Jiyana Amed Tîgrîs

Amed Tîgrîs nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî ye.

Amed Tîgrîs di sala 1948’an de li Licê hatiye dinê. Ew ji taxa Qerehesen ji goma Xicîgan e. Tîgrîs li Licê dibistana sereta û li Erxaniyê jî dibistana mamostetiyê xwendiye. Piştî dibistana mamostetiyê, çend sal li gundên Cinezûr û Şêxana Licê mamostetî kiriye.

Licî, Amed Tîgrîs bi navê Mekî Xoce nas dikin. Tîgrîs di avakirina komela mamosteyan TÖB-DER’a Licê de cîh girtiye, demekê serokatî û nûnertiya wê kiriye. A. Tîgrîs di sala 1980’î de derketiye derveyî welêt û li Stockholmê bi cîh bûye.

Ew ji 1984’an vir ve li Stockholmê di dibistanên swêdî de mamostetiya kurdî dike. Di xebatên xwe yên rêxistinî û ramyarî de bi awayekî aktîv pêşî bi TKP û piştre jî bi DDKD re xebitiye. Dûvre dest ji karê rêxistinî û siyasî berdaye û bi kar û barê ziman û wêje re mijûl bûye. Heta niha 37 pirtûkên wî hatine çap kirin.

Di warê çand û wêje de alîkariya bizava netewî, dem û dezgehên çandî kiriye. Demeke serokatiya Înstîtûya kurdî ya li Stockholmê kiriye.

Tîgrîs di Med û Medya TV de bi navên “Rojbaş mamoste”, “Dibistana kurdî” û “Xwendegeha kurdî” bernameyên hînkirin û perwerdeyî amade kiriye. Ji derî mamostetî û nivîsîna pirtûkên dersê, xebatên wî yên li ser ziman, edebiyat û kulturê jî hene. Ji zimanê tirkî û swêdî çend berhem wergerandiye kurdî.

Di kovar û rojnameyên wek Berbang, Armanc, Hêviya Gel, Kurdistan Press, Avaşîn, Welat, Welatê me, Azadiya Welat, Hîwa û Bîrnebûnê de meqalên wî hatine weşandin û redaksiyonên hinekan de cîh kirtiye.

Amed Tîgrîs niha edîtorê malpera www.e-weje.com e.

Du lawên wî hene, navê yê mezin Evîndar û yê biçûk jî Rizgar e.

Berhem

Pirtûkên wî yên arzî:

  • Navên kurdî-1990
  • Nîşan û dawet-1991. Di sala 2012an de li Tahranê bi farisî hat çapkirin.
  • PKK û Başûrê Biçûk-1994
  • Gotinên Pêşiyan-2001
  • Pêşkît û Parkît-2001
  • Licê-2008
  • Pirzimaniya fermî û perwerdeya bi zimanê dayikê-2009
  • Anadili eğitimi ve birden fazla resmi dil-2009
  • Di prosesa nivîsê de Wêne/sembol/alfabe 2014
  • Eşîr, bav û kalên me BERMEKÎ-2018

Pirtûkên wî yên hevkarî:

  • Em Bixwînin-1986
  • Em Binivîsîn-1986
  • Em Bixwînin-2-1989
  • Ken û girîn-1989
  • Dîroka Kurd û Kurdistanê-1990
  • Kurterastî-1991
  • Şerê Kendavê-1992
  • Cografya Kurdistanê-1993
  • Şagird diçin dibistanê-2004
  • Amed/Erdnîgarî/dîrok/çand-2012. Di heman salê de Amed Çeko jiyan pirtûkê wergerandiye tirkî.
  • Êdîxan û 97 Ferman (li gel Rojîn Zarg)-2018
  • Qewl û Duayên Êzdiyan (li gel Rojîn Zarg)- 2018
  • Katibê Şêx Seîd FEHMİYÊ BÎLAL (li gel Bakî Kaymak) -2019

Wergerên wî yên arzî:

  • Çelenga Jinan Hevala Zîlan-1996
  • Perspektîv, Abdullah Ocalan-1996
  • Ji Xelatgirên Nobelê çîrokên ciwanan-2002
  • Du Heval, L. Tolstoy-2002
  • Çêlepisîk Tiştanokan dizane-2003
  • Manga Sor hildikşe ser darê-2005
  • Ma tu Mam Mendo û Findo nas dikî?-2013
  • Ji 20 welatan 20 çîrok-2013

Wergerên wî yên bi hevkarî:

  • Çend gotin li ser ronakbîrên kurd, Îsmaîl Beşîkçî-1991
  • Manga Sor paqijiyê dike-2004
  • Ansîklopediya zarokan-2004

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !