Şêx Nûredîn Birîfkanî (z. 1795 – m. 1851 ) alimê Îslamê û helbestvanekî Kurd bû.
Kurê Şêx Ebdulcebare kurê Şêx Nûredîne kurê Şêx Ebûbekirê kurê Şêx Zeynelabidîne kurê Şêx Şemsedîn e. Şêx Şemsedîn, şêxê terîqeta Xelwetiyê bûye. Ji xelkê bajarê Xelatê bûye. Xelat, dikeve ser qeraxê Behra Wanê. Ji Xelatê hatiye Kurdîstana Başûr, di gundê Birîfkande bi cî bûye. Ev gunde han dikeve nav çiyayên navça Behdînan ên pişta ‘Eynsifnê (Şêxan). Şêx Nûreddîn di sala 1205’ê hicrî de li gunde Birîfkanê hatiye dinê.
Şex Nûreddîn li ba bavê xwe Quran xwendiye û jiber kiriye û bûye hefiz. Pişt re çûye feqîtiye. Li bajarê Amediyê li ba Mela Yehyayê Mizûrî xwendiye û çûye Mûsilê. Li Mûsilê li ba çend zanayên bi nav û deng ên wek Şêx Silemanê Kurd, Mela Ebdurehmanê kurê Mela Îsayê Mûsilî û Şêx Yûsuf Efendiyê kurê Remezan, ewe ku bi navê îbn Me’hderbaşî bi nav û dang e, xwendiye û piştre îcaza xwendine wergirtiye.
Dûvre, Şêx Nûredîn, îcaza terîqeta qadirîyê ji Şêx Memduhê kurê Ebdulcelîlê Mûsilî yê Kurd wergirtiye û vegeriyaye gundê xwe Birîfkanê. Li wir dest bi dersgotinê kiriye û hemû çaxê xwe bi dersdan, tesevvuf û kitebnivîsînê derbas kiriye. Ji bili vî ji bo ku Şêx Nûredîn gelek meşhur bû, nav û dengê wî di Kurdistanê de belav bû (heta niha jî belav e), terîqeta Qadiriye belav kir, gelek xelîfe û mirîden wî hebûn; ‘alimekî mezin bû û di warê tesevvufê de çend kiteb nivîsandine.
Her wisa helbestvanekî mezin jî bû. Şêx Memdûh Birîfkanî dibêje: “Şêx Nûredîn bi zimanê kurdî, erebî û farisî çend dîwanê şi’r danîne.” Ez gelek sipasî wî dikim ku ev her du helbestên wî ligel hinek malûmatên li ser jiyana wî ji min re şandine. Şêx Nûredîn di 1268’e hicrî de koça dawî kiriye. Gorra wî li gundê Birîfkanê ye û gelek ji xelkê diçin ziyareta gorra wî.
Berhemên wî
- 1) Dîwana helbestan bi zimanê Erebî: Ev dîwana han niha di nav destnivîsen Camî’el-Kebîr a Mûsilê de ye Xelîfeyê Şêx Nûredîn; Seyyid Muhemmed Nûrî Mûsilî, piştî mirina seydayê xwe di sala 1280’ye hicrî de vê dîwana han li Mûsilê kom kiriye. Ev dîwana han bi destxeta Seyyid Muhemmed Nûrî ye.
- 2) El Bidûr el Cilye fî Mamist elye Hacat el Fiqra’ el Sûfiye: Ev pirtûk 108 rûpel e di sala 1268’e hicrî de hatiye nivîsîn. Niha li Mûsilê, di nav destnivîsên Camî’el-Kebîr de ye
- 3) Qesîde Qiret el Iyûn.
- 4) El Cuhr el Meknûn Şerh Qesîde Qiret el Iyûn fî’1-Silûk. Ev her du pirtûk bi destnivîs di nav destnivîsên Camî’el Kebîr de ne.
- 5) Menzûmeyek ku pêşiya wê ev e:
“Keşeft hebîb femael cinneh min se’d el ‘ebd ‘ele’l-neceh” Zanayekî şerhek li ser ve menzûmeye nivîsiye binave ” Mîr’atu’l Heqaîq Heqqu’l-Teraîq fî Beyanî ‘Evvsîyatu’l- Heqaîq”. Ev şerh bi destnivîs li Medresa Saî’x li Mûsile heye.
- 6) El Qesîdtu’l Nûniye
- 7) El Qesîdtu’l Hemziye. Peşiya wî ev e:
“Fe bizalik el-sirru’l munewer lî’l-wera yenhel sirru’lheqq fî’l-eşya” Ev her du qesîde digel “Tuhfetu’l-Salikîn ‘ela Qesîdetu’l Şeyx Nûredîn” di nav destnivîsen El Camî’el-Kebîr de ne. Tuhfetu’l-Salikîn şerha Seyyid Muhemed Nûrî ye ya di sala 1286’e hicrî de li ser yek ji van her du qesîdan daniye û 24 rûpel e.
- 8) El Mu’şerat el ‘işre: Necmeddîn Muhemmed Tahir Sai’xzade Mûsilî şerhek li ser vê kiriye û di El Camî’el-Kebîr de heye.
(1) Mextûtatu’l-Mûsil a Doktor Davvud el-Çelebî Şex
Helbesteke Şêx Nûreddîn Birîfkanî
Te divê dil te bi rengê meh û xurşîdî celî bit Her le jingarê sifir cewher û gewher ’emeli bit Bi celîs mizyê kevn le xu pêçe xemûyî Nebilît ji te yek reng û nenas ji te resmê Sed pencah şewahid ku li bin cêbê kirasî Hefd qaz û qulingan be û kullê siyeh û xezelan Xilweta dil ji te rengi nebitin ‘eynî nifaqê Text û hikmet we dibinim di binê çah û li ser çel Pir û ustad çi hacet bi ‘Elî Heyder hestin Meh û sal û şev û roj û dem û kat ez hemî ’emr Wekû tiflan ji ‘xurûrê bi dinê xafil in em Xilweyek cilwe ji Nûrî me nedî safî bibit |
Çavkanî
- Şaîrên Klasîk ên Kurd (Abdulreqîb Yûsuf )–Ji Weşanên Jîna Nû