Latif Epözdemir di sala 1956’an de li Sêrtê, gundê Minar hatiye dinyayê. Di sala 1974’an de li Dibistana Bilind ya Perwerdeyê, Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî kuta kiriye. Piştî 6 salên mamostetiyê, di derbeya 12 Îlonê de hatiye girtin.
Piştî demekê ji hepsê hatiye der, sedema ku destê girtinê li ser bûye, firar kiriye çûye Rojhilata Navîn. Nêzîkî 5 salan li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê maye. Di wî çaxî de jî, li ser “ Radyoya Dengê Kurdistana İranê” karê bêjeriyê kiriye.
Paşê dîsa vegeriyaye Stenbolê. Ji sala 1989’an hetanî 1995’an li Stenbolê, di mercên pir dijwar de rojnamevaniyê kiriye. Di heman çaxan de jî, di komelên medenî yên civakî u siyasî de dest bi xebatê kiriye. Wekî Eğît-Der, Eğît-Sen, İHD, HKD û paşê jî, di çend partîyên ku Kurdan saz kirine de cih girtiye û xebatên siyasî kiriye. Yek ji damezrênerên Kurd-Kav’ê ye. Di HEP, DEP û DDP’ê de xebitiye. Di sala 1991’an de bûye namzetê mebûsiyê li hêla Bedlîsê, lê kar nekiriye.
Her wiha, nivîskar li ser hev 16 salan, di çend radyoyan de karê bernamesaziyê kiriye û lî dawîyê, bûye berpirsê gîştî yê weşanên Yaşam Radyoyê. Di vê radyoyê de, bernameyek bi navê “ Gulistan” çêdikir ku bername bi yekcarî li ser edebîyat, hûner, çand û zimanê Kurdî bû. Bi dehan rewşenbîrên Kurd di bernameya xwe de bi zîndî mêvan kiriye.
Her weha bi heman navê di ÖZGÜR Radyoyê de jî demek bername çêkirine û bêjerîyê kiriye. Salek di DTV de (Dûzgûn TV ) bi navê “HASBİHAL “ bernameyek çêkiriye. Nêzîkî salek jî, rêveberîyê kovara ESMER kiriye. Her weha salek di TRT 6’ê de, bernameyek bi navê ‘’ Gulên Edebiyetê” amade kiriye û pêşkêş kiriye. Paşê moderatoriya bernameya bi navê “DENGBÊJ” kiriye. Her wiha dîsa di rêzefilma bi navê Bayê Felekê de leyistiye.
Heta niha 5 kîtebên wî yên helbestan çap bûne. 3 heb pirtûkên wî yên bi Tirkî, 2 heb jî bi Kurdî hene. Ji saziyên Kurdan, bi sedema xebat û nivîsên xwe 3 xelat wergîrtiye. (NÇM, NUBÎHAR, WEQFA BEDÎRXANIYAN). Sedema xebatên hunerî ji Şaredarîya Kadiköy’ê û ji Yaşam Radyoyê belgenameyên spasdariyê wergirtiye.
Hetanî niha beşdarî gelek çalakîyên edebî, çandî û civakî bûye û gotarvaniyê kiriye. Weki gotarvan di çar konferansên navnetewî de cî girtiye. Kîtêbekê Şêrko Bêkes , ji Kurdî wergerandiyê Tirkî. (Halepçede Martın Onaltısı ) Yek ji amadekarên festîvala “Şiiristanbul” e. Her niha jî, di warê nivîskarî û rojnamevaniyê de xebatên wî berdewam in. Heta niha bi dehan nivîsarên wî yên li ser dîrok, civat, edebiyat û lêkolînên dîrokî di gelek kovar, rojname û malperan de hatine weşandin.
BERHEM:
Dili Yasak Şiirler, Weşanên Koral, Helbest, Tirkî, 1991
Diljan, Weşanên Govend, Helbest, Kurdî, 1994
Yasak Aşka Şiirler, Weşanên Berfin-Bahar/ Kora, Helbest, Tirkî, 1997
Gulbahar 1997, Weşanên Berfin-Bahar/ Kora, Helbest / Kurdî
Tarihin Şiircesi, Weşanên Berfin-Bahar/ Kora, Helbest, Tirkî, 1997
Halepçede Martın Onaltısı, Werger, Helbestên Şêrko Bêkes, Weşanên Şiiristanbul, 2009
Dilbeyar, Weşanên Veng, Helbest/ Kurdî, 2010