Ümit Tunç
Di nav ên cotkarîyê dikin de peyvikek heye ku li gor rewşa anha Kurd tê de ne vebêje hilbijartiye. Ev peyvik “Newan” e. Wexta zivistanê pez dizên hewce ye ku mirov berxê wan piştî zayinê zêde ji wan dûr nexe û bike ku berx tenê ji maka xwe bimêje. Ger ku berx ji maka xwe cuda bikeve û mîheke din şîr bimêje ew çax mîh ji berxa xwe newan dibe, wê nas nake û nahêle ji ber wê şîr bimêje. Her wiha navber dikeve nav berx û maka wê.
Rewşa newanbûnê ji bo perwerdehî û têkiliya zarokan e li dê û bavê wan re çiqas girîng e nîşan bide mînakeke baş e. Li gor, vê mînakê de jî tê dîtin hewceye mirov zaroktiya xwe de li dê û bavê xwe re têkilî peyda bike û hînê ziman û çanda wan bibe. Ger ku ev şert were cî ew çax tu navber nakeve li nav nifşên nû yên Kurd û yên berê. Ango zarokên me yê bi ziman û çanda me mezin bibin. Lê rewşa niha de ya ku em dibînin Kurd him jî dê û bavê xwe him jî Kurdên li gor wan parçeyên din dijîn newan bûne. Hîm ji ziman û çandê de him jî cîrantîyê de navbar ketiye nava Kurdan.
Rewşa niha em têdene Kurd li gor ciyê dijîn xwe didin tasnîf kirin. Dibêjin Kurdên Îranê, Kurdên Iraqê, Kurdên Tirkîyê, Kurdên Sûrîyê, Kurdên Kafkasyayê û hewd. Ev gotin an jî tasnîf kirin jî navber dixe nav Kurdan.
Hewce ye wexta mirov ji Kurdekî pirsî got tu kî yî, nebêje ez filankes… Ji Kurden filan derê me. Bêje ez filankes. Ez Kurd im. Nivîskarê pirtûka The Kurds: A Concise Handbook (Kürtler: Bir El Kitabı) Mihrdat Îzadî di vê pirtûkê de dibêje hewceye Kurd welatê xwe li gor başûr, bakur, rojhilat, rojava tasnîf nekin. Ji ber ku ev tişt parçebûna welatê Kurda dixe ziman jî û herwiha hingê diçe Kurd ji aliyê psîkolojîk ve ji hev dûr dikevin.
Newanbûn, ji hev dûrketina Kurdan him fîzîkî bûye him jî, ji sedema bandora cudatîya fîzîkî, hiş de bûye. Ji bona vê ye ku anha Kurd nikarin yekîtiyeke hevpar lidarxin û ji bandora vê yekê ye netewebûna Kurdan bi dilê me pêk nayê. Her çiqas anha Kurd bê dewlet bin jî hewceye wek netewekî bizav bikin.
Mirov dikare mînakeke yekîtîya bê dewletî di avabûna Îsraîlê de bibîne. Îsraîlî yan heya dewleta xwe ava kirin di bin baweriya xwe de bûn yek. Baweriya wan ewna xiste psîkolojîyeke netewe. Ji bo vê jî tu car profîleke ji hev newanbûnê nîşan nedan wek Kurdan.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com