Mehwî (b. 1813 an jî 1831 − m. 1906), dadger, mutesewif û helbestvanekî kurd e ku bi zaravayê soranî nivîsandiye.
Navê wî yê rastî Mela Muhemmed Osmanê Belxî ye. Ew li Silêmanîyê li gundê Belxiyê ji dayik bûye. Li wir û Sineyê xwendina xwe qedandiye. Di sala 1892an de li Silêmanî dibe dadger. Paşê li ser Kerkûk û Bexdayê rêya Mekeyê digre. Ji wir de diçe Stenbolê û Siltan Evdilhemîd dibîne. Piştî zivirandina li Kurdistanê, Mehwî medresekî dide çêkirin û navê Evdilhemîd lê dike.
Mehwî wekî bavê xwe di rêya terîqetê de meşiyaye û bûye xelîfeyê Şêx Behaeddînê kurê Şêx ‘Usmanê Tewêle. Şêx Muhemmedê Xal dibêje Mehwî digel çend melayên din li Silêmaniyê di sala 1874’an de nefiyî Bexdayê bûye. Lê heta niha kes nizane ku ji ber çi ev nefî pêk hatiye. Piştî hingê dîsa dizîvire
Silêmaniyê.
Ji Mehwî gelekî helbest û beyt ên berhevok bi navê ‘Dîwanî Mehwî’ di sala 1984an de li Silêmanî hatine çapkirin.Ji bilî dîwana wî tu berhemên wî nehatiye peydakirin. Dîwana wî bi sê zimanan e; Kurdî, Farisî û ‘Erebî. Helbestên dîwanê
piranî bi Kurdiya Soranî ne. Hejmara helbestan li gorî zimanan wiha ye:
Kurdî: 201
Farisî: 105
‘Erebî: 1
https://www.bernamegeh.org/2020/08/31/helbesten-mehwi/