Narîn Omer Seyfedîn li bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistan ji dayîk bûye û xwendina serete û navendî û bidomahî di dibistanên Dêrikê de bi dawî kirye, û piştre ew tevlî Zanîngeha “Dîmeşq”ê paytexta Sûriyê bûye û di sala 1995an de xwendina zangoyî bi dawî kiriye “Beşê wêjeya Erebî”.
Wê karê mamostatiyê kiriye û di hemî pêvajoyên fêrbûn û xwendinê de.
Di warê wêje û nivîsîn û doza jinê û zarokan de kar dike û ji piçûkaniya xwe ve bi dest avakirina Girûp û komele û yekîtiyên çandî û civakî kiriye.
Ew û hevjîn û zarokên xwe ji sedema şerê li welat û çend sedemêndijwar li pêlên biyaniyê siwarbûne û niha ew li welatê Elmanya dijîn.
Berhemên wê yên çapkirî:
Prîxana min” helbest bi zimanê kurdî
“Hinga bêdengî can dikêşe” Helbest bi zimanê Erebî ji weşanên çapxaneya dar azzeman, û “Perîxana min” bi weşanên saziya Semakurd hatiye çapkirin.
Romana “Çaxê derriere ber bi rojava ” bi zimanê Erebî ji weşanên çapxaneya “Elxelîc” li welatê Urdinê.
Romana “Axoşkirina Pênûsê û demsalên giyan ” ji çapxaneya Elsukeriye li welatê Misrê.
Pirtûka “Kenê Şanya” helbestên zarokan bi zimanê kurdî ji weşanên Yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûriya ye
Romana “Henasên Jiyanê, Koçberiya bê henas” ji weşanên Çapxaneya Sersera li Berlînê, welatê Elmaniya bi zimanê kurdî bi alîkariya Dr. Beşar Mistefa
Romana “pispisên bîrokê” bi zimanê Erebî ji weşanên Dar Elkelîmat li welatê El cezayir û vê Romanê xelata yekemîn wergirtiye di pêşbaziya romana erebî de ji layê weşanxaneya “Dar elkelîmat”.
Pirtûka “Tîrêjên vejînê” li ser hunermend û dengbêjên kurd yên jin
Berhevoka “Çavên Dil” helbestên, ji weşanên çapxaneya Sersera ne.
Bêhtirîn 20 berhemên destnivîs jî hene.
Xelat û bawernameyên wê wergirtine:
– Bawenameya helbestvan Seydayê Tîrêj
-Xelata rêxistina jinê di partiya “partî dîmoqratî kurdistanî- Sûriya.
-Xelata rêxistina jinê di partiya”Yekîtî dîmoqratî kurdî sûriyê
-Xelata helbestvan û zimanzan Mela Ehmedê Palo ji aliyê Yekîtiya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriyê.
-Xelata rêxistina jinên Kurdistana sûriyê
-Bawernameya tîpa muzîkê bi rêveberiya hunermend Ciwan Sebrî
-Bawernameya baştirîn nivîser di sala 2009 ji malpera “diljan”
Xelata Seydayê Cegerxwîn ji rêxistina Hesekê ya partiya Yekîtî
-Xelata vestîvala “mihrecana” helbesta kurdî ya 19 de mîn li bajarê Qamişlo sala 2014
-Navê wê di nav baştirîn nivîserên cîhanê de hatiye nîşankirin di sala 2009.
-Xelata Seydayê Cegerxwîn ji aliyê komîteya çandî ya partiya Pêşvero ve di sala 2017
-Bawernameya Dezgeha Aştî û Hevaltiyê, şaxê Elmanya
-Bawernameya Rêxistina 21ê Newrozê ya rahênan û fêrkirinê li Herêma Kurdistanê.
Xelatên erebî yên wê wergirtine:
-Xelata sêyemîn ya çîroka erebî ji aliyê Dr. Xeldiya Al Xelîfe ve li welatê Elbehrên.
-Xelata yekemîn di hevpişk û pêşbaziya Romana erebî li welatê Alcezayir ji layê weşanxaneya “Dar elkelîmat” li welatê Elcezayir
-Xelata dîdargeha “Ibin Elnîl” li ser çîroka “Çarêk”
Xelata çîrokê di pêşbaziya nivîskar Rûla husênat ji layê malpera “Elkeyan Eledebî”.
-Xelata Elkeyan Eledebî li ser çîroka “Bîroka diya min dema diaxive”.
Girûp û komele û yekîtiyên ew di wan de endama rêveber û dameznêr:
-Girûpa civakî ya keçan sala -1983
-Girûpa çandî û civakî ya keç û jinên Dêrikê.
-komela jinên Dêrikê.
-Girûpa Dêrikê ya çandî.
-Baxê jinên Dêrika Hemko
-Tevna çand û hunera kurdî
-Girûpa mamosteyên zimanê Erebî
-Hevbenda nivîskarên Dêrikê
-Yekîtiya mamosteyên Dêrikê
-Komela jinên kurd ya li Qamişlo hatibû damezrandin
-Andama komîta rêveber e di Yekîtiya” nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriyê
-Endama Encûmena niştimaniya kurdî li Sûriyê, Şaxê Dêrikê û ew yekemîn jin bû derbasî Encûmenê bibû
-Di sala 2012an de gazî û bang li keç û jinên kurdan dike ji bo avakirina “Hevgirtina jinên kurd li sûriyê” û bi wan re hevgirtinê ava dike û rêbaza hundirîn ji yekîtiyê re didane û dinivîse.
Ezmûna wê bi helbesta stranê re:
Ji destpêka derbasbûna wê di warê nivîsîn û wêje de wê guh daye helbesta stranê û ji sala 1995 û heya niha stranbêj û hunermendên kurd helbestên wê distirînin, ji wan:
Berbend Simê, Cemal Se,dûn, Ronî Enwer, Azad Feqe, Kemal Ebdulkerîm, Ciwan Sebrî, Ridwan Cizîrî, Dilo Doxan, Hêvî Mirad, Bavê Dilbirîn, Heval Qamişlokî, Merwan Şero, Ferhan Silêman, Behzad Qemer, Şahîn Şan, Fewzî Elî û çend kesên din.
Çalakiyên li welat û dervê welêt:
Ew bejdarî pir çalakiyên çandî û wêjeyî û ramyarî û konevanî û civakî bûye li seranserê Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyê, û pir simînar û fêrdan û şevbiwêrk amade kirine çi bi navê girûp û komele û yekîtiyan û çi bi tenha xwe û sisê caran bejdarî vestîval û dîdaran bûye li başûrê Kurdistanê:
-Dîdargeha medyekarên başûr û rojava 2012
– Bîranîna koçkirina helbestvanê mezin Emerê Lê lê – 2014
-Vestîvaleke helbestî li Dihokê 2014
– Bîranîna koçkirina helbestvanê hêja Ferhadê Içmo li Parêzê paytexta Ferensayê 2017
-Festîvala Seydayê Cegerxwîn di sala 2008 an de lê wê nekarînû amade bibe ji sedemên ewlehî.
-Du festîvalên helbestê li Hewlêr û Silêmaniyê.
Berhemên wê di gelek kovar û rojname û malper û dezgehên kurdî û erebî de hatine û têne weşandin û belavkirin.
HELBESTEKE WÊ:
Welato
Kenê çavan kenê lêvan
Nerînên dill dikin mêvan
Pevokên xweş bi wan xweş tân
Demarân wate bûn rêvan
Ne poşman im ji vê işqê
Sipasdar im ji van lêvan
Welato her dimînî xweş
Buhişt î tU ez im sêwan
Bimînî war ji bo Kurdan
Tu yî sîber tu yî sêwan
https://www.bernamegeh.org/2020/09/16/helbesten-narin-omer/