Soran Hemereş
Ji Zaravayê Soranî: Muhsîn Ozdemîr
Wextekî galegala Zerdeştîbûna kurdan bû, niha jî behs behsa Mîtaryîbûna wan tê kirin. Babetek ku li ser Mîtarayîbûna kurdan hatine nivîsandin, pirsgireke wan a ecêb heye. Heta niha pênaseyeke zelal ji bo ola Mîtrayî reşnivîs nebûye. Tevî vê jî wan bi xwe biryar dane ku Kurd Mîtrayî bin. Ji bo vê armancê jî diçin wêneyekî, cihekî, navekî an jî her civîneke Kurdî peyda bikin da ku piştgiriya ramana wan bikin. Ango ew kesên ku berê biryar dane kurd mîtrayî ne bi mejiyekî vekirî li lêkolînên xwe nanihêrin. Nexwe kut e biryar dabe , êdî pêwistiya te bi lêpirsînê jî nîne.
Eger di merasîmeke Kurdistanê de gayek bê serjêkirin an jî li Lalişê nîgarek bê dîtin, em dikarin bi Mîtrayî ve têkildar bikin. Min nedîtiye ku kes berî ku bêje kurd Mîtrayî ye ji me re bêje mîtra çi ye.
Bi rastî belgeyek di destê min de ku yekemîn car di dîroka mirovahiyê de Mîtra beriya 3500 salan li Kurdistanê navê wê hatiye gotin, bi dehan metnên kurdî di destê min de hene hene ku temenê wan nêzîkî 2600 salî ne û navê Mîtra anîne û her Kurdekî îro jê fêm dike. Her weha navê gelek eşîrên kurdan li cem min hene ku di serdema navîn de beşek ji pêkhateyên navê Mîtra bûye û bi dehan lêkolînên cîhanî jî li ber destê min hene ku li ser wê olê ne. Tevî vê jî ez hîn nikarim encamekî ragihînim.
Divê em qebûl bikin ku me ola-ayîna Kurd fêm nekiriye. Netêgihiştina di ola kurdî de du sedemên xwe yên serekî hene. Ya yekem ew e ku Kurd neteweykî pir kevnar e û li deverekê ne ku bi sedan ol, rêçikên olî û bi hezaran belgenameyên olî yên kevnar têde hene ku heta niha jî bi piraniya wan re em hevnas nebûne. Ya duyem jî ew e ku zanîngehên Kurdistanê û saziyên akademîk, bi giştî şiyana wan a lêkolînên zanistî yên cidî li ser Kurdan nîne bi taybetî di warê olî de bikin. Raste berê saziyên me yên akademîk bi taybet ji bo lêkolîna Kurdî tunebû, lê va sî sale çendîn saziyên me hene ku diviyabû lêkolîneke zanistî bikirana, nekirine.
Bi dîtina min, ji bo ku mirov li ser ola Kurd encameke pêbaweriyê bi dest ve bîne, divê herî kêm mirov bersiva van pirsan bide:
Xwedayên Hurî, Hîtî, Lûvî, Sumerî û Gutî û Medî û Huriyan kîjan in û dîn li cem wan çi wateyek bû?
Ola Sirasiyan çi peywendiya wan bi olên kurdî re hebûye?
Çima Kurdên Xiristiyan li ser mezhebê Yaqûbî û Misilman li ser mezheba Şafiî bûn?
Zerdeşt hetanî çi radeyê dîrokî bûye û ola wî çawa belav bûye?
Çima dêrê/kilîsê ji sedsala yekê ve pirtûkên taybet li dijî Manî, Berdeysan û Marsîon derxistine, ku hemû ji Kurdistanê bûn an jî nêzîkî Kurdistanê bûn?
Çima piraniya Kurdên xiristiyan, di asta herî bilind de ji aliyê Dêra Romayê ve wekî hêresî(terkedîn)tên tewanbarkirin
Dînê Manî çawa serî hilda û bandora xwe li olên kurdan çawa bû?ye
Pêxember Manî çima ji Kirmaşanê çûyê Hewlêrê û ji wir jî çûy Cizîrê û Botanê. Pêwendiya vê çiqasî bi herêmên desthilatdar ê kurdan ên wê serdemê re heye?
Bandora Mezdak û ola wî li ser olên kurdan çi bûye?
Çima di sedsala çaran a zayînî de padîşahê Hewlêrê Mar Qerdax li dijî ola Zerdeştî sekinî û bû mesîhî.
Rewşa Êzidî û Kakayiyan beriya Îslamê çi bû?
Çima di sedsala dehemîn a zayînî de, hin kurdên kurmancî û dewletên bakurê Kurdistanê xwedî meylê Şîa ne û nêzîkî fatimayan in?
Ji bo malbata padîşahên Hewlêrê di sedsala yekemîn a zayînê de çûne ser ola Cihûyan, heta xwe xetene/sinnet kirine?
Çima du rêûresmên mezin ên sofîtiyê yên serdema Îslamê, Sûrewerdî û Qedirî, kurdî bûn?
Kê rêçika Sofîtiya Neqşebendî anîye Kurdistanê, Mewlana Xalid an berî wî anîbûn Kurdistanê? Nexwe çima li Kurdistanê wisa belav bûye?
Dema misilman hatin Kurdistanê, ola kurdan çi bû?
Bandora dewleta Hesnawî û Heyarî(‘enasî) li ser ola yarsan û berevajîyên wê çi bû?
Selahedîn ol ji bo berfirehkirina desthilatdariya xwe bikar anî yan jî berevajiya wê raste? Heta çi radeyê rola Ereban di nav dewleta Selahedîn de hebûye û çima Selahedîn ewqasî giringî daye mezhebê Şafîî.
Selahedîn û malbata wî di warê çandê çima ewqasî di bin bandora stranbêj û helbestvanên Hewlêrê de bûn?
Dîn li cem Hewramî û Soraniyan bi belavbûna Îslamê re ber bi kû ve çûye?
Çima piraniya kelam/klamên Yarsanî bi zimanê Hewramî û yê Êzîdiyan bi Kurmancî ne?
Durzî kî ne û têkiliya dînê wan bi olên din ên Kurdan re çi bû?
Ez naxwazim xwendevanan bêhêvî bim , lê ew valahî tev di têgihiştina me de hene. Îca di ewqas valahiyan de em çawa dikarin li ser dînê kurdî biryarê bidin. Eger em biryarê jî bidin, bêguman wê biryareke belengazî be. Dê bi wî rengî be ku îro em têde ne û her kesê ku tê olekê dike Kurdî. Wusa dixuye ku tijîkirina wê valahîyê ne erkê xwendevanan e, lê erkê zanîngehan e vî karî bikin ku heta niha pêk neanîne.
Ez naxwazim hemû xebatên ku saziyên akademîk kirine red bikin, lê divê em qebûl bikin ku em di astek pir nebaş de ne. Nexwe çawa dibe piştî Şerefxan tu dîronivîsê Kurd li ser bingeha kurd axivîbe, nikarîbe Emîn Zekî derbaz bibe ku bi şertê ew di salên Sî(30)yî de dest bi nivîsandina dîrokê kir.
Îro tenê xebata akademîk a baş a ku ji aliyê kurdan ve li ser dînê kurdî hatibe kirin, pirtûka Mîrdad Êzedî ya bi navê “The Kurds” e. Mîrdad bavê wî Kurdekî Kirmaşanî ye û dayika wî Belçîkî ye. Ew yekemîn kes e ku bi şêweyekî akademîk li ser têkiliya di navbera olên Elewî, Êzdî û Yarsanî de axiviye.
Pêwîstiya me bi têgihiştinê heye, ne ku encamê. Îro em gelek encaman didin û em hewla lêkolînê nakin. Em wek kesekî ne, ku di çemekî boş de de hewl dide her çiqlê dara ku bikeve berdestê wî xwe pê ve hilawasîne. Çi tişta ku em sade bibînin, xwe pêve dadiliqînin, axaftina me li ser ola kurdî bi vî awayîye.
Îca heke ez bersivên van pirsan bidim ku gelo kurd mîtrayî ne? Belê, Mîtra di nav kurdan de xwedî kokeke kevnar e, lê danîna Kurdan wekî mîtrayî nerîneke pir feqîr e, sade û ne akademîk e û ji vê têgihiştina xwe feydeyê nade me. Ola Kurd ji ya ku bi vî rengî hêsan tê lêkolînkirin, gelekî aloztir e. Li şûna ku Kurdan bikin mîtra, hê baştir e ji xwedayê Mîtra û ola wê û rola wê di Kurdistan û cîhanê de em têbigihêjin, bi wê armanca ku em bigihêne têgihiştineke kûr di ol û çanda kurdî de.
Têbînî:
– Hin mijarên li ser Mîtrayê min di pirtûka xwe ya nû de danîne li bendê nemînin di şîrovekirina olan de beşdariyê bikim. Ew mijar pir aloz e bi çend şîroveyan çareser nabe.
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com