Belga Qado, di sala 1924’ê de li Ermenîstanê ji dayîk bûye.
Hunermenda kurd “Aslîka Qadir” li ser wê diaxive, û wiha dibêje:
“Belga pir rind û cansivik bû. Ew dilsoza civaka xwe û gelê xwe bû, û bi dilpakiya xwe derbasî dil û mejiyê heval û derdora xwe dibû. Ew bi sinc û rewiştên xwe ciyawaz bû”.
Aslîka her wiha didomîne, û dibêje:
“Mixabin Belga li gor dana wê ya bêhempa, mafê xwe wernegirt. Wê dengê xwe, hest û salên ciwaniyê diyarî gel û civaka xwe kirin; lê ew pê re şaşyar derketin”.
Belga Xanim xwest ku mîna Sûska Simo, Fatma Îsa û Zedîna Şekir deng û hestên xwe bigihîne gelê xwe yê li Kurdistan û hemî deverên din… Lewra tevlî Radoyaya Êrîvanê (Beşê Kurdî) dibe, û çend sitranan tomar dike; ji wan sitranan: Kew Hêlûn, Weylûr û De felekê.
Û bi van sitranan nav û dengê wê li nava gelê wê û gelên din belav dibe.
Paşê dest bi çêkirin û vejandina aheng û festîvalan dike, û mirada xwe pêk tîne.
Dîsa em ê bibêjin mixabin! Û em ê dubare bibêjin ku ev hunermend wekî gelek hunermendan di dawiya temenê xwe de pir azarî û janan dikişîne; û milet û civaka wê, pişta xwe didinê.
Xaleke pir nebaş di jiyana wê de hebû, ew jî tê gotin ku:
“Hevjînê wê cirnexweş bû. Pir zordarî lê dikir, û gelek caran bi lêdan û dijûnên çewt ew diêşand. Lê ew jineke aramxweş û bi rûmet bû. Tevlî hejarî û zîvariyê, wê ew qas tişt dadiqurtandin…hetanî ku xem û derd lê civiyan û bûn hevalên temenê wê”.
Dawiya Belga Qado:
Cendekê wê yê nazik hew dikarîbû bi can û hestên wê re li dinê berdewam bike. Hêdî hêdî can ji cendek vedikişe, û hunermenda me çavan miç û bel dike û xwe dibîne bê hezker, bê heval û derdor. Êdî çavan digire û di sala 1980’î de bi aramî bar dike.
Belga Xanim bar dike, lê hêj jî banga wê, ujdanê me dixepêre û pêwîstiya guhpêdanê, ji bo me vedibêje.
Bi zelaliya dengê xwe, ji me dixwaze ku em di nerîn û helwestên xwe de, der heqê wê û hemî hunermendên wekî wê de, rastbêj û ne nankor bin.
Belga Qado di sala 1980an de jiyana xwe ji dest dide.
Çavkanî: Narîn Omer