Ezize Gerdenzeri

Jiyana Xelȋlȇ Çaçan Mȗradov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ

100 saliya ji dayȋk bȗna rojnamevan, nivȋskar ȗ serokȇ Radyoya Yȇrȇvanȇ Para Kurdȋ

 Xelȋlȇ Çaçan Mȗradov

Rojnamevan ȗ nivȋskarȇ kurd Xelȋlȇ Çaçan Mȗradov ji dayȋkȇ bȗye 11-ȇ çileyȇ pȇşin sala 1924-an, di gundȇ Karvanserayȇ (niha Sedȗn) de. Gund, gundȇ çȋyayȋ, li berpala çȋyayȇ Elegezȇ paldayȋ bȗ. Gund, gundȇ çȋrokbȇjan bȗ. Gund, gundȇ dengbȇjan bȗ. Gund, gundȇ mȇrxasan bȗ. Gund, gundȇ ȋnsanȇn dilovan, rastgo, xwediyȇ qewil ȗ qiraran; ji bo rastiya dinȇ ȗ ji bo parastina welatȇ xwe, mala xwe, ocaxa xwe, ewan amade bȗn, serȇ xwe jȋ bidin. 

Xelȋlȇ Çaçan, dema wan 24 salȇn dȗr ȗ dirȇj, dema wȋ serokatiya Radyoya Yȇrȇvanȇ, beşa kurdȋ dikir, wȋ zanibȗ, ku mora gundȇ wȋ wȇ timȇ li ser wȋ be. Ew mor, wȇ tȇke bȋra wȋ, ku ew kȋ ye ȗ ji bo çi gerekê xizmetȇ bike. Wȋ zanibȗ, ku ew nolȋ çȋyayȇ Elegezȇ şanaz ȗ serbilind e, çimkȋ ew lawȇ netewa kurd e, lawȇ ola ȇzȋdȋ e. Kal ȗ bavȇn wȋ tu car serȇ xwe li ber dijmin netewandibȗn ȗ ew jȋ tu car serȇ xwe natewȋne. Wȋ pȇ kar ȗ xebata xwe, welathezȋ ȗ wȇrekiya xwe anȋ li ber çavan. Ew, wek serokȇ beşeke Radȋyoya dewletȇ, diviya bȗ, ku ew welatheziya xwe di qulçekȋ dilȇ xwe de veşarta. Lȇ ew yek wȋ nikaribȗ. Wȋ nikaribȗ rȇ neda nivȋskarȇn hogirȇ xwe, ku ewan berhemȇn xwe yȇn derheqa rewşa welatȇ kal ȗ bavan, Kurdistanȇ de, nehatina ragȋhandinȇ. Dema xebatȇ, ew parȇzvanȇ rastiyȇ ȗ dîsîplȋnȇ bȗ; gerekȋ bi rȇkȗpȇk ȗ di demȇ de, her xizmetkarek bihata li ser xebatȇ, wisa jȋ di demȇ de kar ȗ xebata xwe xelas bikira. Di dema serokatiya wȋ de kar ȗ xebata Radyoya Yȇrȇvanȇ pir bȗ: amadekirina nȗçeyan, wergerên ji zimanên rûsî û ermenî, qeydkirina stranȇn kurdȋ, qeydkirina axavtin ȗ xwendina berhemȇn nivȋskarȇn kurd. Amadekirin ȗ ragȋhandina şanoyȇn kurdȋ. Amadekirina bernameyȇn Tendirustiyȇ/saxlemȋyȇ. Amadekirina bernameyȇn dȋrokȇ. Amadekirina bernameyȇn wȇjeyȋ ȗ hwd. Dema xebatȇ ew jȋ wek xizmetkarekȋ çand ȗ edebiyeta kurdȋ bȗ. Di dema wȋ de, roj tunebȗ, ku mȇvanȇn Radyoya Yȇrȇvanȇ tunebȗna. Mȇvanȇn wan dengbȇj bȗn, hunermend bȗn li tev hacet ȗ amȗrȇn sazbendiya kurdȋ; def, zurne, meya, blȗr ȗ hwd. Heta ȇvarȇ dereng dengȇn dengbȇjan yȇn xweş; dengȇ Reşȋdȇ Baso, Karapȇtȇ Xaço, Şeroyȇ Biro, Aslȋka Qadir, Zadȋna Şekir…, dengȇ miqamȇn meya Egȋtȇ Cimo, dengȇ tembȗra Mȋşayȇ Reşȋd (Dilovan) û dengê cimbûşa Aramê Tîgran li avayȇ Radyoya Yȇrȇvanȇ de derneketa. Dema serokatiya Xelȋlȇ Çaçan Mȗradov, 1800 stranȇn kurdȋ hatine qeydkirin, gelek şanoyȇn kurdȋ hatibȗn amade kirin ȗ ragȋhandin; dudu ji wan, “Memȇ ȗ Eyşȇ” û “Elenewêrek”, wȋ bi xwe nivȋsȋbȗn.

Şanonameya “Memȇ ȗ Eyşȇ” wek pirtȗk sala 2015-an Weşanxana Lȋs a Amedȇ çap dike. Hema wȇ salȇ sȇ pirtȗkȇn nivȋskar yȇn din, “Kilamȇd Cimaeta Kurdan”, “Gotinȇn pȇşiyan”, Memȇ ȗ Eyşȇ & Zembȋlfiroş, ji aliyȇ Weşanxana Lȋs (Gerȋnendȇyȇ giştȋ yȇ weşanȇ: Lal Laliş) tȇn weşandin. Pirtȗka Xelȋlȇ Çaçan “Cewahirȇn Kurdȋ” sala 2010-an weşanxana Lȋs çap dike. Lȇ pirtȗka nivȋskar “Benȇ Min Qetiya” sala 2000-ȋ ji alîyê weşanxaneya DOZê, bi serokatîya Korogli Karaaslan tȇ weşandin. 

Her berhemeke Xelȋlȇ Çaçan cewahir e, cewahirȇ kurdȋ. Naveroka her pirktȗkeke nivȋskar tȇr ȗ tijȋ e, derbarȇ folkilora kurdȋ ya zengȋn de ye. Hem stranin, hem çȋrokin, hem serpȇhatî ȗ hem şanoname ne. Ji her berhemȇn wȋ bȇhna gul ȗ sosinȇn çȋya ȗ banȋyȇn Kurdistanȇ tȇ. Ji her berhemeke  wȋ welatparȇzȋ dibare. Her berhemeke wȋ şȋretin, wesiyetin. Heyf wȋ zȗ xatirȇ xwe ji me xwest ȗ 57 saliya xwe de, temenekȋ berhemdar de, çȗ ȗ gihȋşte refȇ nemiran. Çawa gel ji bo camȇrȇn qenc dibȇje: “Wȋ pişta me şikȇnand”. Na xȇr ciyȇ wȋ vala nema. Wȋ camȇrekȋ nolȋ Tȇmȗrȇ Xelȋl kir pişt ji bo gelȇ kurd. Tȇmȗrȇ Xelȋl 45 salȇn xwe pȇşkȇşȋ gelȇ xwe kir. Ew wek rojnamevan, rojnamevanekȋ zȋrek e. Ew wek nivȋskar, nivȋskarekȋ xwedȋ marȋfet e. Ew hȋn jȋ temenȇ xwe de biçȗk bȗ, ew 15 – 16 salȋ bȗ, dama min ȗ apȇ Xelȋl hevdu nas dikir. 15 – 16 saliya xwe de ȇdȋ min apȇ Xelȋl nas dikir. Destpȇka salȇn 1960-ȋ nav ȗ dengȇ apȇ Xelȋl her derȇ belav bibȗ. Salȇn 1960-ȋ dema li zankoya Yȇrȇvanȇ ya Bzȋşkiyȇ de min dixwend, çend caran bȗme mȇvanȇ mala apȇ Xelȋl ȗ meta Eznȋv. Apȇ Xelȋl ȗ Xanima wȋ meta Eznȋv çar zarok anȋbȗn dinȇ, terbiyet kiribȗn ȗ mezin kiribȗn: Sȇda, Tȇmȗr, Gulȇ ȗ Valodiya. Wan pir baş zarokȇn xwe terbiyet kiribȗn. Sȇda Zaningeha Pedagogiyȇ ya Zimanȇn Dereke de dixebitȋ. Tȇmȗr jurnalist bȗ, li pey şopa bavȇ xwe diçȗ. Gulȇ ȗ Valod merivne qenc bȗn. Wek gel dibȇje: “xebatkarȇn xwe bȗn, hezkiriyȇ xelkȇ bȗn”.  

