Rizgar Subhî di sala 1/2/1990î de li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.
Rizgar bi salên civantiyê dest bi nivîsandina helbestan kiriye û li gellek berîkaneyên bajarê Dihokê, ew li rêzên yekê, duyê û sêyê bûye.
Rizgar endamê Komela Helbestvanên Genc e. Her wisa wî pişka matmatîkê ya skola perwerdeyê ya binyatê li zanîngeha Dihokê bi dawî aniye û niha mamoste ye.
Wî dîwaneke çapkirî bi navê (Stranek ji Rojê-2010 Weşanxana Xanî – Duhok) heye, û hindek berhemên hevpişk di gel hindek helbestvanên dî jî hene.
Û du helbestên wî hatîne wergerandin bo zimanê erebî di du pirtukên cuda de.
Niha karê mamostetiyê dike û her wisa pêşkêşkarê bernamek edebî ye li AVA Tv’yê , li bajarê Dihokê jiyan dike.
Pirtûk:
– Dastaneka helpesartî (kumek helbestvanan )weşanxana xanî – Dihok-2011
– Nûbere (bi komeke helbestvanan ) 2007 weşanxana sipîrêz- Dihok
مواويل الشتاء – اصوات شبابية من كردستان- 2011 بدل رفو (مترجمة)-
قراءات نقدية لنصوص كردية مترجمة( من الشعر الحديث) للشاعر و الناقد (جوتيار تمر) – مترجمة-
Helbest:
Dumahîk-sêv
Bi maqwîliya Hewayê
Destê xwe gehande, dumahîk–sêv û
Gote min:
Dozex û beheştek dî yên mayn!
Di pişt ra
Min bi zarokî hindek ji kenya asîmanî leq da,
Êdî nema
Destên min çû tiştan bişkênin.
Di dumahîk stirana min bo xwe gotî da,
Destên min çend çûne ..dêmê wê yê
Bi kiçîniya baranê dibarî
Çend ji min zaroktir
Dengê xwe di guhên min da dihêlît û
Li kolana me ya spî
Heta ber dumahîk dîwarên Kenya wê, diwestiyêm
Li xavole ..roxsarê min
Bi dêmê wê kêşayî, mirneka weko wê
Tam dikire min
Paş ji xwe dûrbûna tehil vedigeriyam
Bêhna wê ji min dihat û
Hemûyan goman dikir, ko ez ji beheştê hatibim
Serxweş diçû jiyan
Serxweş dihat, mirin
Tu çend weko zarokiya min, mijdariyê dihêlî û
Min dizivrîniye ve elîfbê ya yekem yarî
Bîra min nahêt tu ji dengê min keftî!
Êdî bibe guh û
Hemû tiştan bike deng
Eve dîsa
Ezê zarok ji çavên xwe hatime der û
Hemû xeber û kirêtî gutine xwe!
Gote xwe:
Tu çend min bi vê aronkê ve diwestînî!
Ma hîna tu nikarî bigirî?!
Tu dibînî
Li vî heyamî, her tişt hez diket azad bibit
Ez nebim
Heta girya min jî!
Min reng–reng dane rexekî
Heta gehiştîme wê, ewa ..dumahîk reng
Poşmaniyê lêvên minên ronahî vemirandine ve û
Ezê hemî deng matmayî
Di gel tariyê çûm
Weko kolana me
Lêvên min hînî dizîna nihêniyên kiçên nepen bûn
Û ewa têr kiçînî tevlî minê tarî bû
Ronahî ji dirzên leşê min hate der
Û hemû tişta ronahî da xo
Dizanim
Ew xwe-ji-bîr-ve-kirneke,
Xwe-serxweş-kirneke,
Xwe-aşiq-kirneke, dîsan jî hez dikem
Zêdetir xwe serxweş,
Xwe ji bîr ve,
Xwe aşiq bikem
Xwezî… min bi yekem reng birînek di leşê xwe da nîgar kirba
Da wê bi zarokî xwe fêrî nîgarkirna min nekirba
Xwezî min ..mirin bi yekem nîga vexwarba û
Nemiriya xwe nedaba destê kutirên naxê wê yê zarok,
Yên hemû êvaran
Ramana azadiyê diguhorin û
Dîsa destên min jî!
Eve careka dî
Xewneka mur, ji berîka xwe ya beheştî îna der û
Di gel hindek pirtên min
Yên nîv nivêsayî, guhartin û
Got:
Dê şêm zivrime ve perasiya te?!
Eger raste ez ji perasiya te bim?!
Her wekî
Dibêjî te min: min hindek
Ji reşnivêsa li ser enya te jêbir!
Here bibe ve ..xweyê min hezkirin danaye enya wî
Xweyê min ..leqên zarokîniyê li lamên wî hêlayn!
Her wekî dibêjît: min tu vexwarî
Tenê da xwe mest bibînim û
Hest pê bikem
Ko avabûn ya dizivrîte ve
Destpêka
Kolana xwe ya min û
Ronahiyê yarîkên xwe hêlaynê
Bi maqwîliya Hewayê got û
Ne bi gomanim..ko
Ez dê dîsa axa veqetiyana xwe ji wê vêk dem
Û
Hemû helametên dêmê wê vegerne min
Dê mînîn di bextê dumahîk–sêv da
Yan ez û dozex
Yan ez û helamet…
Yan jî ez û çi ne!
11/02/2013
Li rojbûna xwe ya bîst û sêyê / Dihok