M. ARIF CIZRAWÎ

JİYANA M. ARIF CIZRAWÎ

Bahadin Robar

Yek ji çanda dengbêjiya kurd yê herî girîng Mihemed Arif Cizrawî an jî bi navê wxe yê din Mihemed Arifê Cizîrî di sala 1912’an de li Cizîra Botan, “li taxa Mîr Elî ji dayîk bûye. Navê diya wî Edlê ye. Ew jî weke tevahiya zarokên Cizîra Botanê, ji bav û kalên xwe, fêrî çîroka Memê Alan û serboriyên Mîr Bedirxan û kurên wî bûye.

Dema ew hê zarok û gelek biçûk e Şerê Cîhanê yê Yekemîn derdikeve. Di vî şerê dijwar de bavê Mihemed Arifî ji aliyê dewleta Osmanî ve ji bo şerî eniyên şerî tê şandin. Osmaniyan hingê di gelek eniyan de şer dikirin, weke eniya Rûs û Qafqasyayê, ya Fîlîstînê, ya Yemenê û hwd. şer berdewam bû. Çûna wî bû ew çûn û sed heyf û mixabin bavê Mihemed Arifî Cizîrî careke din ji şerî venagere û ew dimîne, an tê girtin an jî tê kuştin û M.Arif sêwî dimîne.

Ew di zaroktiya xwe de gelek ji dengê diya xwe Edla Xanê ya ku xwediyê dengêk xweş bû bibandor dibe û bi vî awayî hezkirina wî ji bo dengbêjiyê çêdibe. Diya M.Arifî Edlê Xan, stranbêjeke binavûdeng ya Cizîra Botanê bû. Ew li ber destê dayîka xwe mezin bûbû. Edlê Xan bi hevalên xwe re diçû mewlûd û pîrozbahî û şahiyan. Jixwe di nav gelê Cizîrê de meşhûr e, ku dibêjin di wextê xwe de Mîrê Botan gotiye; ew kesê ku di Cizîra Botanê de qesîdeyekê an jî stranekê nizanibe bibêje bila li Cizîra Botan nemîne.’ Ev tê wateya ku dengê xelkê Cizîrê gelek xweş e û herkes ji dengbêjiyê hez dikin. Di heman demê de ji jina binavê Celîla Elî, perwerdeya muzîkê (dengbêjî) distîne. M.Arif Cizîrî jî bi vê hişmendî û dilsoziya ziman, dengbêjî û çanda kurdî mezin dibe.

Di sala 1925’an piştî têkçûna SerhildanaŞ êx Seîd Efendî, di 12-13 saliya xwe de ji ber ku di Serhildanê de cih girtiye bi 12 kesên ku serokê CivataTealî ya Kurd (Kürt Teali Cemiyeti) Seyîd Abdulkadîr jî di nav de li Stenbolê tê girtin û piştre wan ji bo darizandinê tînin Amedê. Di encama darizandinê de Mihemed Arif Cizrawî û hevalên xwe tên zindankirin. Ew 3 an jî 4 salan di zindanê de dimîne. Di sala 1928’an de, di navbeyna serfermandarê hereketa Agirîyê Îhsan Nûrî Paşa û dewletaTirkyeyê de hevdîtinên dualî dest pê dikin. Dewlet jî ji bo ku xwe ji Kurdan re ji dil û dostane nîşan bide lêborîneke (efû) giştî derdixe. Di vê lêborînê de gelek Kurd ji zîndanê derdikevin. Hingê ji ber ku temenê wî biçûk e M.Arifê Cizîrî jî tê berdan û ji îdamê xilas dibe.

Dema hatibû berdan temenê wî 17 sal bûn. Piştî ji zindanê derdikeve tê Cizîrê û di demek kin de ji ber xîzanî û hejariyê berê xwe dide Başûr. Mihemed Arifê Cizîrî pêşiyê diçe cem mamosteyê dengbêjiyê Evdilcelîl Nûranê Cizîrî ku mala xwe biribû Çemê Xankeyê. Mihemed Arifê Cizîrî ji bo ku derbasî Başûr bibe diçe Çemê Xankeyê û li mala Evdilcelîl Nûran dibe mêvan. Wê deme Evdilcelîl kesek temenmezin e û Mihemed Arifê Cizîrî jî hê xortek ciwan û nûhatî ye. Mihemed Arif dibêje; “xalê Evdilcelîl ez pir ji dengbêjiyê hez dikim, lewre min xwest bême cem te û çend şîret û temiyan ji te guhdarî bikim”. Evdilcelîl wî dike mêvanê xwe û jê re gelek stranan distire û şekl û şemal û rê û rêbaza dengbêjiyê kitekit jê re dibêje.

Mihemed Arifê Cizîrî 2-3 mehan li mala Evdilcelîl dimîne. Li gorî zanyariya me ji Ramazanê (71) kurê Evdilcelîl Nûran bihîstiye; Evdilcelîl Nûran wiha behsa xwe û Mihemed Arifê Cizîrî dike; “Mihemed Arif hat cem min û demek dirêj li cem min ma. Hingê wî dixwest biçe Mûsil û Bexda. Ji min xwest ku ez jê re stranan bistirim. Lewre min jê re gelek dtran strîn. Min kîjan stran bistiraya wî ew stran ji ber dikir. Tembûra wî tûne bû, lewre tenekeyeke rûn ya vala û kevin weke tambûrê çêkiribû. Darek jê re kiribû destî, 3 tayên şewkê jî lê kişandibû û dema min stran distira wî jî pê wê tembûra xwe ya ji tenekeyê hatî çêkirin hewl dida li gorî stranê dengê tembûrê derxe”. Piştî Mihemed Arif perwerdeya xwe ji Evdilcelîl digire, êdî diçe Başûr.

Diçe Zaxo û heta demekê li wir dijî. Bes piştre diçe li bajarê Dihokê bicih dibe. Mihemed Arif Cizrawî li Dihokê weke sinetçî kar dike. Demekê sineta zarokan dike. Herwiha ligel ew qas hejarî û xîzaniyê jî ji hêlekê ve berhevkirin û jiberkirina stranên kurdî berdewam kiriye. Bi taybetî dema li Dihokê dijiya di koçk û dîwanên axaler û malmezinan de dengbêjî kiriye. Hêdî hêdî rewşa wî pak û baş bûye, hingê ji nû, ji xwe re dikanek weke xwaringeh li Dihokê vekiriye û debara xwe pê kiriye.

Mihemed Arif Cizrawî di sala 1932’yan de bi keçeke Colemêrgî re dizewice û ji vê zewacê 2 zarokên wî (kurek û keçek) çêdibin. Ew di navbera salên 1934-1935’an de ligel dengbêja kurd ya navdar Meryem Xanê li Bexdayê di çarçoveya kompanyaya Ebûl Kelb de tomarkirina gelek bandan (plak) pêk tîne. Hingê hê radyoya Bexdayê nehatiye damezirandin.
Di sala 1946 û 1947an de, tevî Remezan Cizîrî û çend kesên din komeke olî (dînî) ava dikin. Li Kerkûk û Dûzxwurmatû û Germiyan û gelek cihên din mewlûd û îlahiyên dînî dixwînin. Mihemed Arif, di salên 1940’î de Elmas Xanê nas dike. Mala Elmas Xanê weke mêvanxaneya hunermendên kurd bi taybetî weke mêvanxaneya hunermendên Botî û Bakûrî bûye. Mihemed Arif li wir bi Elî Merdan, TeyarTewfîq, Resûl Gerdî re têkiliyê datîne.

Elî Merdan û Elmas Xan dibin weke pireke di nabera Mihemed Arifî û Radyoya Bexdayê de. Di vir de, divê em rola Elî Merdan ya hunerî û pêwendîdanîna di navbera dengbêjên Kurmancên Jorîn û Jêrîn (Soran) de ji bîr nekin. Di sala 1949’an de diçe Radyoya Bexdayê û di beşa Kurdî de stranan dibêje û tomar dike.

Mihemed Arif di navbera salên 1949-1972’yan de di beşa kurdî ya Radyoya Bexdayê de xebitiye û zêdetirî 300 stranan berhev kiriye. Dema li Bexdayê bû bi dengbêj û hunermendên navdar yên weke Elî Merdan, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Elmas Xan, Hesen Cizrawî, Mamoste Bakozî, Fewziye Mihemed, Îsa Berwarî û bi gelek hunermendên din ên kurd re xebat meşandiye û bi wan şêwiriye.
Hunermendê navdar di navbera salên 1960-1970’yan de ji bo konseran gelek caran diçe Lubnan, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û Kuweytê stranên xwe ji bo gelê kurd, asûrî û mesîhiyan distire. Tê gotin ku asûriyan jî gelek ji M.Arif hez dikirin.

Tê gotin rojekê Mihmed Arif ji Mele Mistefa Berzanî daxwazekê dike û jê re dibêjê; “Min bike bilbilê Kurdistanê”. Mele Mistefa Berzanî jê re dibêjê; “Mihmed Arif! stranên te her tim li ser eşq û meşqê ne, te carekê li ser eşqa Kurdistanê stranek nestiraye heta ku ez te bikim bilbilê Kurdistanê”. Bi ya min Mihemed Arif Cizîrî li ser Kurdistanê stran gotine. Heke diyalogek wiha di navbera wî û Mele Mistefa Berzanî de derbas bûbe jî ev ji nêzîkatî û bistehiya wan ya li gel hev pêk hatiye. Jixwe tê gotin Mele Mistefa Berzanî pir jê hez dikir. Weke mînak, ma dema ew dibêje; “Partî me partî me.. esasê xwe partî me.. Lê yadê lê yadê.. bextê te me tu bêje.. Ro derket ji Bexdayê, şewqa xwe da dinyayê.. Şer ketiye Kurdistanê.. Şer kiriye Barzanî.. Partî me partî me, bûm lawikê partî me..”.ma ev stran ne li ser şoreş û şerê kurdan ê li hember pergala Beas û dewleta Iraqê ya wê serdemê gotiye? Ne gengaz e ku kesek weke Mihemed Arif hê di zarokatiya xwe de ji ber sedemên siyasî nêzî 4 salan di zindanê de mayî di stran û fikrên xwe de bîrweriya neteweyî û siyasî nekiribe.

Her wiha siyaseta herî mezin û bibandor ew bû ku wî di serdema ku li her çar aliyên welêt axaftin, nivîsandin û strandina kurdî qedexe bû 50 salan bênavber hunera xwe bi zimanê dayîkê (zimanê kurdî) kiriye. Wî kedek gelek mezin ji bo parastin û pêşvebirina çand û folklora kurdan daye û bûye tovê jîndarî û vejîna dengbêjiyê. Li gorî agahiyên Mahmut Begik di Kovara Bîr de dayî, dîrokzanê kurd Ordûxanê Celîl gotiye; Mihemed Arifî gelek stranên herêmî ji kirasên herêmî derxistiye û kiriye kirasên Kurdistanî. Ev rast e. Zehf caran stran bi Mihemed Arifî dibe stran.
Li Dihokê bi navê Mihemed Arif Holek hatiye avakirin û pêykerê wî li ber derê wê holê hatiye çêkirin. Her wiha du pirtûk li ser jiyan û stranên wî hatine çapkirin, yek ji hêla mamoste Segvan Abdulhekîm ve binavê “Mihemed Arif Kewê Resen e”, û yek jî ji hêla mamoste Ehmed Cizrawî ve, li ser “stran û hunera wî” hatiye çapkirin. Strana “Ez kevok im” ku me ji dengê wî zêdetir jê hez kir ji roja wî stirayî heta roja îro bi heman dilxwazî û baldariyê tê guhdarîkirin. Her wiha strana Eyşana Elî ya ku herkes weke strana M.Arif dizane ku ji hêla dengbêjê jibîrbûyî Feqe Xalidê Sehdo (1894-1972) ve hatiye çêkirin careke din bi dengê M.Arif Cizîrî jîndar bûye. Em ê li jêr metna vê stranê binivîsin.

EYŞANA ELÎ

Lêlê lê wayê
De lêlê lê wayê lêlê lê wayê
De Eyşanê lê wayê biçûkê lê wayê
Nazikê lê wayê
Nazdarê lê wayê
Tu rihanê lê wayê
Li min paşayê lê wayê

Şîrîna li ber dilê xortan tim û timayê
Bi Xwedê sing û berê Eyşana Elî
Mîna belekê berfa li qûntara çiyayê
Ez ê çi bikim bera şevê çûyî
Bera rojê tavê lêdayî
Ji xwe re hêdî hêdî diheliya
Ax lêlê lê wayê Eyşanê malxerabê
Min ji te re negot
Kirasekî feleknazî li xwe neke
Li kavilê gundê me negere
Min ji te re got kirasekî feleknaz xwedê
Îro ji gundê me zeynet e

Herê çi bikim fesad û ewanê ngundê me gelek in
Îro wê ji Eyşana Elî bidin îşaret in
Singê Eyşana Elî
Mîna baxçeyê gul û sêva ye
Bi şefeqa sibê re tavê lê didayê.

Dema di Radyoya Bexdayê di pişka kurdî de dest xebatan dike gund bi gund digere, stran û kelepora kurdî berhev dike carekê pêlava wî diqete û pêlav xwe di piyê wî de nagire, lewre ew têleke tembûra xwe ji tembûrê vedike û pê pêlava xwe bi hev ve gire dide û wisa rêwitiya xwe didomîne. Jiyana wî piranî di feqîrî û xîzaniyê de derbas bû. Dengbêjiya ku wî dikir ew zikekî têr û yekî birçî dihişt. Yanî weke vê biwêja kurdî ya ku dibêje;nanûziko dixebitî.
Stranên Mihemed Arifê Cizîrî pirreng û pir alî ne. Wî hem weke miqam û hem jî weke naverok repertûara xwe berfireh girtiye. Di stranên xwe de evîn, hezkirin, lehengî û bêrîkirin û hezkirina welat kiriye mijar. Dengê Mihemed Arifî ne tenê di Kurdistanê de, di hemû cîhanê de hatiye bihîstin. Dibêjin ku UNESCO’yê çend stranên wî, weke keleporên cîhanê bijartiye û xistiye bin parastina xwe. Ev jî dide nîşandan ku ew kesek çi qas mezin û hostayê çanda dengbêjiyê ye. Strana Berîvanê jî bi dengê wî jîndar bûye û bisedan dengbêjên kurd piştî wî ev stran bi awayek nêzîkî deng û awaza wî stirane û hê jî distirin.

BÊRÎVANÊ

Bo te d’bêjim Bêrîvanêêê torîvanêêê
Hezar cara bo te dibêjim
Gelî gundiyano cîranan
Hemî pê zanîne tasak li serê Bêrîvanê bî
Tasa serê Bêrîvana min zêrîn e ooohooo hooohooo
Sing û berî bedenê Bêrîvana min çil û çar kanî ne
Wela gelî gundiyan û cîranan
Sing û berî bedenê Bêrîvana min çil û çar kanî ne
Şevê dibê heta dangê sibê
Şevê dibê heta dangê sibê Bêrîvanê
Hingî devê xwe têxime kanîka navê cotê memkê
Bêrîvana malxirabî, gelî gundiyan û cîranan
Ez û dikim û nakim ew boçikî, devê xwe têxime
Kanîka nav êsing û berî û bedenê Bêrîvana min
Weleh têhna dilê min naşkê Bêrîvanê hêêê hêê
Wela Berîvanêêêê torîvanêêê
Bêrîvanêê hoohoo hoooooy
hemî tasa serêBêrîvanamintêberfê kir
hooohooo oy Bêrîvanêê

ev zalima Bêrîvanê ez ketim bextê te û xwedê de
tu gel bêrîka neçe, heke tu ligel bêrîka çûbî Bêrîvanêê
Bêrîvanê gotî kuro şivano,
ez ê biçim bêrîka dane miya tinê
Bêrîvanê jê re gotî kuro şivano
tu ne şivan î, tu ne gavan î
ligel min neke henekan û laqirdiyan şivano
şivano jê re gotî dotmamêê hêcetê van qîzkana
dîsanê malxirabê, heke dayîk û babê te
gotibû tu zûka ji bêrîkê nehatî
hêcetekî ji kanê Bêrîvanan re bêje yadê baboo
bi rê ve meşka min qetiya şîrê min rijiya Berîvanêê
hooo hooo hooo torîvanê hêêêêêê Berîvanêê

keçê zozanê mala bavê te bikereng eee
ewrekî raserî mala babê Bêrîvanê çêbî
zozana ewrekî heftreng e, wela kuro malxirabo
destê xwej’cotê memkê min rebena xxwedê berde
ser dest de, em îşev bar bikin bibin zozana,
wela ew te kir çawa li minî reng e
Bêrîvanêê wela torîvanêêêêê Bêrîvanêê
Bêrîvanêê hoo hoo hooo ev bo çi ev qasina l’serê
Bêrîvana min geriyaaa.

M. Arifî di sala 1974’an de dixebata xwe ya di Radyoya Bexdayê malnişîn (teqawîd) dibe. Ew di sala 1979’an de diçe Hecê. Lê piştî ku ji hecê dizivire, dev ji tembûr û hunera xwe bernade. Di van salan de, Eyşe Şan diçe Dihokê û bi hev re gelek stranan tomar dikin. Ew di sala 1986’an de li Dihokê diçe ser dilovanîya Xwedê. Gora wî li Goristana Şêxika, li Dihokê ye.
20 Stranên Ku Herî Zêde M.Arif Cizrawî Stirane

Nekî Nekî
Delal
Ay Dilo
Kejê Tu Kej î
Xifşê
Xezal Xezal
Eyşana Elî
Eman Koçerê
Gidyano
Gulê
Derdê Dinyayê Bê Lome Be
Qasimê Meyro
Zozaniyê
Ziravê
Xanê
Bêrîvanê
Wey Lolo
Serê Min Êşabî
Dil Maye
Payîzekê

Çavkanî:
Rûpela fesbokê – @Kürt starları
Rûpela Welatê Me- Mefer Kurdil
https:/www.cafrande.org/gecmîşten-bir-hatira-mihe n-med-arif-cizrawi-stranlariyla-cafande-orgt
Antolojiya Dengbêjên Botanê – Bahadîn Robar.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !