Di sala 1970’de li gundê Zivinga Şikakan a girêdayî Findika Botanê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li Zivinga Şikakan xwend. Dibistana navîn û amadehî li bajarê Wanê qedand.
Piştî sala 1991’ê tevlî tevgera Azadiya Kurd bû. Ji ber birîndariyê û sedemên siyasî bi salan li derveyî welêt ma. Di sala 2003’an de li Ûrmiyê hate girtin. Di zindanê de bi rêya çûyîna dibistanê fêrî zimanê farsî bû. Hin derfetên wî çêbûn ku di zindanê de li ser dîrok û wêjeya kurd û farisan bixwîne û
vekole. Her wiha ji ber zanîna wî ya bi zaravayê soranî jî, ji pirtûkên kurdî-soranî jî sûdê bigre.
Di sala 2005’ an de ji zindana Ûrmiyê radestî Tirkiyeyê tê kirin. Heta gulan 2010’an jî di zindanên wek Colemerg, Mûş, Wan, Sêrt, Kalkandereya Rîzeyê û Licêya Amedê de ma.
Di van salan de pirtûkên kurdî xwendin, şopandin. Romana xwe ya bi navê “SÊ TILÎLΔ li zindana Licêya Amedê nivîsî û di sala 2011’an de ji Weşanên Ronahî derçû.
Ozdemîr digel werger û xebatên xwe yên nivîsê hewl dide li ser wêjeya Kurd a li rojhilatê û berhemên bi zaravayê soranî çap bûne û bi kurmancî derçûne wergerîne zaravayê kurmancî. Her wiha hewl dide wêjakarên ku bi farsî berhemên nirxdar derxistine wergerîne zimanê kurdî-kurmancî.
Bi angaşteyekî di demek nêz de van berheman ji çapê re
amade dike.
Ozdemîr, piştî çendîn salan wekî wergerê nûçeyên Şaredariya Batmanê ji tirkî bo kurdî bi şûn de, niha karê wergeriyê bi şêweyekî azad didomîne. Her wiha di kovar û rojnameyên herêmî de gotaran jî dinivîse, her wiha xwedî berhemên xwe yê çap nebûyî û wergerên hêj çap nebûne jî.
Pirtûkên ku Muhsîn wergerandine kurdî:
1) Dengvedana Lingê Avê- Sohrab Sepehrî- helbest, ji
farsî bo kurmancî- Weşanên Ronahî 2013
Sidîq Sefîzade (Borekeyî) 661
2) Em Baweriyê Bi Destpêka Demsaleke Sar Bînin; Furûx
Ferroxzad- helbest, ji farsî bo kurmancî – Weşanên Ronahî-
2013
3) Hemû Helbest; Şêrko Bêkes –Helbest, ji zaravayê soranî
kurmancîkirin bi alîkaiya Sîrwan Remîm, Weşanên Ronaî,
2013
4) Bûmê Kor- Sadiq Hidayet- Roman ji farsî bo kurdî-kurmancî
Weşanên Na 2014
5) Hemû Berhem (dîwan); Furûx Ferroxzad- ji farsî
bo kurdî-kurmancî Weşanên Ronahî 2014
6) Ji Başûr Barana Helbestê Şêrko Bêkes, ji zaravayê soranî
kurmancîkirin bi alîkariya Sîrwan Rehîm, Weşanên Ronahî-
2014 (ev berhem li ser pirtûka hemû helbest ve hatiyê
zêdekirin)
7) Şanoya Dâyîka Niştiman –Şanoya Koşka Miradan, ji zaravayê soranî bo kurmancî/Berhevkarî-Şano/Weşanên Na.
2015
8) Yelda/Qendîl Şeyxbizînî/Ji Kurdî Bo Tirkî/Weşanên Sîtav,
2019
9) Kürdstan Hükümeti; Newşîrwan Mistefa Emîn, Ji soranî
bo tirkî, Dara Yayınları, 2019
11) Dîroka Kevnar a Kurdan; Ako Mihemed Mîrzadeyî, Ji
Zaravayê soranî bo kurmancî; Weşanên Sîtav, 2020
12) Êvarên Rayinê; Yousf Mantk, Helbest, Soranî bo kurmancî, Weşanên Sîtav 2020
13) Zerdeşt û Avesta û Felsefeya Yekxedapersetiyê; Ferhad
Ebdulhemîd Palewan, Lêkolîn, soranî bo kurmancî, Weşanên sîtav 2021
15. Nameya Serencamê/Sidîq Sefîzade (Borekeyî )/ Lêkolîn û şîrove/ Ji farsî û zaravayê Goranî bo kurmancî/Sîtav/2021
16- Hemû Helbest(Dîwan)/ Sohrab Sephrî/ Helbest/ Ji Farsî bo Kurmancî/ Weşanên Na/ 2020
Çêştî Micêwir(Girara Gavana)/ Xwenivîsa Hejar Mukriyanî/ …. Çap nebûye..