Çekdar Karataş

Jiyana Çekdar Karataş

Çekdar Karataş: Kurdek ji bakurê Kurdistanê, ji herêma Serhedê, di alîyê Bavê xwe de ji navçeya bi navê Kop ya girêdayê bajarê Mûşê; di alîyê Dayîka xwe de jî Ji navçeya bi navê Tatos ya girêdayê bajarê Erziromê ye.

Di 29.04.1995’an de li bajarê Stenbolê, wek duyem kurê malbatek ji du kur û sê keçan pêkhatî Ji dayîk bûye.

Di encama derbas kirina Qezayek Trafîk’ê ya di sê salî û nîvî ya xwe de, ji hêla dîtin û meşa xwe ve astengdar bûye.

Her çiqas mercên jîyana Çekdar dijwar bûbin jî, wî her dem bi hêza xwe ya mezin xwirtkirina hêvîyên xwe pejirandye.

Di alîyek de bi piskirêkên tendiristî’ya xwe re; di alîyek de jî Ji bo wergirtina Perwerde’yê têkoşîn meşandîye. Piştê gelek berxwedanîyê ti encamek erênî bi dest nexistîye, çareserîyê di bixwe fêrbûn’ê de dîtîye.

Bi pirsîna ji Bav, bira, xwişk û apek xwe (Piştê ku di hefteyek de navén tîpan ji ber kirîye, di 15 rojan de nivîsa hemû tîpan, di du mehan de nivîsa peyvên du tîp û sê tîp, di sê mehan de avakirin’a hevokên kin û dirêj) yanî piştê xebatên şeş mehan, di 10 salî ya xwe de fêrî Nivîs Û Xwendina bi Alfabeya Latînî ya bi Pênûs Û Lênivîskê bûye.

Dûre bi alîkarîya heman Apê xwe, di demek kurt de fêrî nivîsa bi Klavya Kompûterê jî bûye.

Ji ber ku piştê gelek Emelîyatan Nexweşxanên Stenbol’ê êdî hew dikaribûn bersiva piskirêkên wî bidin, Karataş di sala 2010’an de koçê Ewropayê kirîye.

Li welatê ku lê bicîh bûye jî serî li gelek rêyên fêrbûn û wergirtina Perwerdeyê xistîye. Lê mixabin piştê ku dîsa bi encamên nêyenî re rûbirû maye, di Mala xwe de bi serê xwe fêrî bikaranîna Org û Tembûrê bûye.

Li çand û huner, li wêje û dîroka Kurdan a kevnar xwedîbûna xwe wek dewlemendî’ya herî mezin dinirxîne, kesayetek bi Kurdbûna xwe dilşad û hunerhez e.

Ew jî dixwaze bibe ji wan hunermendan yek, yên ku di dilê gelê xwe de cîh girtine û navê xwe danîne dîroka Cîhanê.

Ji sala 2016’an pêve bi rêya Medyaya Civakî, li ser nav û paşnavê xwe yên resenî xebat û kiryarên xwe digihîne we hezkirîyên xwe.

Her çiqas bi Çand û hunerê re têkildar be jî, ji bo zêdetir pêşxistina Kurdî’ya xwe û gelê xwe jî hewl dide. Ji ber ku di ferq û zanîna dewlemendîya zimanê xwe yê zikmakî de ye, dixwaze Ew jî bi rêbaza axaftinek şirîntir û nivîsên ji Pênûsa xwe balê bikişîne ser wate û girîngî’ya wî.

Herî dawî jî bi Silavên Kurdewarî, ji we xwendevanên vê Jîyannameya xwe re Banga lê xwedî derketina nirxên xwe yên neteweyî dike.

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !