Hunermend Farqîn Azad di sala 05/04/1969an de li bajarê Amedê li navçeya Farqînê li gundê Pîrexala ji dayik bûye. Hê yeksalî ye mala wan ji gund bar dike diçe navçeya Farqînê.
Şahî û çalakiyên çandî yên Farqînê bandorek mezin li ser hunermend Farqîn jî dike. Hozan Şiyar bandorek mezin li ser Farqîn dike ku Farqîn stranên kurdî bibêje.
Malbata Farqîn ji ber faşîzma donzdehê îlonê neçar dimîne diçe metropolên Tirkan. Wê çaxê Farqîn yanzdeh salî ye. Lê ji ber rewşa aboriyê karên curbecur de dixebite. Di sala 1989an de bi çend hevalan re ‘’KOMA SERDILAN ‘’ didamezrînin. Ew herdem karê muzîkê didomîne.
Di sala 1991’ê de qedexeya li ser muzîka kurdî radibe. Farqîn kaseta xwe ya bi navê ‘’ Zimanê Kurdî Zimanê Me Ye ‘’ derdixe. Di sala 1991’ê de li Stenbolê navenda Çanda Mezopotamya vedibe. Farqîn di nav xebatên NÇMê de cî digire.
Di sala 1992yan de dikeve kar. Mala xwe dibe bajarê Amedê. Di sala 1993yan de bi vebûna NÇMê ya Amedê re li wir dixebite. Paşê dikeve nava KOMA AZAD wek hunermend stranên xwe dibêje. Koma Azad wek berhem kaseta xwe ya yekemîn bi navê “ŞEMAL” derdixe. Pişt re NÇMê ya li Amedê di sala 1995an de ji alî desthilatdaran ve tê girtin. Koma Azad diçe Stenbolê. Li Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Stenbolê xebatên komê didomînin. Li gelek bajarên Ewrûpayê beşdarî bername û konseran dibe. Koma Azad di sala 2001ê de kaseta xwe ya bi navê ” Bihuşta Min’’ derdixe. Di sala 2003yan de li bajarê Amedê “Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Ferat’’ vedibe. Koma Azad derbasî Amedê dibe. Di sala 2004an de kaseta xwe ya bi navê “Şar” derdixe. Farqîn di sê kasetên ” ŞAHİYA STRANAN’’ de wek hunermend cî digire.
Di hilbijartina heremê ya 2004an de wek endamê Meclîsa şaredariya Sûrê tê hilbijartin. Di heman heyamê de dibe serokê “KULÛBA SPORÊ YA SÛRÊ”.
Hunermend Farqîn di sala 2008an de bi tenê kaseta xwe ya duyemîn ya bi navê’’ ROJ WÊ BÊ ‘’ di sala 2015an de jî CDya xwe ya bi navê DERÎ derdixe. Ji ber sedemên siyasî di sala 2017an de bi mecbûrî ji welatê xwe koçber dibe û ew jî dikeve nav penaberan.
Farqîn niha li Parîsê jiyana xwe dewam dike û di TVya Kurdî ya Stêrk TV de bernameya rojane ya Rojbaş Kurdistan pêşkeş dike û xebatên xwe yên muzîkê berdewam dike. Piranî ji karê arşîva muzîka kurdî hez dike.
Zêdetirîn Hunermend Farqîn hunermendên hêja û nemir wek Tehsîn Taha, Meyrem Xan, Eyşe Şan,Ozan Şiyar Farqînî, Mihemed Şêxo, Mihemed Arifê Cîzîrî, Şehîd Mizgin, Şehîd Sefqan, Şehîd Serhed û her wekî van kesan ji xwe re mînak digire. Xebaten xwe yên çand û hunerê li Ewrûpayê dewam dike.