Tîtalê Çeto Mûradov

KOMÛNÎSTÊ DILOVAN: Tîtalê Çeto Mûradov

Prîskê Mihoyî

Rast mala Xwedê, derew tê tune: rêdaksyona rojnama «Rya teze» li Yêrêvanê eynî ocaxa netewî bû – di roja damezirandina xwe da hetanî hilweşbûna Sovîyêtê. Ew mala meye ocaxzade bû. Rêdaksyona rojnamê gendî bûbû hêwirgeha deng û behsan, gilî-gazinan, şêwir û temîyan… û usa jî henek-laqirdyan! Henek-laqirdîyên li navbera karmendên rojnamêye xudanşûret bi bûte hingiv û kakil-kuncî nedihatine xwerinê. Tê bêjî em neferên malekê bûn. Çawa di her maleke bi tifaq da, li vê malê jî qedir û qîmet, hurmet û sîyanet hebû. Lê henek û laqirdî? Çiqas bêjî!..
Tîtalê Çeto Mûradov karmendekî rojnamêyî kevnare. Salên sedsala derbazbûye 30-î ewî li Lênîngradê xwendîye, rûsî baş dizane, çûye li ber şêr û hatîye, di zankoya Yêrêvanêye amadekirina mamostên kurdî da wek dersbêj xebitîye, dû ra li rojnama «Rya teze» hildane li ser kar. Ew di destpêkê da wek serwêrê para malehebûna gundîtîyê dixebitî, lê salên 80-î û hetanî dawîya jîyana xwe wek wergêr kar dikir. Wê jî bêjim, kmûnîstekî tund û dilovan bû. Mikanê wî li buhuştê be!..
Wan salên nîveka 80-î ez jî wergêrvan bûm. Nizam bona çi karî, ez rojekê çûme Moskvayê. Çendekî şûnda vegeryame li ser xebatê. Sibê zû hatme rêdaksyona rojnamê. Tîtal Mûradov, Şamilê Casim û ez li odekê rûdiniştin. Lawik hatin, pirs-pirsyar kirin – çawa çûm, çawa hatim. Heynese, min jî gilî dikir. Sehet nêzîkî 10-ê sibê ye, lê Tîtal Mûradov hela hê nehatîye.
– Kanê Tîtal Çetoyîç, xwe bêkêf nîne? – Ji lawika – Babayê Keleş, Têmûrê Xelîl, Rzganê Gango û Şamilê Casim pirs dikim. Me tenê berpirsyarê rojnamê Mîroyê Esed ra bi şêweyê rûsî navê wî û bavê wî hildida û digot: Mîro Esedîç, yek jî Tîtal Mûradov ra digot: Tîtal Çetoyîç. Karmendên navsereye dinê ra me digot: hevalê Emo (Emerîkê Serdar), hevalê Elî (Elîyê Evdilrehman), havalê Egît (Egîtê Xudo). Lê me gencan navê hev dida.
– Wê niha Tîtal Çetoyîç bê, – Babayê Keleş dikene. – Lê tu zanî, gava tu çûyî Moskvayê, ewî çi got?
– Çi got? – Ez pirs dikim. Hema wê demê Hesenê Qeşeng ji otaxa rex me li ser dengê meda hat û dibêje:
– Tîtal Çetoyîç digot: «Prîsk komûnîstekî xişîme, te ew nihêrî here paytextê Wetenê me û navê me erdêxe!». – Û dikenin!..
– Erê? Ne, bise wê niha Tîtal Çetoyîç bê! Lawikno, hîvî dikim, tenê deng nekin û nekenin.
Min li ser textê Tîtal Çetoyîç çend hejmarên rojnama «Pravda» yên rojên buhurî hilda û danî ber xwe. Ew rojnama Komîtêya Navendî ya partîya komûnîstên Yekîtîya Sovîyêtê ye. Li Moskvayê dertê, lê hema wê rojê jî dighîje bal me. Xêlekê şûnda, me hew nihêrî Tîtal Çetoyîç derda hat.
– Wey, xortê delal, tu silamet hatî? – Ewî şa-şa silav da û pirsî. Min bi pirçûkirî bersiva wî da:
– Tîtal Çetoyîç, ne wê çûyînê, ne jî wê hatinê. Ez îdî naçime Moskvayê.
– Hê, hê, çima? – Ew ecêbmayî ma.
– Lê heqê Xwedê ye, karmendekî mina min yê rojnama «Rya teze», ew jî komûnîstê genc, here paytextê welatê Şêwrê, ji firindê peya be û tu nefsekî fermî ji Komîtêya Navendî pêşwezîya min neke? Qe kê dîtye, kê bînaye, ku komûnîstên navsere qedrê komûnîstên genc negirin?
Tîtal Çetoyîç mita maye min mêze dike û dibêje:
– Belkî makîna wan rêva xirab bûye û pêra neghîndine!
– Lê rojnama «Pravda»? – Rojnana ber xwe nîşanî wî dikim. – Evê rojnamê jî li ser hatina mine Moskvayê tu gilîk nenivîsî. Ez îdî naçim Moskvayê!
– Ber xwe nekeve, – Tîtal Çetoyîç dibêje. – Qey bîr kirine! Careke mayîn, gava tu diçî Moskavyê, bila Mîro Esedîç têlêgramê bişîne!..
Bû pîrqînya me gişka, em kena teqyan, ew jî dikene û bin lêvada dibêge:
– Partya me partya dilovane, endamên xwe tu caran bîr nake!..

P.S. Erê, Xwedê, tiştekî derew tê tune! Sovîyêt jî nema, partya komûnîstaye dilovan jî dev ji me berda!..

BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !