Dengbêj Evdilayê Goyî, di sala 1968 an de li gundê Hilal, li ser navçeya ya Qilaban a girêdayî Şirnex e hatiye dinê. Ew li gund mezin dibe. Ew dibêje hêj ez deh salî bûm, civatên dengbêjan bala min dikaşindin; dema dawetek çêbiya, yan ji dengbêjan di civatan de, di dîwanan de dengbêjî bikiran, ez diçûm li cem wan disekînim û min guhdariya wan dikir.
Bi vî hawî strana Kurdî û çanda dengbêjiyê nasdike. Ew dibêje, dengbêjên ji herêmê Salihê Simo, Îsivê Hacî, Mihemedê Îsiv, Salihê Îsiv û Salihê Mijînî gelik zêde bandora xwe li ser min kirine. Dengbêjiya wî ji malbatê tê. Dibêje diya min dengekî gelik xwes hebû. Herweha çend mirovên din ji yên wî dengbêj bûne. Ew di sala 1985 an de koçberî bajarê Mêrsînê dibe. Di salên 1998-1999 an de ew dengbêjiya xwe diyar dike. Ew dibêje ji beriya hinge min tu caran di civatan de stran nedigotin. 1990 an de kaseta xwe ya yekem li Stenbol derdixe. Di sala 2002 an de ji kaseta xwe ya duyem derdixe.
Piştî li Mêrsînê Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamya vedibe, ew ji weke dengbêjekê diçe tevlî xebatên wê dibe. 13 salan li wir de dengbêjiyê dike. Evdilayê Goyî di gelik civat, şahî, festival û konseran de dengbêjî kiriye. Ewî him stranên şera gotine, mînak strana Evdila Beg, ya Cemîl Efendî, him stranên evînî gotine, mînak Lêlê lê Canê, Koçerê û him ji stranên kul û derdê civakê tînin ziman, mînak Zêrînê, gotine. Strana Koçerê him gotin him ji miqam ya wî bi xwe ye.
Herweha ew dibêje strana Lêlê lê Canê ji bi vî miqamî cara yekem min gotiye û ev gotin yên min in. Dîsa strana Zêrînê cara yekem bi dengê wî tê tomarkirin. Evdilayê Goyî dibêje dengbêjî ne tenê ewe kû mirov destê xwe bêxe di bin guhê xwe de û stranê bêje; dengbêj dema stranekê dibêje, divê bizanibe ew stran ji kû tê û çîroka stranê çiye. Ew dildarekî strana Kurdî ya klasîk e, her tim li ser wê lêkolînê dike, li pey çavkaniya stranê dikeve. Ew niha ji li bajarê Mêrsînê dijî. Bavê 6 zarokan e; 2 keç û 4 kur. Tu û dengê te yê xweş her tim li dinê bin Evdilayê Goyî.
Çavkanî: Sîpan ŞÎNDA