Îro li Anatoliyaya Navîn, li Enqere, – Haymana, Polatlı, Bala, Şereflikoçhisar, Qonye – Kulu, Cihanbeyli, Yunak, Kırşehir (Kaman, Çîçekdaxi, Nevşehir, Aksaray, Yozgat (Yerkoy), Çorum, Sivas û li Tokatê nezîkî milyonek kurd hene.
Li Anatolyaya Navîn li Enqerê 102, li Qonyê 75, li Kırşehirê 52, li Nevşehirê 50, li Aksarayê 70, li dorbera sinorên Yozgat – Tokat – Amasyê 41, li Kayseriyê 23 bi giştî nêzîkî 300 gundên kurdan hene.
Du kovarên kurdên Anatolyayê hene: Bîrnebûn û Veger.
Dîrok
Dîroka kurdên Anatolyayê pir kevn e. Ew 200 – 300 salî berê di dema Împaratoriya Osmanî de hatine Anatoliyaya Navîn. Sedeme hatina wan ji sedî sed nayê zanîn. Sedeme bingehî: hekokiyên eşîretî û koçberî bûne.
ji Welatê Rojê – Kurdîstanê bi dehan eşîr û ezbete koçber bûne û hatine Anatoliyaya Navîn. Navê çend eşîrên ewên: eşiri giştek eşiri Reşwanî, Xelîkanî, Canbegî, Şêxbizinî Şêxbizinî na Reşwan, Reşî, zimanê Şêxbizinî na Kurmancîye, Omerî, Sefkanî, Celkî, Nasîrî, Têrikanî, Mikaîlayî, Rûtanî, Zirkî, Sidunî, Qilorî, Doykan, Motikan, Şêxbilîyan, Bilkî, Hêcibî, Atmana, Bazikî, Milan, Bereketî, Mifkî, Oxçiyan, Pisî, Sêwidî, Cutkî. Şêxbilian, Berakatî, Oxçî, Pisî û Mifkî Kurdên Kırşehire.
Kurdên Anatoliyaya Navîn li wan derûdoran: li Haymanayê, li Qonyeyê 75 gund; li Cihanbeyli, Încow, li Yunakê, li Kuluyê, li Balayê, li Polatlîyê, li Enqereyê 102 gund, li Kırşehirê 52 gund, li Nevşehirê 50 gund, li Çîçekdaxi, li Aksarayê 39 gund û li Koçhisarê bi cîh bûne.
Mêrhijmareyê sermijar Kurdên Anatoliyaya Navîn li gor texmînên nêzîkî 1,5 – 2 Mîlyoniyê.
Kurdên Anatoliyaya Navîn heta îro zimanên xwe yên dayikî yên Kurmancî, Şêxbizinkî û Dimilkî parastine. Li gund û malên xwe de bi zimanên xwe diaxavin. Zarokên wan heta dest bi dibistaneyê Tirkan nakin, zimanê Tirkî fêhm nakin.
Eşîrên Şêxbizinî bi piranî li derûdora Haymanayê û Yunakê dijîn, bi ziravê Şêxbizinkî, eşîrên li derûdora Aksaray bi ziravê Dimilkî û eşîrên din ji bi ziravê Kurmancî diaxavin. Kurdên Anatoliyaya Navîn beşek ji netewê Kurd in. ji bo wan ji çareserkirina pirsa Kurd gelek girîng e. Wak her netewekî serbixwe ew ji dixwazin jiyanê xwe berdewam bikin. Rexistenên Kurden bi salan dijî zilm û zordariyên dewleten kedxêr tekoşînê xwe berdewam dikin.
Kurdên Anatoliyaya Navîn her çi qas ji welatê xwe Kurdistanê dûrketine ji, wan giredayîne xwe bi welat re neqetandine. Bi sedan keç û xortên Kurdên Anatoliyaya Navîn di nav tekoşîna Kurden de cihê xwe girtinê û şehîd ketinê. Ew ji bo jiyanekê bi rûmet û serkeftin vegeriyan welatê xwe Kurdistanê. Ji ber vê ku koçberî û sirgûna berê 300 salî edî bi dawî bûyê.
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com