Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe ya helbestan bi navê “Di malbiçûkê he da zaroyek tabota xwe durist dikit” di sala 2016 li bajêrê Silêmaniyê çap kiriye، Romana xwe ya pêşîn a bi navê “Axbirînus” di sala 2018ê de li bajêrê Dihokê belave kiriye.

Salên destpêkê

Milet Mihemed, li bajarê Dihokê di sala 1990îde ji dayik bûye. Li qeza Sêmêlê xwendina seretayî li dibistana Sêmêlê qedandiye, dû re li dibistana navendî û amadeyî ya Sêmêlê xilas kiriye. Li Zanîngeha Polîteknîkî ya Dihokê Peymangeha Teknîkî ya Şêxan li bajêrê Şêxan xwandina xwe xilas kiriye.

Li destpêka peymangehê dest bi nivîsandina helbesta kilasîkî kiriye lê berdewamî jê ra neda, lê piştî ku ji peymangehê derçûy helbesta azad nivîsaye, her wesa ji ber hezjêkirina wî ji bo hunerê şêwekariyê û dunyaya wêjeyê xwe fêrî karên dîzayna grafîkê kiriye, li çapxaneya Hawar wî karî dikit û niha berdewam e û xizmeta nivîskaran dikit ji aliyê dizaynê re.

Jiyana wêjeyî

Milet Mihemed li sala 2011ê dest bi nivîsandinê kiriye, yekemîn helbesta wî nivîsandî bi navê “Pişta tabloyê Monalîzayê” bû, ku helbesta kurt bû di rojnameya war da belave kirbû, paşan yek li dûv yek helbestên xwe di rojnameyan da belave kirin, her wesa li festival, êvarî û konsêrtên wêjey helbest xwandin, li sala 2016ê hemû helbestên xwe kom kirine li bajêrê Silêmaniyê yekem pirtûka xwe ya helbestan ku di bite yan nexrî çapkirye, li sala 2018ê yekem romana xwe bi navê “Axbirînus” li bajêrê Dihokê çapkiriye, ku romaneka fantazî û jêwarî ye, tê da leşkerekê yariya şetrencê yaxî dibit û ji yariyê direvit. Li sala 2019ê ji ber keysa da’şê romanekê dinvîst û dibite yekemîn roman bi zarê kurmancî li ser vê pirsê, ji ber lukeyşna wê û ji ber çend berperan qesta Stembolê dikit, paşan piştî vedigerit li keyseka dadgehê amade dibit ji bo ku bêhtir bizanit bi jêwarî beşa tevnê romana xwe bikit û herwesa li gelek cih û deman xwe mandî kire ji bo nivîsandina wê romanê û çapkirina wê, heya niha nivîskar berdewam e ji karwanê xwe yê nivîsînê re.

Berhemên wî
Dîwanên Helbestan

Di malbiçûkê he da zaroyek tabota xwe dirust dikit (2016), çapxaneya Rênma, Silêmanî
Evîna gulberojan (helbest, kurteçîrok, helbestên pexşanî) (2023), çapxaneya Hawar, Dihok
Name bo bitnêbûnê (2021) bi zaravê behdînî û bi zimanê tirkî, Tehran, Îran
Roman
Axbirînus (2018), çapxaneya Hawar, Dihok
Geşta da’şên foratê (2019), çapxaneye Hawar, Dihok
Olîvya (2020), Tehran, Îran

 

Helbest
Navê Nivîskarî:Milet Mihemed
Navê Helbestê: Goristana gulberojan

‎‏‎
‎‏‎Huyn bermaykên vê zevîya hişk û hola dbînin,

Heta duhî,

Li nşîv dlopên baraneka bêtuyte û

Li hindavî helametên hewrî da xwe badda û semayeka bêtabet dkir?!

Aha li wî demî,

Balinde li hindavî sîbera xwe difrîn

Kevlojankê rojê qersî bû,

Misteka ronahyê riştbû bi davên pora wê ve

Ewê jî, singê xwe yê berdelanî kre kelhek û nedivya rabwestit

Da bermaykên xwe yên ku bo min mayî nebînt.

huyn vî rîbarî dbînin?!

Duhî, devê wî zuha bbû ji têhna da

Çu rêvnig nebûn, freka avê bi devî da bkin

Belê evro hêc bûye û li çu chan ranawestit!

Huyn vê memlekleta xudê jê standî dbînin?!

Serên bê mrov grêle dbin

Mrovên bê ser destên wan di berîkan daye û pyasa dkin

Li çavkewan, gerdengazan, kemax kîvrîşkan dgern

Hzir dkin daristane û kevne zemane

Ne dengan dbîhsin,

Ne rengan dbînin û

Ne jî dxuyinin!

Huyn van kavlan dbînin?!

Eve duykêla gulberojane bi dîwaran ve bûye hêma

Bîra bêjnên sedê bîstê dhînin

bîra jbîrkirîyan

Aha li pişt wê duykêlê

Zeraqa tavê bûye xencerek û erdên bê xudan dkêlt

Ew pirtka asmanî li hindav, qeviz bûye

Ew pirtka ‘ewrî jî dkuxt,

Kes nemaye tepa li piştê bidt da bihlavêt!

Huyn vê axê dbînin…

Ne axe ne xwelî ye,

Kî dê serê wê şot û cenabetên amasê û lozanê ji ser rakt?

Huyn van kelexên kîfkuîy dbînin?

Li benda kifnekê spî mayne,

Nzanin duykêlê reng nehêlayne!

Huyn van gulberojan jî dbînin?!

Ew şahdin

Hemyê dbînin

Û dgel hindî mezn dbin

Mezn dbin,

Û dzanin duyr nêzîk,

Serên wan dê grêle bin!

 

Ji Pirtûka: Evîna Gulberojan

Nivîsîn: Milet Mihemed

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !