Li gundê Şêrvan Şêx (Adıvar) girêdayî navçeya Kopê ya Mûşê di 1960an de tê dinê. Ew bi eslê xwe ji Îdîrê ye. Eşîra wî Redkî ye, li ser Bekiriyan e û zozanê wan Eleqez bûye. Ji malbata wî re Alîcana mala Belo dibêjin. Salên di dema şerê Ûrisê de ew koçber bûne û heta deşta Diyarbekirê hatine. Her weha pirîka wî li gundê Tirbespiyê, gundekî Farqîna Diyarbekirê veşartine.
Piştê şerê Ûrisê, malbata wî biryar dide di serî de diçin Mûşê bi qasî du yan sê salan li wir dimînin. Pişt re mezinên wî xwestine biçîn Îdîrê û mezinên wî dema çûne Îdirê, demeke şûn de dîsa biryar dane û vegeriyane Mûşê di gundê Şervan Şexê ya Kopê de bi cî bûne yanî ew di navbera 1913-1925an wisa çûne û hatine. Pişt re ji ber ku di navbera wan û pismamê wan de nakokî û şer çêbûne her çendî ew paşê li hev hatibin jî ji ber dilmayînê mezinên xwe vê carê jî berê xwe dane Îzmîrê û di sala 1976an de li vir bi cî bûne.
Dengbêj Şakirê Kopê (Şakir Eçun) yek ji dengbêjê niha yê herêma serhedê yê. Ew bi eslê xwe ji Îdirê ye û li Mûşê hatiye dinê. Dengbêj Şakir di zaroktiya xwe de fêrî dengbêjiyê bûye û di dema 15-17 saliya xwe de êdî di dîwanên dengbêjan de klam gotine. Şakirê Kopê hem wek şaîr, qesîde nivîsine û hem jî gelek klam gotine û nivîsine. Ew dengbêjên mîna Reso, Şakiro, Zahiro re jî hev nas bûye û bi wan re klam jî gotine. Lê belê dengbêj Nûroyê Meterê ji Agiriyê bandorek zêde li ser dengbêjiya wî kiriye. Dengbêj Şakirê Kopê xwedî 6 zarokan e û niha li Îzmîrê dijî.
Çavkanî: Gönül Gün
Sererastkirin: Bernamegeh