Dengbêj Hesîna

Jiyana Dengbêj Hesîna

Yek ji wan jinên dengbêj ên Kurd, Hesîna  Kamîl Hacî Hisen e, di sala 2018an de li gunde Til-Şehîr ê girêdayî bajarê Amûde yê kantona Qamişloyê ye hatiye cîhanê.

Dayika Hesîna  bi deng, cil, melesa xwe û deqên li ser dest û rûyê xwe dîroka Kurdan pênasê dike. Hesîna  dayika 4 lawik û 3 keçikan e. Di 15 saliya xwe de ji lawê apê wî dengbêjê navdar Hisnî Bavê Adil fêrî kilaman dibe. Kilamên Hesîna  bi taybet li ser komkujî, şer û koçberiya Kurd in. Bi dengê xwe êşên ku gelê Kurd kişandine di kilaman de tîne ser ziman.

Dayika Hesîna  bi temenê xwe yê 100 salî jî dengbêjiyê diparêze û li dijî hemû pirsgirêkên tendurîstiyê li ber xwe dide. Her wiha dayika Hesîna  dibejê ku bi kilaman re gihaştiye temenê 100 saliyê û wiha pê de diçe: “Dema ku ez kilaman dibêjim hemû êşên Kurdan hîs dikim. 85 sal e ez dîroka Kurdan a bi  devkî di nava kilaman de ji nifşen nû rê parve dikim. Bila dîroka xwe ji bîr nekin û biparêzin.”

Di dengbêjiyê de rih û dîrok dibe yek

Dayika Hesîna  dema ku distrîne, hêsrên çavên wê têne xwarê. Dayika Hesîna  hestên xwe wiha parve dike: “Ji acizbûna min re kilam dibin derman. Ez her ku kilaman dibêjim hêstir ji çavên min diherikin. Ji ber ku di dengbêjiyê de rih û dîrok dibe yek.”

Dayika Hesîna  di berdewama axaftina xwe de wiha dibejê: “Di ciwantiya xwe de li ser karê destar û di civatan de kilam digot, niha jî di nava cihê xwe de kilaman dibêjim. Cih û dem ji bo min ne asteng in. Heya mirinê ez ê kilamên xwe bibêjim.”

Deq di civaka Kurdan de pîroz tên dîtin

Di dîroka Kurdan de deq wekî huner, xweşikbûyîn û pîroz  tên nasîn. Di dîroka Mezopotamyayê de li ser şikeft û mezelan motîfên şopên deqan derketine holê. Gelê Kurd, Ereb, Sûryan, Êzidî, Tirkmen, Elewî deqê wekî hêz û xweşikbûyîn bi wate kiriye. Di dîroka Kurdan de beriya îslamiyetê deqan cihê xwe girtiye û li gelek cihên cîhanê hê jî ew çand didome. Her wiha li bakurê Kurdistanê jî ew çanda deqan berdewam dike. Wêneyên deqan wekî tav, heyv, stêrk, teyr û şiklên geometrîk li ser rû, dest, ling, navçav, bin jawê mirovan tên resimandin. Ew wêneyên deqan di olên zerdûştî, şamanîzm, paganîzm, bûdîzm de pîroz dihatin dîtin.

Şîrê dayika ku zarokeke keçik welidandiye û xweliya agir tê tevlihevkirin û bi derziyê li ser laşê mirovan wek deq tê resimandin.

Deq wateya xweşikbûyîne ye

Deqên li ser ling, dest û rûyê dayika Hesîna  xwişka wê Hanîfayê çêkirine. Wateya deqan dayika Hesîna  wiha parve dike: “Ew deq çanda kevnar a Kurdan in. Ev deq di nava civaka Kurdan de wekî xweşikbûyîn û hûner tê pênasêkirin. Êdî zêde çanda deqan berdewam nake.”

Dayika Hesîna  bi bîr xist ku şîrê dayika ku zaroka keçik welidandiye pîroz dihat dîtin, ew şîr esas digirtin.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !