Nalî an jî Nalî Şehrezûrî (b. 1791, Şehrezûr – m. 1855 Stembol, Tirkiye) matematîkzan, helbestvan, û zimannasekî kurd e.
Navê wî yê resen “Xidir” e. Nalî Şarezûrî, lawê Ehmedê Şaweysê Mîkayîlî ye.[1]Li ser sala jidayîkbûna Nalî dîtinên cihêreng hene. Dîroknasê kurd Mihemed Emîn Zekî di pirtûka xwe ya bi navê “Kurtey Mêjûyî Kurd û Kurdistan” rûpelê 358’an de, wiha dinivîse: “Nalî di sala 1801’ê de li gundê Xakxolê ji dayîk bûye û sala 1857’an koça dawî kiriye. Mamoste Eladîn Secadî, di pirtûka xwe ya bi navê “Mêjûya Edebî Kurdî” de wiha dibêje: “Nalî di sala 1802’an de ji dayîk bûye û di sala 1859’an de çûye ser dilovaniya xwe.”
Mamoste Dr. Marûf Xeznedar jî di destpêka Dîwana Nalî de wiha dinivîse: “Nalî di sala 1805’an de hatiye cîhanê û di sala 1859’an de, koça dawî kiriye.” Mamoste Mihemed Mele Kerîm di pirtûka bi navê “Le Pênawî Nalî” de, dibêje: “Ewên ku serpêhatiya Nalî nivîsîne, ti çavkanî ji bo dîrokê diyar nekirine. Kesek tine ku bibêje Nalî di vê salê de hatiye cîhanê.
Tenê tişta diyar ev e ku Nalî, Mîkayîlî bûye û lawê çandînerekî Şarezûrî bûye. Ji ber ku li Şarezûrê kesekî xwende tinebûye, êdî kê dê rojbûna Nalî binivîsanda? Her wiha roja mirina wî jî.” Mamoste Mesûd Mihemed di gotareke bi navê “Çepkêyek Le Gulzarî Nalî” de wiha dibêje: “Hacî Mele Evdileyê Celîzade vegotiye ku wî di sala 1871’an de Nalî li Mekeyê dîtiye û gelekî pîr bûye. Xuya bû ku wî çaxî heştê salî hebû.”
Li gor belgeyeke din ku ketî destê me, Nalî sala 1798’an jidayîk bûye û sala 1878’an koça xwe ya dawî kiriye. Li gor vê belgeyê Nalî di heştê saliya xwe de çûye ser dilovaniya xwe. Di gelek helbestên wî de jî xuya dike ku ew gelekî pîr bûye, her wiha ev salên dawî ku me li jor anîn zimên nêzîktirî rastiyê ne.
Nalî di helbesteke xwe de, pîrbûna xwe derdibire û wiha dibêje:
Mûy spî kirdim be şuştin avî eynî şor e şet Şor e şet yeînê ke tê da xo qelb û bebetHelgire wek momî kefûrî beşew da mû be mûm im Wa siyarû bû be xwênim nuqte nuqte xet be xet Min delêm şew bû be roj nefsim delê roj bû be şew Rewxenî dîde rijaye serkîtabî xetî xom Serd û germ e ahekem sewsegiyay kirdim be pûş Wechekem îsmî beyaz ema wereq zerd û siya Çûnke lewhî rû siyeh rûzerdî bê tezînî ye Neqşî du mûyî bedewrî rû debête eybî şeyb Ya gedayêk e xenî ya padîşahêk e feqîr — Nalî
|
ÇÎN Û MAÇÎNXetat fermo ke xoşe Çîn û maçîn Ke naçîn, lêre xoşe çînî maçînBirot her çîn û perçem çîn le ser çîn Emende çî ne, qurban, pêm biĺê çîn? Şikafêke kiĺafey nafî zuĺfit Le ser bergî gulêkî baxî husnit Eto mîhrîyy û mehrûyan sitarin Hemû zeřřatî mîhrî rûte baqîn Biĺê Nalî be erbabî wefa: Bên — Nalî
|
Çend malik ji dîwana Nalî:
Faris û Kurd û Ereb hersêm be defter girtûwe Nalî emro hakimî sê mulke dîwanî heye — Nalî
|
Nemirdim min eger em care bê to Neçim şert bê heta em xware bê to — Nalî
|
Çavkanî
- Jîr Dilovan
- Qanatê Kurdo (1983). Tarîxa Edebyeta Kurdî. Roja Nû, Stockholm.
- Pirtûkeke Nalî