Nivîskar û wergêr Amed Çeko Jiyan (Mehmet Cemal Çelik) di sala 1980’yî de li Misirca Sêrtê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li Misircê, dibistana navîn li Sêrtê li Îmam Hatîbê, lîseyê li Misircê, dibistana
bilind beşa elektrîkê li Zanîngeha Amedê û li Zanîngeha Elezîzê li Beşa Mamostetiya Karên Metalî
xwendiye. Ji ber sedemên cuda zanîngeh kuta nekirine. Nivîsa wî ya pêşî ku wergera gotareke zanistî bû, di fanzîna kurdî ya yekemîn Kulîlkê de hatiye weşandin. Di sala 2004’an de li Elezîzê serkêşiya derxistina fanzîna bi navê Çirûsk ku bi 4 hejmaran derçû, kir û bi kurmancî û kirmanckî weşanê dikir, û di wê fanzînê de çîrok û wergerên xwe weşandin.
Di damezrandina Koma PCKurdê de cih girt û di serî de Mozilla Firefox, gelek bernameyên
komputerê wergerandin kurmancî. Her wisa di gelek projeyên wergerandinê yên navneteweyî yên
wekî Samsung VD, Google Keyboard, Google Translate, Facebook Translation, OpenOffice,
LibreOffice de wekî wergêr kar kir. Di salên 2008 û 2009’an de li rojnameya Azadiya Welat wekî edîtorê rûpela zarokan, edîtorê rûpela hevpeyvînan, edîtorê rûpela wêjeyê û her wisa wekî redaktorê hin rûpelan kar kir. Di sala 2009’an de li Hewlêrê li AKNewsê 5 mehan di beşa Kurmancî de xebitî.
Di navbera salên 2011 û 2016’an de li Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a
Amedê edîtoriya pirtûkên çand û dîrokê kir û materyalên dersên hunerî yên Konservartuara Aram
Tîgran wergerandin kurdî. Çîrok, werger û gotarên wî di weşanên wekî Çirûsk, Kulîlk, Kulîlka Ciwan, Kovara W û Azadiya Welat de weşiyane. Bi dehan fablên Ezop ji Îngilîzî wergerandine Kurdî û di rojnameya Azadiya Welat û Kovara Peyv de weşandine.
Berhem:
1. Varjabed, Çîrok, Weşanên Lîs, 2010
2. Welcome to Amed, Rêbera Axaftinê, Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 2014
3. Berbang Jî Şahid e, Çîrok, Weşanên J&J, 2014
4. Alfabeya Kurdî bi Tîpên Latînî, 2017, ISBN: 9786058247628
Werger:
1. Şikandina Çerxa Tundiyê, Afish Ltd., 2011
2. Amed Coğrafya Tarih Kültür (Amed Erdnîgari Dirok Çand), Amed Tîgrîs & Yildiz Çakar,
Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 2013
3. Wilkommen! Die deutsche Sprache, erste Schritte, 2016, Flüchtlingshilfe Munich e.V. – ji almanî/înglîzî bo kurdî
4. Peyama Xaçȇ Ji Bo Zarokan Û Nȗciwanan, Maria T. Nagel, blurb.de, 2019, ISBN:
9780464397694
5. Peyama Xaçê ji bo Pêşdibistanan, Maria T. Nagel, blurb.de, 2019, ISBN: 9780464397427
6. Xwedê kî ye? Îsa Mesîh kî ye? Bersivên ji bo Dêûbavan, Zarokan û Bawermendên Nû, Maria
T. Nagel, blurb.de, 2019, ISBN: 9780464397779
Kar û Xebat:
2006-2012: Wergerandina Mozilla Firefoxê, ji bo Kurmancî.
2006-2010: Beşdariya li wergerandina Ubuntu/Linux, OpenOffice, ji bo Kurmancî.
2007-2009: Edîtorî, redaktorî û wergêrî ji bo rûpelên Zarok, Hevpeyvîn, Çand û Hunerê, li
rojnameya rojane Azadiya Welat.
2009-2009: Eîitorî û wergêrî li Beşa Kurmancî ya AKNewsê, li Hewlêrê.
2011-2016: Weşangerî, wergêrî û nivîskarî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
2013-2016: Wergêr, ji bo Layen Productionê.