Mihyedîn wiha behsa jiyana xwe kiriye:
Li gundeki biçûk yê Kerboranê hatime dinê. Dîroka jidayîkbûna min ne eşkere ye û kesek jî nizane ku kengî hatime dinê. Serê pêşî navê min Rizgar û paşî jî Azad datînin lê ji ber hin sedemên nexweşîyê radibin wan navan diguherînin û navê Mihyedîn li min dikin.
Di salên 90î de wek hema bêje her kurdekî mala me ji alîyê leşker û cerdewanan ve tê şewitandin. Piştî şewata gund malîyên me û hemû gundî her tiştê xwe din ava agirê har de wenda dikin. Malîyên me ji Torê lê dixin û tên deştê. Zaroktîya min piranî li Hezexê derbas dibe. Min pêşî li ber destê dayîka xwe dest bi perwerdê kir. Zaroktîya min di nava klasîkên Kurdî û wêjeya klasik de derbas bû. Piştre ji bo perwerdehîya fermî li gundê Zergûza Xwarê min dest bi xewendinê kir û piştre ji bo xwendinê min berê xwe da bajarên Hezex, Êlih û Stenbolê. Dawîya dawîn li Amedê min xwendina xwe temam kir û dîploma xwe wergirt.
Gava ji bo xwendinê ji Stenbolê min bere xwe da Amedê min biryarek da, minê li bajarê xwe bi zimanê dayîka xwe xeber bida. Ji bo vê yeke li her qadê min bi zimanê xwe xeber dida. Di şitexalîya de li hin cihan asê dimam û min peyvên biyanî bi kar dianî. Ji bo çareserîya vê yeke li çareserîyan gerîyam û min dît ku li bajêr dersên zimanê Kurdî tê dayîn. Rabûm û çûm min qeyda xwe çêkir û dest bi perwerdehîya zimanê xwe kir. Di demek kin de ji asta yekê heta asta mamostetîyê min xwendina xwe temam kir û min ji Bahoz Baranî min îcazeta xwe wergirt. Cara pêşî ji alîyê wî ve telefon hat û pola asta yekê dane min. Bi vî awayî jî min dest bi mamostetîya zimanê şêrîn kir.
Hîn di serî de min ji rêzimanê hez nekiribû û bêhtir bala min li ser wêjeyê bû. Bêhtir li ser wêjeya klasik xebitîm. Hem min dersen rêzimanê dida û hem jî dersên wêjeyê. Di dawîya de min dest ji rêzimanê kişand û ji bo asta sêyê û carna jî ji bo asta mamostetîyê min dest bi dayîna dersên wêjeyê kir.
Her gava min dest bi dersa wêjeyê dikir li ser depê min beytek ji Melayê Cizîrî û helbestvanên din dinivîsand û beyta nivîsandî şîrove dikir. Di nava helbestvanan de favorîyê min Melayê Cizîrî bû. Hingî min qala wî dikir ji alîyê xwendekarên xwe ve wek “Mela” û “Seyda” nav li min hate kirin. Kesa bû pêşeng û ev navê “Mela” li min kirî Nûjîyanê bû. Werhasil kelam ev wek nasnav li ser min ma. Çîroka navê min jî wihabû. Lê divê ez bejim ku tu têkilîya min û melatîyê tune ye.
Nivîsên min yên pêşî di kovarên Wêje û Rexne, Nûbihar, Bar, E-Çandname û E-Sînemaya Serbixwe de derketine. Niha jî hem ji bo malperên wekî Rîa Taza, Çandname, Rûpela Nû, Nêrîna Azad û Sînemaya Serbixwe dinivîsim.