Jiyana Kamran Simo Hedilî

Kamran Simo Hedilî; di Sibata 1955’an de li gundê Hedilê yê bi ser navçeya Hezexê ve hatiye dinyayê. Ew di pirtûka xwe ya bi navê Lorîna Pênûsê de sedema nav guhartina xwe wisa dibêje. “…Ji xewna reşikê tirsê, bi şeqama pîrikê di tarîreşa seqema şevekê meha Sibatê ya 1955’an de min bi girî çavên xwe vekir. Nav li min kirin, lê wateya wî wan jî nizanîbû. Navê min kirin Faruk. Divê ku ez ûjdana xwe xirab nekim.

Paşnav ne wan li min kir. Berî ku ez werim dinyayê reşikê tirsê paşnavên bi zimanê xwe watedar li herêmê belav kiribûn. Destûra bijartina paşnavê ji kesî re tune bû. Pêwîst bû ku her kes ji van paşnavan yekî li xwe bike. Ji paşnavên ku reşikê tirsê belav kirin Aslan bûbû para malbata min. Vêca navê min bûbû Faruk û paşnavê min jî bûbû Aslan. Min ne ji navê xwe û ne jî ji paşnavê xwe hez dikir.

Navê min mîna şalwarekî ku li mirovan teng bê, min ji xwe re teng didît. Paşnavê min jî mîna kirasê guriyan bê çawa laşê wan dixurêne û qet naxwazin li xwe bikin, paşnavê min jî bi gezan dihate min û ez gez dikirim. Roja min hêza bijartina nav û paşnavekî bi zimanê xwe di xwe de dît, min şalwarê teng derxist û avêt. Kirasê ku ez gurî dikirim jî min bi şalwarê teng re qet qet kir û ew jî avêt. Li meydanê min şûrê xwe kişand, bi nav û paşnavê xwe yê nû Kamran Simo Hedilî li hemberê reşikê tirsê ketim nav bizavê.”

Di zaroktiya Kamran Simo Hedilî de malbat, mala xwe bar dikin bajarê Batmanê. Di temenê ciwaniyê de dikeve nav tevgera azadiya Kurdistanê û ji ber wî awayî ji terefî Dewlata Tirk ve du caran tê girtin.  Di cûnta eskerî ya 12ê Îlona 1980’î de bi hevalên xwe re derbasî Rojavayê Kurdistanê û Lubnanê dibe. Xebata xwe li Rojavayê Kurdistanê didomîne. Li wir jî gelek caran ji terefî Dewlata Surî ve tê girtin. Ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dibe.

Li rojhilatê Kurdistanê ji terefî Dewleta Îranê ve jî tê girtin. Kamran Simo Hedilî di amadekarî û xabata 15ê Tebaxa 1984’an a çekdarî de cih digire û ji nû ve di tevgerkirina gel de li bakurê Kurdistanê cihê xwe digire. Ew, endamê Yekîtiya Nivîskarên Swedê ye û  endamê Pena Kurd a Navnetewî ye. Vêga ve serokê Înstutiya Kurdî li Stockholmê ye. Ji 1982’yan ve dinivîse. Kurteçîrok, helbest, destan û lêkolînên wî di rojname, kovar û malperan de hatine weşandin.

Berhem:

Lorîna Pênûsê, Helbest, Çapa 1., Weşanên Kîtabî Arzan, 2004, Stockholm.

Civata Giyanan, Kurteçîrok, Çapa 1., Weşanên Navenda Pedagogiya Kurdî, 2006, Stockholm.

Ji Enfalê Şeveke Bê Sibeh, Helbest, Çapa 1., Weşanên Navenda Pedagogiya Kurdî, 2006, Stockholm.

Min Deng Kuştin, Helbest, Çapa 1., Weşanên Navenda Pedagogiya Kurdî, 2006, Stockholm.

Helbest Çi Ye, Lêkolîn, Çapa 1.,  Weşanên Înstitûya Kurdî Li Stockholmê, 2009, Stockholm.

Kîjan Kulîlk Çavên Te Ne, Helbest, Çapa 1., Weşanên Înstitûya Kurdî Li Stockholmê, 2009, Stockholm.

Babilîsok, Roman, Çapa 1., Weşanên Înstitûya Kurdî Li Stockholmê, 2012, Stockholm.

Dilê Xewnên Xwe Me, Helbest, Çapa 1., Weşanên Înstitûya Kurdî Li Stockholmê, 2015, Stockholm.

Berbanga Êvara Mirî, Roman, Çapa 1., Weşanên Înstitûya Kurdî Li Stockholmê, 2017, Stockholm.

Qêrîneke Bêdeng RINDÊXAN, Roman, Çapa 1., Weşanên Aram, 2015, Çapa 2., Weşanên Înstitûya Kurdî Li Stockholmê, 2016, Stockholm.

Pêxemberê Jibîrçûyî MANÎ, Roman, Çapa 1., Weşanên Ar, 2013, Stenbol, Çapa 2., Weşanên Ar, 2014, Stenbol.

Berbanga Êvarê, Helbest, Çapa 2., Weşanên J&J, Amed, 2018

Dilopên Lal, Helbest, Çapa 2., Weşanên J&J, Amed, 2018

Ji Enfalê Şevên Bê Sibeh, Helbest, Çapa 2., Weşanên J&J, Amed, 2018

Kîjan Kulîlk Çavên Te Ne, Helbest, Çapa 2., Weşanên J&J, Amed, 2018

Lorîna Pênûsê, Helbest, Çapa 2., Weşanên J&J, Amed, 2018

Min Deng Kuştin, Helbest, Çapa 2., Weşanên J&J, Amed, 2018

Helbest Çi Ye, Lêkolîn, Çapa 2., Weşanên J&J, Amed, 2018

Pêjna Baranê, Roman, Çapa 1., Weşanên J&J, Amed, 2018

https://www.bernamegeh.org/2020/10/14/helbesten-kamran-simo-hedili/

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !