Jiyana Dildarê Mîdî

Ew Mihemdê Ehmedê Hacoyê Doşo ye. Bi nasnavê Dildarê Mîdî tê naskirin. Bavê wî ji gundê Bafê yê Bakurê Kurdistanê, koçî Rojavayê Kurdistanê kiriye û piştî rûniştina li çend gundan, êdî li gundê Elwanka Şêx bi cih bûye.

Dildarê Mîdê di 1’ê Sibata 1963’yê de li gundê Elwankê çavên xwe li jiyanê vedike. Di malbateke cotyar û hejar de salên zaroktiyê dibihurîne.

Li gundê Elwankê hetanî refa 2’yê dixwîne, paşê di 1972’yê de bi malbatî diçe Qamişlo û her li wir dimîne.

Qonaxên xwendina seretayî û navîn li Qamişlo diqedîne, da ku paşê li Zanîngeha Şamê tevlî Fakulteya Wêjeya Erebî bibe. Bi qasî du salan Wêjeya Erebî dixwîne, lê ji ber rewşa aborî xwendina xwe nadomîne û êdî bi yek carê dest ji xwendinê berdide.

Çawa ku Dildarê Mîdî bîrewer dibe û dikeve nava firtoneka xwepirsînê da ku xwe binase, bi dest xwe re hestên neteweyî li nikê geş dibin û yekser şopa xwe destnîşan dike; ji ber ku ew di malbateke Kurdperwer û welatparêz de xwedî bûye û wekî ku diyar e, babeta Kurdperweriyê wekî  heyvanekî zikmakî ye li balê.

Bi dehên salan di nava komên hunerî û folklorî de xebitiye.

Sê dîwanên wî yên helbestan bi navên: Kevana Reş, Ken û Girî û Ez û Jîn hene. Her wiha 2 destnivîsên wî ku danheva parçeyên folklorî ne, aniha ji bo çapê amade dibin.

Dildarê Mîdî bi qasî 8 caran hatiye xelatkirin; ne tenê wekî helbestvan, belê wekî mirovperwer jî hatiye xelatkirin.

Di dema dawî de penaberî Başûrê Kurdistanê bû û hetanî aniha hêj li wir e.

Di şopa têkoşîna neteweyî de, Dildarê Mîdî gelek şax û rêçan li pêş xwe vedike û di qadeke berfireh de, dîlana azadîxwaziyê digerîne.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !