mehmud badili

Jiyana Mehmûd Badilî

Helbestvan Mehmûd Badilî di sala 1973’yê de li gundewarê Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Qonaxên xwendina xwe ya destpêkê li dibistanên deverê diqedîne, paşê li Şama paytext derbasî Kulêja Perwerdehî dibe û lîsans û dîploma xwe li wir disitîne.

Mehmûd Badilî di temenekî biçûk de dest bi nivîsîna helbestê kiriye. Hêj di destpêka qonaxên xwendinê de bû, biryara hilgirtina pênûsê da û hetanî îroj berdewam e.

Ne tenê ji milên hunerî û teknîkî ve, lê belê ji aliyê tablo û wêneyan jî ve nûjeniyekê li helbesta xwe bar dike. Bi vê yekê reng û çêjeke xwe ya taybet afirandiye.

Mehmûd Badilê xudanê du dîwanên helbestan e û bi dehan ji gotarên kurdî û erebî di rojname û kovaran de weşandine.

BERHEM:


1- Şêlûbêla Bêdengiyê ( helbest) 2004.
2- Nexşen Dînîtiyê ( helbest) ji weşanên Dar Elzeman, 2006.
3- Çemê Êvarê ( helbest) ji weşanên dezgeha Semakurd ya çand û huner li Imarat al arabiye – Dubey, 2008.
4- Wêneyin ji paxila avê (helbest) ji weşanên Ar, Çile (Rêbendan ) 2020
5- Rê heyvanê her tiştî ye (helbest) ji weşanên Ar, Çile (Rêbendan ) 2020
6- Sevdera şewatê (çîrokên kurt) ji weşanên Ar, Çile (Rêbendan ) 2020


Ji berhemên wergerandî:


1- Çemê Morîkan ( helbest) 2019, Majda Darê, ji zimanê Erebî bo kurdî.
2- Pertûk ( Şano) destnivîs, , Imad Mustefa, ji zimanê Erebî bo kurdî.
3- Romana Kehreman, destnivîs, Rêzan Îsa, ji zimanê Erebî bo Kurdî

Helbesteke Wî

Pêl

Pêsîr im

Li ser sînga deryayê

Tilîyên bahozê

Bi min dilîzin

Digernijim.

Lingê xwe radidim

Nav rihinê peravê

Digermijim,

gur dibim.

Di guhê zinaran de

Stirana lehîyê dirêsim

û. . .

Çîroka Keştîya Nûh

Jiber zimanê Cûdî digirim

Ji zarokan re dixwînim.

https://www.bernamegeh.org/2020/10/10/helbesten-mehmud-badili/

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !