî de hem kirmanckî hem kurmancî tê axaftin. Baran her du zaravayan jî hîn dibe û  niha bi her duyan jî stranan dibêje. 

Hîn gava 6-7 salî bûye li daholê daye. Di 7 saliya xwe de çûye dibistanê û hînî zimanê tirkî bûye. Li dibistana seretayî jî di cejn û şahiyan de mamoste jê re li saz daye wî jî stranên tirkî gotine. Di  şanoyan de lîstiye û li bûy û dawetan jî kilamên kurdî strane. Di 12 saliya xwe de, li ser sehneyê êdî wî bi xwe êdî li saz/tenbûrê daye. 

Baran dibistana navîn û lîse li bajarê Elezîzê xwendine. Bi Mala Gel (Halkevi) a Elezîzê re têkilî  datîne. Di demên dibistana navîn û lîseyê de tevî nav xebatên şano û folklorê dibe. Li cejnan û şahiyan tim distre. Dikeve bin tesîra tevgerên ciwanan ên sala 1972’yan û di sala  1973’yan de ji ber sedemên siyasî li Elezîzê ji dibistanê tê dûrxistin. Baran di 1973’yan de diçe  Almanyayê cem bavê xwe, lê piştre di sala 1975’an de dizivire Tirkiyeyê û heman salê bavê wî di  qezayekê de jiyana xwe ji dest dide. 

Baran venagere Almanyayê. Di 1975’an de li Lîseya Xozatê dest bi xwendina xwe dike û cara  yekem di sala 1976’an de li Xozatê derdikeve pêşberî gel û bi kurmancî û kirmanckî distre, lê  duçarî êrîşa polîsan dibe. Paşê li Îskenderûn û derdora wê, li Stenbol û rojhilat beşdarî konseran  dibe. Duçarî taqîbata polîsan dibe û çend caran tê girtin. Sala 1977’an li Diyarbekirê, li Sînemaya  Dîlanê bi kurdî konser dide, piştre li vir tê girtin û demekê di girtîgehê de dimîne. Baran ji neçarî di  sala 1978’an de diçe Elmanyayê. 

Di sala 1979’an de li Zanîngeha Karlsruheyê dest bi xwendina beşa kîmyayê dike. Du sal piştî  derbeya leşkerî ya 1980’yî ya li Tirkiyeyê, tevî 12 kesan (M. Demîrag, Ş. Yurdatapan û hin  sendîkakar), ji welatîtiya tirk tê derxistin. Baran ji neçarî îlticayî Almanyayê dike û bi vî awayî  jiyana mişextiyê dest pê dike. Ji wê demê bi şûn de bi temamî bi muzîkê mijûl dibe. Ji albûma pêşîna a Baran a bi navê “Lo Ware”yê re Nedîm Hazar aranjorî dike û DIDF wê pêşkêşî  piyaseyê dike.

Albûma xwe ya diduyan “Deriyê Hepisxanê” di sala 1984’an de ew bi xwe derdixe.  Di pey re jî sala 1986’an albûma “Ey Dêrsimê” çêdike û bi vê kasetê hîn bêhtir tê naskirin û dibe  hunermendekî populer. Di kasetê de strana tirkî ya hozanê Dersimê Alîşêr Efendî ya “Dersim  Şarkısı” jî dibêje, ku kaset ji stranên kurmancî û kirmanckî pê tê. 

Hunermend û komên muzîkê jî stran û berhemên Baran dibêjin. Di sala 1989’an de “Helebçe û  Zîndan”, di 1991’ê de jî albûma bi navê “Çênê Çênê” derdixe. Li destpêka sala 1992’yan, piştî 15  salên mişextiyê digel M. Demîrag û Ş. Yurdatapan vedigere Tirkiyeyê.  

Tevî Arîf Sag albûma “Destê Ma” amade dike û li Tirkiyeyê beşdarî şev û çalakiyên HEP û kovara  Dengê dibe. Ji sala 1993’yan heta 2000’î albûmeke nû çênake. Bi tenê sala 1995’an konsera xwe ya ku ji bo Radyo û TV’ya alman çêkiribû, wek kaset bi navê “Live-konzert” derdixe.

Di sala 1999’an de, piştî 20 salan diçe wî aliyê Feratê, yanê vedigere war û axa bavkalan, welatê  xwe û di sala 2000’î de bi albûma xwe ya bi navê “Evîna Me” careke din silav li guhdarên xwe dike û bi klîba “Em Dixwazin” jî derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Bi vî awayî êdî pirtir tê Tirkiyeyê. Ji sala 2002’yan heta 2012’yan tim beşdarî Festîvala Dêrsimê dibe. Di sala 2005’an de li ser navê  Baran Production û bi belavkirina Aydin Muzîkê albûma xwe ya “TEBERIK” pêşkêşî muzîkhezan  dike. 

Baran 3 klîbên bi navên Teberik, Medîna Min û Aşkın Divanesi dikişîne. Di sala 2010’an de bi bi  albûma xwe ya Çel Awaz careke din derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Ji “Halim Bilen Yok  Dostlar”, “Nabî Nabî” û “Cîgera Min Yaro” re klîban dikişîne û kişandina klîbên din didome.Sala  2015 Albûma ”Bijareyen Baran” derdikeve û Albüme davi di sala 2018 bi nave ”Mirê Kevokan”  dertexîne. Baran heta niha 12 albûm çêkirine. Her wiha kasetên wî yên vîdeoyê jî hene ku di Newrozan de hatine kişandin. 

Beşdarî Newrozên li Awustralya, Kanada, Amerîka, Ermenistanê û li yên hemû Ewrûpayê bûye,  konser dane. Baran bavê du zarokan e û ji sala 2010’na bi vir de hem li Stenbolê hem jî li  Almanyayê dijî û berdewamî bi karê xwe yê muzîkê dide. 

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !