Jiyana Hapsa Xan

Jiyana Hapsa Xan

Hapsa Xan (z. 1881 li Silêmanî, Başûrê Kurdistanê – m. 1953) yekemîn mamosteya jin a zimanê kurdî ye.

Kurtejiyan

Hapsa Xan di sala 1881’ê de wek keça malbata Xan a navdar li Silêmaniyê jidayik bû. Bi mezinbûna xwe ew digel Şêx Qadir re (ku birayê Şêx Mehmûd e) zewiciya û bû bûka malbata şoreşger a wê demê. Tê bawerkirin ku Hapsa Xan yekemîn jin bû ku bal kişande ser girîngbûna perwerdehiya jinan û vê yekê wek gaveke girîng ji bo azadî û serxwebûna gelê kurd anî ziman.

Wê di nava rêveberiya serbixwe ya Şêx Mehmûd a salên 1920’î de cih girt û piştgirî dabû mîsyona neteweyî. Herwiha, wê yekemîn rêxistina jinan a kurd ava kir û ev yek bûbû mînakek bo rêxistinên din ên jinzn li hemû Iraqê. Bi taybetî di mijarên serxwebûn û perwerdehiya jinên kurd de wê roleke gelek girîng lîstiye.

Di pirtûka Susan Meiselas a bi navê “Kurdistan in the Shadow of History” de wênekêşa elman Lotte Errell behsa wê dike û dibêje Hapsa ew jin e ku gava dikeve hindurê malê, hevjînê wê radibe ser piya.

Çavkanî

  • Susan Meiselas (1997). Kurdistan: in the shadow of history. Random House, New York

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !