Mele Mensûr Girgaşî (Sedsala 15’an û 16’an) Alim û helbestvanekî kurdan e, Bedewî û rindiya her tiştî, bêguman bi hostatî û hunermendiya hunermendan ve, rewşen û şanaziya xwe diyar dikin. Çewa ku xwarin bi hunerên kebaniyên hunermend, xweştir û zewqdartir dibin, herweha ziman û nivîsar jî eynî wisan bi xameya xamekêşên hunermend, rindî û şênîtiya xwe radixêlin.
Ev jî li diyarî çavan e, heta ku mirov nexweşî û kulekiyan nebîne, mirov bihayê xweşî û rastiyê jî kêm dinase. Lê zivistaneke xedar gava ku hovîtiya xwe dadixîne holê, ewçax bihayê bihara rengîn jî zêdetir payedariya xwe dadixîne pêşberî çavên ramandar.
Erê, bihar û xweşiya biharê, xwîna hemû ganiyan germ dikin û her wisan jî bi agirê vîn û evîneke dijwar dikelînin. Lewra bihar, jiyaneke nû dixe xwezayê û reng û rû lê şên dike, bevz û madê her tiştî geş dike, û rewş û tewra nîvmirî diguherîne ser tewrekî hewesdar ku bê daxwaz û vîna dilan be jî, qulçavkên dilê xemdar têne heyteholê û dibin mîna Dîcle û Firatê bindest.
Bi hatina biharê re, jiyaneke nû dest pê dike. Ji xwezayê zêdetir, şênîtiya ganiyan jî şêntir dibe; teyr û tirûd dest bi çêkirina hêlînan dikin, rawil û tebayên çolane piştî gornevêneke kurt têjik û kudikên xwe tînin û ew bi dilovanî xwedî dikin. Herweha ew bi deng û qîrên pirtexlît jî, bihna xwe berdidin û dev bi reqs û colanine xwezayî dikin.
Ew awe, tewr û tore li nava mirovan jî her wisan çêdibe; ji aliyekî ve geşt û seyran, ji aliyekî ve kar û xebat, ji hin aliyan ve jî Newroz û şahî li pey hevdu kaşerêz dibin û dixulxulin.
Lê demsala biharê, ji Neteweyê Kurd re cuda ye; ji aliyekî ve şênî ye û ji aliyekî ve jî şînî ye. Ji hersê mehan jî, xasma ya biharê…
Erê, vê biharê çi kir û çi nekir! Biharê, Kurdan bi Newrozê şad û şadan kiriye, lê ji gelek aliyan ve jî ew xemdar û perîşan kirine; rûxandina Serhildana 1925-an û qirkirina Helebçeya şehîn, di 1988-an de…
Mensûrê Girgaşî nizanibû ku dê hewqas reşî û belengazî bi serê Neteweyê wî ve bêtin. Eger wî zanibiya, bêguman wî hewqas pesn û wesyetê delalî û kêlsima biharê nedida. Lê, de her çi be, dîsan jî giyana wî di gorê de şad û şên be, ku hewqas rindiya Bihara Kurdistanê bi xameya xwe aniye zimên û vêjeya kurdî bi nexş û nimûşan ve kiriye rewneqa cîhana mirovatiyê.
Berî destpêkirina helbestên li ser xweşikayî û delaltiya bihara rengîn a Kurdistanê, em ê berê xwe bidin hin çavkaniyên ku behsa Girgaşî kirine û ew bi nav û nîşan dane nasandin.
Helbestvanê hêja Mensûrê Girgaşî, li Kurdistanê, ji helbestvanî û nivîskariya bi zimanê kurdî bêtir, bi pîşeya xwe ya “mele”tiyê menşûr bûye û ji gundê Girgaşê ye. Lê li gorî hin çavkaniyan, ew bi eslê xwe ji herêma Botan e. Îcar ew kengê û bo çi ku çûye li başûrê Kurdistanê bi cih bûye, hêjî rind nehatiye zanîn.
Gigaş (yan jî Gêrgaş) dikeve rojhilata bajarê Amêdiyê. Ji mêj ve ye ku li wê herêmê lavje, stiran û helbest têne gotin.
Her çiqasî ku tarîxeke xwepêgir a rast bo jidayîkbûn û çûna dilovaniya Girgaşî li pêşberî çavan tune, lê belê li gorî hin delîl û belgeyan, ew di Sedsala şanzde û ya Hivde yên Zayînê de jiyaye. Herweha di dem û çaxê Mele Ehmed Hiseynê Bateyî de jî bûye. Mamosteyê nemir Enwer Maî gotiye ku Mele Mensûr: “Ji gundê Gêrgaşê ye yê ku dikevite başûrê rojhelata Amêdiyê, di Sedê Yanzdê Mişextî da jiye.
Çend hozanêt cuda-cuda, ne ku bi rengê dîwanekê bi zimanê kurdî û bi awayê klasîkî hene, ji hemî hozan û helbestêt wî yêt spehî û taze berêkana hozanvaniyê ye digel hozanvanê Hekarî yê mezin Melayê Bateyê ye.” Bi vê rastiya li jorê, îcar diyar dibe ku Girgaşî di dema Mela Hiseynê Bateyî de bûye. Doktor Bileç şêrko û Micerson jî, gotine ku: Bateyî di Sedsala Pazdehan de, di navbera salên 1417-1490-ê Zayînê de jiye. Mamoste Elaedîn Secadî jî, vê gotina li jorî pejirandiye û gotiye ku: Girgaşî hevdemê Mele Ehmed Hiseyn Bateyî bûye.
Nexwe madem ku Bateyî di navbera salên 1417-1490-î de jiye, îcar kêm-zêde mirov dikare bêje ku tarîxa çêbûn û mirina Girgaşî jî, her li dengyê wan salan bûye.
Ev nivîskar û kurdologên bi navûdeng ên ku li jorê behsa navên wan hate kirin, herweha kek Evdilreqîb Ûsiv jî digel wan, hemiyan gotiye ku, di navbera Girgaşî û Bateyî de helbesteke munazere hatiye gotin.
Ew helbesta munazere ya ku di navbera Mele Mensûr Girgaşî û Melê Bateyî de çêbûye, bi temamiya xwe heft malik in. Çar ji wan ên Girgaşî ne û her yekê şeş rêzan in. Lê malikên Bateyî sisê ne, ew jî her yekê şeş rêz in. Destpêka wan ev e:
Mela Mensûrê Gêrgaşî:
Silava min seherxêzî
Li te, ey Bate her karî
Ji şehbazan şekirdîz î
Ji ´eqda dirr û mirwarî
Ji mewca fitneengîz î
Ji lutfa Xaliqê barî
Melayê Bateyî:
Ji lutfê û ´înayatê
Tu yî Mensûrê rehmanî
Here goşê xirabatê
Bibîn fincan û xaqanî
Ji sîmaya bit û latê
Xuyabû sira Subhanî
…
Belê helbestvanê bi navûdeng Girgaşî, ne tenê helbesta Bihara Kurdistanê ristiye, herweha wî gelek helbest û qesîdene din jî ristine û dewlemendiya vêjeya zimanê kurdî kiriye şox û şaneşîna evîndaran:
…
Delala nazika rend î
Şepal î, dêm weku find î
Bi rastî ayeta zend î
Bihar û xweşiya can î
Tu daxwaza min î, dîlber
Ji min tu çak bike bawer
Ji bihişt û Zemzem û Kewser
Bi tenha min tu yazan î
…
Helbesta Bihara Kurdistanê bi temamiya xwe sih (30) malik in. Her malikek, ji şeş rêzan ava bûye. Lê di hinekan de kêm û zêdeyiya kiteyan heye. Fermo, de ka em binerin îcar Bihara Kurdistanê awayê şênîtiya xwe di çi kêl û kêlsiman de rûbirû dike:
Bihara Kurdistanê
Subhan ji şahê bêçûn
Çi biharek keskûn
Qadirê Kun fe yekûn
Ji erdan derbûn ´uyûn
Kûhîsarê di mehzûn
Bi îzna wî vebûn
Kûhîsaran viderkevtin
Hilalan ser hilîne
Di nêv keviran verestin
Beyan bû erdê şîn e
Tevrî ji bin derkevtin
Kêrî bibûn rengîn e
Mineqeş bûn cîbal e
Ji palal û beybûn e
Ji dengê re´dê biharê
Wê hilat kêrestûn e
Wê nazil bûyî xelat e
Beyabanî tezyîn bûne
Tezyîn bûn kûh û sehra
Bi litfa Zulcelalî
Ehmer bûn deşt û çiya
Bi kulîlkên biharê
Yeqîn xelatê Îlah
Ji bo dinyayê hinarî
Xel´etî sor û zer bûn
Hinarî ji bo kulîlk e
Kûhîsara minewer bûn
Murxan li ser çîkeçîk e
Li murxîzarê di rengîn
´Endelî lîkelîk e
Spehî bibûn mirxuzar
Bi kevî û kaniyêt biharê
Mineqeş bûn cûyîbar
Têtin dengê ´endelî
Bi sosin û binevşan
Bi nêrgizêt xumarî
Temam kemilîn dunya
Bi zîneta biharê
Kebkê di mewtinçiya
Wêt jor da hatin xwarê
Dê xeber dem ji hemiyan
Hin di bo medhê adarê
Nîsan bi letafet e
Bi kevî û kaniyan
Gêrî, bûne cinet e
Bi qudreta rebaniye
Çi xelkê bê xîret e
Ranabineve şahiye
şahî û sefa û sirûr
Ew sabit in di biharê
Çiya geriyan di me´mûr
Di neqşêt cûyîbarê
Zahir bû cumle mestûr
Di meha başî adarê
Cûbar û bax û bistan
Kamil bibûn tivav e
şehlûl û ´endelîban
Meşyane hatine nav e
Cewabê bibine reqîban
Wa li nêrgiza xunav e
Nêrgiza bişkoj daye
Sosin hemxuroş e
Lale pir cefa ye
Sinbil bi qeba boş e
Çi bihareka e´la ye!
Sosin zêrîngoş e
Sosin di nav baxan de
Zan-zûr digirin xunavê
Nêrgizê ser çivand e
Qedeh pir bû ji avê
Sîmen wereq nişan da
´Eksî li neqşê avê
Neqş kirin cuyîbar
Bilaçû werda exdder
Sinûber û gulbihar
Kulîlkê di mu´teber
Gulşilîl û lalezar
Nîsanokên di ehmer
Ehmerê sor ê tarî
Daxa li ruyê lale
Zervefşan bû xumarî
şebnem lê bûye jale
Wereçîn bûn biharê
Bi qurmuz şîn û al e
Qurmuz û şîn û sifîde
Mulebes bûn kûhîsar
Keskî seraser dimîd
Tteyîbe bûn cûyîbar
Fezleke pak e se´îd
Mufereh bûn murxîzar
Mufereh bûne zînî
Terazinî dibin xwoş
Pak xemilîn bi şînî
Kesk û zer û al û reş
Pîvazî û yasemîn
Girik gêran muneqeş
Neqaşî gêra qelem
Reşand şebreza şîn e
Gerdena wekû ´elem
Ji bin befrê hilîne
Beybûn bibûn der qedem
Lazimêt êk dimîne
Beybûnokêt nîhala
Jê têt bêna mu´enber
Gerden ji reng piyalan
Dirêjin miskê ezfer
Nezera daye vi cîbalan
Mikemil bûne sor û zer
Sor û zerê semawî
Çiya kirin ´eyan e
Bi narincî û mawî
Kulîlk kirin beyan e
Du meh diçûn misawî
Xilas bibû nîsan e
Di vê meha nîsanê
Bûne silattîn cebel
Dihat meha gulanê
Roj hat ji birca Hemel
Xwoş bû weqtê seyranê
Dunya bibû mukemel
Dunya bibû birûne
Terazin bû dil-ara
Bi emrê Kaf û Nûn e
Werandin ´enber sara
Bi ´ettrê şahî bûne
Çîmen li wan nizara
Nizar ku bûne xara
Beroj ku bûne ettles
Reşandin ´enber sara
Ji zêr camê museddes
Di mexrib û siharê
Vi ezman hate exres
Exres ku ´endelî bûn
Kebkê di kûhîsaran
Di sibha ewelî bûn
Êvaran car û baran
şehlûl û ´endelî bûn
Bilakotka beyaran
Bilakotk û ´endelî
Pir ji neqşê selîm in
Dixwûnin sibha ewilî
Di zikrê şahê ´Elîm in
şibî gulê û bilbilî
Ew aşiqê nesîm in
Nesîm bi weqtê seher
Dixişit li tteyîbatan
Sike li dimaxê esfer
Êk e ji mu´cîzatan
Bi keskê nivîsî mexdder
Tuxxra serê beratan
Txra ku zer nîşan kir
Dav bilbilê malxirab
Sseba ´enber vişan kir
Mînayê reng da ciwab
Gulê xunçe ´eyan kir
Be hal û xef da ciwab:
– Ez sorgula bi naz im
Me mesken sehnê bax e
Sed car ku ez mecaz im
Bi dilê te ve tînim dax e
Keşfa cemî´ê raz im
Meftûhî her dîmax e
Dîmaxî sota bilbil
Ji bêhna min dinalin
Çîçek û tirh û sinbil
Hindî zehr li bal in
Av û hewa di daxil
Di bezma lîsanê hal in
Bi lîsanê hal ê ttiyûr in
Seyrangeha nexmesaz
Lale kevî di hûr in
Zînet li baxê mecaz
´Enber û ´ûd û kafûr in
Tawus û zax û şehbaz
şehbazê emrê Ehed
Felek kirin neyî likûn
Daniya ferşê zumerred
Reqem kirin Kaf û Nûn
Nuqteyê “ma la ´eded”
Bi nexme “ma yeştehûn”
Bi nexmeyê tesbîhan
Vi ezman tên ttiyûr e
Ji exres û fesîhan
Pakî dibit zihûr e
Ji Mûsa û Mesîha
Da´î bi xwoe Mensûr e.
Çavkanî
1- Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî[1], Zeynelabidîn Zinar, Stockholm, 1991, rûpel: 153-157.