Nivîskar û Rojnamevan.
– Navê sê qolî, (Hekar Ebdulkerîm Findî) berniyase bi (Hekar Findî).
– Li sala 1982 an li bajarê Duhokê ji dayik bûye.
– Xwendina xwe ya (seretayî, navincî, amadeyî) li Duhokê bi dawî aniye.
– Li Sala 2007 an bawernama Bekaloryos bi yasayê ji zanîngeha Duhok stendiye.
– Li Sala 2015 an bawernama Masterê bi yasa û ragehandinê I zanîngeha Pune li welatê hindistanê stendîye.
– Hilgirê bawernama diplomê ye bi yasa û rekxirawên nêvdewletî, her wsia bawernama diplomê bi rojnamevanîya eliktironî ye.
– Mamostayê pişka rojnamevanî – peymangeha teknîkî Duhok.
– Mamostayê pişka rojnamevaniya eliktironî – kolîja teknîkî kargêri – Duhok.
– Êkem berhemê xwe li îlûna 1993 an di kovara (Heng) da weşandiye.
– Sernivîserê kovara (Yasa) bû, ku kovareka yasayî, rewşenbîrî giştî bu li kolîja yasa û ramyarî – zanînegaha duhok di nêv bera salên (2006-2007) an de hatiye weşandin.
– Peyamnêr û nivîser bû li kovara (Dicle), ku bi pîtên latînî ji aliyê wezareta rewşenbîrî ya hikumeta herêm kurdistanê ve di hate weşandin.
– Peyamnêrê kovara (Karwan) bû, ku ji aliyê wezareta rewşenbîrî ya hikumeta herêm kurdistanê ve dihate weşandin.
– Peyamnêrê kovara (Asoy Folklur) bû, ku ji aliyê wezareta rewşenbîrî ya hikumeta herêm kurdistanê ve di hate weşandin.
– Serperiştê pişka Kurdî bû li rojnama (Heqîqe – Rastî).
– Di şerê azadkirina îraqê de, peyamnêrê rojnama (îlaf – Elaph) ya eliktironî bû li kurdistanê.
– Di şerê azadkirina îraqê de, peyamnêrê malperê (Iraq for all) bû li kurdistanê.
– Di şerê azadkirina îraqê de, serperiştê pişka kurdî yê malperê (Iraq for all) bû.
– Peyamnêrê rojnama (Avesta) ya eliktironî bû li kurdistanê.
– Peyamnêrê û nûnerê malpera (Amude) ye eliktironî bû li kurdistanê.
– Rêveberê hunerî yê rojnama (El-Ehalî – الاهالي) bû, ku li Duhok, Bexda bi zimanê Erebî di hate weşandin.
– Li çendîn rojname û kovaran, wek (Nivîser, Peyamnêr, nexşêkêş) kar kiriye, ji wan (Dicle, Peyama Zanko, Heqîq- Rastî, Dengê Laliş, Zaxo, Zirîmok, Afaq Spîrêz, Pirêz, Iraq Today) û çendekin din.
– Rêveber û serperiştê malperê Findî Info ye (www.findi.info).
– Yek ji serperiştên malperê pêkve bo avakirina aştiyê ye (www.ftpb.org).
– Bi çendîn navan berhemên xwe belavkirine weki (Kehî, Şoreş, û çendekin din).
– Berhemên xwe (Nivîs, Nûçe, Raport, Dîdar, Berhemên rojnamevanî) di gelek kovar û rojnameyan de weşandine, ji wan (Dicle, Nivîs, Heng, Karwan, Asoyî Folklur, Sînema û Şano, Zagros, Herêm, Huner, Yasa, Afaq Spîrêz, El-Ehalî, Evro, Peymana Edeb û huner, Edeb û huner – Evro, çavdêr, Awêne, Hîzil, War, Peyama Zankoyê, Kurdistanî niwê, El-heqîqe- Rastî, û gelekên dî), her wisa di van malperan de weşandine wek (Pena Kurd, Avesta Kurd, Amude, Mehname, Urmiye, Iraq for all, PDK Xoybun, Rizgarî Online, êvar baş, rojname, KDP Info, Peyamnêr, û gelekin din).
– Di biyavê Ekadîmî û yasayî de jî çendîn nivîs û vekolînên ekadîmî di kovarên navxoyî û nêvdewletî de weşandine.
– Endamê bordê senterê Mîdiya ya serbixwe li kurdistanê bû.
– Endamê bordê rekxirawa mîdiyaya serbixwe li kurdistanê ye, her wisa wek rahêner di bîyavên (Ragehandin, Maf, Yasa) digel heman rêkxiraw kardike.
– Endamê Sendîka Parêzerên Kurdistanê bû.
– Endamê Yekêtiya Mafperwerên Kurdistanê ye.
– Endamê Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê ye.
– Endamê Yekêtiya Rojnamenivîsên Nevdewletî ye
– Endamê Yekêtiya Rojnamenivîsên eliktornî ya Nevdewletî ye
– Endamê Navenda (PEN Kurdî) ye.
– Zimanên Kurdî, Erebî, Ingilîzî bi başî dizanît, şarezayî di zimanê Hindî de jî heye.
Berhemên çapkirî:
– Fidralî… Têgeh û cêbecêkirin, (الفدرالية… مفهوما و تطبيقا), danan, 2009, bi zimanê Erebî ye.
– Yasayên girêdayi rojnamevaniye li herêma Kurdistanê – Iraq, berhevkirin û wergêran, 2010, bi zimanên kurdî û erebî ye.
– Yasayên rojnamevanî li Kurdistanê, berhevkirin û wergêran, 2011, bi zimanên kurdî û erebî ye.
– Rêberê çaksaziya mezinan li Duhokê (دليل اصلاحية الكبار في دهوك), berhevkirin, 2011, bi zimanê Erebî ye.
– Têgehekê Yasayî bo Rojnamevaniye, danan, 2012, bi zimanê Kurdî ye.
– Rêberê dezgehên ragehandinê li parêzgeha Duhokê, berhevkirin, çapa êkê, 2012, bi zimanê Kurdî ye.
– Rêberê dezgehên ragehandinê li parêzgeha Duhokê, berhevkirin, çapa didwaan, 2013, bi zimanê Kurdî ye.
– Rêberê dezgehên ragehandinê li parêzgeha Duhokê (دليل المؤسسات الاعلامية في محافظة دهوك), berhevkirin, 2013, bi zimanê Erebî ye.
– Kovara Runahî, berhevkirin, 2013, bi zimanê Kurdî ye.
– Gul bê nave, veguhastin, 2014, bi zimanê Kurdî ye.
– Êtîk û Yasayên Rojnamevanî, bo xwendina zankoyê hatiye peyrewkirin, danan, 2017, bi zimanê Kurdî ye.
– Civata Moxtara, berhevkirin, 2018, bi zimanê Kurdî ye.
– Rolê ragehandinê hember binpêkirnên mafên mirovî, vekolîneka rexneyî, danan, 2018, bi zimanê ingilîzî ye.
– Tac Mehel… ew çîroka evînîye ya li cîhanê deng vedayi, danan, 2018, bi zimanê Kurdî ye.
– Ferhenga Findî, zaravên damûdezgehên mîrî û dadgehan, danan, 2019, bi zimanên Kurdî û erebî ye.
– Ferhenga Têgehên Hiquqê, danan bi pişkdarî, 2020, bi zimanên Kurdî, Erebî, Turkî, Farisî, Ingilîzî ye.
– Diyarda Tawanê, sê berg, (رصد ظاهرة الاجرام), 2017, 2018, 2019, bi zimanê erebî ye.
– Arasteyên Nû di Fidralîyê de, Fidraliya hevkarîyê li Hindistanê wek nimûne, danan, 2020, bi zimanê ingilîzî ye.
Berhemên berhev bo çapê:
– Têgehekê yasayî bo soşiyal mîdiyayê, danan, bi zimanê Kurdî ye.
– Fedralî wek çareserî bo arîşên kêmîneyan (الفدرالية كحل لمشكلة الاقليات), danan, bi zimanê Erebî ye.
– Mafê Pêşvebirinê, danan, bi zimanê Ingilîzî ye.
– parêzbendiya diplomasî (الحصانة الدبلوماسيىة), danan, bi zimanê erebî ye.
– Derdname, veguhastin, bi zimanê Kurdî ye.
– çend dîtinekên yasayî, danan, bi zimanê Kurdî ye.
– çend dîtinekên yasayî, danan, bi zimanê Erebî ye.
– Hindistan, welatê seyir û sintîkeyan, danan, zimanê Kurdî ye.
– Geryana welatan, danan, zimanê Kurdî ye.
– îtîk û yasayên rojnamevanî, danan (اخلاقيات و قوانين الصحافة), zimanê Erebî ye.
– Tac Mehel, danan, bi zimanê Erebî ye.
Zêdebarî çendîn berhemên dî.