 Eznȋva Reşȋd ji maleke esilzada bȗ. Bavȇ wȇ Reşȋdȇ Ecem mixtar/malxȇ gund bȗ. Piştȋ mirina wȋ, lawȇ wȋ, birayȇ meta Eznȋv, zavȇ min Ȗliyan, şȗna bavȇ xwe girtibȗ, serokatiya çend gundan dikir. Eznȋva Reşȋd 27 sala peyvdar/spiker a Radyoya Yȇrȇvanȇ bȗ. Gava wȇ digot: “Yȇrȇvan xeberdide”, tuk li devȇ dijminȇ kurdan de ziwa dibȗ. Gelȇ kurd yȇn herçar perçeyȇn Kurdistanȇ, xasma Kurdistana Bakȗr, her roj benda wȋ dengȋ bȗn. Wan di pȇş de, beriya destpȇbȗna ragȋhandina bernama bi zimanȇ kurdȋ, devoka kurmancȋ, radyoyȇn xwe amade dikirin ȗ benda dengȇ kurdȋ ji Rewanȇ bȗn.

Derbarȇ Radyoya Yȇrȇvanȇ, Para Kurdȋ, milet gelek cara li bȋr tȋnin. Ew deng sebrek bȗ, li ser riya rizgarbȗna Kurdistanȇ. Wȋ dengȋ dikir bȋra her kesȋ, ku miletȇ kurd heye ȗ zehfe, tu car tu car asȋmle nabe, xelas nabe. Di welȇt de çiqasȋ dagirker ret dikirin, qedexe dikirin hebȗna miletȇ kurd, ewqasȋ kurd zȗ hişiyar dibȗn, qam ȗ qidȗmȇn wan ewqasȋ zȇde dişidiyan, doza xwe berdewam dikirin. Dengȇ Rewanȇ ȗ serokȇ wȇ, wek birȗskȇ bȗ ȗ li nav çav ȗ gavȇn dagirkeran de lȇ dida. Gelek caran, serokatiya dewletȇn dagirker ji serokatiya Yekȋtiya Sovyȇt daxwaza qepat kirina Para Kurdȋ ya Radyoya Rewanȇ dikirin. Serokatiya Hukimeta Sovyȇtȇ, raste ragȋhandina dengȇ kurdȋ ji Yȇrêvanȇ nedibirȋ, lȇ sansura, kontrola redaksiyona radyoyȇ, hişktir dikirin. Lȇ Xelȋlȇ Çaçan bi aqilane, bi wȇrekȋ, nolȋ mȇrxasan, ew hişkayȋ nerm dikir ȗ radyoguhdarȇn xwe nedikir li nav kȗraya xem ȗ xeyalan. 

Dewletê gelek asteng danîbû ser hemû radyoyên welêt, herwiha ser Radyoya Kurdî jî. Mesele, propagandakirina şêr, heyfhildanê, jinrevandinê, çêr – kifir qedexe bûn. Lê bi saya aqilmendîya Xelîlê Çaçan hîç kilamek jî tunebû, ku nehatibe qeydkirin. Û Hemû kilam û pîês-şano bi serokatîya wî, bi cesareta wî hatine qeydkirin. 

Niha di herçar perçȇn Kurdistanȇ de tevgera azadȋxwaziyȇ didome. Gelȇ Kurdistana Başȗr benda ragȋhandina serxwebȗna Kurdistanȇ ne. Egȋt ȗ mȇrxasȇn Kurdistana Rojava, dema şerȇ dijȋ ȋslamȋstȇn radȋkal, DAȊŞ-ȇ, ȋsbat kirin, ku hȇza netewa kurd xurt e ȗ roja azad ȗ serbestbȗna gelȇ kurd ȇdȋ nȇzȋk dibe. Gelȇ kurd, gelȇ xewnȇn nivȋskar ȗ felsefevanȇn xwe wȇ tȇkine rastȋ, welat rizgar bikin, wȇ tu car navȇn navdarȇn xwe yȇn wek Xelȋlȇ Çaçan Mȗradov bȋra nekin ȗ kirinȇn wan wȇ tim bişȇkirȋnin.

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !