Jiyana Salih Agir Qoserî

Di sala 1969an de li Hêşeriyê, gundê Qoserê çêbûyê. Dibistana seretayî û ya navîn li gundê xwe, lîse li Qoserê, pişt re li Amedê li Zanîngeha Dîcleyê beşa mamostetiyê xwendiye. Di sala 1993’yan de çûye Swêdê û li wê derê bi cîh bûye. Li zanîngeha Gävleyê (Yevle) demekê ziman û wejêya Îngilîzî xwendiye, pişt re beşa Medya-Komînikasyonê û beşa Zanyariya Kulturê qedandiye. Li Swêdê, li şaredariya bajarê Gävleyê (Yevle) tercumanî û wergêriya Kurdî-Swêdî, li heman bajarî memostetiya Îngilîzî, Swêdî û Zanyariya Cîvakî kiriye. Di sala 2010’an de weke xwendekarekî ji yên destpêkê li Zanîngeha Artûkluyê perwerdehiya Wanebêjiya Kurdî wergirtiye. Pişt re li heman zanîngehê di Ziman û Çanda Kurdî de lîsansa bilind xwendiye, dîsa li heman zanîngehê dersên Kurdî û Îngilîzî daye.

Salih Agir QOSERÎ, heta niha 6 heb roman (sise ji Îngîlîzî, dudu ji Swêdî û yek jî ji Tirkî) wergerandiye Kurdî û berhemek lêkolînê bi navê ‘Hetersmord’ yanî “Kuştina Namûsî” nivîsiye.


Pirtûkên Wî:
‘Hedersmord’ Li Swêdê; ‘Kuştina Namûsê’ Li Kurdîstanê. Lêkolîn, Lîs, 2018.

Wergerên Wî:

  • Ji Vittulayê Muzîka Populer, Mîkaîl Niemî, roman. Ji Swêdî (Li gel Mizgîn Bîngol) Lîs, 2019.
  • Rêya Bêveger, Hasan Bildirîcî. Roman. Ji Tirkî, Lîs, 2014.
  • Çewlîka Heywanan, Georgel Orwell, roman. Ji Îngîlîzî, Lîs, 2015.
  • Hezar û Neh Sed û Heştê û Çar, George Orwell, roman. Ji Îngilîzî, Lîs, 2016.
  • Kallocain, Karin Boye, roman. Ji Swêdî, Lîs, 2018.
  • Zilamê Mirî, D. H. Lawrence, roman. Ji Îngîlîzî, Lîs, 2018.
  • Cîhana Nû ya Xweş, Aldous Huxley (Amade dibe)

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !