Salar Findî

Jiyana Salar Findî

Nivîser û Rojnamevan.

– Navê sê qolî (Salar Ebdulkerîm Findî) bernîyasê bi (Salar Findî).

– Li sala 1974 an li bajarê Duhokê ji dayik bûye.

– Xwendina xwe ya (Seretayî, Navincî, amadeyî) li Duhokê bi dawî aniye.

– Li sala 1997 an bawernama bekaloryos bi dîrokê ji zanîngeha Duhok stendiye.

– Li sala 2007 an bawernama Masterê di biyavê dîrokê de ji zanîngeha Mistenseriye li Bexda stendiye.

– Li sala 2020 an bawernama diktorayê di biyavê dîrokê de ji zankoya Duhok stendiye.

– Emîndarê civata zankoya Duhok bû.

– Wek mamostayê zanîngehê li kolîjên (Perwerde binyat, pizişkî, pizişkî didan, kargêrî û aborî, peristarî, yasa û ramiyarî) li zaningeha Duhok her wisa li peymangeha teknîkî kargêrî duhok wane gotine.

– Endamê desteya nivîseran bû li kovara (Dicle).

– Endamê Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê ye.

– Endamê Yekêtîya Rojnamenivîsên Nêvdewletî ye.

– Endamê Sendîka mamostayên zankoyê bû.

– Zimanên Kurdî, Erebî baş dizane, zêdebarî şarezayî di zimanên Farisî, Turkî, Îngilîzî da jî heye.

Berhemên çapkiri:

– Bizavên Simkoyê Şikak, danan, 1998, bi zimanê Kurdî ye.

– Rolê nûnerên Silêmanîyê di civata nûnerên Îraqê de 1945-1958 (دور النواب السليمانية في مجلس النواب العراقي ١٩٤٥-١٩٥٨), danan, bi zimanê Erebî ye.

Berhemên berhev bo çapê:

– Dîroka Kurdan, danan, bi zimanê Kurdî ye.

– Dîroka Iraqa Hevçerx , danan, bi zimanê Kurdî ye.

– Rolê layengirên partiya komonistên Iraqê di bizava rizgarîxwaziya kurdî de 1979-1991 (دور الانصار الشوعيين في الحركة التحررية الكوردية ١٩٧٩-١٩٩١), danan, bi zimanê Erebî ye.

– Mafê çarenivîsê di bizava şêx ubeydûlahê nehrî de 1880 (حق تقرير المصير في حركة الشيخ عبيدالله النهري ١٨٨٠), danan, bi zimanê Erebî ye.

 

 

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !