Şûşa Şemsa Guppy (1935 – 2008) hunermendeke ji kurdên beyxtiyarî, modernîst, nivîskar, derhêner, seyyah û sosyolog bû û wek keça îmamê nemir Seyîd Mihemed Kazim Assar hate dinyayê.
Ciwantî
Şûşaya ku di sala 1935’ê de li Şehrê Kurd jidayik bû, perwerdehiya xwe ya ewil ji aliyê bavê xwe dît. Bi keşfkirina behremendiya wê ya muzîkî bû şagirta Mela Qafir yê ku dersên muzîk û wêjeyê da wê. Bi 17 saliya xwe bi saya bûrsên dewletê ji bo dîtina perwerdeya muzîk û zimanên rojhilatî çû Parîsê. Li wir hevaltiya xwe bi komeke entelektuel re pêk hat ku di nav wan de kesên wek Jose Bergamin, Jean Paul Sartre û Albert Camus jî hebûn. Bi pêşniyariya Jaques Prévert wê dest bi qeydkirin û arşîvkirina mûzika gelêrî ya gelên Îranê kir.
Destpêka xebatên hunerî
Di sala 1961’ê de bi keşîfê fransî Nicholas Guppy re zewicî. Ji vê zewacê du kurên wan ên bi navê Daryûs û Konstantîn çêbûn, lê di sala 1976’ê de Şûşa û Nicholas ji hev veqetiyan. Dû re mala xwe barî Îngilistanê kir û li wê derê ji bo weşanên navdar ên emerîkî re derheqê gelên kurd, faris û efxan lêkolînên nivîskî amade kir. Bi vî rengî çend xebatên wê yên derbarê kurdên lûrî û bextiyarî pêk hatin. Pişt re bi kişandina qeydên profesyonel berê xwe da xebatên muzîkê.
Muzîk, derhênerî û lêkolînên nivîskî
Piştî ku di sala 1971’ê de du albumên ku ji kilamên Îranê yên evîndariyê pêk tên derxist, Şûşayê li DYA û Ewropayê gelek konserên serkeftî da. Heta sala 1975’ê digel Lori Lieberman û Dimitri van Toren ji 200’an zêdetir konseran da û bi vî havî kilamên Îranê ji cîhanê re da nasîn. Di sala 1976’ê de bi belgefîlma bi navê ‘Mirovên bayê’ (People of the wind) ku jiyana koçerên bextiyarî dike mijar bal kişande ser xwe. Fîlm ji bo xelata Oscarê ya beşa ‘bastirîn belgefîlm’ û ji bo Kûreya Zêrîn hat nîşandan. Ev belgefîm li gelek welatên cîhanê kete weşanê û albuma wê ya ku tê de kilamên kurdî jî cih digirin di beşa muzîka etnîkî de li DYA’yê rekorên firotinê şikand. Herwiha, fîlm û albûm bûne mijara gelek ernameyên radyo û televîzyonê.
Şûşaya ku di sala 1980’ê de giranî dabû xebatên akademîk gelek nivîs û lêkolîn ji bo kovarên navdar ên wek National Geographic û JTO amade kir. Bi nivîsên xwe Şûşa kedek pîroz da xûrtbûna têkîliyên çanda Îranê, cîhana Îslamê û ya rojavayî.
Xebatên wê yên wêjeyê
Di sala 1988’ê de bi çapkirina yekemîn pirtûka xwe ya farisî ya bi navê ‘Hespê sor’ a ku qala bîranînên wê yên zarokatiyê dike, xelata Holtby Memorial wergirt û çend meh bişunde di çarçoveya Grand Prix Littéraire de ji aliyê Elle Royal Society xelata Yorkshire Post bidest xist.
Lîsteya pirtûkên wê
Pirtûkên ku wê nivîsî ev in:
- Seyahata li Farsistan û Kurdistan” (1989)
- Li Parîsê keçek (1991)
- Li pey xwe binêre (1991)
- Sê seyahatên li rojhilatê: Urdun, Sûriye, Libnan (2001)
- Rûkeniya veşartî (2005)
Şûşa ji sala 1979’ê heta wefata xwe ya di sala 2008’ê de di nav xebatên kovara wêjeyî ya bi navê The Paris Review edîtoriyê meşand.
Diskografî
- Persian Love Songs and Mystic Chants (1971), * Songs of Long-time Lovers (1972),
- Shusha (1974)
- This is the Day (1974)
- Before the Deluge (1975),
- From East to West (1978)
- Here I Love You (1980)
- Lovely in the Dances: Songs of Sydney Carter (198)
- Durable Fire (1983)
- Strange Affair (1984)
- La Fortune (1985)
Refugee, Shusha /