Celal Melekşa di sala 1951’an de li gundê Melekşayê yê bajarê Sine ji dayîk bû. Bi helbest û çîrokan dest bi wêjeyê dike. Celal Melekşa di serî de bi nivîsandin û xwendina helbestên Farsî dikeve nava cîhana wêjeyê, jibo ku pirtûkekê çap bike dibe endamê ‘Yekîtiya Nivîskarên Îranê’. Di wê heyamê de nivîskar û helbestvanên navdar ên Îranê wek Exwanî Sals, Ehmedî Şamlû, Celalî Elî Ehmed, Mehmûdî Timazde û Hoşeng Gulşirî endamên Yekîtiya Nivîskarên Îranê bûn.
Helbestvan Celal Melekşa ji ber helbestên xwe yên şoreşgerî û polîtîk di serdema her du rejîmên padişahî û komara Îslamî de gellek caran hat girtin. Melekşa beriya şoreşa gelên Îranê û di dema rejîma padişahî de endamê Gerîlayên Fedayî yên Gel bûye û piştre bûye endamê Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîstî ya Îranê (Komele). Ji ber çalakiyên wî yên siyasî yên dema rejîma padişahî ji bo demekê tê girtin û piştî şoreşa gelên Îranê jî serbest hat berdan, lê pir dem derbas nebû ku wê carê jî rejîma Komara Îslamî ya Îranê ji ber nivîsandina helbest, mijar û helwestên wî dubare tê girtin.
Bi qasî 15 salan wek endamê Desteya Nivîskarên Kovara Sirve xebitî û ji ziman û wêjeya Kurdî ya li Rojhilatê Kurdistanê re xizmetek mezin kir. Celalî Melekşa herwiha bo heyamekê li Hewlêrê jî di kovara Prişnigê de bi karê rojnamevaniyê ve mijûl bûye û li bajarê Sineyê ligel çend heftename û kovaran kar kiriye. Dîwana wî bi wergera zimanên Îngilîzî, Swêdî, Erebî û Farîsî derketine.
Heya niha çend pirtûkên helbest û çîrokên Celal Melekşa hatine çapkirin ku navê wan wiha ne; ‘Zirnga zincîren peyvên dîl’, ‘Karesar’, her wiha du helbestên bi navê ‘Heta lûtke çendî mave?’ û ‘Dastanî dare pîre’ ji helbestên bi nav û deng ên Celal Melekşa ne.
Celal Melekşa piştî 69 sal jiyana tije ji zehmetî, girtîgeh, helbest û helwestan, li bajarê Sine ji ber krîza dil di sala 01.10.2020an de jiyana xwe ji dest da.
Mînakek ji helbesteke Melekşa:
”gelo dibe ew roj bê?
Kawa yê kurê min
Çanteyê seferê bike li ser milê xwe
Delalên li ber garaja bajarê Sinê
hawar hawar bikin;
silêmanî.. silêmanî.. “