Eyyup Guven

Jiyana Eyyup Guven

Ew li Dêrikê hatiye dinê û li Dêrikê dijî. Di sala 1979’an de di Dibistana Zimanên Bilind de dest bi beşa zimanê Fransî kir. Ji ber derbeya leşkerî ya 12’ê îlona sala 1980 nekarî xwendina xwe bidomîne.

Ew jî mîna gelek kurdan bi dehan caran hatiye desteserkirin û binçavkirin, li rastî êşkence û hakaretên mezin hatiye.

Di sala 1990’î sekreteriya navçeya navendî ya HEP’ê (Partîya Kedê ya Gel) kiriye.

Di sala 1991’ê de serokatiya navçeya navendî ya ÖZEP’ê (Partîya Azadî û Wekheviyê)  kiriye. (ev partî ji ber rêziknameyê hat girtin)

Di sala 1992’yan de di rêveberiya  navçeya navendî ÖZDEP (Partiya Azadî û Demokrasîyê) ya Mêrsînê de erk kiriye.

Di sala 1993’yan de di rêveberiya DEP’ê (Partîya Demokrasîyê) ya navçeya navendî ya Mersînê de sekreterî kiriye.

Di sala 1994’an de sekreteriya navçeya navendî ya Mêrsînê ya HADEP (Partîya Demokrasîya Gel) kiriye.

Ji sala 1999’an heta sala 2003’yan sekreteriya HADEP’ê ya navçeya Dêrikê kiriye.
Di sala 2003’yan de sekreteriya DEHAP’ê (Partîya Demokratîk a Gelan) kiriye. Ji ber ku di hêla rêxistinkirinê de serwext bû bi gelemperî weke sekreter dihat erkdarkirin.

Piştî di 19’ê mijdara sala 2005’an DEHAP’ê xwe fişkilnad di qada saziyên sivîl de û bi taybetî di pêvajoya amadekirina Kongereyan de peywir girtiye ser milê xwe û di rêveberiya van saziyan de erk kiriye. Herwiha piranî di qada wêjeyê de hewlên wî çêbûne.

Di sala 2004’an de komeleya THAY-DERê (Komeleya Piştevanîya bi Malbatên Girtî û Hikumxwariyan re) cih girtiye û delegeyên damezirîner yekem yek jê ye.

Di sala bernameya Rojnamegerîya Herêmî û Perwerdehiya Navpîşeyî qedand.

Di sala 2005’an de di rojnameya bi navê Dêrik Açılım ya ku weşanê bi kurdî û tirkî dike weşand.

Di sala 2005’an de di saziya Göç-Derê (Malbatên ji cih û warên xwe koç kirine) bûye nûnerê Dêrikê. Di saziyê de gundên hatine şewitandin û valakirin ziyaret kiriye dosyeya wan amade kiriye.

Di sala 2005’an de weke axaftvan beşdarî  ™Rojên Wêjeyê” bûye.

Di sala 2006’an serokatiya Komeleya DÊRIK UMADER (Komeleya têkoşîna li dijî madeyên hişber û tiryakê) kiriye.

Di rojname û kovarên Gündem, Özgür Ülke, Azadîya Welat, Welat, Tîroj, Rewşen, Kovara W û hwd. nivîsên wî hatine weşandin.

Di sala 2009’an de beşdarî Konferansa Zimanê Kurdî ya li Moskowê bûye.

Di sala 2009 bûye serokê ÇEB-DER’ê (Komeleya Hawirdor, Perwerdehî û Zanistê).

Di sala 2010’an de weke delegeyê Bakûr beşdarî konferansa “Didaran Medyakar” bûye.

Di televîzyonên Sterk TV, Özgrt Gün TV, Jiyan TV, İmc TV, Ronahi TV’yê de weke dîrokzan, siyasetmedar û nivîskar bûye mêvan.

Di sala 2012’an de weke delegeyê Nivîskaran beşdarî Konferansa Ziman a Amedê bûye.

Di navbera salên 2013 û 2014’an de li mijara Gel û Baweriyan xebat meşandiye.

2015’an weke delegesyonê Komxebata Ziman beşdarî komxebatê bûye.

Di sala 2016’an de di rêveberiya komeleya Nivîskarên Kurd de cih girtiye û bûye sekreterê giştî. Dema wî ev peywir dimeşand Komelaya wan bi KHK’yê (Biryarnameya di Hikmê Zagonê) hat girtin.

Beşdarî xebata li Rojava ya bi navê Mîhrîcana Çand û Hunerê bûye û spasname wergirtiye.

Ji ber ku pirtûkek roman ya bi navê “Gohar” li ser jiyan û komkujiya ermenan nivîsiye, bi spasnayê hatiye xelatkirin. Dema
pirtûka xwe ya bi navê “Dêrik” ku li ser hemû taybetmendiyên Dêrikê dinivîse li hemû gundên herêmê digere û rewşa wê ya sosyo-polîtîk lêkolîn dike.

Ji ber xebatên wî yên li ser geşt û gera (turîzm) Dêrikê, Komeleya Çand û Piştevaniya Dêrikê ya ku navenda wê li Stenbolê ye pleketa serkeftinê daye wî.

Di sala 2019’an de li Mêrdînê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê dadimezirîne û weke hevserokê damezrîner yê vê saziyê erk girtiye û hê jî vê peywirê didomîne.

Ji sala 2019’an ve serokê desteya venêrînê yê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ye.

Ew endamê endamê PenaKurd e.

Di sala 2019’an de bûye namzetê şaredariya Dêrikê.

Ew niha endamê Komeleya Wêjekarên Kurd a ku navenda wê li Amedê ye.

Ew edîtor û endamê lijneya weşanê yê Kovara DEPTERê ya di sala 2021’ê de dest bi weşanê kiriye.

Herwiha ew endamê lîjneya Şêwirmendiyê yê kovara Destarê ye.

BERHEMÊN WÎ:

– Kulmek Morîkên Şînbirîk,  Roman

– Guhar, Roman

– Gohar, Roman -Tirkî

– Penaberên Jîyaneke Têkoşer, Roman

– Dayîka Serwet, Roman

– Şiirlerim-Tirkî

– Ji Doh û Heya Îro Helbestên Min

–Li Mancêlê lênerîn-çîrok

– Derik Tarihi, Araştırma inceleme, tirkî

– Derik, Araştırma inceleme, tirkî

-Kenbuhuşt-helbest

–Teyro –helbest  tirkî

–Antolojiya Çirokên Mezopotamya – Çirok

– Por Jiyan û Lêv Zingar, Roman

Xelat:

DKDD (Komeleya Çand û Piştevaniya Dêrikê ya Stenbolê – Plaket

Şaredarîya Şîşliya Stenbolê- Plaket

Dêrik Uma- Der Plaket

Ermenên Dêrikê -Plaket

Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dêrikê,

Weqfa Dîroka devkî

Dîmenên mirovan ji Mêrdînê

Bernamegeh /  bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !